הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,134
תמונות 106,575
ספרים 19,303
קבצים הקשורים 97,361
Video 1,394
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Kurd divê ne Amerîkayê ne jî Rusyayê bigirin hemberê xwe
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
Kurd divê ne Amerîkayê ne jî Rusyayê bigirin hemberê xwe
#Mûrad Ciwan#

Murad Ciwan bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: ENKS jî divê êdî guftugoyan li gel rejima Suriyeyê bike. Ew ne mecbûr e barê mixalefetê hilde ser milê xwe. Kurd ne mecbûr in ji ereban re serokekî nuh bibînin.
7D452F5A-823B-441E-8177-B799B309ECA7
Rojevakurd: Li Rojavayê Kurdistanê derfetek dîrokî xwiya dike. Kurd jî ne yekalî ne. Bi dîtina we çi pêwist e bê kirin ji bo ev derfet ji dest neçe?
Murad Ciwan: Piştî jidestderketina Kerkûk û Efrînê Kurdan li herêmê rola xwe ya stratejîk wenda kir. Ew destkeftiyên berî wan şikestxwarinan di demeka diyar a nêzîk de zehmet e ku vegerin. Potansiyela hêza Kurdan ku em her çar perçeyên Kurdistanê li ber çavan bigirin, ji ya xwiyakirî gelek zêdetir e. Berê jî wiha bû. Lê mixabin Kurd, ji ber nemeşandina siyaseteka neteweyî û ji bo ku berjewendiyên partîtî, îdeolojî û malbatî dixin pêşiya berjewendiyên netewayetî, nikarin hemû bikêrhatina maksîmalîzekirî ya hêza Kurdan daxin meydana têkoşînê. Weka fabrîkeyeka ne bi potansiyela xwe ya temamî, lê bi sedî 50-60’ê kapasîteya xwe kar bike û ew qas kêm jî berhem bîne…
Neyekbûna hêzên Kurdistana Rojava ji alî eskerî, siyasî û birêvebirî yek ji sedemên vê hêzwendakirinê ye. Diviya ne ku tenê hêzên Rojava di nav xwe de, lê ew û dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê jî di nav hevkarî û hevpeymaniyeka eskerî, siyasî, dîplomasî û aborî de bûna, êrîşa ser aliyekî wek êrîşa ser aliyê din qebûl bibuya û li gor wê bihata tevgeriyan.
Yek ji sedemên hejarbûna hêza Rojava, heta sedemê xetimiyana riyên çareseriyan ew e ku PYD/YPG û hêzên îdarî yên Rojava hê ser bi KCK-ê ve ne. KCK rêgira ber bidestxistina maf û azadiyên Kurdan li ser esasekî federeyî an otonomi ye li Suriyeyê. Divê hemî partî û rêxistinên Rojava yên ser bi KCK’ê ji nav wê vekişin û bi rastî serbixwe tevbigerin.
ENKS tu carî ew qas nekemilî ku serê xwe bi pirsgirêkên nav xwe neêşîne û yên neteweyî bilind binirxîne. PYD xwe nêzî yekîtiyê nake lê ENKS ê jî tu carê ew bawerî neda gel ku ê karibe bar û berpirsiyariyên yekîtiyekê hilgire.
Ne xerab e ku peywendiyeka ENKSê bi mixalefeta rejima Suriyeyê re hebe. Lê divê zêde pişt pê neyê bestin û tu hesabê pirsa kurdî jî li hêviya wê neyê helan.
Pirsa esasî ew e ku Kurd bi awayekî li ser esasê berjewendiyên neteweyî nagihên hevdû. Eger biyekbûna, miamelekirina bi mixalefeta Suriyeyê re jî, peywendîdanîna bi rejimê re jî nedibû pirsgirêk.
ENKS jî divê êdî guftugoyan li gel rejima Suriyeyê bike. Ew ne mecbûr e barê mixalefetê hilde ser milê xwe. Kurd ne mecbûr in ji ereban re serokekî nuh bibînin. Eger Bişar Esed ji bal civaka navneteweyî ve li ser kar tê hiştin, ne wazîfeya kurdan e ku li hemberê vê rawestin. Ew gerek karibin hemû pirsgirêkên xwe yên neteweyî li ser esasê destûreka nuh li gel rejimê guftûgo bikin û pê re bigihên encaman jî.
Kurd divê ne Amerîkayê ne jî Rusyayê bigirin hemberê xwe. Lazim e bibînin ku ev herdu hêzên mezin ji ber reqabeta (minafeseya) navbera xwe, Kurdan ji bo dewleta Tirk dikin êm. Kurd lazim e xwe bigihînin herdu aliyan jî û wan qan’i bikin da ew di reqabeta navbera xwe de pirsa kurdî nekin qert. Kurdan li hember terorîstên DAİŞê têkoşîneka gelek dijwar ya ji dil da, bi can û malê xwe di vê riyê de gelek qurbanî û zerar dan. Kurd eşkere diyar dikin ku ew dixwazin di nav çarçeweya dewleta Suriyeyê de bimînin. Divê ev garantî ji bo dinyayê bes be ku ew jî bibin garantorên bidestxistina maf û azadiyên wan di çarçeweya vê dewletê de. Lazim e Rusya û Amerîka li ser pirsa kurdî bi hev re tevbigerin, da kurd bi azadî û wekhevî bibin şirîkên Suriyeya paşerojê.
Mesela ku parastina Kurdan gav bi gav ber bi garantoriyeka eskerî ya navneteweyî ve diçe û tenê bi Amerîkayê namîne dikare encamên baştir jî jê derkevin lê sergêjaniyên mezin jî peyda bike. Dimîne li ser xwe amadekirin û rêkxistina Kurdan û hunera wan a dîplomasiyê.
Vekişiyana hêzên emerîkî çi bandorê li herêmê dike û bi taybetî ji bo Rojavayê Kurdistanê çi senaryo hene?
Ez bawer nakim ku hêzên Amerîkî bi temamî ji herêmê vekişin. Helbet piştî serkeftina li hemberî DAİŞê ne hewce ye ew qas esker li Suriyeyê bimînin. Ji xwe ew bimînin jî ê mesele negihê wê qonaxê ku ew li hemberî Tirkiyeyê yan cîraneka din têkevin şer. Tirkiye û Amerîka mitefikên hev ên NATO’yê yê stratejîk in. Ew eskeriyen nayên hemberî hev. Ji xwe gava Amerîkayê ji Tirkiyeyê re got eger tu esker derbasî rojhilatê Firatê bikî ê encameka wê ya aborî hebe, diviya me fahm bikiraya ku ew îşareta wê dide ku eskeriyen ê li hemberî Tirkiyeyê raneweste. Nuha jî Amerîka ji bo nebe serê rimê li hemberî eskerên Tirk, dixwaze welatên din; Ewropî û hin welatên Ereb eskerên xwe bînin deverê, parastineka navneteweyî peyda bikin ji bo rojhilatê Firatê. Esker vekêşan nayê wê maneyê ku parastina esmanê Rojava ji balafirên êrîşkar jî ji navê radibe.
Qasî ez dibînim Amerîka jî tê de hemû hêzên navneteweyî di wê mihaweleyê de ne ku Tirkiyeyê ji midaxeleyeka eskerî dûr bixin. Di vê bareyê de Rûsya jî li gel wan hemfikr e. Lê ev nayê wê maneyê ku tehdîd û rêgiriyên Tirkiyeyê û pêre jî yên Îranê ji ser Rojava radibin. Heta ji destê Tirkiyeyî bê, di guftugoyên siyasî de ên li ser destûra Suriyeyê ê mihawele bike ku Kurd statuyeka federe, heta ya otonom bidest nexin. Bi a wan be mafên kulturî jî divê ji bo Kurdan zêde bên dîtin. Tirkiye ne tenê bi eskerê xwe li ser hidûd e. Efrîn dagir kiriye, Cerablus û İdlib li bin destên wê ne. Ew her wiha di her organên Neteweyên Yekbûyî yên ser bi pirsa Suriyê de ye, civînên Cenevreyê, yên Astanayê û yên li Rojhilata navîn yên din… Di hemû deran de jî mihaweleyên wê rêlibergirtina bidestxistina statuyekê ye ji alî Kurdan de. Loma jî divê Kurd hemû hêz, potansiyel û bikêrhatina xwe daxin meydanê û ne tenê bi Amerîkayê û Ewropayê, bi Rusyayê re jî di nav pêwendiyên nêzîk de bin. Li hemî platforman li gel pêwendiyên hemû dewletên mezin nîşan bidin ku ew di pirsa xwe ya neteweyî de gihîştine hev, bûne yek, plan û programên wan bi yek dengî ne, rasyonel û zelal in.
ENKS ji destpêka şoreşa Surî ve, bi opozisyona Surî re ye û bi wê re peyamek jî îmze kiriye. PYD/TEVDEM jî ji destpêkê ve û heta niha bi rejimê re ye. Li gor we ji van hêzan çi tê xwestin?
Problema esasî ne ew e ku ENKS’ê bi opozîsyona Suriyeyê re peyman îmze kiriye. Helbet ji serî heya dawiyê bihevrebûna bi rejimê re pirsgirêkeka giring e. Ji ber çi tê? Çimkî berî rejimê, yan opozîsyonê divê meriv bi berjewendiyên netewyî yên gelê xwe ve bestî be. Eger meriv li ser berjewendiyên gelê xwe hilhatî be, dijminekî xedar be jî meriv dikare û gelek caran lazim e jî hem bi rejimê re di nav têkiliyan û bazaran de be, hem jî bi opozîsyonê re bide bistîne. Lê madem îro yekîtî di warên xwestî de nehatiye avakirin û heddê maksîmalê potansiyel û bikêrhatina Kurdan nehatiye rêkxistin, nexwe ev hêzên me ne li ser bingehên milî ne, bi berjewendiyên milî ve ne bestî ne. Ew çi dikin, eger bi rejimê re, eger bi mixalefetê re, divê bi hev re bikin, yan na ew bisernakevin û dijmin an xêrnexwaz ê ji rewşa wan îstîfade bike. Destê dijminan ji texmîna me jî dirêjtir e.
Bandora hêzên navnetewî û yên herêmî li ser pêşeroja Suriye bûye yekem, gelo di vî warî de kurd dikarin çi bikin û çawa sûdê ji vê rewşê bigirin?
Kurdan di şerê li dijî DAİŞÊ de têkoşîneka wiha da ku rojhilat, rojava, bakur, başûr herkesê ser ruyê erdê ew teqdîr kirin. Îro zimanê Kurdan xweş digere ku ji her dewletê doza piştgirîkirina mafên miletê xwe bikin, alîkariyê bixwazin da ew jî bigihên mafên xwe yên rewa.
Pirsgirêkên mezin, rêgiriyên dewletên dagirkerên Kurdistanê ne. Ew ne hêzên piçûk in; Tirkiye, Îran û Suriye, hetta Iraq hêzên mezin in û xwedan rolên stratejîk in. Divê Kurd ji her çar perçeyan bi hev re tev bigerin. Li kîjan perçeyî çi lazim e bê kirin, li gor wê xwe amade bikin. Perçeyên din ji bo têkoşîna her perçeyî bibin piştgir ne ku rêgir. Kurd divê bi kadro û dezgehên xwe gihaştî bin ku erkên xwe yên diplomasiya navneteweyî bi cih bînin. Mêrxasî, jinxasî û cesaret ne bes in, zanîn, zîrekî û bikêrhatina diplomasî jî bi qasî wan taybetmendiyan giring in. Kurd hemî caran di wir de wenda dikin. Lê li vir jî cardin yekîtiya me ya neteweyî, çavkaniya bizava serkeftina me ya esasî ye. Gotineka meşhûr heye dibêje ’’çil çîrokên hirçê hebûn hemû jî li ser hirmiyan bûn’’. Ê me jî hezar çîrokên me hene, hemû jî li ser yekîtiyê ne.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 44
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 15-03-2024
פריטים המקושרים: 5
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-02-2019 (5 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 15-03-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( زریان سەرچناری ) ב- 16-03-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 44
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,134
תמונות 106,575
ספרים 19,303
קבצים הקשורים 97,361
Video 1,394
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.188 2!