הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,377
תמונות 105,305
ספרים 19,451
קבצים הקשורים 97,481
Video 1,394
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan 1895–1978 Xwediyê Yekemîn Rojnameya Kurdî (Roja Nû) Ye
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan 1895–1978 Xwediyê Yekemîn Rojnameya Kurdî (Roja N...

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan 1895–1978 Xwediyê Yekemîn Rojnameya Kurdî (Roja N...
$Mîr Dr. Kamîran Bedirxan 1895–1978 Xwediyê Yekemîn Rojnameya Kurdî (Roja Nû) Ye$
#Konê Reş#

Li ser daxwaza kovara The Hall Kurdî, vê carê bi min xweş e ku li dor kar û xebatên Mîr Dr. Kamîran Bedirxan rawestim. Wek ku çawa Mîr Celadet Bedirxan xwediyê kovara Hawarê ye ku yekemîn kovara Kurdî ye bi elfabeya latînî, wiha jî birayê wî Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan xwediyê rojnameya Roja Nû ye ku, yekemîn rojnameya kurdî ye bi elfabeya latînî.. Wek ku diyar e di roja 03-05-2023'an de 80 sal di ser weşana wê re derbas dibe.. Ev rojnameya ku di roja 03-05-1943'an de li Beyrûtê ji rex Dr. Kamîran Bedirxan ve hatiye çap û belavkirin. Ev ê ku tev jiyana xwe di ber Kurd û Kurdistanê de xerc kiriye û di helbestek xwe de wiha xwe dide naskirin:
Ne Botî me, ne Xerzî me xulamê axa Kurdistan
Ne Mîr im ez ne Axa me peyayê dewleta Kurdan
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan jî, wek birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan di salên cenga cîhanê yê duyemîn de, dest bi karê rojnamevaniyê li Beyrûtê kiriye û di 03-05-1943'an de, yekemîn rojnameya Kurdî bi elfabeya latînî, bi navê Roja Nû di dîroka kurdan de weşandiye. Ev rojnameya ku îsal 2023, (80) sal di ser weşana wê re derbas dibe.
=KTML_Bold=Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Kî Ye?=KTML_End=
Ew neviyê Mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxan e(1802-1868) û kurê Emîn Alî Bedirxan e (1851-1926), yê ku ji kesên pêşîn bû ku komeleyên kurdî, ji bo mafê gelê kurd li Stenbolê damezirandine. Mîr Kamîran di roja 21-08-1895'an de li Stenbolê çêbûye, xwendina xwe li Stenbolê qedandiye. Di 17 saliya xwe de beşdarî di şerê Belqanê de kiriye. Di sala 1919'an de bi birayê xwe mîr Celadet Bedirxan, Ekremê Cemîl Paş, Hac Tewfîq (Pîremerd) û Major Noel yê Înglîzî re, ji bo kar û xebatên polîtîk hatiye Kurdistanê, ji bo daxwazên gelê Kurd û çareseriya kêşeya kurd, berî ku peymana Sîverê bê mohir kirin û ji ancamên wê gerê, ev hersî bend ji bo Kurdan hatin dan; 62-63-64. Lê wê demê Mistefa Kemal li Sêveresê ye û rê li ber xebatên wan girtiye. Leşker şandine ser wan.
Di sala 1920'an de, Kemalîstan biryara bidarvekirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan standin Dr. Kemal Mezher Ehmed (Çend Rûpel ji Dîroka Gelê Kurd) de, rûpelê 73-74 dibêje: “Kongreya Neteweyên Rojhilatê ya ku di sala 1920'an de li Bakûyê çêbû. Kemalîstan xwest ku ew bi xwe li ser navê Kurdan heyetekê teşkîl bikin û bibin vê kongreyê. Di eynî salê de, Kemalîstan biryara idama Kamîran Alî Bedirxan derxist ku ew sed sal bûbû ku malbata wî bêyî sekin di rêya rizgariya Kurdistanê de xebat dikir.”
Piştî ku Mustefa Kemal di sala 1923'an de derbasî Stenbolê bûye, fermana bidarvekirina Mîr Emîn Alî Bedirxan û hersê lawên wî, Sureya, Kamîran û Celadet derxistiye. Hingê Mîr Emîn Alî û kurê xwe Sureya derbasî Misirê bûne. Mîr Kamîran û Celadet jî ji bo xwendina xwe ya bilind çûne Almanyayê. Li Almaniya Mîr Kamiran doktorayê xwe li bajarê Leipzig temam dike. Di heman demê de M. Kemal berê xwe daye kurdan, bi siyaseteke nû çand, ziman û dîroka wan, înkar kiriye.
Mîr Kamîran xwendina bilind li Almaniya bi dawî aniye. Û ji nû ve ketiye nav xebatên polîtîk. Di sala 1927'an de vegeryaye Rojhilata Navîn û digel birayê Mîr Celadet beşdarî di avakirina komela Xoybûnê de xebat kiriye ku alîkariya serhildana Agiriyê bike. Lê mixabin ew serhildan di şer de têk diçe. Vêca li Beyrûtê nivîsgehek parêzeriyê vedike û di heman demê de, bi birayê xwe Mîr Celadet re giraniya xwe berdidin ser elfabeya kurdî û xebatên rewşenbîrî û ferhengî û di encamê de, bi hejmarek kesên naskirî re mîna Cegerxwîn, Ehmedê Namî, Osman Sebrî kovara HAWAR û RONAHÎ yê bi nivîsên xwe dixemilînin.
Di şerê cîhanê yê duwemîn de, Mîr Kamiran jî wek birayê xwe mîr Celadet li Beyrûtê, dest bi karê rojnamevaniyê dike û di sala 1943an de, kovarekê bi navê Roja Nû, du zimanî Fransî – Kurdî diweşîne. Ev rojname xwerû bi kurdiya latînî bû, di gel ku beşekî fransizi ji têde hebû. Ji vê rojnameyê 73 hejmar hatine weşandin. Hejmara pêşî di 03-05-1943'an de derketiye, hejmara dawîn 73 di 27-05-1946an de derketiye.
Di eynî salê de (1943), rojnameyeke din bi navê “Stêr” li Beyrûtê çap û belav kiriye, 3 hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belav kirin, hejmara pêşî (1) meha Çileyê berê 1943, hejmara (2)an Sibata 1944an, hejmara (3)an û dawî di 22-01-1945'an de bû, anku her salê hejmarek jê hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya “Roja Nû” bû.
Hem jî di sala 1944'an de wî yekemîn car di dîroka kurdan de rojnameye dîwaran, bi alfabeya Latînî li Beyrûtê belav kiriye. Û li ser her rûpelekî wê çend gotinên pêşiyan dinivîsand:
Xerabkirin rehet e, lê avakirin zehmet e.
Sed xeber bi xeberekê disekine.
Desthilanîn fereca xêrê ye.
Her kes mêvanê emelê xwe ye.
Di wan rojnameyên xwe de dijayetiya xwe ya ji bo Nazismê diyar kiriye û her wiha bê westan û rawestan, xwestiye ji cîhanê re kêşeya gelê xwe bide zanîn.
Di sala 1947'an de Beyrûtê li paş xwe dihêle û diçe Parîsê, wek mamoste xebatê di zanîngeha Sorbûnê, beşê zimanên rojhilatê de dike.
Biraziya wî Sînemxan Bedirxan dibêje: (Mîr Kamiran heya temenê wî 17 sal bû gelek bîr û baweriyên wî li ser îslamê bû. Wî gotibû: Baweriya min bi Islamê gelek hebû ji bo min parastina vê olê tiştekî gelek girîng bû. Lê rojekê Arif Beg (Jonturk) ku naskiriyê bavê wî bû û di dema xwe de dadwerê mezin ê Stenbolê bû, di axaftina xwe de diyar kir ku nêzîkbûna jenosayda Ermeniya û domkir û got dema em ji wan biqedin roja Kurda wê bê. Kamiran rabû û derket bêyî ko silava wî mêrikî bike û got; vê carê ez têgihiştim ku biratiya misilmana bi tenê peyveke û êdî tu hêviya min ji Tirka nemaye û êdî divê destpêbikim dijî wan rawestim û şerê wan bikin. Ji wê rojê ve dest bi têkoşîna siyasî û çandî kiriye.
Piştî şerê cîhanê yê duwemîn berê xwe daye Fransa û di sala 1947'an de li Parisê bi cîh dibe. Li Parîsê, navenda xwendina Kurdî vedike û dest bi karê nivîsandin û çapkirina belavokên di derbarê gelê Kurd û Kurdistanê de dike. Di sala 1948'an de diçe Wilayetên Yekgirtiyê Amerîka û memorandûmek li ser rewşa Kurda pêşkêşî sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî dike, lê mixabin ti bersivê wernagire. Di heman demî de xwendina zimanê Kurdî li zanîngeha zimanên Oryantalî ya Sorbonê vedike û dest bi dersên zimanê Kurdî dike. Di sala 1954'an de dizewice.
Ji salên 1961'ê pêve tev kar û xebatên xwe dike bin xizmeta şoreşa Kurdî ya ku bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî destpêkiribû û bala dewletên mezin dikşîne li ser kuştin û şewitandina gundên Kurdan û rojnamevanên biyanî amade dikirin ji bo çûn û hatinên Kurdistanê.
Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzanî kir. Di lihevhatina 11-03-1970'î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de.
Di sala 1970'an de diçe Kurdistanê û têkilî Pêşmergeyan dibe û jiyana wan ji nêzîk ve dibîne. Her wiha berî ku koça dawî bike careke din diçe Kurdistanê û nemir Mela Mistefa Barzanî bi germî pêşwaziya wî dike û rola wî gelekî bilind dinirxîne.
Dibêjin ku di sala 1967'an de konferansekî navdewletî de, li dor kevinbûn û watedariya zimanan, di Zankoya Sorbonê de hatiye lidarxistin, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi du peyvên kurdî; (Xweda û Dê), beşdarî kiriye. Bi van herdu peyvan zimanê kurdî, bi zimanê fransî, ingilîzî, elmanî, erebî berhev kiriye û dêrînbûn û watedariya zimanê kurdî ji wan re daye nîşankirin. Di encam de teva baweriya xwe bi kevinbûna zimanê kurdî aniye.
Di roja 04-12-1978, demjimêr 17:00 an de Mîr Kamîran Bedirxan, nivîskar, Helbestvan, Dîplomatkarê Kurd, Doktorê Hiqûq û Profesorê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Oryantala Sorbonê, li Nexweşxaneya St Paul li Parîsê koça dawî kir. Berî mirina xwe, termê xwe kiribû diyarî ji Fakultên Tibî re li Parîsê. Anku bê gor e.
Şaredariya Bajarê Parîsê û Instîtuya Kurdî re li Parîsê
Di roja (04-12-2018)an de, anku di 40 saliya koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de, şaredariya bajarê Parîsê digel Instîtuya Kurdî li Parîsê biryar standin ku di roja 14-12-2018an de kolana ku mala Mîr Kamîran Bedirxan tê de bû, bi rengekî fermî navê wî lê bikin.
Hem jî ku ew devera li dor Parîsê ku baxê Mîr Kamîran Bedirxan bi navê (Ez û Te) lê hebû, navê Mîr Kamîran Bedirxan li wê jî kirin.
=KTML_Bold=Berhemên Wî:=KTML_End=
1 – Elfaba Min, Çapxana Hawarê, Şam 1938, 32r
2 – Langue Kurde, Paris 1953, 253r
3 – La Question Kurde, Paris 1959
4 – Le Kurde Saus Peine, Paris 1965, 172r
5 – Der Adler von Kurdistan, Postdam 1937
6 – Destpêka Xwendinê, Paris 1971, 165r
7 – La Lyre Kurde, Le Calvaire du Kurdistan (Helbestên Fransizî)
8 – Çarînên Xeyam
9 – Dilê Kurên Min, Kitêbxaneya Hawarê
10 – Elfabeya Kurdî Kitêbxaneya Hawarê
11- Xwendina Kurdî, Kitêbxana Hawarê Şam 1938
12 – Dersên Şerîetê, Kitêbxana Hawarê
13 – Proverbes Kurdes (Metelokên Kurdî) Lucy Paule, Marguerite û Dr. Kamûran, Paris 1937
14 – Le roi du Kurdistan (Qralê Kurdistanê) Dr. Kamûran û Adolphe de Falgerolle. Paris 1937
15 – Der Adler von Kurdistan (Eyloyê Kurdistanê) Kamûran Alî Bedirxan û Herbert Ortel. Berlin 1937
16 – Der Schnee Des Lichtes (Berfa Ronahiyê) Şihrên Kurdî Kamûran Alî Bedirxan û Dr Curt Wunderlich, Berlin 1937
17 – Edirne Sukutunun iç yuzu Kamûran Alî Bedirxan Celadet Alî Bedirxan Çapxana Serbestî
18 – Ji Tefsîra Quranê, Paris 1971
19 – Le Dossier du Kurdistan du Sud(Dosya Kurdistana Başur) Paris 1965
20 – Fêrbûna Xwendina Kurdî, 1968 Paris 61r
21- Turkçe izahli Kurtçe Gramer çapa 2 Ozgurluk Yolu Stanbol 1977, 60r
22 – Zimanê Mader, la langue Maternelle, alphabet et lectures Kurdes Paris 1965
23 -Zimanê Kurdî Gramera Kurdî, Tirkî Dr Kamûran Bedirxan û S. Şivan Stanbol 1976
24 – Nivîsa min, Mon Livre Cours Pratique de la langue Kurde Paris 1965
25 – Livres Scolaries Kurdes, Damas 1937
26 – Le calvaire du Kurdistan (Helbestên Fransizî) Paris 26r
=KTML_Bold=Berhemên Çap Nebuyî:=KTML_End=
Ferhenga Kurdî – Fransizî
Tefsîra Quranê (Bi tenê ji hinek sûreyan çap bûne)
Çar Încîl
Di encam de bi min xweş e bêjim; miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, wê ew milet, her û her paşketî bimîne.
Dr. Kamîran Alî Bedirxan di rojnameya Roja Nû, hejmara 11/ 1943an, li dor xwendin û nivîsandina zimanê kurdî wiha gotiye:
Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min nagihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayêm. Tiştê ku zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên serê jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me nayê; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzdeh mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 518
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 10-09-2023
פריטים המקושרים: 8
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 24-05-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 10-09-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 26-09-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 26-09-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 518
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.1108 KB 10-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,377
תמונות 105,305
ספרים 19,451
קבצים הקשורים 97,481
Video 1,394
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
Folders
הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - גיליון כורדי הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type - הספרייה - PDF - מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - מחוכם מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - Publication Type - Born-digital מאמרים - ניב - עברית

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.563 2!