הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,071
תמונות 106,674
ספרים 19,297
קבצים הקשורים 97,291
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (166): Bajaroka “Meydankê” – guhertineke demografî ye fere, kuştina hemwelatiyekî, vekirina gundekî
קבוצה: מסמכי מפלגות כורדיות | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (166): Bajaroka “Meydankê” – guhertineke demogr...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (166): Bajaroka “Meydankê” – guhertineke demogr...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (166): Bajaroka “Meydankê” – guhertineke demografî ye fere, kuştina hemwelatiyekî, vekirina gundekî niştecîkirinê, kargeheke tevzînokan, belavbûna Korona, girtinên bêsûcane.

Dîtin û biservebirina kargeha tevzînokan li Gundê “Bircebdalo” li vê dawiyê, ji asta belavbûna danûstandinê û bazirganiyê bi şênberên tevzînok re, li Herêma Efrînê, ji dema dagîrkirina wê ve, li Avdara 2018an, nîşaneke nû ye. Û hîn jî Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û herdu hikometên “Anqerê” û “Sûriyê ya Demkî” deleweriyan dikin û dibêjin li Efrînê “ewlehî û aramî û hêminî” heye, di heman dema ku binpêkirin û tewan di dermafê nişteciyên wê yên resen ên mane de berdewam in, û emê jê van bibîr wînin:
= Bajaroka “Meydankê“:
Ji herêmên geştiyariyê yên Sûriyê yên navdar e, bi Navça Şera ve girêdayî ye, /15/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /450/malî pêkhatî ye, dora /2300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema êrişa bi ser ve hatiye de penaber bûn, tenê jê /155malbat=465nişte/ -piranî mezin- vegerîn, ên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /550malbat=3000nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Di dema şer de, bajarok çend caran hate topebarankirin, heft mal ên van hemwelatiyan “Ebid Elrehman Şêx Mihemed, Ibrahîm Mihemed Îse, Mihemed Nûrî Şêx Osman, Ebdo Şêx Osman, Mihemed Heso (Malbata Qere), Mihemed Hesen Heso, Seydo Seydo” bi tevayî hatin roxandin, û /5/mal û du dibistan bi piçekî ziyan gihîştinê.
“Malek û hin dîkanên ku li B.”Meydankê” hatine armanckirin, 2.3.2021an Z.”
Milîseyên “Lîwa’i Elmu’itesêm/ Firqit Elsultan Mûrad, Rîcal Elherb (Mêrên Cengê), Feyleq Elşam, Ceyş Elnixbe, Firqit Elhemzat” bajarok desteser kirin, û malên “Samî Kor Ehmed, Adem Şêxo, Nûrî Elo, Henan Emîr, Vêla Ebû Lorans Xanşêxonî, Reşîd Dawod”, avahiya şaredeariyê û navenda parêzvaniya ihracê ya berê kirin biryargehên leşkerî, û hin jê jî kirin ciyê lêkolînê bi revandî û girtiyan re û işkencekirina wan.
Û dest danîn ser dora /300/mal û dora/75/dîkanan tevî heyînên tê de, û ji malên din xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê, şaşên tilvizyûnan, cerên gazê û hin tiştên din dizîn; Herweha jî dest danîn ser avahiya guvêşgeha zeytûna ya “Ibrahîm Hec Mihemed”, dora/15/hezar darên zeytûnê ji malmewalên koçberên zorane, jê (/900/ ên “Mihemed Hesen Seydo û birayên wî”, /2/hezar ên “Hac Mistefa Hac Osman û her çar kurên wî”, /400/ên “Hemîd Ereb û birayên wî”, /300/ên “Henan Henan”, /3/hezar ên “Hesen Seydo Hec Qedrî û kurên wî”, /350/ên “Mihemed Isma’îl Golik”, /500/ên “Mihyedîn Hec Osman û birayên wî” ne), û weha jî li ser tevahiya guvêşgeh û hezar darên zeytûnê û pênc sed darên henarê li bajarokê yên “Luqman Henan Ebdo” ji xelkê Gundê “Keferomê” yê hevcîwar.
Û milîseyan matorên dutekerî, tirektorên çandiniyê û otombîl û makîne jî dizîn, jê /4/tirektor ên “Elî Elo, Mihemed Îbo, Enwer Şêx Îse, Mihemed Sebrî Şêx Osman” û salon Folks Fagin ê “Samî Hacî Mihemed”, û herweha tevahiya kebil, tirans (translation) û hin stûnên toreya elektirîkê ya giştî û keblê roniyê yê serekîn ê telîfona zemînî ya tê bajarokê, û tevahiya amûrên stasyûna ava vexwarinê ya bajarokê ya li çateriya Gundê “Hesendêra” yê hevcîwar.
Û wan dest danîn ser tîmargeha mirîşkan a koçberê zorane “Mihemed Henan Bilo” piştî dizîna amûrên wê, û tîmargeha mirîşkan a koçberê zorane “Osman Şêx Osman” û kirin axurê pêz, û herweha dest danîn ser /4/xwaringehan li nêzîk golê yên “Ednan Şêx Osman, Ebdo Bêrem, Mihemed Reşîd Şêx Osman, Ehmed Şêx Osman” û niha tên bikaranîn, û weha jî Xwaringeha”Mihemed Elî Şêx Osman” û Xwaringeha “Mîvano – ya Ebid Elhenan Şêxo” û piştî ku tişmiştên wan dizîn û ziyan gîhandinê, ew ji anîndeyan re kirin niştexan.
Û wan tevahiya heyînên hundir/4/xwaringehên çiyayê li hember bajarokê (Elbûheyre ya “Henîf Silêman” ji xelkê Gundê “Şêxorzê” – Navça Şera, Amenos a “Mihemed Mistefa Ebû Kamîran” û Elte’axî ya “Dilovanber Ehmed Mihemed Ebû Xilosî” û herdu ji xelkê Gundê “Dêrwîş” – Navça Reco, û Sîwar a “Dilovanber Xelîl Şêx Osman” ji xelkê Meydankê) dizîn, û avahiyên wan jî kirin biryargehên leşkerî, piştî ku ziyanên mezin gîhandinê.
Û ji bajarokê sivîl jî şehîd ketin:
– “Hebîbe Ibrahîm Xelîl Mihemed /48/sal”, di encama topebarankirina bajarokê ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, li 1.3.2018an Z.
– Herdu Hevjîn “Mihemed Ebid Elkerîm Emîr – /1962/Z û Melek Ibrahîm Ne’isan – /1983/Z”, di encama topebarana otombîla wan (Teksî Marsîdês) li derbasgeha bajarokê, ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, li 7.3.2018an Z.
– “Ednan Reşîd Emîr/59/sal”, li Berbanga 4.10.2019an Z, di encama gulebarana yekser di serî de, li pêş malê, ji aliyê çekdarên milîseyan ve.
– “Elî Mihemed Ehmed ê ku bi (Elîkê) tê nasîn /74/sal”, li 22.4.2020an piştî nîvro, di encama lêxistineke mekin li ser destê “Fehid Elmer’î” ji Êla “Benî Xalêd” – ji Gundewarê Humsê, çimkî kuştiyê vêguneh razî nebû ku kujer pezê xwe bê wijdan di nav zeviyê wî yê di rex malê de biçêrîne.
Û nişteciyên bajarokê yên resen ên mane jî rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan(kuştin, revandin, girtinên bêsûcane, kêmrûmetkirin û perebirinê)hatin, ji wan “Hec Elî Silêman Elo – /1933/Z”, yê ku li Siba 17.7.2018an ji mal derketî û berê xwe daye erdê xwe -bê ku vegere- û ta niha çarenûsa wî jî ne diyar e, û ji wan bi dehan jî bi tewanbariyên çêkirî hatin girtin; Bi ser de jî ferzkirina vêrgî û baceyên diravî, dizîna werzên zeytûna, û karanîna erdên dor golê û taybet pê ji bo berjewendiyên taybet.
Û milîseyan dora 70% ji darên daristanên Meydankê (yên ihracê û yên rûbera wan qaserî /74/KM çarkoşe û li sala /1980/Z hatine çandin) qut kirin, agir berdan darên girava golê û carekê jî li çê, û darên temenmezin ên nêzîk bajarokê û hemî darên zaretgeh û goristana wê jî birîn, bi ser de jî qutkirina bêwijdan ji hezaran darên zeytûnê re, û qutkirina /200/darên zeytûnê yên hersê bira “Hisnî û Selah û Nûrî Hacî Mihemed” bi tevahî, ji bo êzingkirin û bazirganiyê.
“Daristana çiyayê Gola “Meydankê” berî û piştî qutkirinê” ” Girava gola Bendê “Meydankê”.”
“Qutkirina darên zaretgeh û Goristana “Meydankê”, Rêbendana 2019an Z.”
Û Girê “Dudîra” (yê li Rojavayê bajarokê bi /2/KM û nêzîk riya giştî dikeve), û weha jî hejmarek ji cîgehên li nav zeviyên zeytûna yên li Rojava û bi aliyê Gundê “Şorbe” yê hevcîwar ve, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan, bi alavên giran kolan û tevdan.
Û di dema şer de derdora Benda Meydankê (Benda 17 ê Avrêlê) hate armanckirin, hin çêgehên wê (holên çaksazkirina mator û aletên xizmetguzariya bendê, stasyûna sûtemeniyê û tevî hemî heyînên wê, embarên perçeguhêzkirinê, giropên zayenda yedekiyê û xeznên sûtemeniyê yên taybet bi wê û tabloya qutkirin û gîhandina elektirîkê) ziyanên mezin gihîştinê û belorên pencerên bircê jî şikestin. Û piştî desteserkirina ser jî, milîseyan tiştê di embarên sereke de mane jî, tirens û tabloyên elektirîkê û amûrên pîvanê û keblên amûrên çavdêrîkirinê, xetasên yedekiyê û keblên elektirîkê yên hundir tûnêla lêgerînê, û dora /8/aletên Fabrîka Jêderên Avê (Elmewarêd Elma’iyê) dizîn, vêre jî oda kontirolkirinê ya serekîn wêran kirin û sîstema vekirin û girtina otomatîk ji kar derxistin, bi ser de jî dizîna tiştmiştên di avahiya kargêriyê û embara navendî de ya taybet bi bendê li Bajarê Efrînê.
Ji nakokiya li ser çarçewa bandoriyê û desteserkirina li ser malmewalên dizînê, geregoşiyek li bajarokê û derdorê di nav milîseyan de heye û carcarê pevçûn ji bo wê di nav wan de derdikevin, û metirsiyê li ser rizq û jiyana nişteciyên resen çêdikin, û bi sedema avêtina qurşînan a tewşankî jî, hemwelatî “Ibrahîm Cebir, Osman Cebir, Cemîl Yezdan Cebir” di dîrokên têkel de, cûrbecûr birîndar bûn, û zirtkirinek li dijî Kurdan û di cîwarên wan de tê kirin.
= Kuştina hemwelatiyekî:
Li 5.10.2021an, hemwelatiyê Kurd “Mihemed Bîlal (bi Reşîd tê bangdan, bavê sê zarokan û di dehê çaran de ji temenê xwe ye) bi çekê xwediyê dîkaneke mobaylan (ji anîndeyên hatine herêmê ) ye hevcîwar ji Xwaringeha “Çîgin Nagêt” (a ku dilovanber tê de dixebitî), li Kolana Reco li orta Bajarê Efrînê dawî li jiyana xwe anî; Û çend bîneran tekez kirin ku ew ji aliyê “Ebû Ce’ifer Mayêr ve (yê ji Bajaroka Mayêrê – Bakurê Heleb û ji endamên Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” û li ser bastak cilan li kêlek xwaringehê dixebitî)” rastî tengasîkirinê û perexwastinê dihat, bi behaneya ku birayê wî di “Yekîneyên Parastina Gel” de endam e.
Û hin alavên ragîhandinê yen xwecihî yen Sûrî yen rikber dan xuyakirin ku Asayêşa Leşkerî li 8.10.2021an “Ebû Ce’ifer Mayêr” serbest berda, piştî ku serkêşê wî di cebhê de “Hesen Şobek” hevjîna dilovanber “Sebah Emûş” neçar kir bibêje ku mêrê wê nexwaşekî derûnî bû, û di heman demê de jî pirs kirin çawa nexwaşekî derûnî kane wek hostakî “şawirme” kar bike?!
= Vekirina Gundê “Besme” yê niştecîkirinê:
Li 4.10.2021an, Komela “Destên Sipî” – Turkiyê yê ku “Ehmed Heyanî” bi rêve dibe, G.”Besme” yê niştecîkirinê yê numûneyî (yê ku avakirina wê li Reşmeha 2021an hatiye ragîhandin û asta yekê jê ji /8/yekîneyên niştecîkirinê=96perçemal -her perçemalek jî /50/M çarkoşe ye-, mizgeft, dibistan, navendeke tenduristiyê û binevahiyeke giştî “ava vexwarinê, elektirîk û toreya rê û xerckirina ava gemarî” pêk tê), bi peredayîneke Kiwêtî “Komela Cîhanî ya Geşepêdan û pêşketinê (Geşepêdan) – Elcem’iyê Elalemiyê Lîltenmiyê û Eltetwîr” vekir, û hin malbatên anîndeyan tê de da niştecîkirin; Ew gund li ser perçak erdê hemwelatî “Ziyad Hebîb” ji xelkê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa -piraniya xelkê wê Êzdî -, yê ku neçar bûbû ku wê li cîgeha “Geliyê Şadêrê – Taqelkê” – Başûrê gund bifroşe. Û herweha li 30.8.2021an jî Gundê “Xalta” – Şêrewa li Çiyayê Lêlûn (yê ku ji aliyê “Komela Şam Elxeyr ve – Turkiyê” hatiye avakirin) hate vekirin.
Ew tev jî di pêvajoya siyaseteke Turkî de tê kirin, ji bo kûrkirin û cîbicîkirina guhertineke demografî ye rêbazkirî, û bi awakî sereke li ser koçberkirina zorane ji Kurdan re ji herêmê, û niştecîkirina anîndeyên Ereb û Turkman ji hundir Sûriyê li şûna wan.
= Kargeheke tevzînokan:
Li kat heft Sibeha Yekşemê 3.10.2021an, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” êriş ser avahiyekê li çandingeheke Başûrê G.”Bircebdalo” – Şêrewa kir, û bi parêzvanên wê yên çekdar ji Milîseyên “Hêzên Taybet – Feyleq Elşam” re kete pevçûnan, û di encamê de sisê ji wê û yek jî ji parêzvanan cûrbecûr birîndar ketin, asayişê cîgeh desteser kir û dest danî ser heyînên kargehê yên hazirkirî ji bo çêkirina libên tevzînok û herweha bi tonan ji şênberên destpêkiyê; Û serkêşê hêzên taybetî li gund “Ebdo Osman” ê ji Gundê “Keferheleb” – gundewarê Heleb ya Rojava, hemwelatî “Melek Şêx Umer Keyalî” berî du salan neçar kir ku koçber bibe, û dest danî ser çandingeha wî ya ji avahiyeke niştecîkirinê û /5/hiktar erdên çandiniyê pêk tê, bi ilm û zanîna mamosteyê wî “Ebdela Helawê” yê ji Bajarê Xanşêxûnê – Idlibê.
“Wêneyeke belavkirî ji kargeheke tevzînokan re ye ku li G.”Bircebdalo” – Şêrewa hatiye dîtin û êrişê bûye, li 4.10.2021an Z.”
“Herdu xwediyên kargeha tevzînokan “Ebdela Helawê û Ebdo Osman” li G.”Bircebdalo”.”
“Cîgeha (çandingeh) kargeha tevzînokan li G.”Birebdalo”, Gogêl Êrs.”
Divê bê zanîn ku “Ebdo Osman” berî dora du mehan sê riyên ku derin cîgeha çandingehê bi bendên axî qut kirin, da ku tu kes jê ve nêzîk nebe.
Û serveşartineke mekin ji aliyê destlatên dagîrkeriyê ve li ser vê kêşeya bicers heye, û “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” jî dibêje destên milîseyên wê di çêkirina tevzînokan de û bazirganiya bi wê tune ye, û niha hêzên asayêşê G.”Bircebdalo” destser dikin.
= Mereza Korona:
Ji dora heyv û nîvekê ve korona li Herêma Efrînê bi rengekî metirsîdar belav bûye, û rêjeya vêketinê 70% derbas kiriye û di nav ciwan û zarokan de jî; Di nav geregoşiya rewşa civakî û avêtina pêngavên xweparastinî û dermankirinê de (yên ku piraniya wan ji aliyê vêketiyan û bijîşkan de têne kirin), di siya tunebûna bernamayeke tenduristî ye giştî ye tevakirî, û weha jî tunebûna xweragirtina di malan de û kêmbûna pêdiviyên bijîşkiyê yên ji bo diyarkirina nexweşiyê, û herweha ta niha dewat û encûmenên sersaxiyê li dar dikevin, bazarên gelêrî vekirî ne, kombûn û seredanên nexweşxanan û yên bilî wan berdewam in, dibistan bi tevahî nehatine girtin, jihevdûrxistina civakî û karanînîna berdevan (kemaman) nayêne ferzkirin, aşlekirin bi rengekî fereh nayê kirin, û navend û ciyên bijîşkan ji nexweş û lêvegerberan mişt in, di heman dema ku rêjeya vêketina nexweşiyê û mirinê bilind dibe.
Herweha lawaziyek giştî di girse û kanînên kadro û pêkaneyên bijîşkiyê de heye û tu navendên veqetandina tenduristî tune ne, tenê du nexweşxaneyên taybet û bi hejmarek bêlikirî ji odan û bi buhayên bilind, û du nexweşxaneyên giştî, bi kanînên nizim, kanin nexweşên bi korona (yên ku ger zêde neçar nebin newêrin herinê) pêşewaz bikin.
Ji bîr nebe jî nezanî, şûnketin û xemsariya taybet bi vê nexweşiyê di hişweriya giştî de bi hewcî zanebûneke pirtir e, li şûna tevgera olî ya tundrew a çalak li herêmê (ya ku bername û diravên mezin jê re têne amedekirin, bi dehan dezgeh û komeleyên bi toreyên Birayên Misilman a Cîhanî û bi Partiya Dadmendiyê û Geşepêdanê – Turkiyê ve girêdayî tê de pişikdariyê dikin, û tu guhdanê bi vê nexweşiyê nakin), û bervajî wê piraniya îmamên mizgeftan jî li ser şuştina termên ku bi veyrûsê dimirin, vekirina encûmenên sersaxiyê, û gotargotinê û hildana laveyan di nav komên hatine sersaxiyê dikin de, bi rijd in.
Û Turkiyê -weke destlateke rasteqîn- weke tê xwestin bi erk û stubariyên xwe li hember vê belawelayê li Efrînê ranabe, weke ku çawa li Bajarên Turkiyê yên nêzîk kiriye, mîna “Qirixan û Kilisê…”.
= Girtinên bêsûcane:
– Li 25.9.2021an Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Ezazê” hemwelatî “Mihemed Selîm Hisên /60/sal” ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera yê ku “Firqit Elsultan Mûrad” desteser dike girt, ji ber ku wî giliyek li dijî çekdarê ku dest daniye ser mala wî pêşkêş kir, li dema ku ew berî heft heyvan ji Herêma “Şehba’i” – Bakurê Heleb vegeriye gund, û daxwaza mala xwe ji zeftkar kiriye, û ew jî bi behaneya ku malbat ne pê re ye, razî nebûye ku malê vala bike.
Û weha jî li 2.10.2021an Z, ji heman gundî hemwelatî “A’îşe Mehmûd Ne’isan/50/sal” (ya ku ji şeş heyvan ve, ji Herêma “Şehba’i” – Bakurê Heleb vegeriye da ku li diya xwe ya temenmezin û nexweş seke) girt, bi behaneya ku têkeliya zaroyên wê bi Yekîneyên Parastina Gel re hene.
– Li 30.9.2021an Z, “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” temenmezin “Sûreya Mihemed Berekat/65/sal” ji mala wê ya li bajêr girt, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û herweha jî hemwelatî “Ednan Erebo/70/sal”, û ta niha çarenûsa herdiwan ne diyar e.
= Binpêkirinên virdewêde:
Li Şeva Pêncşemê 7.10.2021an, du çekdaran ji milîseyan li hemwelatî “Horîk Dawod” xistin, di dema hebûna wî di nav zeviyê xwe yê zeytûna de li Çiyayê “Bilêl” a bi ser gundê wî “Zerka” ve – Navça Reco, û çeka wî ya awê û mobayla wî jî dizîn.
Ji tiştên ku niha me anine zimên, bi zelalî diyar dibe ku Turkiyê wek dewleteke dagîrker û xwediyê desteseriyeke rasteqîn û berfereh li ser Herêma Efrînê, ji bo gerantîkirina sazûman û aştiyaneya giştî bi erk û stubariyên xwe ranabe, û nejî ji bo parastina jiyan û malmewalên sivîlan pêngavên gerek davêje, ji ber wê ji civaka navdewletî û rêxistinên navnetewî tê xwestin, ku daxwaza bidawîkirina dagîrkeriyê û seknandina serpereştiyê ji nandoz û terorîstan re li Sûriyê, ji wê bike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 340
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
פריטים המקושרים: 70
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-10-2021 (3 שנה)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: ערבית
סוג המסמך: תרגום
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 12-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 12-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 340
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,071
תמונות 106,674
ספרים 19,297
קבצים הקשורים 97,291
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 1.172 2!