=KTML_Bold=DEMA MIROV LI SER PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ K’URDÎ BI SÎSTÊMÎ R’ADIWESTE, HEMÛ BINGEH Û SERSEDEMÊN WAN DERTÊN BER Ç’AVAN=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#
TÊBÎNÎYÊN GIŞTÎ
Ev zêdetirî 25 salan e, ez hewl didim pirsgirêkên r’êzimanî yên zimanê kurdî mak bikim û bidim zanîn, min ew bi zanistî nirxandine, di nava govekên cuda da analîz kirine û r’yên ç’areseîya wan destnîşan kirine. Û ev hemû ne ku t’enê di çarç’oveya teng a pirtûk û gotarên xwe da, lê bi beşdarîya aktiv a xwendevanan: bi govtûgo û gengeşêyên bi wan ra, p’ir’ê caran jî, di medya civakê da. Ango, ev pêvajoyeke zêndî bûye.
Û li ser vê rêyê, ji hêla min va di derbarê pirsên zimanzanîyê, sazûmanîya awazî ya zimanê k’urdî, pirsgirêkên alfabêyê û r’êzimanê da gotarên cuda hatine nivîsîn û weşandin. Ew ji destnîşan û danasîna pirsgirêkan destpê bûye, peyr’a gotarên zanistî-r’êzimanî hatine weşandin, bersîvên pirsên xwendevanan hatine dayîn, li ser wana nirxandin hatine kirin, paşê gotarên r’exneyî hatine (gengeşî û r’exneyên zanistî). Û piştî vê pêvajoyê îro êdî bingehek amade ye, ku mirov bikaribe wan hemû pirsgirêkan mak bike, bi zanistî binirxîne û bersîvan ji bo wan bibîne... [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=525598&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin DEMA MIROV LI SER PIRSGIRÊKÊN ZIMANÊ K’URDÎ BI SÎSTÊMÎ R’ADIWESTE, HEMÛ BINGEH Û SERSEDEMÊN WAN DERTÊN BER Ç’AVAN=KTML_Link_External_End=
כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל

כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 2,745
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!