הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,367
תמונות 104,859
ספרים 19,372
קבצים הקשורים 97,508
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Faîq Bucak (1919-5ê Temmuz 1966): Serokekî gelêrî û pirek di rêya xebata partî û navbera gel de
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Faîq Bucak (1919-5ê Temmuz 1966): Serokekî gelêrî û pirek di rêya xebata pa...

Faîq Bucak (1919-5ê Temmuz 1966): Serokekî gelêrî û pirek di rêya xebata pa...
Faîq Bucak (1919-5ê Temmuz 1966): Serokekî gelêrî û pirek di rêya xebata partî û navbera gel de.
Nivîsîn û amadekirin: #Seîd Veroj#
$1. Zarokî û perwerdeyî$
Faîq Bucak, di sala 1919an de yanî di dema destpêka Tevgera Qoçgirîyê de li gundê Hadro yê Soregê ji dayikê bûye û di salên çalakîyên tevgera Azadî û Xoybûnê de xortekî save bû. Hemû tengasîyên civaka kurd yên wê demê tesîreke giran li ser fikr û jiyan wî kirîye.

Faîq Bucak xwendina xwe ya seretayî li Soregê, navendî û lîseyê jî li Dîyarbekirê dixwîne. Di sala 1939an de li Îstenbolê dest bi xwendina Fakulteya Hiquqê dike. Ew di dema xwendevanîya xwe de bi qîzxaltîya xwe re dizewice û berîya xelaskirina xwendina unîversîteyê dibe bavê du zarokan.

Di wê demê de kurxalê wî Mistefa Remzî Bucak jî li wê derê xwendevan bû. Di salên xwendina xwe ya Îstenbolê de, digel Mistefa Remzî Bucak, Yusiv Ezîzoxlu, Musa Anter ji bo xwendevanên kurd Nivîngeha Xwendevanên Dîcleyê dadimezrînin. Herweha di dema xwendekarîya xwe de li Îstenbolê pêşkêşîya sazkirina “Şevbihûrkên Rojhilatê” dike û di van şahiyan de sergovendekî navdar bûye.
Piştî ku unîversîteyê xelas dike, di sala 1947an de dest bi stajerîya hakimîyê dike. Ji xelaskirina stajerîyê şûn ve, di sala 1949an de dest bi hakimîyê (dadgerîyê) dike û nêzîkê heft salan karê dadgerîyê berdewam dike û paşê ji vî karî îstifa dike û tê li Ruhayê dest bi parêzgerîya serbest dike. Ew bi Eyşe Xanima qîzxaltiya xwe re zewicîye; pênc zarokên Faîq Bucak çêbûne ku ji wan dido keç û sisê jî lawîn in: Zozan, Serhad, Sertac, Qudret û Nûr.

$2.Darbeya leşkerî û sirgûnkirina Sîwasê$
Di 27ê sala 1960an de darbeya leşkerî li Tirkiyê çêbû. Çar meh piştî pêkhatina darbeyê (kudetayê), di 20ê Eylûla 1960an de, Faîq Bucak jî tevî 485 giragir û rewşenbîrên kurdan hate destgîrkirin, hemû girtîyên kurd rêkirin qempa leşkerî ya Sîwasê. Bi tevî hemû girtîyên kurd, wekî êxsîr û rehîne di rewşekê pirr xerab de qasê neh mehan li wê derê girtî dimînin. Piştî mehkemekirinê, ji bo 55 kesan fermana sirgûnê hate derxistin û yên mayî jî serbest hatin berdan. Di dema serbestberdana van girtîyan de, wezîrê navxwe yê wê demê Muharrem İhsan Kızıloğlu vedigere ji wan re dibêje: “Bavê min celladê Şerqê bû, ez jî dê bibim celladê we.” Ji bo Faîq Bucak jî sal û nîvek cezaya îskana mecbûrî dan. Ji ber vê hejmara kesên sirgunkirî, ev bûyer, wek bûyera 55an jî tête binavkirin. Faîq Bucak piştî du salan, ancax di 21ê meha Sermaweza 1963an de hatiye serbestkirin û vegeriyaye Sorekê. Li gor gotina wî: Bi ziman, hest û şiûr îzehkirina wê demê ne hêsan e; ji me, yên hinekan zarokê wan û yên hinekan jî birayê wan mirî, nekarîn biçin wan bibînin û li ber serê wan rûnin. Merivên me yên ku bi vê darbeyê birîndar bûbûn, bi birînên me yên xwînî deng li zarokên xwe yên nûzayî dikir û digot; sirgûn, îskan, tehcîr…
Piştî demeke dûr û dirêj a bêdengîyê, di sala 1958an de vegera Mistefa Barzanî ji Sovyetê, bû sedemê belavbûna pêlek netewî li her derê Kurdistanê. Tevî hemû xwînrijî, zilm, zordarî û xofa dewleta tirk ku li ser civaka kurd pêk anîbû, ji ber wê pêla netewî, li bakurê Kurdistanê jî liv û tevgereke kurdperwer dest pê kiribû. “Bi teşwîq û hewildana Fehmî Bîlal (Firat) û bi pêşengîya Seîd Elçî, di 11ê Temûza sala 1965an de Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê hate damezrandin. Damezrênerên Partîyê; Seîd Elçî, Dûrnas (Şerafeddîn Elçî), Derwêşê Sado, Şakir Epözdemir, Omer Turhan bûn.”(1) Fehmî Bîlal, ji ber nexweşî û pîrbûna xwe, di nav rêza damezrêneran de cî negirtîye. Her weha Faîq Bucak û Kemal Badillî jî, ji vê pêvajoyê agadar in. Seîd Elçî, di civîna damezrêneran de, yekemîn sekreterê giştî yê Partîyê tête hilbijartin. Di amadekirina bername û nîzamnameyê de jî bi hev re dixebitin.

$3. Damezirandina PDKTyê û Faîq Bucak$
Damezirandina partîya PDKTyê, piştî demeke dirêj a bêdengiyê, ji nû ve heleqeyên zincîra tevgera neteweyî ya Kurdistanê bi hev re girêdan li ser bingeha pêkanîna rêxistinbûna di xeta neteweyî ya serbixwe de. Ev zincîre, bi damezirandina Komeleya Vîna Zexma Kuristanê, Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurd, Komela Hêvî, Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, Partîya Demokrat a Kurd, Partîya Gel a Radîkal, Komîteya Îstiqlala Kurdistan û Xoybûnê dest pê kiribû.

Piştî ku partî hate damezirandin, ji bo serokatîya partîyê teklîf li Faîq Bucak tête kirin. Lewra ew, di rewşa wê demê de, ji bo serokatîya partîyê kesayetîyek pirr minasib bû; di jîyana xwe ya civakî de pir çalak bû û ji ber helwêsta xwe ya li dijî neheqî û rêbaza têkoşîna wî, di nav hevalên xwe de bi navê “Gandî” hatibû binavkirin. Ew xwedîyê xwî û tebîtekî balkêş bû; wî, pirsgirêkên şexsî ji xwe re nedikir xem, nedibû xemxurê şexsê xwe, lêbelê di jîyana xwe de ji bo bi mîlyonan însanên weha xemxur bû. Faîq Bucak, di bîr û bawerîyên xwe de zelal û xwedî şexsiyetek saxlem bû û di nav civata kurd de bi rêzdarî dihate pêşwazîkirin. Ji ber van xusûsîyetên xwe, ji bo partîyê wek serokekî îdeal dihate qebûlkirin.

Ew, di destpêkê de ji ber sedemên nehazirbûnê, vê teklîfê, du caran red dike. Ji bo îqnakirina wî, Fehmî Bîlal du caran diçe serdana mala wî li bajarê Ruhayê. Piştî ko Faîq Bucak damezrênerî qebûl dike, bi hevalên xwe re ji nû ve li ser bername û nîzamnameyê dixebitin. Li ser daxwaza Faîq Bucak, di bername û nîzamnameyê de hinek guhartin çêdibin. “Pêşgotina Partîyê” di wê xebatê de li ser bernameyê tête zêdekirin. Di pêşgotinê de dibêje:

“Milletê Kurd, milletekê tarîxî û kevn e. Ew xwehîyê medenîyet û dewlet bû. Ev rastîya dîrokî nayê veşartin.

Di jîna milletan de dewrên ketî û tarî hene. Van deman da carna millet hinda dibin, em di rûpelên tarîxê da wan milletan dibînin.

Bindestîya milletan ne windabûn e, lewra windabûn:

Tarîxa millî, ezînîya millî, harsên millî û zimanê zikmakî bîrvakirin e. Milletê Kurd, xwe winda nekirîye û stûnê wî yên millî di cî da ne. Lewra milletê Kurd dijî.

Lê belê ev jîyan ne jîyanêkî serfiraz û azayî ye.

Kurd, îro bindestin. Heqên mirovanî û millî jê hatine sitandin. Daxwaza me û doza me: Milletê Kurd, wek milletên cîhanê azad û serfiraz bî.

Ji bona pêkanîna armancê:

Partîya Demokrata Kurdistana Tirkîyê hatîye danîn. Xebata Partîyê, bi rêyekê aştî, demokratî, mirovanî û komelayetî dimeşe.

Partî, Parastîyê “Mîsaqa Millî ye”. Lewra Partî, bawerîyê bi yekîtî û biratî û wekhevîya Kurd û Tirkan tîne.

Partî, alîkarê hemî milletên êsîr e, Partî yekîtî û himberîya hemî milletan qebûl dike. Hevketina milletan da aştî dixwaze û di bawerîya felsefî, dînî û fikrî da, herkes aza û serbest digre.

Partî, bi “Peymana Milletên Yekbûyî” ve, girêdayî ye.

Û bi her awayî xwînmêjîyê (mêtingehkarîyê) naxweze û red dike.

Di neqeba rêzên Milletan da, mucadeleyêkî şoreşî qebûl nake.

Partî li alê nîzama huquqî ye, lê belê di xespa heqên însanî û millî de, berrabûn û şoreşî (serhildanê)yê dike hedef.

Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê”(2)

Faîq Bucak, di 21ê Tebaxa 1965an de li Dîyarbekirê di otêla Turîstîk Palas de bi sondxwarinê tevlî rêza PDKTyê dibe û di heman civînê de Seîd Elçî serokatîya giştî dewrê Faîq Bucak kirîye û bi xwe jî ji bo sekreterîya giştî hatîye hilbijartin.(3)

Neh meh piştî damezerandina Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkîyê (PDKT), di bihara 1966an de serokê giştî Faîq Bucak, bi nameyekê damezirandin û çalakbûna partîyê ji bo serokê giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDKI) Mistefa Barzanî agadar dike. Qasê ku em dizanin Barzanî, bersivek nedaye vê nameyê. Bi rastî jî damezirandina PDKyan li parçeyên din ên Kurdistanê, ji ber tesîra tevgera Barzanî bû. Faîq Bucak bi xwe jî di bin vê tesîrê de bû û dilxwazê tevgera Barzanî bû. Ji ber vê yekê bangewazî li gelê kurd dikir û digot:

“Were kurdo bilezê, Felata me pir nêz e

Alam daye Barzanî, Xoybûna me dixwazê

Serokê milletê me ye, lewra rûmeta me ye.”

Lê hezar mixabin ku serokatîya Faîq Bucak demek dirêj neajot. Ji sala 1959an şûn ve, di nav eşîreta Bucak de nakokî, gizegiz û pevçûnênên ji bo serokîya eşîrê dest pê kiribû. Di vê hengameyê de, dema ku Faîq Bucak bi tevî kurê xwe yê Sertac ji Rihayê ber bi Siwêrekê ve diçin, li mintiqeya Qerekoprîyê di ber benzînxaneyêk de têne gulebarankirin. Ew, bi giranî birîndar dibe û di roja sêşema 5ê Temûza 1966an de li bajarê Rihayê di nexweşxaneyê de koça dawî dike. Kîjan destê tarî di paş vê bûyerê de hene em wê baş nizanin, lê di xuyabûnê de nakokî û pevçûnê eşîrî, sebebên berçav û herî girîng ê vê kuştinê ye.

Eyşe Xanima jina Faîq Bucak û xwenga Hesen Oralê Senatorê Riha yê bi girêdayî Partîya Adeletê, li ser kuştina Faîq Bucaq dibêje: “Di nav eşîra Bucaq de hetanî sala 1959an, serokatîya eşîrê li gorî nesebê bav dihate destnîşankirin. Piştî mirina Hecî Mihemed Bucaqê serokê eşîrê, ji ber ku zarokê wî yê lawîn tune bû, di şûna wî de Hecî Elî Bucak ji bo serokatîya eşîrê hate destnîşankirin. Ji merivên me Xelîl û Îhsan Bucak jî, serokîya Hecî Elî Bucak qebûl nedikirin…. Hecî Elî Bucakê serokê eşîrê di bihara sala 1964an de bi danîna kemînekê di gundê Sadînê de hate kuştin… Nakokî û şerê ji bo serokatîya eşîra Bucaq, di berîya kuştina Faîq Bucak de dest pê kiribû. Faîq Bucak, kesê 18an bû…”(4) “Salek ji kuştina Faîq Bucaq şûn ve, wek teşwîqkar û gumanbarê kujerîya Faîq, Xelîl Bucak û merivekî wî têne kuştin.”(5)

Piştî şehîdbûna Serok Faîq Bucak, Mele Mistefa Barzanî ji bo sersaxîyê nameyek rêdike ji malbatê re. Bi şehîdbûna Faîq Bucak re, di rêvebirîya partîyê de valayîyek gewre çêbû. Lewra Faîq Bucak, di nav civaka kurd de merivekî pêbawer û rêzdar, neteweyî û şorişger dihate naskirin û dikarî bi şexsiyeta xwe ya pêbawer, bi rêya xebata partîyê di navbera qirnên nû û rewşenbîrên neteweyî de pirekê pêk bîne û bi vê pirê xelkê kurd û qirnên nû bikşîne nav xebata neteweyî ya partîyê. Lê mixabin hêzên tarî û dilreş, emrê di vê rê de zû qut kirin. Piştî şehîdbûna Faîq Bucak, “serokatîya giştî” ji partîyê hate rakirin û Seîd Elçî careke din bû sekreterê giştî yê partîyê.

$4. Şair Faîq Bucak$
Faîq Bucaq, ne tenê sîyasetmedar, ew heman demê nuktezan û şair bû. Her çi qas helbestên wî wekî pirtûkek nehatibin çapkirin jî, heman demê helbestvanekî wekî Tagor e, ku di helbestên (şiîrên) xwe de felsefa xwe dihone. Bêşik çavkanîya ev terzê helbestvanîya wî, bi giştî xwe dispêre çanda gelêrî ya kurd û bi taybetî jî alîyê wî yê folklorîk. Faîq Bucak, di helbesteka xwe de rewşa civaka kurd weha tîne ziman, gazindên xwe dike û dibêje:

“Ne nan e, ne dan e, ne şîv û taştê ho Rebîyo!

Ev qas derd û bela ji ku tê?

Dewlemendî ji me girt êdin em bûne xezan

Hiş serê me da nema, belê, mane gêj û nezan

Çavan jî bigre bila rohnayî bibe zulmet

Çi bikim pişka derd û xeman para me ket

Ma nifir li me bûye, kes pîgar nabe me ra

Heval silav nadin, pirs nakin bav û bira

Rê li ber me wunda bû nizanim kuda biçim

Rebî, ji tîna becîm sekinîne li ber çem.

* * *

Sonda me mirin e di riya te da welat

Kefen e kirasê me, ferman jî xeml û xelat

Xêr ji mirinê dinê da bo me tuneye xebat

Emê xwîna xwe bifroşin pê bikirin Kurdistan

Em bi lorika mirinê hatine pêçandin

Dinya şûna şîr da em bi xwînê mijandin

Em dîlîtiyê naxwazin, pir rûmet e goristan

Em ê xwîna xwe bifiroşin pê bikirin Kurdistan.”(6)

Jêder: Seîd VEROJ, Portreyên Şophiştî-I, Weşanên Dara, Dîyarbekir, 2019

(1). Şakir Epözdemir, Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi, Pêrî Yayınları, 2005, r. 7.

(2). PDKT, Bername û Nîzamname,Pêşgotin, Dîyarbekir, 11yê Tîrmeha 1965.

(3). Zeynelabidîn Zinar, Jînenewarîya Derwêşê Sado, Nas Yayınları, İstanbul, 2011, r. 149.

(4). Hulûsi Turgut, Barzani Olayı: Osmanlı İmparatorluğu’nu ve Türkiye Cumhuriyeti’ni XIX. yüzyıldan beri meşgul eden bir Kürt aşiretinin belgeseli, Doğan Kitap, İstanbul, 2008, r. 25-26.

(5). Hulûsi Turgut, Jêdera berê, r. 24.

(6) Seîd Veroj, Di Dîroka Me ya Nêzîk de Bûyerek Girîng, Kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan, Weşanên Bîr,, Dîyarbekir, 2005.



$Çavkanî:$

Seîd Veroj, Di Dîroka Me Ya nêzîk de Bûyereke Girîng: Kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan, Weşanên Bîr, Dîyarbekir, 2005

Şakir Epözdemir, Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/235 Antalya Davası Savunması, Pêrî Yayınları, İstanbul, 2005

Zeynelabidîn Zinar, Jînewariya Derwêşê Sado, Weşanên Nas, İstanbul, 2011

http://nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=9&RubricNr=24&ArticleNr=1391

https://timeturk.com/tr/2012/05/27/27-mayis-ta-sivas-kampi-ni-kim-kurdu.html.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 156
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 07-02-2024
קבצים הקשורים: 1
פריטים המקושרים: 3
ביוגרפיה
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-07-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 07-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( هاوڕێ باخەوان ) ב- 07-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על: 07-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 156
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,367
תמונות 104,859
ספרים 19,372
קבצים הקשורים 97,508
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
Folders
הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - גיליון כורדי הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type - הספרייה - PDF - מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל מפלגות וארגונים - ארגון - אמנותי מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - חברתי מאמרים - Publication Type - Scanned Document

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.672 2!