Yek ji pîşesaziyên kelepûrî û gelêrî li hemî deverên #Kurdistan#ê, pîşesaziya Mewîja ye, ji ber ku Kurdistan navdar e bi çandiniya rezên tirî, nemaze li deverên çiyayên ne pir bilind, bi awayên kevin, li gorî derfet û amûrên heyî dihate bikar anîn.
Navdartirîn cûreyên Tirî, ji bo berhem kirina Mewîja, cûreyê bê dendik (sîsik) û yê reng kesk e, zuhakirin pêk tê di pîşesazgehên nûjen, bi germahiya rojê di yên biçûk de, û bi zuhakerên bi bayê germ, di yên mezin de, lê divê beriya zuhakirinê, Tirî bête dermankirin li goriya yêkê ji van awaya:
1.Dermankirin di germiyê de bi ava Sodayê:
Tirî derman bibe ava Qela yê ya bi tîrbûna (0.2-0.3)%, di pila (93-94), ji bo herifandina Şimayê ya li ser libên Tirî, bi armanca lezgîna zuhakirinê, paş re bêta şûştin bi ava paqij.
2.Dermankirina bi sarî tevlî tevdanê:
Tirî bête dermankirin bi ava Kerbonata Potasyomê têrkirî bi (5%) Kerbonat û têr kirî bi (0.4%) zeyta zeytûnan, ji (1-4) xulekan, di pila (35-38) an de, paş re bête şûştin bi ava paqij.
3.Dermankirina bi sarî bi Sodayê an bi zeytê:
Tirî bête dermankirin bi ava karbonata Soda ya bê av, bi têrbûna (5%) Karbonat, bi beşdarbûna zeytê li ser ruyê ava karbonatê, ji (0.5 -1 ) xulek, di pila (35 -38) de, paş re pak bête şûştin bi ava paqij.
Li Rohilata Navîn Tirî tê zuhakirin di bin bandora germahiya rojê de, li goriya van astan:
1.Tirî yê dermankirî tê raxitin li ber rokê, li ser tevnên ji pûş an ser kaxezên fireh û mezin ji Karton, bê li ser kom bibe, bi dirêjahiya (4 -5) rojan, û her roj carekê bête tevdan, lê ji nîvê şevê heya rohilatiya rokê, divê Tirî bêta nuxumandin bi caw re, ji bo Tirî xunava şevê venexwe careke din.
2.Tirî yê nîv zuhakirî tê veguheztin bo sîdanekê ba xweş lê dide, heya zuhakirin bi dawî dibe, lê pêwîst bi kêmanî carekê di rojê de bête tevdan.
3.Paş zuhakirin bi dawî dibe, qilçix û darikên gûşîyan bête veqetandin bi destan, û Mewîj jî bi bêjingek otomatîk lerzîne de, bête bêjingkirina pêşîn, ji bo veqetandina darikên biçûk, tozê û libên mewîjên şewitî û komir bûyî.
4.Mewîj bête şûştin di bêjinga otomatîk lerzîne de, bi avrêjtinek sivik, ji bo bi lezgînî ji toz û gemarê pak bibe.
5.Paş şûştinê Mewîj bête raxistin li ber rokê careke din, mawey (6 -8) demjimêran, ji bo zuhakirina ava li ser libên Mewîja maye, ewê herî baş be bêne nuxumandin bi cawekî paqij.
6.Vebrajtina Mewîjan li gor mezinbûnê û reng pêk tê di rêzek ji bêjingên otomatîk û lerzîn mîna serdê bi qulên ji hev cûdayî, hem jî darikên biçûk ên mayî.
7.Mewîj tê vebiriqandin bi pêkanîna rûyekî tenik ji zeyta paravîn, û hinek Vanêlya tevlî dibe ji bo xweşkirina bihna Mewîja.
8.Li dawî Mewîj têne dagirtin di qutiyên ji text rapêçayîn de, ji hundir ve bi kaxezên şima kirî bi dewisandek be, an di tûrikên ji naylon de, bi vî awayî Mewîj amade ye ji bo firotanê.[1]