הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,894
תמונות 106,294
ספרים 19,330
קבצים הקשורים 97,315
Video 1,399
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Di çanda kurdî de henar
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di çanda kurdî de henar

Di çanda kurdî de henar
=KTML_Bold=Di çanda kurdî de #henar# =KTML_End=
Qendîl Şeyxbizînî

Henar weke gelek pîrozwerî û sembolên di dîrok, çand û baweriya kurdî de, xwedî cih û mekaneke girîng û diyar e. Di nav kurdan de mêweya “Henar”ê têgîn û wateyeke ruhî ya wê heye û weke sembola vejîn, jiyan û nûvebûyê ye.
=KTML_Bold=Peydabûna Henarê=KTML_End=
Piranî çavkaniyên dîrokî weha şan didin ku destpêka peydabûna mêweya Henarê li Kurdistanê bûye û ji Zagrosê çêbûye û belavê dinyayê bûye. Hinek din behsa Kurdistanê heta bakurê Hîndistanê dikin. Hinekê behsa Anatolyayê û hinekê jî behsa rojhilata Îranê dikin, anku hemû çavkaniyan peydabûna wê vedigerînin Kurdsitana mezin û Zagrosê. Henar weke mêweyeke xwezayî reha wê kûr û dûr e, lê weke heşîn û çanda wê, li Kurdistanê dîroka wê vedigere zêdetirî pênc hezar salan berê.
=KTML_Bold=Navê wê=KTML_End=
Navê Henarê weke yekemîn çavkanî ku dîroka wê zêdetirî pênc hezar salan berê ye hema hema weke xwe maye di nivîsên ser latên Sumeriyan de bi navê “Nûrme yan Nûr”ê hatiye tomarkirin ku îro bûye “Nar yan Enar yan Henar”ê.
=KTML_Bold=Di felsefeya Mîtrayî de=KTML_End=
Henar di destpêka şaristaniyê li Zagros û berjêra wê Mezopotamyayê de weke dara pîroz “The Sacred Tree”yê xwedî roleke girîng û mezin bûye di bîr û baweriyên kurdan û herêmên derdor de ku li ser kevirên kolandî vê yekê tê dîtin ku piranî caran dar Henar bûye. Henar yek ji pîrozweriyên felsefe û baweriya Mêhr-Mîtrayî ye ku fena kevintirîn fikir, felsefe û ola kurdan tê pênasekirin.
Henar di baweriyên kurdan de sembola dayiksalarî û zayinê ye, hêma û sembola gerdûn û ruhmê jinê ye, nîşana şîfa û vejînê ye, di heman demê de nîşana pît û bereketê bûye. Ji aliyekî din ve jî di kevin de nîşana arezûyên cinsî, hêz û şiyanê bûye.
=KTML_Bold=Henar di nava neteweyên din de=KTML_End=
Di nava neteweyên din de jî xwedî pîrozwerî û wateyên din bûye her ji misiriyên kevin hetanî Mezopotamya, olên cihû û xiristiyan, welatê Çînê yd. Her wiha li Babilê di dema Kasiyan de ku bo heyama sedan sal herêma Babiliyan di destê wan de bû, lê bi esil ew Zagrosî bûn, di gorên wan de gerdenî û milwankên şêwe Henarê hatine dîtin ku dixuye di bin bandora wan de mijara pîrozweriya Henarê ketibe nava Babilyên Samînejad û Aşuriyan jî, ji ber ku dûre di nava Aşuriyan û dînê wan de henar di kavirên kolandî de Henar bûye û gelek caran dara pîroz jî Henar bûye.
=KTML_Bold=Henar di nava yarsanî, zerdeştî û êzidiyê de=KTML_End=
Hersê olên paşîn anku “#Yarsanî# , #Zerdeştî# û #Êzîdî# ” ku hersê ol jî di reh û rîşe de sê şaxên Mîtrayî ne, dîsan mêweya Henarê xwedî pêgeh, rol û pîrozweriyeke mezin û girîng e bi taybet di nava Yarsanan de xwedî wate û ramaneke mezin e. Di çîrok û beytên Yarsanî de Henar roleke mezin dibîne, her wiha şikandina Henarê di nav Yarsanî û bi taybet di Cemxaneyan de yek ji dabên wan e. Di warê mîtolojîyê de yek ji çîrokên herî diyar di nav Yarsanan de ku nêzî heman çîroka “Îsa Mesîh û Meryem Pakîze” ye, çîroka “Baba Yadgar û Sara Pakîze” ye.
Tê gotin ku San Sahak (Sultan Sahak) darê destê Şah Îbrahîm dide Pîr Îsmaîlê Kolanî taku wê binax bike, Pîr Îsmaîl wî darî binax dike û hêdî hêdî şîn dibe û mezin dibe û dibe dara Henarê, piştî çend salan wê darê ber dide û dûre lebên wê diçînin û dûre ji berên wê cemekê pêk tînin, Henar di nava gel de tê parvekirin. Piştî parve kirinê “Dada Sara”yê ya keça Pîr Mîkaîl ku wê dest ji dinyayê berda bû, Xaneqayê gesk dide, leba Henarekê dibîne li ser xalîçeyê, Dada Sara wê lebê dixwe û piştî demekê ducan dibe, kurekî wê çêdibe ku navê wî dibe “Baba Yadgar”. Gelê dilpîsî ji Dada Sarayê dikin ku çawa bê zewacê ducanî bûye, lew San Sahak ferman dide Dawud ku Baba Yadgar bixe nava tenûrê bo heyama sê rojan, piştî sê rojan ku serî tenûrê vedikin, Baba Yadgar bi saxî ji tenûrê tê der.
Di vir de rola henarê di dîrok, çand, bawerî, mîtolojî (efsanenasî) û olên kurdan de xwedî pîrozwerî û wateyên mezin e ku van kod û kokan bandor daniye ser gelên derdorên Kurdistan û Zagrosê. Di cejn û şeva Yeldayê ku kevin jêre digotin cejna Mêhr an Mêhra ku şeva xorveger û zadebûna Mêhr û Mîtrayê ye. Henar weke sembol û pîrozweriya vê şevê tê danîn û merca pîrozkirina vê şevê ye ku sembola û wateya zayin, vejîn, nûvebûn û jiyanê ye.
=KTML_Bold=Henar di wêjeya kurdî de=KTML_End=
Kurd û xweza duyeke ji hev necuda ne, kurd weke zadeyê Zagros û berjêra wê Mezopotamyayê serkarê şaristanî, avakar û baweriyê bûye, dîn, fikir û felefeya Mêhr-Mîtrayî rastiya wê dide nîşandan. Ji ber ku Kurdistana mezin serzemîna çiya, kanî, gulzar, heşîn û rengaliyê bûye, kurd jî weke zadeyê vê axê hemrengên wê xwezayê bûye. Ji bo her dem û demsal, her mêwe û heşîn, her dem û der, wate, cejn û boneyê daye nîşandan.
Henar yek ji wan pîrozwerî û sembola ku di ola Mîtrayî, Mîtolojî û wêjeya kurdan de jî roleke mezin dibîne. Di beyteke folklorî de wiha pesnê Henarê tê dayin:
Waçe be qîbleyim xem nawero dill
Merkatêye bew we henar kero gull
Henarî gull henarî,
henarî Ehmed Awa
Tirş û şîrîn û mêxoş,
nawekey pirr le aw e
Henarî gull henarî,
henarî hemro reş e
Îman le qelb im nema,
witiyan yar im nexweş e
Henar henar henar e,
henarî dane dane
Ser rêgeket lêdegirim,
wek Hemetalî Bane
Henaran û hencîran,
manî newî destgîran
Her wiha hezretê “Mewlewî” bi vî awayî Henarê dixe gulzara helbestê ku dibêje:
Şineftim dûr ba leyl zûkamşen
Dîşwar ballay newnemamşen
Pîşyayî kûrey nar eşiq wêş
Be mewdayî mûjgan sûraxiş kero
We germî nîşan demaxiş dero
Tomara sembola henarê yunskoyê de
Rêveberê Mîratê ya çand û geştyariya Kirmaşanê tîmeke pispor daye avakirin bo date û komkirina belgeyên li ser sembola Henarê weke semboleke Zagros û Kurdistanê di siya dîrok, ol, çand û nasnameya kurdan de ku ji Yunskoyê re weke dateyên cejna “Şukrane”yê ku ew jî pajeke ji dosya cîhana Hewramanê ku weke mîrateke cîhanî li Yunskoyê hatiye tomarkirin. Lê mixabin li Azerbaycanê ya nijad kurd û ziman guhertî, dosya amade kirine û dane Neteweyên Yekbûyî ku cejna Henarê weke mîrateke Azerbaycanê bê tomarkirin. Hêjayê gotinê ye ku hem Azerbaycan û hem Ermenistan mîrata pîrozweriya Henarê di bin bandora nasnameya wê ya hezaran salî ya Zagros û Mîtrayê Henarê pîroz dibînin û ew jî weke “Newroz, Yelda, Tenbûr” yd. dixwazin bazarî li ser nirxên Zagros, Mezopotamya û dîrokên kevnare ya kurdan bikin.
Curê û bazarên henarê
Li başûrê Kurdistanê çandina Henarê bi awayeke berçav zêde bûye û baxên Henarê %90 zêde bûye. Niha li Kurdistanê zêdetirî 26 curên Henar hene û tên çandin, Bajarê Helbeçe û Hewramanê bûye navenda Henarê û bi salan e li bajarê Helebce cejn û festîvala Henarê pêk tê. Her wiha li rojhilatê Kurdistanê û herêma Hewramanê jî festîvala Henarê pêk tê ku têde her curên Henarên Kurdistanê têne numayiş kirin û salan e li başûrê welat 25-30 ton Henar tên berhem anîn û raşana derveyî welat jî tê kirin. Bi taybetî ji Almanya û Brîtanyayê re tê şandin.
=KTML_Bold=Sûdên tenduristî yên henarê=KTML_End=
1 – Bergiryên laş bihêz dike û di nûtirîn lêkolînê de derketiye ku Henar xaneyên penceşêrê îmha dike û nahîle pêş bikeve.
2 – Bo jinên ducanî zor baş e û oksîjîneke taybet dide der ku bo korpe zor pêwîst, baş û girîng e.
3 – Bo hestî zor baş e, bi taybetî bo kesên temendar
4 – Dijî elzaymer û nexweşiya jibîrkirinê ye, zanîngeha Lîma Lînda ya amerîkî da xuyakirin ku ava henarê elzaymer nahêle.
5 – Bo fişara xwînê zor baş e, zanîngeha Queen Margrêtê li Skotlandê daq xuyakirin ku rojane 500 mîlîm ava henarê pêşiya tansiyona xwînê digire.
6 – Duhna nava xwînê nahêle, Doxtor Tmas Klînkî pisporê nexweşiyên dil li Amerîkayê da xuyakirin ku vexwarina ava henarê şekir û duhna xwînê bi yekcarî nahêle.
7 – Êş û wezna laşê kêm dike û pêşiya zêdebûna kerşên mirovan digire.
8 – Bo cîger zor bi sûd e, çavkaniyeke sereke ya vitamin Gî û potasyom e ku dibe sedema pakijbûna cîger, rûvî û kêm bûna hewayê sikê.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 296
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
פריטים המקושרים: 5
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 12-11-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: תרבות
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 21-11-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( زریان سەرچناری ) ב- 26-11-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئاراس حسۆ ) על: 25-11-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 296
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,894
תמונות 106,294
ספרים 19,330
קבצים הקשורים 97,315
Video 1,399
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.735 2!