הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,902
תמונות 106,237
ספרים 19,341
קבצים הקשורים 97,356
Video 1,397
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Pirtûkên kurdî çima nayêne xwendin?
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pirtûkên kurdî çima nayêne xwendin?

Pirtûkên kurdî çima nayêne xwendin?
=KTML_Bold=Pirtûkên kurdî çima nayêne xwendin?=KTML_End=
Birgul Ozbaris Arda

Li Bakurê Kurdistanê ji ber politîkayên dewletê û mixabin ku ji ber kêmasiyên nivîskarên me, mirov nikare bêje xwendin û nivîsandina kurdî pêş ketiye. 
Kesên bixwazin bixwînin, ji ber di warê zêdebûna alternatîf û kalîteyê de pirtûkên bi tirkî bêtir in, berê xwe didine xwendina pirtûkên tirkî. Her çiqas xwendina bi tirkî ji xwendevanan re hêsantir tê û ev jî sedemek e, lê kalîte jî di vir de roleke grîng dilîze ku divê ev jî neyê paşçavkirin. Di vî warî de xemsarî û berdîberdaniyek heye û ev di asteke grîng de ne mixabin. Dema pirtûkeke bi kurdî derdikeve piyasê herî zêde hezar hep tên firotan, lê li gel vê jî ev nayê wê wateyê ku ew hezar hep jî têne xwendin. Pir kes jî ji bo alîkariyê an ji şerman dikirin an mîna diyarî digirin, ji destê nivîskar bi xwe. Mirov nikare zêde di destê kesekê de pirtûkeka kurdî an jî rojnameyeka kurdî bibîne.Dema doktorek teşhîsa xwe şaş bike, dikare nexweşê xwe bikuje jî. Rewşa kurdî jî niha wisan e. Lewra rexne kêm in û yên heyî jî lawaz û tirsonek in. Nîqaşên di vî warî de têne kirin jî, her wihan in. Lewra bi hesab tevdigerin.
Heke berhem nayên xwendin, wê demê divê mirov li ser hemû sedeman û hesabên ferdî raweste ku li gor min pirsgirêka herî girîng jî, kalîteya berheman û bikaranîna ziman e.
Bi taybet dixwazim li ser pirtûkên helbestan rawestim: Belê kurd ji ber serpêhatiyên trajîk ên sedên salan pir hestyar in, lê ev nayê wê wateyê ku hemû kurd dikarin bibin helbestvan. Çewa alfabeya kurdî hîn dibin, pê re jî dest davêjine helbestan û ewr û ezmanan bi ser xwe û me ve hildiweşînin, malê li wêjeya kurd dikin kavil. Her çendî gelek kes hene ku di gelek mijaran de `pispor`in jî, lê di rastiyê de ji xeynî klasîkan û çend nivîskar û helbestvanên nûjen pê ve, kalîte pir zêde daketiye.  Ya rastî, dema vê daketinê dibînim, dilê min bi xwe ji pêşeroja wêjeya kurdî sar dibe. Ev bêkalîteyî, ne hêjayê kûrahî û mezinahiya wêjeya kurd e. Tal be jî ji bo gelekan, rastî ev e. “Di malê de tune ar e, navê jinê Guldîdar e” yan jî, “Ez im ne ez im, destmala gulgewez im”. Berhemên bi kûrahiya zanebûneka dîrok, wêje û rastiya jiyan û zimanê gel hatine nivîsîn, çêjeke mezin didin û xwe didine firotan, di cî de balê dikşînin. Dema reng û hestên kûr ên nivîskar li ser berhemên wî/ê nikaribine bêne neqişandin, bazara vî karî jî çênabe û kesek xwe nêzîk nake.
Ev salek e ku ez li Stockholmê, li Pirtûkxaneya Navneteweyî ya Swêdê kar dikim. Li pirtûkxaneyê herî zêde di warê kalîteya pirtûkên kurdî de tengasî tê kişandin. Seriya 120 zimanî pirtûk hene li wê pirtûkxanê, lê tu zimanek ji wan, vê pirsgirêkê najî. Balkêş e ku di tu zimanî de jî, bi qasî zimanê kurdî, pirtûkên helbestan tunene. Herî zêde jî pirtûkên beşa rûsî, erebî, îspanî û farisî dewlemend in, lê di wan de jî ew qas pirtûkên helbestan tunene. Li gel ku beşa kurmancî jî, beşa herî piçûk e, mixabin. Dema pirtûkxane ji bo beşa kurdî pirtûkan dikire, pirsgirêka wan a herî mezin, mijar e. Lewra dest davêjin kîjan pirtûka kurmancî, ji bilî çend roman û pirtûkên lêkolînî, hemû pirtûkên helbestan in. Dema dawî jî, rêveberiya pirtûkxaneyê biryar girt ku ji bo beşa kurdî êdî pirtûkên helbestan êdî nekirin û neynine pirtûkxaneyê. Ji xwe pirtûkên zarokan ku herî zêde dixwazin bikirin û bîninine pirtûkxanê, pir kêm in. Di pirtûkên zarokan de jî, daxwaz ne pirtûkên ku hatine wergerandin in. Haya wan ji dewlemendiya wêjeya kurd û çîrokên kurdî heye û ecêb dimînin ku çima li ser van mijaran, ji bo zarokan pirtûkên kurmancî ewqasî kêm in. Kesên ku pirtûkên kurdî sîparîş dikin û dikirin bi xwe swêdî ne û bi kurdî nizanin. Lê ji ber daxwaz û aciziyên xwendevanan, haya wan ji naverok û kalîteya pirtûkên kurmancî heye, lewra jî, aciziyên xwe yên di vî warî de timî tînine ziman. Li gor sîstema pirtûkxaneyê, pirtûkên ku çend salan nehatibine deynkirin, an pir kêm hatibine deynkirin, ji refan tînin xwar û davêjin. Di nav salekê de, min bi xwe, bi biryara rêveberiya pirtûkxaneyê pir pirtûkên kurdî û bi taybet jî yên helbestan avêtine. Lê divê bê gotin ku hîn jî pirtûkên Seydayê Cegerxwîn, Şêx Evdirehmanê Axtepe, Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanî herî zêde têne deynkirin û timî di refan de ne. Ev jî rastiyekê nîşan dide ku dema kalîte û zanyarî hebe, pirtûk xwe dide xwendin û rastiya din jî ku hezar mixabin, li şûna pêşketin bibe, di vî warî de hîn asta van kesan nehatiye girtin, tew nêzîk jî nebûne. Encam û îstatîstîk diyar in û îsbata vê rastiyê ne.
Li gel van rastiyan jî, herkes qurqur beg e û tu kesek qîma xwe bi yê/a din nayîne. Hele ku heft rihê meriv hebe û meriv bikaribe rexneyeke piçûk li berhemên wan bike.
Mînakeke din: Lêkolînvanên cîhanê, bi salan li ser pirtûkekê kar dikin, lê yên me di nav çend mehan de pirtukekê amade dikin û hema di her beşê de `pispor`in. Nivîskarek dikare di heman demê de li ser dîrok, lêkolin, ziman, felsefe, mitoloji, wêje, helbest û hwd. binivîse û ji xwe zanebûn jî ne pir pêwîs t e, hezretî google heye. Çi serê xwe biêşînin, hema ji wir berhev dikin, didine hev û ha ji we re pirtûkeke lêkolînî. Lê çi jî bikin, nikarin rastiya xwe veşêrin, lewra dema diaxivin, an dikevine nîqaşekê, mirov dibîne ku ji zanist û zanyariyê dûr in û bê bingeh in. Dema bingeh tunebe, mirov nikare hêviya kûrahî û berhemeke têr û tijî jî bike. Dema ev hêvî jî tunebe, berhem jî wisa di refikan de dimînin û piştre têne avêtin. Eger pirtûk nayêne xwendin, ev nayê wateya ku kurd li zimanê xwe xwedî dernakevin. Nivîskarek ku ji nexwendina berhemên kurdî aciz e, divê vê yekê pêşî ji xwe pirs bike û di xwe de bigere li sedeman.  Bê guman ku ev jî pêvajoyek e û wê derbas bibe. Lê heya ku derbas dibe û zelaliyek dibe, mirov bikaribe çiqasî rê li ber xerabkariyê bigire, ew qasî baş e. Dema berhemek, neyê xwendin, ew berhem nikare şopeke erênî bihêle. Ji bo mirov bikaribe navê nivîskariyê li xwe bike, divê hinek jî hebin ku berhemên mirov bişopînin.  Nivîskarên swêdî yên herî navdar tên û ji me pirs dikin ka xwendekar çi dixwazin, çi bala wan dikşîne, pirtûkên wan çiqasî têne xwendin. Nivîskarên me jî divê ji herkesekî zêdetir nefspiçûk bin. Nefspiçûkî nîşana zanyariyê ye. Pozbilindî û parsûqalindî, ne karê rewşenbîran e. Divê bêhna wan fireh be, rexneyan ragirin, rexneyan mîna hesûdî û dijminayetî nenirxînin ku ji xwe gotina hesûdî û rewşenbîrî divê mîna erd û asîman ji hev dûr bin. Divê guhê wan li ser civakê be û parçeyek civakê bin. Her wiha divê weşanxane bi karên xwe rabin. Bizanibin û bikaribin bêjing bikin. Berhem kêm bin jî bila bi kalîte bin, pir çêtir e ku zêde û bêkalîte bin. Hejmara xwendevanan bi zêdebûna pirtûkan zêde nabe, bi kalîteyê zêde dibe. Zimanê min divê nebe êşkence ji bo min. Bi taybet, divê ziman bê hêsankirin. Hemû nivîskarên cîhanê li rêyên baştir digerin ku gelo dikarin çewa zimanê xwe hêsantir û siviktir bikin ku xwendekar baştir bikaribin wan fam bikin. Lê yên me pişt li peyvan dişkênin, stû li hevokan badidin, ji ber xwe ve gotinan çê dikin, mirov dema dixwîne, bawer nake ku bi kurdî nivîsîne. Zimanê dayikê ku dayik jê fam nake. Hîn jî hewl didin ku gelo dikarin çewa ziman girantir û zahmettir bikin. Jiwantirê bi vî rengî dibine `herî baş` û `nivîskarên nûjen`. Dema xwendevan ji ziman fam neke, wê demê çi pêwîst e bi zimanekî evdilecêb bixwîne.  Divê êdî ev mijar di nav nivîskar û rewşenbîran de bi hêsanî bêne nîqaşkirin. Herkesek nikare her tiştî zanibe û bibe pisporê ewqas tiştan. Ji ber vê jî, divê hev temam bikin û herkes li gor rastî û zanebûna xwe tevbigere. Problem ne xwendevanên kurdî û nexwendina berhemên kurdî ye, problem nivîskariya kurd e û divê beriya her tiştî ev bê çareserkirin.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 730
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 16-11-2023
פריטים המקושרים: 17
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 19-11-2009 (15 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: לשוני
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 09-11-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 16-11-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 730
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,902
תמונות 106,237
ספרים 19,341
קבצים הקשורים 97,356
Video 1,397
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.86 2!