הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,802
תמונות 106,145
ספרים 19,341
קבצים הקשורים 97,360
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Simkoyê Şikak; Şoreşgerekî di rêya serxwebûna kurd de - Beşa 1
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Simkoyê Şikak

Simkoyê Şikak
=KTML_Bold=#Simkoyê Şikak# ; Şoreşgerekî di rêya serxwebûna kurd de - Beşa 1=KTML_End=

Şerê cîhanî yê yekem cuda ji vê yekê ku guhertinek mezin bi ser tevahiya welatên Rojavayî de anî û du eniyên hêzan li hember hev du de ragirtin, di navçeyên Rojhilata Navîn de jî guhertin li dû xwe anî û rê bo destverdan di welatên weke “Birîtaniya”, “Fransa” û “Amerîka”û di karûbarên hundirî welatên navçê de xweş kir.
Şerê cîhanî yê yekem cuda ji vê yekê ku guhertinek mezin bi ser tevahiya welatên Rojavayî de anî û du eniyên hêzan li hember hev du de ragirtin, di navçeyên Rojhilata Navîn de jî guhertin li dû xwe anî û rê bo destverdan di welatên weke “Birîtaniya”, “Fransa” û “Amerîka”û di karûbarên hundirî welatên navçê de xweş kir. Ji aliyek din ve neteweyên cuda yên erdingariya pan û berfireh a Rojhilata Navîn, ku her yek ji wan bi mebesta avakirina binyata dewletên netewî yên xwe, hêza netewî ya çekdar ava kirin û di heman demê de jî siyasetvanên wan tevlî têkiliyên dem û danûstandinan û li gel desthilatdarên wê demê yên cîhanê bûn. Di vê navberê de neteweya Kurd jî di hemû parçên Kurdistanê de kevte hewldanan ji bo bidest xistina parek ji daxwaziyên netewî yên xwe û heta bo rizgarbûn ji bindestiyê hewla serbixweyî di tevahiya parçan de ku ev heyama sed salan bû ew dihatin serkut kirin.
Yek ji wan kesayetiyên ku di tevgera neteweya Kurd de bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê bandora wî hebû, “Simaîl Axayê Şikak” an jî wekî ku tê naskirin “Simko” ye. Simaîl Axa, wek tê naskirin “Serdar Nosret” û kurê “Mihemed Axa” û neviyê “Elîxanê Şikak” bû. Ev eşîra herî mezin a Kurd û Rojavayê Îranê ye û di guhertinên li rojavayê Gola Urmiyê de gelek xwedî bandor bû. Bo şirovekirina vê behsê, lêkolerê wekî “Martin Van Birruynsin” bi taybet bandora wê eşîra han di serdemê şerê cîhanî yê yekem de xistiye ber tîrêjên ramanê û lêkolînkirin li çavkaniyan û heta bi lidarxistina gotûbêjan bi siyasetvan û çalakvanên berê yên wê navçê re, komek agahiyên bi sûd bidest xistiye.
Di şer û pevçûnên cîhanî yê yekem de û çendîn salan jî piştî wî şerî, kesayeta herî tê naskirin di sînorê Îran û Osmaniyan de Simaîl Axa yê Serokê eşîra Şikak bûye. Wî bi jîrî ji wan derfetên aloz yên navçê li çarêka sedsala yekem a sedsala 20î de ji bo wî derketin holê û mifah jê wergirtibû û balansa xwe di navbera Osmanî, Rûs, Îran û Brîtaniyan de ku li gel hemûyan jî pêwendiyên wî hebûn, ragirtibû û berfirehî dabû bi desthilat û bandora xwe di navçê de. Piştî şerê cîhanî, xwe wekî hakimekî serbixwe nîşan dida û digel taximek li rêberên neteweya Kurd alîkarî dikir û hikûmeta navendî li gel pirsgirêkan rû bi rû dikir. Heta artêşa Îranê di Tebaxa sala 1922an de gorî gotina wan bixwe pirsgirêk wan vemrandiye û ew li hundirî axa Îranê derkeft, û wekî lîstikek bihêz di Kurdistana navendî de ma û Brîtanya û Osmanî jî di pirsgirêkên Wilayeta Mûselê de her du aliyan ji wan xwastin nêzîkî berjewendiyên xwe bibin û ji hêz û karîzmaya wî di nav Kurdan de mifahê werbigrin.
Rewta jiyana Simko ne tiştekî berovajî şêwaza jiyana serok eşîrekî kurd bû. Piraniya şaneyên desthilatdar ên Kurdan bi danîna têkiliyan bi biyaniyan re hewl didan ku cih û pêgeha xwe di nava tayfa xwe de xurt bikin. Têkiliyên wan bi piranî bi dewletên Îran û Osmanî re bûn. Lê, di dawiya sedsala 19an de, wan bi hêzên Ewrupî re û herî dawî jî bi Dewletên Yekbûyî re têkilî danîn. Vê yekê hişyariya wan nîşan da, ku wan guhertinên navneteweyî hîs kirine û dizanin ku bi bêyî piştgiriya navneteweyî ew nikarin daxwazên xwe bi pêkin.
Di nav wan serokên kurdan de, Simko, ji bilî taybetmendiyên wî yên kesayetî, dem û cihê çalakiyên wî ew zêdetir taybetî kiribû. Herêma Êla Şikak li çiyayên rojavayê Gola Urmiyê li kêlega sînorê Osmaniyan bû. Heta di dema aştiyê de jî bandor û nifûza eşîrê di nav sînorên Osmaniyan de berdewam dikir. Û ew navçe li qiraxa her du welatên weke Îran û Osmanî de pêk anîbû. Heta destpêka sedsala 20an sînor ji bo eşîrên kurdan ti wateyeke wan tinebû û piraniya wan mêrg li herdu aliyên sînor hebûn. Kurdên parçeyên Kurdistanê ji ber peywendiyên xwe yên eşîrî, malbatî, civakî, zimanî, xwînî û … hwd. xwe nîştecihên heman welatî dihesibandin û ev parçebûn tenê di mejiyê dagirkerên Kurdistanê de bû. Sînor di destê dewletên Îran û Osmanî de ti sînorên diyarkirî tine bû. Li herêmên sînor her tim desthilatdarî hatiye desteserkirin.
Herçawa ku me got Eşîra Şikak yek ji mezintirîn eşîrên navçê bû û di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20î de Simaîl Axayê Simko serokatiya eşîrê girt ser xwe. Li gor Martin Van Birruynsin dinivîse, ev eşîra piştî “eşîra Kelhor” li Kirmaşanê mezintirîn eşîra kurdan e.
Di sala 1920an de ji 2 Hezar malbatî zêdetir hebûn. Di sala 1906 de, piştî kuştina Omer Axa yê Mamedî û Cehfer Axayê Ebdoyî, her yek ji şaneyên desthilatdar ên Şikak bi awayekî tên kuştin, Simko desthilata Şikakan digire bi stûyê xwe.
Di Şoreşa Meşrûiyetê de tevlî hêzên “Îqbal Seltene” dibe hakimê Makoyê û piştire dibe desthilatdarê navça “Kotol û hikûmet jî wê desthilatê diselimîne.
Di sala 1913an de Simko bi serokên neteweyî yên kurd re peywendiyên xurt danî û gotara wan îspat kir. Simaîl Axayê Şikak jî bi xwişka Seyîd Taha cîgirê “Şêx Ubeydulah Nehrî” re zewicî. Bi vê yekê zêdetir cihê lingê xwe xurt kir. Şêx Taha li her du aliyên sînor kesekî bihêz û bibandor bû û Şêx Ubeydulah bi xwe jî di serdema “Nesredîn Şahê Qacar” ​​de li dijî hikûmeta Îranê şoreşeke mezin birêve biribû.
Ji aliyêk din ve têkiliyên Simaîl Axa bi mîrên Botanê “Ebdulrezaq Bedir Xan” re jî hebûn. Bedir Xan li Urmiyê kovareke kurdî derdixist û piştî ku Rûsan Bedir xan li Urmiyê dûr dixin, berpirsayetiya kovarê jî heta sala 1914an dikeve stûyê Smaîl Axa.
Di salên şerê cîhanî yê yekem de, Simko xwe ji şer parast û hêzên xwe birêxistin kir û wek çavkanî dibêjin, wekî siyasetmedarekî jêhatî hemû der li ber xwe vekirî hiştin. Simaîl Axa dixwest bi xwendina sîyaseta navçê û cîhanê, hêzên Ewrupî û her wiha rewşa kurd û rewşa Îranê tevbigere û balansê rabigire. Guhertin ewqas tevlîhev bûn ku hemû çalakvanên siyasî yên herêmê rastî ser gêjiyê kiribûn.
Piştî Şoreşa Rûsyayê, dema ku artêşa “General Paratov” ji Kurdistanê vekişiya, Simko karî piraniya wan deveran û çekên wek topavêj bi dest bixe.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 359
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 18-12-2023
פריטים המקושרים: 14
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 23-09-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 18-12-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 21-12-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 21-12-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 359
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,802
תמונות 106,145
ספרים 19,341
קבצים הקשורים 97,360
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.312 2!