הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,437
תמונות 105,316
ספרים 19,454
קבצים הקשורים 97,497
Video 1,395
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Mistefa Beg ê Kurdî Şehsewarê belaxet (Xweş Zimanî, Zimanekî Rewan) ê Kurdan
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mistefa Beg ê Kurdî Şehsewarê belaxet (Xweş Zimanî, Zimanekî Rewan) ê Kurda...

Mistefa Beg ê Kurdî Şehsewarê belaxet (Xweş Zimanî, Zimanekî Rewan) ê Kurda...
#Mistefa Begê# Kurdî Şehsewarê belaxet (Xweş Zimanî, Zimanekî Rewan) ê Kurdan

Kurdî ku paytextên Fars, Tirk û Ereban dîtiye û nasnameya edebî û netewî ya wan nas dike, dibîne ku çawa helbestvanên wan berevaniyê ji ziman û nasname û resenatiya xwe dikin, bizav kiriye ku her ji destpêkê ve xwe wek kesekî xwedî nasname bide nasandin û kareke wesa kiriye ku ew yek ji her ji navê wî xuya be.
Mistefa Beg ê Kurdî sala 1809ê li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye, bav û kalên wî xelkê bajarê Sine bûn û bavê wî Ehmed Beg yek ji Dazde Siwarên Merîwanê bû, li ser daxwaza Silêman Paşayê Baban diçe Silêmaniyê û Kurdî li wî bajarî ji dayîk dibe.
Kurdî 77 salan jiyaye û her li Silêmaniyê û tirba wî li Girê Seywan ê li bajarê Silêmaniyê ye. Li gor zanyariyeke ku Heme Bor derbarê jiyana Kurdî eşkere kiriye, Kurdî kesek xwendevan bû, zimanên Kurdî, Erebî û Farsî bi başî zaniye û di dema gencîtiya xwe de diçe bajarê Tehranê yê paytextê Îranê û dibe mamostayê Zarokên Feth Elî Şah ê Qacar û dersên nivîskî, xweşnivîsî û muzîkî dide wan. Herweha ew endamê Encûmena Edîbên Îranê bû li li gel Melêkuşuerayê dîwanxaneya Qacar wate Mîrza Hebîb Qaanî mişaire (şerê bi helbestan) kiriye.
Herweha Kurdî heyamekê li bajarê Bexda ya paytexta rewşenbîriya cîhana Ereb jiyaye û mirîdê Şêx Ebdulqadir Geylanî bû, li binkeyên zanistî yên wî bajarî de jî rola wî hebû, hem fêr bûye û hem xelk fêr kiriye. Weke di jiyana Kurdî de xuya dibe serdana Stenbolê kiriye li wir Nalî û gelek helbestvanên din nas kirine. Ya ku di vê gera biçûk de bo me eşkere dibe ew e ku Kurdî li sê paytextên navdar ên wê serdemê yên rojhilata navîn jiyaye û sûd li atmosfera wan bajaran wergirtiye, edîb û rewşenbîrên wan bajaran dîtine û weke kesekî pijyayî di ware ziman û zanistl de vegeriyaye Kurdistanê.
Hilbijartina nasnavê Kurdî ku bi xwe rastiyekê nîşan dide ku nikarî haşayî lê bikî. Kurdî ku paytextên Fars, Tirk û Ereban dîtiye û nasnameya edebî û netewî ya wan nas dike, dibîne ku çawa helbestvanên wan berevaniyê ji ziman û nasname û resenatiya xwe dikin, bizav kiriye ku her ji destpêkê ve xwe wek kesekî xwedî nasname bide nasandin û kareke wesa kiriye ku ew yek ji her ji navê wî xuya be. Eger wê serdemê gelek ji helbestvanan bi hilbijartina nasnavên Erebî û Farsî xwe dane nasandin, wî bi hilbijartina nasnavê Kurdî xwe cuda kiriye û bi xwedevandên xwe re dide xuyakirin ku ew xwedê nasnameyekî ziman û rewşenbîrî ya cuda ye û ew nasname, nasnameyekî Kurdî û Kurdane ye.
Şiyana Kurdî di nivîsînê de, di ware nivîsandina Xezel de diyar dibe. Xezelê Kurdî gelek rewan û bi hember kirin li gel serdema xwe xwedî nûbûnekê ye. Zimanê xezelên wî li gor helbestvanên berî wî resen e û herweha afirandina mijarên di helbesta wî de, bêhtir atmosferekî însanî û xwecihî heye, bêhtir aliyê mirovahiyê digre li şûna wateyên esmanî û îrfanî. Di helbestên wî de xuya dibe ku peywendiyên wî li gel Nalî Şarezorî û Salim ê Sineyî de hebûye. Helbesta Kurdî bi hemberkirin li gel helbesta Nalî sade û xwedî ziman û hûnandineke sade ye. Lê bi hemberkirin li gel helbestên Salim, Helbestên Kurdî zimanekî paqij û kurdane heye û ji helbestên wî baştire û ziman û pêkhateya wê bihêztir e.
Bandora Kurdî li her helbestên Kurdîyê û helbestvanên piştî wî heta astekê bû ku grubek ji helbestvanên mezin ketine bin bandora zimanê helbestên wî. Weke mînak kesekî wek Şêx Reza Talebanî ku pir kêm bi xêr li helbestvanekî din temaşe dike, kurdî weke çavkanî hejmartiye û xezelekî wî ya navdar kiriye pênc bendî (Texmîs), ji aliyê din Hacî Qadir ê Koyî ku bixwe yek ji pêşengên hizra nasyonalîzim a Kurdî ye û helbestvanekî xwedî şiyan û xwedî stîl e, di helbestekê de nave Kurdî tîne û bi şahsiwarê zimanê paqij û takekesê rewanbêj dizane û di wê baweriyê de ye ku xişir û zêr û zîveke bedew û bê mînak dike ber zimanê Kurdî û ew xemilandiye.
Şehsewarî belaxetî kurdan
Yekketazî fesahetî baban
Mistefaye texellusî kurdî
Xezelî kirde ber butî kurdî
Di nava helbestên Kurdî de helbestek heye ku heta niha jî lêkolînvan li ser wê zelal nebûne, hin kes dibêjin helbesta Nalî ye û hejmareke kêm jî dibêjin ya Kurdî ye. Ew helbesta ku bi nave Şeva Yelda hatiye naskiri, di warê ciwannasiyê de bêhtir weke helbestên Nalî ye, lê zimanê wê yê sade dibe sedem ku hin kes hizir bikin helbest a Kurdî ye. Lê Nalî hin helbestên din jî hebe ku zimanê wê her bi wî awayî sade ye û hevdem zimaneke bihêz û gotineke Şaîrane be weke mînak di helbesta Le dugmey suxme dwênê nuwêjî şêwan.
Eger heye ji ber ku Kurdî jî helbestek li ser heman wezin û qafiyeyê û bi redîf a Emşew heye, di navbera wan du helbestvanan de ew helbest li hev hatibin guhertin û bi şaş tevlî dîwanên wan bibe. Her du xezel Mefa`îlun, Mefa`îlun, Fe`elûn e. Lê bandora xezela Nalî bi ser xezela Kurdî xuya dibe. Hêjayî gotinê ye di dîwana dawiyê ya her du helbestvanan de ew helbest bi navê wan hatiye tomarkirin.
Ev xezela ku pirsgirêk li ser heye ev e:
Şewî yeldaye, ya deycure emşew
Ke dîdem dûr le to bê nûre emşew?!
Dilim wek hakmî mezûle, qurban!
Xellatî wesllî toy menzûre emşew
Dilîş mayil be dîdey toye, boye
Le min wehşî û remîde û dûre emşew
Ke toy şay keç kulahî dîde mestan,
Çi bakim qeyser û fexfûre emşew?!
Le xew hellsawe, ya alloze çawit?
Hemîşe waye, ya mexmûre, emşew?
Suruşkim neqşî çawî to dekêşê
Cêgem ser darekey mensure emşew
Musullmanan deprisn hallî nalî
le kuncî bêkesî mehcûre emşew
Di dîwana Kurdî de ku çar salan berî niha ji aliyê çapemeniya Kurdistanê ve hate weşandin, her ev xezel bi navê Kurdî hatiye çapkirin û di beyta dawiyê de nave Nalî hatiye reşkirin û navê Kurdî hatiye danîn û her di beyta dawiyê de li şûna ku dibêje Musilmanan Depirsin nivîsandiye Eger Yaran Depirsin. Lê xezela duyem a Nalî bi redîfa Emşewe we nîşan dide ku ew xezela Kurdî ye û di bin bandora Nalî de û weke bersiv bo xezela Nalî hatiye nivîsandin. Di vir de Kurdî behsa birayekî dike ku jê dûr ketiye û bîra wî dike û serê jî bi heman awayî ye ku Nalî bikar anîne
Le xem şarî derûn memûre emşew
Binaxey milkî dil xapûre emşew
Rewanser bû le zîddî min ferrengî
Leber dergay reqîb mesrûre emşew?
Emin ferhad û şahîd bêstûne
Eto şîrîn, şemall şapûre emşew
Le weslit menizillî dûr kewtewe dil
Dûsed menzil le şadî dûre emşew
Bira gyan gyan û to gyan elwedaye
Heway koy to dîger mestûre emşew
Be mujdey weslî to dill şad bê heqiye
Ke her wek hakimî mexdûre emşew
Lemin napirsê exyar ey çi gewce?
Be wesfî lutfî to mexrûre emşew
Le naw eşk û le rûtey çaw şehênim
Dil ahû war û çaw bê nûre emşew
Le subhî cejn û şubhey mangeşew ax?
Le bextî min dellêy deycûre emşew
Be hazir başî fewcî xusse û nalle
Wekû zîley ewell şeypûre emşew
Le nallîn menî kurdî mehzî kufre
Feqîr û naxoş û mexdûre emşew
Ji bilî vê helbestê di dîwana Mestûre Erdelan de xezelekî Kurdî Soranî heye ku weha destpê dike
Griftarm be nazî çawekanî mestî fettanit
Birîndarm be tîrî sînesûzî nêşî mujganit
Ku ew jî her di dîwana Kurdî de û bi nave wî hatiye tomarkirin, tevî ku di vê helbestê de taybetmendiyên zimanî yên helbestvanên dema Kurdî û Nalî ye, lê her kes dizane ku Mestûre jî di heman demê de jiyaye, di beyta dawiyê ya helbestê de hestên jinbûnê bi zelalî xuya dikin, lê di dîwana Kurdî de beyta dawiyê hatiye guhertin bi awayekê ku her li gel tevahiya wê xezelê ne yek e.
Di dîwana Kurdî de ev beyt weha ye:
Bese bê mirwetî cana esîrî toye dill boye
Wefa key çake ta mawe bikey kurdî be mîhmanit
Lê di dîwana Mestûreyê de ew xezel weha bidawî dibe û ev beyta dawiyê gelek bi başî li gel beytên din hev digre
Eto emrro le mullkî dillberîda nadrey dehrî
Be resmî bendegî mestûre wa hatote dîwanit
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 22
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 14-04-2024
פריטים המקושרים: 2
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 21-06-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
ספר: לשוני
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-04-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 15-04-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 15-04-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 22
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.157 KB 14-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,437
תמונות 105,316
ספרים 19,454
קבצים הקשורים 97,497
Video 1,395
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
Folders
מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל מפלגות וארגונים - ארגון - אמנותי הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - לשוני הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type - הספרייה - PDF - מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - נשים מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.922 2!