הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,432
תמונות 104,872
ספרים 19,376
קבצים הקשורים 97,515
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
SÊ ALIYÊN REFERANDÛMÊ III
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
SÊ ALIYÊN REFERANDÛMÊ III
#Mûrad Ciwan#

Dor hat ser alîyê sisiyan ê referandûmê; ronahîdana ji perspektîfa pirsa kurdan.
***
Destûreka demokratîk a encama lihevkirina civakî, bêyî qebûlkirina mafên kurdan ên kesayetî û kolaktîfî û misogerkirina wan nabe. Ne destura heyî, ne jî guhetinên anîna sîstema serokatiyê ev rastî hilgirtine nav xwe; herdu jî kurdan tune hesab dikin; bes miletekî homojen ê tirk heye. Loma, sedemekî rasyonel ê naveroka destûrê tuneye ku kurd ne ya heyî, ne jî guhertinên nuh ‘erê’ bikin.
Dimîne konjuktura siyasî ya nuha; şêla desthilatê û dijbereyan ji alî pirsa kurdan de. Di tarîxa Cumhûriyetê de, cara pêşîn desthilata AKP’ê hebûna kurdan qebûl kir û soza çareseriya pirsgirêkê da. Hin gav hatin avêtin, lê hemî jî nîvco man. Nuha tu viyana çareseriya siyasî nemaye, şerekî bêperwa ê kavilkir di navbera dewletê û KCK-ê de li dar e.
Berpirsê serekî yê şer, helbet hukumeta AKP-ê û serokkomar e. Dewlet di bin berpirsiyariya wan de ye, ew ji çaresernekirinê û her awe bêqanûnî û bêrehmiyên dewletê berpirs in.
Lê dewlet ne yekpare ye, gelek basik tê de ne. Basikên dewletê, gelek caran li hemberî hev, tifaqê li gel hinên din dikin û rêzbûna pirbaskîtîyê, bi giştî, dibe du-sê ber di nav dewletê de. Ew çiqas hevrikên hev bin jî, di hin meseleyên xwedêgiravî neteweyî de, bi hev re ne. Pirsa kurdan jî yek ji wan e ku dewleta tirk bi rast û çepên xwe, bi mihafezekar û dîndarên xwe yên qewmî, bi nîjadperest û sosyaldemokratên xwe ve li serê yekdeng in.
Dawîlêhatina pêvajoya çareseriyê û derketina şerê dawîn, encama biryara dewleta tirk e bi hemû baskên xwe ve, ne ku bi tenê a hukumeta AKP-ê û Erdogan e. Heta, wek yên herî pragmatîst wan karibû ew ji dijminayetiya req a gelê kurd bidûr bin. Lê şerê desthilatdariyê yê navbera Erdogan- Fethulahî-ergenekonîyên wesaytgêr, nîjadperest û ‘ulusalciyan’welê kir ku Erdogên ji bo parastina desthilata xwe û ya AKP-ê, di nav dewletê de tifaq li gel ergenekonî-wesayetgêrî û nîjadperestan kir, siyaseta wan a dijminatiya kurdan a req da ber dewletê.
Li pişt vê siyaseta dijminane ya ser kurdan, ne tenê Erdogan û AKP, lê MHP, kemalîst, wesayetgêriya esekerî – burokratîk a ku CHP li parlamentoyê temsîla wan dike, avrasyayî û ulusalciyên ku partiya Perînçek berdevka wan e hene. CHP ne li Bakur tenê, li her çar perçeyan, hevkariya li gel paytextên dewletên dagirker dike, siyaseta fetisandina kurdan dimeşîne.
Heta, di hilhatina şer de, rola şerxwaziya KCK-ê heye. Piştî ku Îmralî ji destê wesayetgêriya eskerî-burokratîk derketiye, ew buye hevkarê xwediyên Îmraliyê yên nuha (hukumeta AKPê), lê berpirsên KCK-ê, li ser xeteka din dimeşin. Rewşa nuh a Îmraliyê zefta Öcalan a li ser KCK-ê qels kiriye. Daxwiyaniyên Bayık û Karayılan jî diyar dikin ku Öcalan bi lihevkirneka bi AKP-ê re bû, lê ew ji serî de li hemberî lihavkirin û aştiyê bûn. Qendîlê tu carî sozên li ser çekdanîn û aştiyê bicîh neanîn. AKP-ê ev didît, lê ji ber hilbijartinan çav li wan digirt. Gava Erdogan ferq kir ku proses wî qels dixe di hilbijartinan de, pihîna xwe li maseya Dolmebahçeyê xist, ew virvirand.
Tevî vê jî HDPê serkeftineka dîrokî bidest xist; 80 parlamenter anîn, bû partiya sisiyê a Tirkiyeyê. AKP-ê piraniya parlamentoyê û îmkana hukumetdanînê wenda kir. Serokkomariya Erdogan ket xeterê.
Hin tiştên din jî bûn. Hemû wan baskên dewletê yên binavkirî, dît ku cara pêşîn kurdan bi rast û çep, alewî û sunî û dîndar û sekulerên xwe şuûra yekrêziya netweyî kir; deng dan HDPê bi hêviya ku kurd careka din tûşî şerekî nebin, li hemberî şerxwaziya PKK-ê, wan HDP derxist pêş. Vê yekrêziyê, xof xist zikê dewletê; kurdan refleksa netewebûnê nîşan dabû. Hemû bask yekdeng bûn ku ev refleks bê pelaxtin.
Bihêzbûna HDP-ê bi dengê kurdan, selteneta çepên Tirk a nav wê jî hejand. Rengê kurdîtiyê bêtir li HDP-ê veda. HDP’yeka xurt, her wiha Îmralî û Qendîl xist nav gumanan. Îhtîmala ne ku Îmralî, yan Qendîl, lê îdî HDP bibe fermandeyê şer’î yê nav bizava wan û li warê neteweyî û navneteweyî serokatiya Demîrtaş ya Öcalan û Qendîlê li pey xwe bihêle, rû da.
Loma, Îmraliyê û şerxwazên Qendîlê di rapelikandina vî şerê xendekan ê kavilkir de ji bo pûçkirina HDP-ê, bi suîqasdên wek a Ceylanpinarê û îlanên xweseriya şarederiyan ên provakatîf, roleka esasî leyist, her yekî ji wan ji alî xwe ve şer gurr kir.
Zelal e, ne bereya ‘na’ya tirkan bi baskên dewletê û sivîlên xwe, ne jî şerxwazên KCK-ê, heta sertewînê wan HDP, bêguneh in. Ew piştgiriyeka dengê ‘na’ya ku desthilatê bihejîne û rê li ber wan veke heq nakin. Tu fêde nagihê kurdan ku ew nebêjin ‘erê’, lê ev erênekirin bibe ‘nayek’ ji bo CHP-ya kemalîst a nunera wesyatgêrên eskerî-burokratîk û şerxwazên Qendîlê, ê zerarê bide wan.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 70
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 28-03-2024
פריטים המקושרים: 4
ביוגרפיה
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-03-2017 (7 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מחוכם
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 28-03-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 28-03-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 28-03-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 70
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,432
תמונות 104,872
ספרים 19,376
קבצים הקשורים 97,515
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
Folders
מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל מפלגות וארגונים - ארגון - אמנותי מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - גיליון כורדי הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type - הספרייה - PDF - מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - מחוכם

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 1.015 2!