הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,100
תמונות 106,709
ספרים 19,299
קבצים הקשורים 97,352
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (206): Armanckirina du rêvebirên “Da’işê”, kuştina serkêşekî milîseyekî li “Gemrûkê”, hin dizîn
קבוצה: מסמכי מפלגות כורדיות | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (206): Armanckirina du rêvebirên “Da’işê”, kuşt...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (206): Armanckirina du rêvebirên “Da’işê”, kuşt...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (206): Armanckirina du rêvebirên “Da’işê”, kuştina serkêşekî milîseyekî li “Gemrûkê”, hin dizîn, topebarankirina Gundê “Bênê”, şandina hin nandozan bo “Yemenê”

Erdoxan ji bo dagîrkirina herêmine din li Bakurê Sûriyê di bin navê “herêma aram” de gefûgurên xwe berdewam dike, di heman dema ku li Herêma Efrînê gergoşî, serberdayetî, binpêkirin û tewanên têkel ên têne kirin berdewam in, emê jê van bi bîr wînin:
= Kuştina du rêvebirên “Da’işê”:
Li 12.7.2022an .Z, balafireke kontirolkirî ye Hevbendiya Navdewletî matoreke dutekerî -ku du kes diguhestin- li ser riya giştî li nêzîk Gundê “Xalta” – Cindirês bombebaran kir, û di encamê de kesê yekem di cî de hat kuştin û yê diwem jî piştî birina wî nexweşxanê; Û Biryargeha Rêvebiriya Navendî ya Amrîkî di du daxuyanên li dû hev de diyar kir ku kuştiyê yekê “Mahêr El’ûqal” e, yê dudiyê jî “Menhel El’ûqal” e, û herdu jî rêvebirên “Da’işê” ne.
“Kerta kesayetiyê ya ku Encûmena Xwecihî li Efrînê, bi navê “Xalêd El’ subêh” daye “Mahêr El’ûqal”.”
Û jêdereke xwecihî tekez kir ku herdu kuştiyan di nav refên Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê de – Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî Wezareta Bergiriyê li ba “Hikometa Sûrî ya Demkî – Kiwalisyûna Sûrî ya Rikber” û ya bi ser Anqerê ve kar dikirin, û binpêkirin di gund de dikirin, wek nimûne: wan lidarxistina dewatan li gund yekcar qedexe dikirin, “Mahêr” tevî malbata xwe di mala Dilovanber “Mihemed Îso” de, û “Menhel” jî tevî malbata xwe di mala “Mihemed Ebdo Şêxinê” yê koçberbûyî de -malên ku li G. “Xalta” desteserkirî- rûdiniştin.
Divê were bîranîn jî ku “Mahêr El’ûqal – Ebû El’bera’i” ji xelkê Navça “Silûkê” – Herêma “Girê Sipî” ya dagîrkirî ye, û di pilankirina du piroseyên teqandinê de, bi rêvebirê Da’işê “Izo Xelef Silêman El’ûqal” re hevpar bû, piroseya yekê li “Sirûcê – Urfê” – Turkiyê bû, li 20.7.2015an. Z, di nav komek çalakvanên ku piştgirî bi “Kobaniyê” re -ya ku tûşî êrişeke “Da’işê” ye hovane dihat- de bû, û di encamê de ji alîgirên “Partiya Gelan a Demokratîk HDP” – Turkiyê /35/kes şehîd û bidehan jî birîndar bûn, û ya dudiyê: Li Meydana “El’sultan Ehmed” li Istanbûlê bû, li 12.1.2016an. Z, û di encamê de /10/Alman şehîd û /16/kes birîndar bûn.
Û di nûçeyeke li 12.1.2021an. Z belavkirî de, Şalyariya Hundirîn a Turkiyê girtina herdiwan li Bajarê “Urfê” yê Turkiyê tekez kir, lê piştî demeke kin destlatên ewlehiyê “Mahêr El’ûqal” serbest berdan, û destlatên dagîrkeriya Turkiyê nasnamak kesayetî ye ku ji “Encûmena Xwecihî li Bajarê Efrînê” – Bakur Rojavayê Sûriyê derçûye û bi navê “Xalêd El’sibêh” danê, da ku serbest pê li herêmê bigere.
= Girtinine bêsûcane:
Li 6.7.2022an. Z, hemwelatî “Rûqeye Mistefa/25/sal, Hêvîn Hemîd Etanê/35/sal, Henîfe Îbrahîm/45/sal – hevjîna Hec Mistefa” ji xelkê Gundê “Mist’eşûra” ji aliyê “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatin girtin, û piştî sê rojan ji girtinê û ferzkirina cezayên diravî “Rûqeye û Hêvîn” berdan, û ta niha “Henîfe” jî bêsûcane bendkirî ye.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 4.7.2022an. Z, makîna guhestina lezgîn a nexweşan a “Berevaniya Sivîl li Efrînê” di dema guhestina nexweşekî de, ji aliyê endamin Milîseyên “Ceyş El’îslam” ve, li cîgeheke nêzîk Pira “Qabanê” li B.Efrînê, rastî qurşînkirinê hat, û ajovan û yên vê re bi matmayîn jê filitîn.
– Li 5.7.2022an. Z, bombeyeke teqîner e ku bi makîna cîp a Bijîşk “Nîdal Misto” ve lezqandî teqiya, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn û kesek birîndar bû. Û divê were zanîn ku makîne di kolaneke şaxeyî de, li nêzîk Nexweşxana “Cîhanê”, li orta B.Efrînê seknandî bû.
“Teqandina makîna cîp a Bijîşk “Nîdal Misto”, 5.7.2022an. Z – B.Efrînê.”
– Li 7.7.2022an. Z, çekdarina rê li ser hemwelatiyê temenmezin “Duktor Osman Miqdad Henan” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” qut kirin, lêxistin, xilyewî û perên vê re jê birin, makîna wî ya “Cîp Sentefê” dizîn, û di rewşeke pir bêhal de avêtin coya ava avdanê, û divê bê zanîn ku ciyê bûyerê li ser riyeke dere Gundê “Avrazê” ye – Navça Mabeta, û di bin desteserkirina Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” de ye.
– Li Siba Înê 15.7.2022an. Z, termê “Hesen El’cum’e” yê ku bi “El’ferdûnî” dihat nasîn, ji Gundewarê Heleb a Rojhilat, û yek ji serkêşên Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal”, li G. “Gemrûkê” – Mabeta, bi du qurşînan kuştî hate dîtin, û li kêlek makîna wî ya ku li rex xeta tirênê ya hevcîwar bi Çemê “Ziravkê” re û nêzîk Gundê “Ênhecerê Rojava” seknandî hatibû avêtin.
“Kuştina serkêşekî Milîseyên “Siqor El’şemal” bi navê “Hesen El’cum’e”, 15.7.2022an. Z – Gemrûk.”
= Topebarankirina Gundê “Bênê”:
Di nav piroseyên topebarankirina nêzerojane de, ji Herêmên “El’şehba’i” û Gundên “Çiyayên Lêlûn” re yên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, ji aliyê Artêşa Turkiyê û milîseyên pêve girêdayî ve, li 5.7.2022an. Z Gundê “Bênê” bi çend avêjtekan hate armanckirin, û di encamê de hin ziyanên şênberî gihîştin malekê û du jinên xwîşk bi giranî birîndar bûn.
“Topebarankirina G. “Bênê”, 5.7.2022an. Z.”
= Şandina nandozina bo “Yemenê”:
Jêdereke taybet li B.Efrînê tekez kir ku wî çekdarekî milîseyên Sûrî yên bi ser Turkiyê ve dîtiye, û stubarnama çûndina Yemenê ya ji bo di bin fermandariya Hêzên Erebistanê Si’ûdiyê de li dijî “Hûsiyan” şer bike pê re bû, û herweha wî jê re zelal kiribû ku mûçeya mehane ya her yekî /2500/Dolar Amrîkî ye, berdêla seqetiyê di navêna /6-20/hezar Dolar e, û ya kuştinê jî /60/hezar Dolar ji yên li şûnê dimînin (weresê) re ye.
Herweha heman jêderê tekez kir ku navendek li Taxa “Eşrefiyê” li Efrînê û yeke din li Cindirêsê, ji bo tomarkirin kesên ku dixwazin herin hevpişkiyê di şerê “Yemenê” de -wek nandoz- li kêlek “Si’ûdiyê” û di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê de bikin, hatine vekirin.
= Binpêkirinine din:
– Li 3-4 . 7.2022an. Z, Milîseyên “Lîwa’i 112” sivîlên xwedî makîne li B. “Be’idîna” û Gundê “Dumiliya” neçarkirin bê pere (belaş) endamên wê biguhêsin Bajaroka “Hiwar Kilis” – Ezaz û vegerînin.
– Li 16.7.2022an. Z, kesekî ji anîndeyan matora duloqî ya “Mihemed Îbrahîm” -ê ku hesinkarî dikir- ji pêş mala wî li B.”Be’idîna”, di dema vehesa wî ya Nîvro de dizî.
– Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” û hin kesên jêve nêzîk, li vê dawiyê piraniya berhemên simaqê li Bajaroka “Şiyê” û gundên pê ve girêdayî dizîn.
= Serastkirin:
Bi taybetiya Gundê “Xerza” yê ku me di rapora xwe ya borî de li ser nivîsandibû, em dixwazin hin agahiyan serast û zelal bikin:
– Milîseyên “Tevgera Ehrar El’şam” gund desteser dikin, ne yên “Firqit El’hemzat”.
– Mala hemwelatiyê koçberbûyî “Isma’îl Heftker” biryargeha leşkerî ye, ne mala “Kemal Heyeder Osman” ê koçber e.
– Dora/15/malan ji dêvla konan ji anîndeyan re, di hewşa Hemwelatiyê koçberbûyî “Cemal Hiso” ya dorê girtî û bi rûberiya hezar çarkoşe de -bê dandina nirxa erdê- hatin avakirin.
– Dest dînenane ser erdên hemwelatî “Mihemed Evdî Axa, Kemal Heyder Umer”, lê vêrgî li ser werzên (mûsimên) wan têne ferzkirin.
– Mizgeftek li ser erdê Hemwelatî “Kemal Heyder Osman” hate avakirin, piştî ku kurê wî li ser pêcamêriya bi êrd hate neçarkirin, û niha tê de kors û dersên olî didin û bi taybetî zarokan, û hin ji wana jî ji B.Efrînê tînin.
Ji bo alîkariyê di rêgirtin û firênkirina harîtiya siyasetên Turkiyê yên dijayetî li dijî hebûn û beşdariya Kurdan û Rêvebiriya wan a Xweser de, riswakirina van binpêkirin û tewanan yekemîn: Stubariyeke mirovahî ye, û duyemîn jî: Mafwerî û niştîmanî ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 460
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
פריטים המקושרים: 102
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 17-07-2022 (2 שנה)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: ערבית
סוג המסמך: תרגום
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 08-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 08-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 460
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,100
תמונות 106,709
ספרים 19,299
קבצים הקשורים 97,352
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.921 2!