הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,095
תמונות 106,601
ספרים 19,279
קבצים הקשורים 97,185
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (147): Gundên “Kotana û Elemdara” di bin dagîrkeriyê de, şewtandinên mebestkirî ji daristan û daran
קבוצה: מסמכי מפלגות כורדיות | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (147): Gundên “Kotana û Elemdara” di bin dagîrk...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (147): Gundên “Kotana û Elemdara” di bin dagîrk...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (147):
Gundên “Kotana û Elemdara” di bin dagîrkeriyê de, şewtandinên mebestkirî ji daristan û daran re, teqandina makînak bombekirî.

Şopîner pir cefê nabîne ta ku girseya dijayetiya Rijîma Turkiyê bi serokatiya Erdoxan ji Kurdan û herêmên wan re nas û tekez bike. Ji ber ku cûretî û girseya binpêkirin û tewanên ku li dijî wan li Herêma Efrînê ya dagîrkirî pêk tên wê dijayetiyê tekez û aşkere dikin. Emê ji wan van bi bîr wînin:
= Gundê “Kotana”:
pakrewan “Şehînaz Reşo”.
pakrewan “Rêber Yûsêf Elîko”.
Maleke roxandî li Gundê “Kotana” – N.Bilbilê.
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, /30/KM Bakurê Bajarê Efrînê dikeve, ji dora /350/ malî pêk tê, berî dagîrkeriyê dora /1400/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tenê ji wan dora /140 malbat = 420 nişte/ man, û dora /1500/ ji anîndeyan dan niştecîkirin; Di dema şer de pir caran hate topebarankirin, /5/mal ên van hemwelatiyan (Ibrahîm Qerhece, Mihemed Reşîd, Menan Hemîd Xoce, Mihemed Bîlal, Xelîl Menan) bi giştî û /10/ mal jî bi piçekî hatin wêrankirin; Di dema ku milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad û Elmu’itesêm Bîlah” li gund bi cî bûn de, heyînên hundir hemî malan ji xwarinvexwarinê de bigir ta alav û amûr û cerên gazê û firaxên baqirî û tiştên din, deriyên hin malan, konê sersaxiyê û sicade û pêdiviyên mizgeftê, tibabeke textên lêkirina avahiyan li gel /8.5/ şîşên hesinî û /600/tûrên çemento yên hemwelatî “Ebid Elrehman Horo”, heyînên sê werşeyên dirûtinê, du makîne yên “Mistefa Arêf û Emîr Reşîd”, hemî kebil û stûn û dûmahîkên toreyên elektirîkê û telîfona zemînî yên giştî, û kebil û amûrên toreya nêt a hemwelatî “Mistefa Horî”, dizîn; Û dest danîn ser piraniya dîkanan û avahiya guvêşgeha “Mistefa Arêf” û derdora dused mal, jê: Sê mal ên van hemwelatiyan(Remzî Îbo, Mihemed Menan, Behrî Reşo) bûn, û tevî ku ew ji Avdara 2018an ve vegerîne gund û tevî malabtên xwe li ba merivên xwe radibin û rûdinin, lê mal radestî wan nekirin, û di dû re komîta “redkirina zordariyan” serdana gund kir dîsa jî niştecîker neçar nekirin ku malên hersiyan radestê bikin. Herweha jî dest danîn ser dora /35/hezar darên zeytûnê, /15%/ li ser berhemên Zeytûn û Simaqê û yên din ên hemwelatiyên mane weke vêrgî ferz dikin, û ger rê dan kesekî ku malmewalên merivekî xwe li gor rêdaneke fermî bi rêve bibe, wê hîngê /50%/ vêrgî li ser berhemên werzên”mûsimên” ku ew hiltîne datîne ferz dikin.
Dîkanin li derbsgeha Gundê “Kotana” berî û piştî talankirinê, ziyanên şênberî û dizîna heyînên wan, û bi imzekirina navên serkêşên milîseyên ku dest danîne ser.
Dîkanin li derbasgeha Gundê “Kotana” piştî talankirinê, derî vekirîne û heyînên wan hatine dizîn, û bi imzekirina navê serkêşekî milîseyên “Elsultan Elmûrad”yê ku dest daniye ser.
Tevaya giropa hilkişandina ava vexwarinê ya giştî ya gund dizîn, û pişt re yeke din hate bihevxistin û av ji aliyê serkêşê Milîseyên “Elsultan Mûrad” yê li gund “Fadî Dêrî” ve bi sîtêran hate firotan.
Lê, stasyona sûtemeniyê ya li gund, birayê zabitekî neqîb li ba “Elsultan Mûrad” bi kar tîne û xwediyê wê “Zûhêr Reşo” bi rêjeyeke hindik ji karê tê de kar dike. Li gel wê jî şuştingeha makînan jî desteser kirin. Û weha jî zaroyên dilovanber “Beyan Horî” neçar dibin ku aliyekî bi dagîrkeriyê ve girêdayî bi xwe re bikin ortaq da ku kanibin nanpêjgeha xwe bi kar wînin.
Milîseyên “Elmûrad” avahiyên “Şîretkariya çandiniyê, şaredariyê, guvêşgeha Menan Reşo Elîko” ji xwe re kirin biryargehên leşkerî, û herweha “Elmu’itesêm” jî mala parêzer “Nezmî Îbo” ji xwe re kirin birayargeh.
Avahiya guvêşgeha “Menan Reşo Elîko” – Gundê “Kotana” – ye ku ji Milîseyên “Elsultan Mûrad” re bûye biryargeheke leşkerî.
Û milîseyan dora /300/darên zeytûnê yên hemwelatî “Seydo Çolaq, Malbata Horo, Mistefa Arêf û hin din” bi rengekî hovane qut kirin, û weha jî dora /100/darên behîvê yên “Emîr Reşîd Çolaq” li Çiyayê “Qazindepe”, 90% ji darên daristana “Bîrê Ava Vexwarinê” ya li derbasgehê gund, û tevaya daristanên (Pirê Sêling a li hember çateriya Gundê “Qirigolê”, Erdê Elûş û Merxê Çîçekle li Rojhilatê Kotana, Egîle û Merxê Şêxmûs li kêlek zaretgeha “Qemê” ya Islamî – Bakur Rojhilatê gund a ku hatî kolan û tevdan), qut kirin.
Û milîse di lêgerîna kevneşopan de bi amûrên diyarkirinê berdewam in, wan cîgeha “Çiyayê Heskê” kolandin û hin kevneşopên wê dizîn, herweha hin gorên miriyan li goristana gund wêran kirin, û navê gund jî guhertin û kirin “Zafêr Obasî”.
Û xelkê gund rastî rengereng binpêkirin û tewanan hatin, jê Pakrewanbûna zarok “Rêber Yûsêf Zekeriya Elîko” û “Şehînaz Reşo – hevjîna Hozan Zekeriye Elîko” di komkujiya Taxa “Mehmûdiyê – Efrîn” de ya li16.3.2018an û bi encama bombebarana balafirên Turkiyê ji Karwanên sivîlên ku ji bajêr direviyan re, û herweha girtina hin kesan ji gund bi tewanbariyên çêkirî û ferzkirina baceyan li ser wan, jê: Hemwelatî “Hesen Ednan Ibrahîm/25/sal” yê ku li Avdara 2018an hatiye girtin û di Hepsa”Çoban Begê(Elra’î) – Herêma Babê” ya deng bed de ta destpêka îsal bi awakî zorane hatiye veşartin, paşê bo Hepsa “Maratê – Efrîn” hatiye veguhestin û bêtirî sê heyvan tê de hatiye hîştin, ta ku berî heyvekê û piştî ferzkirina /3/hezar PT -weke bace- li ser hate berdan.
= Gundê “Elemdara”:
Gundê “Elemdara” – N. Reco.
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, li Bakurê navenda wê bi /12/KM dikeve, ji /53/malan pêk tê, dora /225/nişteciyên wê yên resen hebûn, tenê ji wan /35/nişte man, û dora /400/nişte ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin, û di dema şer de ziyanin piçekî gihîştin/3/malan; Û di dema Milîseyên “Feyleq Elşam” gund desteser kirine de, heyînên tevahiya malan ji xwarinvexwarinê de bigir ta raxistok, alav, amûr, firaxên baqirî, cerên gazê û deriyên hinan, du terektorên çandiniyê yên van hemwelatiyan “Mihemed Ezedîn, Cemîl Osman”, /5/ makîne yên “Ehmed Xelîl, herdu bira Remzî û Selah Hec Reşîd, Ibrahîm Mihemed, Xalêd Tahêr”, /4/giropên hilkişandina ava avdanê, tibabek textên lêkirina avahiyan, /6/malên bilastîkî û amûrên wan ên hemwelatî” Esmet Mihemed”, kebl û hin stûnên toreya elektirîkê ya giştiyane, û tevahiya heyînên mizgeftê (pêdiviyên şuştina miriyan, sicade, amûrên dêng, pirtûk û deriyê wê yê sereke), hatin dizîn. Û di dû re mizgeft hate nûkirin û amedekirin.
Milîseyan /3/mal ên “Mihemed Ezedîn, Receb Şêxo, Mihemed Xatê” ji xwe re kirin biryargehên leşkerî, ji du salan ve dest danîne ser guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Emced Şêx Mihemed” (yê ku ji ber zextên ku danîne ser bi zorê koçber bûye), û ji /30-40%/ weke vêrgî li ser berhema werzên (Zeytûn, Rez, Çêraz, Simaq,…) ên hemwelatiyên ne li wir ferz dikin.
Herweha çekdaran tevahiya darên tûyê yên hundir malan, darên îhracê yên di nav zeviyên çandiniyê de, û rêjeyek mezin ji daristanên çiyayên “Bilêl û Curqa” qut kirin, û weha jî agir berdan hinan ji wan û zeviyên zeytûnan (/400/dar ên zaroyên “Qêdir û Arêf Elî”, /500/dar ên”Mistefa Mihemed û Esmet Mihemed”, /100/dar ên “Şiyar Mihemed”, /100/dar ên “Nedîm Mihemed”, û /100/dar ên zaroyên dilovanber Mihemed Hec Reşîd”).
Û milîseyan dora /30/ acet û alavên birîna keviran anîn gund, li derbasgeha gund hilkirgehên keviran di nav erdên çandiniyê de vekirin, û tê de mermeran çêdikin û derdixin derve.
Weha jî perwerdekarên pêz û şivanên wan dora hezar serî di nav zevî û erdan de diçêrînin, û ziyanên mezin dighînin çandinyan, bi ser de jî çekdar bi rengekî fere werzên xelkê didizin, bêyî ku tu kes wêribe giliyekî li wan veke.
= Şewatên mebeskirî:
Şewatên daristana li nêzîk Gundê “Be’irava/Bazan” – N.Şera.
Ger ku girseya ziyanên mezin ên ku gihîştine nixumeya(sergirteya) geyayî û dar û daristanên cûrbecûr li Herêma Efrînê ( ji destpêka dagîrkeriyê ve, li çarêka yekê ji sala 2018an, çi bi hilkirinê yan qutkirinê ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê û yan jî bi agir pêxistinê, ji aliyê milîseyan û hin anîndeyan ve, û li ber çavên destlatên Turkiyê) were berçavkirin…Wê hîngê nêta ziyangîhandina mebestkirî ji herêmê û nişteciyên wê yên resen re û talan û belwelakirina daristan û daran, yanê derbkirina têkeliya mirovê Kurd li Efrînê bi jîngeha wî ya xwezayî û malmewalên wî re, û li dawiyê jihevşelandina tamarên civakê û lawazkirina wan, baş tekez dibe, û ev bi xwe jî tewanek li dijî mirovahiyê ye. Û girseya şewatên her saleke ji dagîrkeriyê pircaran ji yên ku di her salek ji salên Rêvebiriya Xweser a berê de yan di dema Rijîma Sûriyê ya berê de pirtir e. Di vî warî de “Berevaniya sivîl – Eldîfa’i Elmedenî” tekez kir ku li 22.5.2021an êgir sed darên ihracê li nêzîk Gundê “Be’irava/Bazan” – Navça Şera şewitand û bi erdên çandiniyê li Şera ket, û herweha li 26.5.2021an jî agir bi daristana Bakurê “Hec Hesna” – sêkoşya ku dikeve navêna navçên (Şiyê û Mabeta û Cindirêsê) ket, û tekez kir ku endamên wê bi kanînên xwe yên nizim “ji ber çetiniya herêmê û lezbûna bê” du rojan nikanîn agir vemrandana, lê dîsa jî bi alavên biçûk li çend xalan şewat dorpêç kirin, û tekez kirin ku rûbera hatiye şewtandin bêtirî /20/hiktara ye. Lê, Turkiyê ji bo vemirandina êgir tu alîkarî pêşkêş nekir û ne jî pêngavavin avêtin, bi ser ku cîgeha êgir tenê /10/KM – xêza nêrînê ji sînorê Turkiyê dûr e, û weke zanyarî berî sala 2011an Turkiyê ji bo parastina daristanan, li ser herdu aliyên sînor, bi Sûriyê re alîkarî dikir, û xalên hevbeş ên bi alav û kadroyan amedekirî li hundir Sûriyê hebûn, û li rex wê jî agirkujiya bi balefiran.
Şewatên daristanên Bakurê “Hechesna” – N.Cindirêsê, 26.5.2021 Z, û tê de kokên darên berê qutkirî diyar dibin.
Bînerekî ji xelkê gund û bi çavan dîtiye ji me re bi xemgînî û dilşewat got: Ger milîse li herêma me bimînin dareke sinoberê namîne, ji ber ku ne xema wan e. Dilê me dişewite, dema ku li ber çavên me agir bi daristanên me dikevin û em nikanin tu tiştî bikin, û em bi xemgînî li dûmana wê sêr dikin çawa bervejor hildikşe.
= Binpêkirin û fewdalîzim:
–Li Gundê “Gewenda – Meydana” – Navça Reco, li 19.5.2021an, giropeke ji çekdarên Milîseyên “Feyleq Elşam” mekin li hemwelatî “Şerîf Hemîd Qenber/50/sal” û hevjîna wî “Lemya’i” -dema ku li derveyî gund çiloyê tirî beref dikirin- xist, û di encamê de destê jinikê yê rastê şikî û laşê mêr jî bi gelek ciyan hate derzandin; Herweha malbat ji malê qewitand û hin tiştên wê dizî û yên din jî serbinqotî hev kir. Weke zanyarî berê jî “Şerîf” rastî dijberiyê hatibû.
– Li 23.5.2021an, bi sedema bikaranîna bîra ava vexwarinê ya li “Geliyê Tîra – Cîgeha Newrozê” (bîra ku ji bo peydakirina ava vexwarinê ji gundên derdorê re bi sîtêran, Rêvebiriya Xweser a berê kolayî û amede kiriye) pevçûnek di navbera Milîseyên “Firqit Elhemzat” (ya ku Gundê “Berbenê” – Navça Reco destser dike û rêbendeke wê ye çekdar li çateriyê heye) û giropeke ji çekdarên “Ehrar Elşerqiyê” de çêbû.
Teqandina makînak bombekirî li Efrînê, 26.5.2021 Z.
– Li 26.5.2021an li nîvro, makînak pîkab e bombekirî û derman barkirî, di kolaneke şaxeyî de, li piş Xwaringeha “Vîn” û li pêş biryargeheke leşkerî (ye bi “Biryargeha Elşîşanî” – Frqit Elsultan Mûrad tê nasîn) – kêlek mala hemwelatî “Mistefa Hîto”, li orta Bajarê Efrînê, hate teqandin. Û di encamê de ziyanin şênberî gihîştin dîkan, avahî û makînan, û kesek ji anîndeyan hate kuştin û neh kesên din jî cûrbecûr birîndar bûn – li gor “Bergiriya sivîl – Eldîfa’i Elmedenî”.
Li ber sema cersandin û riswakirinên ku dighêjin Rijîma Turkiyê û aşkerebûna doseya wê ya tewanker ji nû ve, xelkê Efrînê bangewaziya xwe ji Civaka Navdewletî û bi taybetî ji Hikometên Rûsiya û Amerîka re pirbare dike, da ku ji bo bidawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê û hebûna milîseyên terorîst li herêma wan kar bikin, ji bo binpêkirin û tewanên bêtir pêk neyên, û xizmetek ji dîtina çareserkirina kirîza Sûriyê ya siyasî re were pêşkêş kirin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 439
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
פריטים המקושרים: 177
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 30-05-2021 (3 שנה)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: ערבית
סוג המסמך: תרגום
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 12-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 12-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 439
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,095
תמונות 106,601
ספרים 19,279
קבצים הקשורים 97,185
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 2.14 2!