Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, yan Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (z. 1878 li Nors/Nûrs, Xîzan − m. 23-03-1960 li #Riha#) fîlozof û nivîskarekî Îslamê ye ku jê re Bedîuzzeman (Di dema wî de kes asayê wî tune) tê gotin. Di dîroka Îslamê de çar kes xwediyê vê şerefa mezin bûne. Muellifê Kulliyata Risaleyên Nûr e.
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, di sala 1878'an de (navbera 5 rêbendan - 12 adar) li bajarê #Bedlîs#ê, navçeya Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye. Bavê wî sofî Mîrze, dêya wî jî Nûre xanim bû. Tehsîla pêşîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Beşdarî Şerê cîhanî yê yekem dibe. Li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paşê vedigere welêt. Di tevgera welatperweriyê de xebata xwe domand. Paşê, dev ji van xebatan berda û bi temamî xwe da rêya dînî. Di vê xebatê de dijayetiya rejîmê kişand. Li gelek deran heps û sirgûnî kişand. Li Ruhayê di 23 adara sala 1960 de çû ser heqiya xwe.
Di pirtûka xwe ya Munazeratê de, Bedîuzzeman gotiye Mirin roja newroza me ye. Pirr balkêş e ku du roj piştî Newrozê û hem di sibeha şeveke Leylet-ul Qedrê de wefat kiriye.
Di sala 1910an de zivirî welêt û hat Wanê. Li bajarên Kurdistan geriya, çû Mûş, Bidlîs, Çolemêrg, Amed û Rihayê. Li wan deran di nivîs û axaftinên xwe yên bi navê Munazerat de bi serokê eşîrên kurdan re li ser buyerên demê peyivî. Di sala pey wî de çû Şamê û di mizgefta emewî de xutbek li ser kêşeyên siyasî, aborî û civatî yên civata Îslamê da. Ew xutbe paşê bi navê Xutbeya Şamê hat çapkirin.
Ji Şamê hat Stembolê û tev li gerra Siltan Reşad li welatên rojhilatê bû. Li Skopiyeyê tev li hîmavitina Zanîngehê bû. Dema ji ber Şerê Balkanê ew proje hat sekinandin, bi hikûmeta osmanî da pejirandin, ku ew texsîsata Zanîngeha Skopiyê li Medresa Zehra were guhêztin. Paşê hat Wanê. Hîmê Zanîngeha Zehra di sala 1913an de li kêleka behra Wanê, li Artemîtê hat avitin. Lê ji ber destpêkirina Şerê Cîhanî yê yekem avakirin rawest.
Di vê navberê de pêwendiyên xwe bi kurdên li Stembolê re çêdikir serî dida qehwexaneyên ku kurd lê rûdiniştin û di ber xwe dida ku wan hişyar bike û yekîtiya navxweyî çêbike da ku bi saya vê yekîtiyê hem namûsa kurdayetiyê û hem jî ya alema îslamê rizgar bike.
Ji bo nimûne maqaleyeke xwe de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî nexweşî û çareseriya nexweşiyên kurda û qenciyên wan weha rêz dike.
« Ey gelî kurdan! Îttifaqê de quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet heye. Kabika Îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek îslamiyet e, ku hezar xûna şehîdan buhayê wê dane. Ê duduwan însaniyet, ku lazim e em nezera xelqê de, bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyeta xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisêyan, milliyeta me ye, ku mezîyet da me, ê berê ku bi qenciya xwe saxin, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Stembolê delîla wê ye. Ê duduwan cehalet û bêxwendinî ku hezar ji me da yek qezete-rojname nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisêyan dujminî û îxtilaf e, ku ew 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukumet jî ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir. ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dujminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê ewil merîfet û xwendin e. Ê duduwan îtifaq û muhebeta millî ye. Ê sisêyan însanê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesîyeta paşê: xwandin, xwandin, xwandin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin. »