הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,053
תמונות 106,477
ספרים 19,320
קבצים הקשורים 97,306
Video 1,396
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
KURD Û ÎSLAMIYET
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
KURD Û ÎSLAMIYET
Netkurd 7-04-2007
#Mûrad Ciwan#

Van demên dawiyê hin minaqeşe li ser rola îslamiyetê ya di civaka kurd de tên kirin. Pirtir jî li ser rêgiriya wê ya di têkoşîna rizgarîxwazî ya civaka kurd de tê rawestiyan.
Minaqeşe ji bal hin organên ragihandina tirk, ji devê kesayetiyên kurd ên populer, tenê di çarçeweyeka populeriya medyatîk de tên kirin. Tê gotin ku xwedêgiravî ”kurdan piştî ku bûn misilman wenda kir, kurd bi şaşî, bi darê zorê bûn misilman, îslamiyetê rê li ber pêşveçûna kurdan girt” û hwd.
Ev îdîa di nav tevgera netweperstiya kurd de ne îdîanî nuh in. Di seranserê mêjûya qonaxa netewebûna kurdan de meriv rastî wan tê.
Diyar e ragihandina tirk a nasyonalîst vê minaqeşeyê ji bo wê yekê popularîze dike ku tevgera siyasî ya kurd ji cemawerê kurd ê bawermend ê misilman dûr bixe. Bi taybetî ragihandina derûdora AKP-ê dixwaze vêya ji bo kêmkirina dengên DTP-ê û partiyên siyasî yên din ên kurd û bilindkirina dengên AKP-ê li Kurdistana bakur di hilbijartinên parlamentoyê yên payizê de bikar bîne. Armanc ew e ku di nav xelkê kurd ê misilman de qenaetekê belav bikin goya kurdên siyasî ji îslamiyetê dûr in, heta li dijî îslamiyetê ne.
Du sal berê gava anketek di nav gerîllayên PKK-ê de hat kirin û di anketê de sempatiyên ji bo zerdeştiyê hatin diyarkirin, hejmareka zêde ji bersivderan zerdeştî wek dînê kurdan nîşan da, ragihandina tirk a derûdorên îslamiyên siyasî cardin ev anket di nav kurdan de li hemberî kurdên siyasî bikaranî.
Em rastiyê bêjin, di nav tevgera nasyonalîst ya kurd de jî hergav yên ku gotine îslamiyet ne dînê kurdan ê eslî ye, zerdeştî dînê eslî yê kurdan e (bê îdî qesd ji dînê eslî û yê ne eslî çi ye) hebûne, niha jî hene. Yên ku dibêjin îslamiyet rêgir bûye li ber pêşveçûna civaka kurd jî ne hindik in.
Lê gava meriv bala xwe bidiyê, ev minaqeşeyên di derbareyê rola îslamê ya di civaka kurd de, tim li ser esasekî îdeolojîk û di çarçeveyeka populîst de hatine kirin. Ji bo ku tirkan, ereban û farisan îdîa kiriye ku kurd bi nîjadên xwe parçeyek ji wan in, kurd, ne kurd in, ereb, tirk yan faris in û îslamtiya kurdan kiriye nimûneyeka mişterekiya xwe û kurdan, nasyonalîstên kurd jî bi her wesîleyê xwestiye vê mişterekiyê ji kurdan dûr bixe. Wan dîtiye ku ji ber vê mişterekiya han, dijminên kurdan dikarin bi rehetî kurdan bixapînin, civakê ji tevgera rizgarîxwaziyê dûr bixin û bikêşin aliyê xwe, beşek ji nasyonalîstên kurd jî êrîşî îslamiyetê kiriye, wan ew, dînê ne eslî ê kurdan dîtiye û xwestiye kurdan ji wê dûr bixin.
Lê meriv dibîne ku li ser esasên zanistî lêkolîn li ser rola dînan, ya îslamiyetê, ya mezheb û terîqetan a di civaka kurd de nehatine kirin. Taybetmendiyên îslama di nav civaka kurd de, homojenî û heterojeniya wê, peywendî û rolên mezheb û terîqetên wê di nav civakê de, peywendî û tesîrên du alî yên navbera îslamê û dîn û mezhebên ne-îslamî li ser esasên zanistî nehatine zelalkirin.
Lazim e rola îslamê, rola hemû dîn, mezheb û terîqetên ku li Kurdistanê hene bi awayekî ilmî bibin armancên lêkolîn û lêgerînan, ji bo van behsan pêwist e li unîversîteyan beşên taybetî bên vekirin, akademî û enstîtu bên danîn û ew bi piralîtiya xwe ya ji populîzmê, ji endîşeyên îdeolojîk û siyasî dûr bên lêkolan.
Gava meriv bala xwe bide tarîxa avabûna neteweya kurd û rola dîn, mezheb û terîqetan di peydabûna civaka kurdewarî de, meriv ê bibîne ku ew dîn, mezheb û terîqetên îslamî yên ku di civaka kurd de rengvedane ji îslamiyeta ereb, tirk û farisan biferqtir e.
Ji bo îslamiyet mişterkiyeka me û serdestên me yên ereb, tirk û faris e, erê, îslamiyetê roleka têkoşeriya li hemberî wan bi wê dereceya ku em dixwazin nelîstiye. Heta gelek caran wan îslamiyet di nav miletê me de li hemberî me xurttir bikar aniye û civakên me ji şerê rizgariyê bidûr xistine.
Ev ne taybetmendiyeka suruştî ya îslmiyetê ye. Di seranserî dîrokê de di hemû dîn û mezheban de ev taybetmendî hebuye. Xiristaniyet jî, dînên din jî wiha bûne. Geva civak û hêzên ku hatine hemberî hev, eger dîn û mezhebên wan mişterek bûye, çi bi awayekî baş yan xerab rola wan kêm buye, lê gava ew civak û hêz ji dîn an mezhebên cuda bûne, wan rehettir karibuye dîn û mezheban bikin argumentên têkoşîna li hemberî hev.
Ji bo ku efendiyên kurdan jî misilman bûne, wan nikaribûye misilmantîyê di têkoşîna rizgarîxwaziyê de ew qas bikarbînin, lê pakistanî û bengladeşiyan ew bikaraniye û dîn buye komponentek ji rengdana netewetiya wan civakan. Heta di kurdan de jî, mesela, li Kurdistana Îranê ji bo ku kurd sunne û faris şîe ne, îslama kurd li wê derê rola parastina kurdewariyê lîstiye. Şafiîtiya kurdan û bi taybetî terîqeta neqşîbendiyê di prosesa avabûna netewî ya kurd de bûne komponentên xurt.
Ji alî din, ji bo ku ereb, tirk û faris misilman bûne, îslamiyet li hemberî wan nebûye alaya têkoşînê ya îdeolojîk a siyasî û rengekî paradîgmaya siyasî nedayê xwe, tenê bi rola xwe ya dînî ya di nav civakê de maye. Mesela îslamtiya ereb, tirk û farisan a li hemberî Amerîka û Ewropaya xiristiyan, a li hemberî Îsraîla yahûdî bûye îslamiyeteka milîtan, tevgera nesyonalîst yan jî em bêjin a dunyewî ya van milletan bi komponentên hişk ên fundamentalîst ên îslamî hatine hûnan, îslamiyeteka ji ya kurdan cudatir di nav wan de heye.
Lê îslamiyeta kurdan ji eyyubiyan bigire heta barzaniyan, îslamiyeteka nerm a tolerant a bi civakê re lihevhatî ya heterojen e ku hem li hember dîn û mezhebên din xweşdivê û danûstên e, hem li ber nirxên dunyewî yên wek pozîtîvîzmê, pişt re modernîzmê û bi taybetî sekularîzmê, azadî û wekheviya nevbera çîn, tebeqe, dîn, mezheb, terîqet, jin û mêrên civakê de tolerant e, bikêmasî li wekhevîxwaziyê ne girtî ye.
Van salên dawîn, hin diyardeyên dînî yên radîkal ên fundamentalîst ketine nav civaka kurd, ew tevgerên siyasî yên îslamî ên kurd ên radîkal ên ji neteweperweriyê dûr, ew bîrûbaweriyên li hember nirxên modern, ji îslamiya ”tredîsyonel” a kurd nayên, ji wehabîtiya sîûdiyê, ji îslama mîlitan a ereban, tirkan û farisan, ji bizava el-Qaîdeyê tên û em dibînin ku îslamiyeta ”tradîsyonî” ya kurd bi wan re dikeve nav nakokiyan, wan red dike.
Îslamiya kurdan hê ji dewra Selaheddînê Eyyubî de ji ya qewmên din cuda bû. Îslamiyeta Selaheddînê Eyyubî ne li hemberî xiristiyanan bû, tifaq bi xiristiyanên ortodoks ên Rojhilata Navîn re kiribû, berê xwe dabû xiristiyaniya katolîkiya frenkan a ku ji Ewropayê hatibû û herêm dagir kiribû, yanî ne li hember xiristaniyetê, lê li hember dagirkeriya biyanî bû. Îro ereb dixwazin Selaheddîn ji xwe re di têkoşîna li hemberî Rojava ya nemisilman û Îsraîla yahûdî bikin ala. Lê Selaheddîn bi tu awayî ne li hember yahûdîtiyê bû. Gava piştî têkçûnê xiristiyanên Ewropayê Qudus terk kirin û ber bi welatên xwe ve çûn, Selaheddîn bankir yahûdiyên qewirandî da bên li wan taxên Qudusê yên ji xiristiyanan valabûyî bicî bibin. Yanî yê ku pêşiyê yahûdî vegerandin Qudusê Selaheddînê Eyyubî bû.
Selaheddîn bi xwe kurdê şafiî bû, lê heta mirina wezîrê herî dawîn ê xelifeyê fatimiyan (awayekî şîîtî) wî li Qahîrê wezîriya xelîfe kir. Gelek caran Nureddîn Zengî tirk ê sultanê dewleta zengiyan ji Şamê xeber ji Selaheddîn re rêkir ku ew textê xelîfeyê fatimiyan wergerîne û xutbê li ser navê xelîfeyê sunneyan ê ebessî yê li Bexdayê bixwîne, wî qebûl nekir, got ez îxanetê bi xelîfê fatimiyan re nakim. Heta xelîfeyê herî dawîn ji ber nexweşiya xwe bi xwe mir û dewleta fatimî belav bû, jî ew pê re ma.
Selaheddîn li hember mezheb û terîqetên wê demê ê îslamiyetê jî xweşbîn bû. Tarîx behsa xwesbînîya wi ya li hember xaşxaşîyînên serhişk ên sekter ên sûîqastçî dikin tevî ku xaşxaşiyînan gelek caran xwest bi sûîqasdan wî bikujin.
Gava meriv li tarîxa avabûna netewetiya kurd û îslamiyeta ku rola xwe di vê netewetiyê de lîstiye binêre, tê dîtin ku ji eyyubiyan heta Ahmedê Xanî ji wir jî heta barzaniyan ev taybetmendî xwedan xeteka dîrokî ya berdewam a bênavbirr in. Em bibîrbînin, baweriyên şêxên barzan ên neqşîbendî yên li ser civakê; mesela wekhevîxwaziya navbera tebeqe û cinsiyetan, pirsa zewacê, parvekirina malê dinyayê, nêrîna li hember dîn û mezhebên xiristiyaniyê û yahûdîtiyê, li hember êzîdîtiyê û mezhebên îslamî yên cuda di bingehên xwe de wek ên Selaheddîn in û belkî jê pirtir şaxvedayî, zelaltir û piralî ne.
Belkî jî bi vî awayî ye ku homojeniyeka encama asîmîlasyonîstiyê neketiye nav îslamiyeta kurdan; ew şafiî, henîfî, şîe û elewî mane, ew îslam û êzîdî mane, neqsîbendîtî, qadirî, nûrcîtî û terîqet û qenaetên din bê pevçûn li gel hev jiyane, ew bi xiristiyan û yahûdiyên deverê re lihevhatî, di nav hevaltiyê de mane. Û hemû van habûn, pêywendî û bihevrejiyanan kiriye ku îslam bi awayekî îdeolojîk û siyasî nekeve nav tevgera netewetiya kurdan, îslam nebe yek ji alayên wê, netewetiya kurd karakterekî sekuler (laîk) bigire.
Gelek tiştên din di vî warî de dikarin bên gotin, lê helbet mexseda nivîsareka wek vêya ne lêkolîn û zelalkirina van fenomenan e. Mexsed ew e ku balê bikêşe ser wê yekê ku ji ber bi awayekî zanistî rola îslamê û taybetmendiyên îslama civaka kurdewariyê nayê lêkolan, hem antî îslamiya populîst a nav kurdan, hem jî dezînformasyonîstên dijminên kurdan pirsê şaş datînin ku zerarê dide tevgera modern a kurdewariyê.
Bi taybetî ev pirs li Kurdistana azad îdî hatiye qonaxeka gelek hesas; tevgerên îslamî yên îdeolojîk ên siyasî yên ereb, tirk û faris dixwazin di riya îdeolojiyên xwe yên îslamî re civaka kurd a îslam têxin bin hegemoniya xwe, wê li hember tevgera kurd a modern, li hember xiristiyanî û rojava (Ewropa, Amerîkayê û yahûdiyan) bikarbînin, heta li hember dîn, mezheb û terîqetên li Kurdistanê bikin aletê êrîşkariyê.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 95
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
פריטים המקושרים: 20
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 07-04-2007 (17 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מחוכם
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-04-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 04-04-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 04-04-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 95
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,053
תמונות 106,477
ספרים 19,320
קבצים הקשורים 97,306
Video 1,396
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 1.016 2!