הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,411
תמונות 104,866
ספרים 19,372
קבצים הקשורים 97,508
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
DERSXANEYÊN KURDÎ
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
DERSXANEYÊN KURDÎ
Netkurd 06-09-2005
#Mûrad Ciwan#

Dersxaneyên kursên ziman ên şexsî ku berî salekê du salan, piştî hewldana li hember gelek dijwarî û astengan vebûbûn, berî çend hefteyan bi hev re biryara xwe dan ku kilîtê li ser deriyê xwe xin. Berpirsiyarên dersxaneyên kursên kurdî li gor ku ji çapemeniyê re diyar kirin têra xwe kes muraceeta beşdarbûna di van kursan de nake. Sedemê wê jî ew e ku ev kurs bi pera ne, xelk feqîr e nikare perê kursan bide. Herwiha gava beşdar kursan temam dikin, sertîfîkayên ku ew distînin li tu derê nayên bikaranîn. Dewlet û meqamên resmî ên din van sertîfîkayan qebûl nakin.
Sedemên daxistina kursan ên ku berpirsên wan diyar kirin, helbet sedeminî ciddî ne û ne sedeminî wiha ne ku berê nedihatin zanîn. Hê gava îmkana vekirina kursan li ser kaxezê hat dayin, gelek li serê hat nivîsîn û gotin ku pirsa zimanê kurdî li Tirkiyeyê pirsa zimanê miletekî ye ku nifûsa wî ji 20 milyonan derbas dibe, ew bi vekirina kursên şexsî ên bêpere çareser nabe. Çareserî di wir de ye ku kurd wek milletekî xwedî zimanekî cuda bê naskirin, zimanê kurdî di destûra Tirkiyeyê de wek zimanekî resmî bê qebûlkirin da hem di warê jiyana sivîl a şexsî de hem jî di warê jiyana resmî ya dewletê de jî bê bikaranîn, ji dibistanên destpêkê heta bi unîversîteyan bibe zimanê xwendin û perwerdeyê, rojname, radyo û televizyon bi vî zimanî dest bi weşanê bikin, li Kurdistanê kurdî bibe zimanê resmî ê dereca yekê, ew li daîre û damûdezgeyên jjiyana resmî bê bikaranîn. Li tevayiya Tirkiyeyê kurdî bibe mafwekhavê tirkî, belge, kaxez û hemû muamalayên resmî yên nivîskî bi her du zimanan bin.
Helbet heta îmkan û statuyeka wiha li ber zimanê kurdî venebe, xetera asîmîlebûna kurdî ji meydanê ranabe û meriv nikare bêje ku kurdî gihaştiye wê payeya muamelê ku heqê wî ye, edalet û wekhevî bicîh hatiye. Ev aliyekî rastiyê ye, divê neyê jibîrkirin. Têkoşîna ji bo gihîştina vê armancê têkoşînek e ku divê li ber çavê milet her tim bê zelalkirin ku heta zimanê me negihîje van îmkan û mafan xeter mezin e, heq û edalet nehatiye cih, em nikarin bes bi kursên çend dersxaneyên şexsî zimanê xwe xelas bikin.
Lê aliyekî din ê meselê heye ku li gor baweriya min, em tim ji ber çavan direvînin. Wan îmkan û mafên ku em ji bo zimanê xwe dixwazin, hema zûbizû ê bi destê me nekevin, dewlet hê gelek dûrê qebûlkirina van mafan e. Hê demeka belkî çend deh salan li ber me ye heta em bibînin edalet ji bo zimanê me pêk hatiye û ew ji xetera wendabûnê rizgar buye. Di ser de jî di demeke wiha de gelek diyarde peyda bûne ku rê û dirbên mezin û pir alî dane dewletê da ew karibe siyaseta xwe ya asîmîlekirina kurdî zûbizû û bi berfirehî pêşde bibe. Ez behsa dibistanên tirka, projeyên wan ên resmî û şexsî ên fêrkirina zimanê tirkî bi keç û kurên kurdan dikim. Ez behsa bi sedan kanalên televizyonên tirkî yên bi programên balkêş dikim ku ketine hemû malên kurdan, keç û jinên kurd misêwa li ber wan in, bi riya wan hînî tirkî bûne ku îdî bi zarokên xwe re pê diaxivin. Ez behsa înternetê dikim, behsa hemî wan diyardeyên ku globalbûnê û teknolojoyiya agahiyê (IT) bi xwe re anîne dikim. Di rewşeka wiha de zimanekî bindest ê bêmaf û bêîmkan wek topa berfa bin germa rojê dihele, asîmîle dibe. Heta roja ku em hêvî dikin mefên xwe bi temamî bidestxin kurdî û pê re jî kultura kurdî dikare wenda bibe.
Gelo ma divê em hema her tiştî ji deletê bixwazin û li hêviyê bihêlin ku heta dewleta me (çi federal an serbixwe) ava bibe, damûdezgeyên wê ên resmî ava bibin da kurdî wê gavê bikar bê? Gelo îro em kurd bi xwe, wek şexs, wek dê û bav, wek partî û rêxistin û wek civaka xwe ya kurdewarî nikarin ji bo bikarhatin û teşwîqkirina zimanê kurdî tiştekî bikin? Mesela ez difikirim ku me kurdan, partî û rêxistinên kurdan, dezgeyên wan belediyeyên ku di destên kurdan de ne, gelo nikaribû tiştek bikira ku ji dêlva ev dersxane bên girtin cazîb bibin da xelk berê xwe bide wan. Gelo meriv nikaribû bi awayekî, rîyekê, pirsa fînansekirina van kursan bi piştgiriyeka civakî û kollektîf çareser bikira?
Ez dibêjim qey berî ku me hema kilît li ser dergehên wan xist hin tiştên din hebûn ku meriv karibû bikiraya. Mesela heke belediyeyên kurdan, partî û rêxistinên kurdan biryarek bistendaya ku mesela ji niha û heta du salan ew kesên ku xwendin, nivîsîn û axaftina kurdî nizanin ê niakribin bibin berbijêrên partiyan ên ji bo reîsbelediyetiyê, ji bo endamên meclisên şarederiyan, ê di girtina kesan de ji bo damûdezgeyên belediyeyan zanîbûna kurdî sebebê tercîhê be, di kongreyên giştî û herêmî yên partî û rêxistinan de kurdîzanîn şertekî berbijêriyê be û her wekî din… Gava ciddî û bi biryardarî qerarên wiha ji berpirsên kurdan derketaya û bihata meşandin ê zimanê kurdî ber bi cazîbeyekê, ber bi sedemê tercîhekê de biçûya ku meqam, karîyer û nan jî dide. Xelkên ku dixwest li van meqaman bibin xwedîcih bawer bikin ê xwe ji bo kursan binivîsandana.
Lê heyf, wiha nehat kirin, riya rehet ew bû ku deriyê dersxanan bê daxistin, ew hat kirin.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 52
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
פריטים המקושרים: 3
ביוגרפיה
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 06-09-2005 (19 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חברתי
ספר: מחוכם
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-04-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( زریان سەرچناری ) ב- 04-04-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئاراس حسۆ ) על: 04-04-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 52
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,411
תמונות 104,866
ספרים 19,372
קבצים הקשורים 97,508
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
Folders
מאמרים - מפלגה - מפלגת פועלים כורדים מאמרים - מפלגה - מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - מחוכם מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - Publication Type - Born-digital מאמרים - ניב - עברית מאמרים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - לשוני

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.594 2!