הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,885
תמונות 106,297
ספרים 19,332
קבצים הקשורים 97,312
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Perwerdehiya pirzimanî û pirzaravayî
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pîroziya Çarșembê di kultura Kurdî da

Pîroziya Çarșembê di kultura Kurdî da
Perwerdehiya pirzimanî û pirzaravayî
#Samî Tan#

Roja 10’ê avrêlê koxebata Zanîngeha Mezopatamyayê hebû. Di vê komxebatê de gotûbêj û danûstandina me li ser polîtîka û bernameya zimanî ya vê zanîngeha ku dê were avakirin bû. Perwerdehiya li vê zanîngehê dê pirzimanî û pirzaravayî be. Perwerdehiya pirzimanî li gelek welatan heye, di vî warî tecrûbeyên cuda jî hene. Lê belê di warê perwerdehiya pirzaravayî de li holê tu tecrûbe nîn e. Ji ber vê yekê di komxebatê de jî nîqaş herî zêde li ser vê mijarê pêk hatin.
Li gorî pêşniyara hinek hevalan divê her zarava bi qasî rêjeya axêverên xwe di bin banê zanîngehê de ji xwe re cih bibîne. Heke ev yek were pejirandin hingî dê perwerdehî bi giranî bi kurmancî be. Lê hinek beşdaran jî xwest ku li dibistana amadehiyê her du zarava bi hev re werin fêrkirin û di perwerdehiyê de jî bi hev re werin bikaranîn. 
Her du pêşniyar jî ji hinek aliyan ve maqûl û di cih de ne, ji hinek aliyan ve kêşe û aloziyan durist dikin. Heke her du zarava cuda werin fêrkirin û perwerdehiya bi wan zaravayan jî bi qasî rêjeya axêverên wî be, hingî dê zaravayê kirmanckî were îhmalkirin. Her wiha dê her du zarava ji hev bi dûr bikevin.
Li aliyê din fêrkirina her du zaravayan pevre ji aliyê pedagojîk û hînkirina zimên ve karekî sext û dijwar e. Di vî warî de tecrûbe pir kêm e, mamosteyên ku her du zaravayan bi awayekî baş dizanin kêm in. Materyalên ku bi kêrî vî karî werin jî nîn in. Her wiha şagirtên ku bi zaravayekî dizanin belkî di hînbûna zaravayê din de zêde zehmetiyê nekişînin, lê belê ewên ku qet bi kurdî nizanin dê bi karekî sext û dijwar re rû bi rû bimînin.  Bi ser de jî divê ew kes pê re îngilîzî jî hîn bibin, ew ê kar dijwartir bike. Lê heke zanîngeh dev ji perwerdehiya bi îngilîzî berde, hingî dê di warê prestîj û qelîteya perwerdehiyê arîşe derkevin. Ji ber ku dê îngilîzî yek ji zimanên perwerdehiyê be û ji bo qelîteya perwerdehiyê û xwegihandina çavkaniyên sereke zanîna îngilîzî pir girîng e.
Berî ku komxebat dest pê bike, amadekarên komxebatê xwestibû ku em ji tecrûbeya gelên din jî sûdê wergirin, ji ber vê yekê ji rêxistineke sivîl a sîwane ku li welatê Baskê xebatên parastin û pêşvebirina zimanê baskî dimeşîne, mêvanek hatibû vexwendin. Mêvanê me Paul Billbao der barê rewş û xebatên xwe de em agahdar kirin.  Li gorî gotina Billbao wan hê di salên 1960’î de di dema Franco de gotiye, “Çawa be dê rojekê Franco rojekê bimire” û bi awayekî nehênî dest bi xebatên perwerdehiyê kiriye. Wan wê hingê sûd ji parçebûna welatê xwe wergirtiye û ew xebat li parçeyê di bin desthilatiya Fransayê de meşandine.
Li gel vê yekê jî rewşa wan zêde hêvîbexş xuya nedikir. Li pey agahiyên ku Billbao dan, pergala xweseriya li welatê Baskê têrê nekiriye ku pergaleke perwerdehiyê ya bi zimanê baskî ava bibe û li welatê wan hemû qadên jiyanê bibin bi zimanê baskî. Her wiha wan hê nekariye zanîngeheke ku hemû perwerdehî bi zimanê baskî ava bikin. Bi gotina Billbao li ser kaxizê wekheviya zimanan heye, lê belê makeqanûna Îspanyayê dibêje, “Hemû welatiyên Îspanyayê mecbûr in ku bi îspanî bizanin”, li hemberî vê yekê li welatê Baskê zanîna baskî ne mecbûrî ye. Ji ber vê yekê jî gelek hîndekarên zanîngehan û karmendên dewletê yên yekzimanî naxwazin zimanê baskî hîn bibin.  Li vî welatî kesên yekzimanî bi tenê zimanê îspanî dizanin, ev maf heye, lê mafê kesî nîn e ku bi tenê zimanê baskî bizanin. Li Zanîngeha Baskê ji sedî 36’ê mamosteyan bi tenê baskî dizanin, ji sedî 29’ê wan duzimanî ne. Di xwendina bilind de bi ten ji sedî 2 zimanê baskî heye.  Ji 328 tezên lîsansa bilind bi tenê 29 heb bi baskî ne, 80 bi îngilîzî ne, yên mayî hemû îspanî ne.
Li welatê wan sê cure dibistan hene; di yekê de perwerdehî bi îspanî de waneya fêrkirina baskî heye, di yekê de her du ziman bi hev re di perwerdehiyê de tên bikaranîn û di yekê de jî perwerdehî bi zimanê baskî ye, lê belê îspanî jî tê fêrkirin.
Li aliyê din Billbao diyar kir ku berê baskiyan bi hestên neteweyî zarokên xwe dişandin dibistanên bi zimanê baskî, lê niha ev hest qels û lawaz bûne, ji wê zêdetir bala xwe didin qelîteya perwerdehiyê, derfetên kar û karîyerê.
Belê, ev tecrûbe tiştekî nîşanî me dide, îro gelê kurd bi hestên neteweyî çavên xwe ji gelek qels û kêmasiyan re digire, lê belê kes ne kor e, her kes her tiştî dibîne. Lewma jî divê em karê xwe baş bikin, ne tenê perwerdehiya bi kurdî, divê em perwerdehiyeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî azadiyê bi hişmendiya civakeke demokratîk ekolojîk û azadiya zayendî pêşkêşî gelê xwe bikin. Divê encamên hilbijartinên herêmî jî di vî warî ji ber bibin rênîşandêr.Kaynak: Perwerdehiya pirzimanî û pirzaravayî - Amîda Kurd
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 629
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/- 18-10-2023
פריטים המקושרים: 19
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 15-04-2014 (10 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: לשוני
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 18-10-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 24-10-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 21-10-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 629
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,885
תמונות 106,297
ספרים 19,332
קבצים הקשורים 97,312
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.531 2!