הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,761
תמונות 106,038
ספרים 19,348
קבצים הקשורים 97,397
Video 1,397
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Zaza Çawa Bûn Kurmanc?
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zaza Çawa Bûn Kurmanc?

Zaza Çawa Bûn Kurmanc?
=KTML_Bold=Zaza Çawa Bûn Kurmanc?=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Li gor min kird hebûn û kirdmanc hebûn, lê herdu jî bi kirdkî diaxivîn.Ev kurmanciya ku îro Zaza jê re dibêjin kirdmanckî jî, piştî gelek dewranan derketiye holê.
Ez ne dîroknas im û hivza xwe ji rewşeke wisa dikim, ku çavdêriyeke wisa li pey xwe bihêlim, piştî vê nivîsê. Lê der barê zaza û kurmancan de hewceyî heye ku dîtin û ramanên xwe bînim ziman, ji ber ku li ser vê mijarê ji zû ve teoriyeke min heye.Li bajarê Mêrdîn navçeyên Dêrik, Qoser, Şemrex, Mehsertê, Nisêbîn, Stewr û Kerboran hene. Li van bajaran Zaza tune ne. Lê mînak li navê Qoserê binihêrin. Dewleta Tirkiyeyê navê navçeyê kiriye Kiziltepe, yanî Girê Sor. Di dîroka Qoserê de jî tê gotin ku hinek navên kevin ên Qoserê hene, wekî Kosar û Dunaysir. Niha jî navê taxeke Qoserê Kosar e, ev 20 sal e ez wisa dizanim.Dema mirov bi Zazakî bifikire Kosor an jî Koyê Sor bi Kurmancî Girê Sor bi tirkî jî Kizil Tepe ye. Yanî navê rastî yê Qoserê Kosor e û bajarekî Zazayan e. Li Mêrdîn mirov bigere, li herêmê gelek nav hene ku kurdî ne, lê di kurmanciya îro de tu ma'neya wan nayên zanîn. Di bingeha xwe de ji Zazakî tên.Jixwe berê Kurmanc bi Kurmancî nediaxivîn, bi Zazakî diaxivîn. Lê Kurmanc hebûn. Em îro ji wan re dibêjin Kurmanc lê Celadet Elî Bedirxan dibêje tîpa u berê di kurdî te tunebû. Jixwe ji ber xwê em di jiyanê de hinek dibêjin buxwe, juxwe, birxur, lê di zimanê nivîskî de em dibêjin bixwe, jixwe, birxwir û hin wekî din. Yanî Zaza belasebe nabêjin Kirmanc, ya rast jî jixwe ew e.Navê Zazayan heke ji Zozanan tê, heke ji tiştekî din tê, welhasil navekî nû ye. Li herêma Qerejdax gel nedigot Zaza, lê digot Dimilî. Gotina Zaza min piştre bihîst.Di dîrokê de, yanî gelekî berî Îsa ku hîn kirmanc bi kirdkî diaxivîn, kurd ji du sinifan pêk dihatin, xwedî ax û yên ne xwedî ax. Kirmanc feqîr, xizan û bê erd bûn. Zazayan ji kirmancan jin nedianîn, kirmanc sinifa jêrîn bûn. Mirov dikare van herdu sinifan wekî kird û kirdmanc bi nav bike. Zaza kird bûn, xwediyê axê bûn û yên feqîr ku axa wan diajot, li pezê wan dinihêrî jî kirdmanc bûn. Yanî ji kirdan bûn, bi kirdkî diaxivîn, lê sinifa jêrîn bûn.Ev li hemû cîhanê wisa bûye jixwe, sinifa jêrîn û jorîn hebûya.Her di dîrokê de çi bûye, nizanim. Bi salan min lêkolîna vê yekê kir, hîn dikim. Bajarên ku hîn arkeolog neçûne wir, ez çûmê. Kelehên ku hîn nehatine keşifkirin li Kurdistanê hene, ji dema kirdan mane. Heta navê kevirên wan îro di mîmariya îngilîzî de jî hîn navê xwe diparêze. Urban Granite yek ji wan keviran e, ku kirdan ji heriyê çêdikirin û di agir de dipijandin.Dibe ku piştî dagirkeriyekê sinifa jorîn teslîm nebûbe û derketibe çiyayan. Kirdmanc jî mabin li avahiyan. Ji ber ku jiyan li bajaran ava dibe, têkiliya kird û kirdan, têkiliya kirdan û jiyanê qut bû. Kirdmancan li bajaran ziman pêşve bir, ji ber ku çandinî, xwedîkirina heywanan û bazar li bajaran bû. Her ku sedsal derbas bûn, zimanê kirdan û kirdmancan jî ji hev dûr ket.Bingeha teoriya min ev e. Gelek kesan heta niha gotine kurmanc û zaza yek in, heta zimanzanan nîşan daye ku bingeha herdu zimanan yek e. Lê li gor min Zaza ji Kurmancan neqetiyane, esil Zaza kurdên esîl in. Yên ku li çiyayan mane, teslîm nebûne û zimanê dîrokî yê kurdan parastine ew in. Kurmancî zimanê kurdan ê bajaran e. Çawa ku Soranî jî pir dereng derketiye holê û li gor hinekan kurdiya zanist û siyasetê ye.Îro li nav kurmancan hîn jî hinek tiştên balkêş hene, ku bingeha xwe ji 3000-4000 sal berê digire. Mînak min dîtiye ku jineke kurmanc der barê bûka xwe de gotiye vê kurmanca tew dike ku kar nîşanî me bide. Yanî xwe kurd dibîne, bûka gundî jî kurmanc dihesibîne û li gor wê bûka kurmanc nezan, bê çand û urf e. Ya rast herdu jî li Mêrdîn dijîn û bi kurmancî diaxivin, ji Zazakî jî qet fam nakin. Lê ev nihêrîn hîn ji dema kird û kirdmancan tê.Gotin Kurê Manco jî li gor min, navekî Zazayan e ku wê çaxê danîne. Di eslê xwe de heke Gurgmanc be an jî tiştekî din be jî, ji dema wan tê.Mirov Zazakî hîn bibe mirov ê çêtir ji dîroka kurdan jî fam bike, çêtir nivîsên kevin jî fam bike û têkiliya navbera sedsalan jî dayne.Wekî encam, dixwazim bêjim, ku zazakî zindî nemîne dê şensa kurdan a jiyandina reh û kokên dîrokî jî nemîne. Çawa ku tirkan îro têkiliya tirkiya nû û kevin nehiştine û tirkiya kevin winda kirine, kurd jî dê winda bikin.Ji ber ku ev ne nivîseke akademîk û lêkolînerî ye, tenê gotareke ramanî ye, min pêdivî nedît ku koka wê daynim ser çavkaniyan. Li gor baweriya min rojek dê were, zanist û dîrokzan dê vê yekê pir zelal daynin holê.Mixabin sazî û dezgeyên bakur ne di vê ferqê de ne. Di civîneke Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn de, min bi israr gotibû Şaredarê birêz, hemû şaredarî xebatan bi kurmancî dikin, tu Zaza yî, balo hûn xebatên xwe bi Zazakî bikin, berhemên kurmancî bihêlin ji yên din re, hûn Zazakî çap bikin. Lê şaredar bi israr got em ferqê naxin navbera zaravayan.Ya rast, mesele ne ferq e. Encax ez bêjim ku divê em hemû kurmanc zûka zazakî hîn bibin, hîn were famkirin ku ez dixwazim çi bêjim.Li Amedê kursên Zazakî dê dest pê bikin. Ez ê bixwe jî hewil bidim ku hîn bibin. Hêvîdar im Zazayên ku niha li navçeya Kosor (Qoser) dijîn jî, yên din jî hîn bibin. Ya rast, em hemû Zaza ne.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 461
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
פריטים המקושרים: 6
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 05-10-2009 (15 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חברתי
ספר: לשוני
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 18-11-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 22-11-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 21-11-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 461
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,761
תמונות 106,038
ספרים 19,348
קבצים הקשורים 97,397
Video 1,397
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.265 2!