הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,125
תמונות 106,709
ספרים 19,299
קבצים הקשורים 97,356
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
KURDÎ Û AXAFTINA BI ZIMANÊ BIYANÎ
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KURDÎ Û AXAFTINA BI ZIMANÊ BIYANÎ

KURDÎ Û AXAFTINA BI ZIMANÊ BIYANÎ
=KTML_Bold=KURDÎ Û AXAFTINA BI ZIMANÊ BIYANÎ=KTML_End=
Bahadîn Robar

Li gorî lêkolînên zanistî û encamên xebatên arkeolojîk pêşiyên kurdan ji berî zayîna Îsa 10 hezar salan li Mezopotamyayê ji jiyana koçberî derbasî jiyana dêmanî bûne. Ango derbasî serdema gund û çandiniyê bûne. Qewmên ku cara yekem gund ava kirine û çandinî ji xwe re kirine karê debarê bê guman protokurd (dapîr û bapîrên kurdan) in. Kurd ji destpêka gundewariyê li Zagrosan û Mezopotamyayê niştecih bûne. Mezopotamya herêmeke ji hemû aliyan ve gelek dewlemend e. Bi dar û daristanan, bi çem û robaran, bi deşt û zozanan û bi çiya û geliyan weke bihuştê ye. Heta di wê serdemê de Mezopotamyaya Jor weke dîlmûn tê binavkirin, yanî bihuşt. Çar demsalên salê tê de tê jiyandin. Ji bo çandiniya zad û darfêkiyan erdnîgariyeke bêhempa ye.
Piştî bi sedhezaran salan mirovatî ango Homo Sapiensên ku pêşiyên mirovên hemdem in koçberî dikirin û çend caran li dora cîhanê zivirîn, biryar dan ku tu ax û warê ji Mezopotamyayê xweştir û dewlemendtir nîn e, lewre li ser vê erdnîgariyê bi cih bûn û bûn sedema serdemeke nû. Her wiha wan bixwe her tişt afirandin û peyda kir. Ji berî wan tu azmûn û cerebeyên tu zindîweran tune bûn. Her dahênanek (îcad) û afirandineke wan gelek û gelek girîng bû. Ji ber ku ev dahênan û afirînerî di encama keda sedsalan de pêk dihat. Nivîs tunebû, lewre veguhestin û parastina van tiştan jî gelekê zor û zehmet bû.
Bes di pêşengiya jinan de her tişta ku dihat afirandin û dahênandin di asta pîroziyê de bû. Jibîrkirin, bênirxdîtin, windakirin û dilsarî û xemsariya li hember vê kedê weke bêsincî û bêrêziya li hemberî civakê dihat qebûlkirin. Herwiha ji bo kesên wisa nêzîk bibûna cihê şerm û riswayê bû. Serdem serdema pêşketin û hilberînê bû. Hem hiş û aqil û raman bi pêş diket, hem tevna civakî bi pêş diket, hem alav û amûrên pêwîstiya civakê bi pêş diketin û hem jî bi van xalan re ya herî girîng ziman bi pêş diket.
Her karek, her amûrek, her dahênanek, her riwek û zad û ajalên hatine vedîtin, xwedîkirin û kedîkirin û bikaranîn pêdivî bi navekî hebû û wê civakê jî li gorî taybetî û kêrhatina wan tiştan û vedîtinan nav li wan kirine. Bi vê yekê jî zimanî rehê xwe berdaye nava ax, xweza û civakê. Ji ber ku kurd ji gelên herî pêşî derbasî jiyana gund û çandiniyê bûne, ev keda zor û zehmet wan kiriye.
Serdemên piştre ji aliyê gel û civakên cîran ve navê çand û zimanê kurdî û heval û hevkar û hevparên wî weke ”çand û zimanên Arî” tê binavkirin. Wateya peyva ”Arî” jî bi du awayan tê şîrovekirin. Ya yekem, bi kurtasî mirov dikare bêje; bijarte, pêşketî, sereke û qedirbilind. Ji ber ku gel û neteweyên cîran her tiştên xwe ji wan hîn dibûn. Zana û pêşengên civaka wê serdemê bûn. Ya duyem jî wiha ye; Kesên çandiniyê dikin, xwediyê ga û amûrên çandiniyê ne. Ew jî pîrozî û girîngiya ji bo kedê dide nîşandan lewre ew Arî (arîen, aryen) ne. Ev têgeh bi demê re bû navê beşeke mezin a ku ji heman çand û zimanî çavkaniya xwe wergirtî.
Bingeha zimanên hînd-ewropî li ser vê çand û zimanî bi pêş ket. Ligel ku bi hezaran sal bi ser re derbas bû hê jî gelek peyv û têgehên ku xwendin, nivîsandin û wateya wan heman awayî ne di zimanên vê malbata zimanan de hene. Weke mînak; bi kurdî ”stêrk” bi îngilîzî ”star” bi frensî ”star” bi elmanî ”stern” bi farisî ”star” bi îtalyanî ”stella” bi yewnanî ”asterî” bi romenî ”stea” û hwd. di piraniya zimanên hînd-ewropî de bi vî awayî nêzîkî hev in. Koka wî çand û zimanî di vê xaka qedîm û pîroz de reh berdaye û li cîhanê belav bûye. Ev reh bûye reha jiyanê û bûye reha exlaq û wijdanê. Weke honandin û raçandina ber û konan, zimanê kurdî kêlî bi kêlî, ta bi ta, nefes bi nefes û gav bi gav hatiye lêkirin û honandin.
Ew keda dayikên kurd e, keda mêrên kedkar û dildar e. Lewre di nava gelê kurd de ziman rûmet e, şeref e û namûs e. Gelê kurd êrîş û hewldanên tunekirin û bişaftinê ên li ser zimanê xwe weke bêrûmetî û bênamûsiyê dibîne û wisa jî nêzîk dibe. Ji ber vê helwest û taybetmendiyê jî bi hezaran sal in bêyî ku pergaleke siyasî ya parastinê hebe zimanê kurdî kariye xwe bi hêza xwe ya cewherî biparêze û li ser piyan bigire. Di nava malbatê de, di êl û eşîran de, li kolan û di civatan de axaftina bi zimanê biyanî di nav kurdan de weke şerm û bêrêziyê tê/dihat dîtin. Her çi qas erdnîgariya Kurdistanê ji aliyê çar dewletan ve hatibe parvekirin û polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê li ser hatibe ferzkirin û meşandin jî kurd ji çand û zimanê xwe dûr neketin û berxwedana pîroz domandin heta roja îro.
Bi taybetî dayikên kurd zimanê xwe di dilê xwe de, di stran û lorînên xwe de parastin. Heke carinan hin kes bi zimanê biyanî biaxiviyana û ew hatibe dîtin û bihîstin, weke ku sûc û gunehên gelek mezin kiribe hatine şermezarkirin û riswakirin. Heta min bi xwe gelek caran bihîstiye di nava gel de digotin; kurê filankes li filan derê bi yekî re zimanê tirkî diaxivî, ji rê derketiye bavo! Beriya ji qalikê xwe der e! An jî digotin; keçê rebenê, kezîkurê keça filankes di kolanê de bi zimanê tirkûmanî diaxivî, weyla li min û vê ecêbê. Di nava malan û civatan de dibûn dengûbehs û kesayeta wan dihat nîqaşkirin. Weke îxanetkar û jixweder li wan dihat nêrîn. Lewre kurd qewmekî gelek girêdayê çand û zimanê xwe ye. Fikir û ramanên cuda jî hebin û li dijî tevger û fikir û ramanên hev ûdin jî bin dîsa bi zimanê dayikê diaxivin û xwe bi zimanê xwe pesin didin.
Li vir dixwazim serpêhatiyekê ji we re pêşkêş bikim. Camêrekî li gundekî Gevera Colemêrgê mamostetî dikir. Serpêhatiya xwe wiha ji min re vegot ; ”Ez mamosteyê gund bûm piraniya gundiyan cerdevan bûn. Kurdiya min gelek qels bû û tenê min hin peyv fêm dikirin lê hema bêje min qet nedikarî ez bi kurdî biaxivim. Hinekî devoka Amed û Colemêrgê jî ji hev cuda bû lewre min qet ji kurdiya wan fêm nedikir. Rojekê ez di kolaneke gund re diçûm min dît jinekê tenûr dadaye û nanî dipêje. Dema ez nêzîk bûm min ew nas kir û min bi zimanê tirkî gotê; qewet bê ji te re. Wê jî bi tirkî bersiva min da û got rehmet li dê û bavê te. Û min gotê; ka ew bênamûsê hevjînê te li ku ye? Dema min welê gotê pir bi hêrs bû û got; çima tu jî mêrê min re dibêjî bê namûs? Min jî gotê hevjînê te cerdevan e, ma ne bê namûs e? Dîsa jinikê bi hêrs got; hema çawa be ne weke te ye, qet nebe ew bi zimanê xwe kurdî dizane û diaxive lê tu bi zimanê xwe yê zikmakî nizanî û bi zimanê tirkî diaxivî lewre tu mafê te nîn e ku tu gotinên sar û dijûnan bidî hevjînê min. Ew ji min re bû ders û azmûnekexurt ku ez hînî zimanê xwe yê zikmakî bibim.”
Piştî hingê ev mamoste bi taybetî peywira xwe ji bo Cizîrê dixwaze û peywira wî dikeve Cizîrê. Dostek li min geriya û got peywira hevalekî min ê mamoste ketiye Cizîrê da tu jê re bibî alîkar wê baş be. Welhasil em jê re bûn alîkar û li Cizîrê bi cih bû û qeyda xwe ji bo qursa zimanê kurdî li komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) çêkir. Wê demê ez serokê wê komeleyê bûm û di heman demê de min mamostetiya zimanê kurdî jî dikir. Ew camêr di hundirê salekê de bû weke bilbilekî, ew qasî kurdiyeke nazik û paqij hîn bû û diaxivî. Û piştre jî ji bo çanda kurdî kete nava xebatan û gelek xebatên çandî yên giranbiha jî kirin.
Tenê di vê sedsala komarê de bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijwar û amûrên dîtbarî, guhdarî û nivîskî yên weke rojname, kovar, tv, radyo, torên medya civakî û hwd. ên pergalê kariye heta astekê bandorek neyînî li ser zimanê kurdî bike. Tenê bi polîtîkayên asîmîlasyonê jî sînordar nemane, her wiha bi zagon û hiqûqê xwe jî guvaşeke mezin li ser zimanê kurdî dane meşandin û hê jî didin meşandin. Li gel ku ev qas dijwarî û guvaş li ser zimanê kurdî hene jî li gorî lêkolîneke kovara frensî (2008) ya bi navê ”Le Français Dans Le Monde” li cîhanê di rêzkirina zimanên herî bibandor de zimanê kurdî di rêza 31. de cih digire. Dîsa li gorî ferhenga dijîtal a bi navê Wîkîpediya di nava zimanên herî zêde xwedî peyv de zimanê kurdî bi 721.599 peyvan di rêza nehemîn (9.) de cih digire.
Ev jî nîşaneya çandparêzî û zimanparêziya kurdan nîşan dide. Vêca kurd ji bo zimanê xwe di nava berxwedan û têkoşînek mezin de ne. Hê jî li Botanê bajarên weke Cizîr, Silopiya û Hezex dema du kes (kurd) pev re bi zimanekî biyanî diaxivin derdor bi çavên ne baş li wan dinêrin û ji wan aciz dibin. Ez ê bi gotineke diya xwe vê mijarê temam bikim. Ligel ku çend salan em li bajarê Antalyayê dijiyan ku bajarek şêniyên wî ji % 95 tirkîaxêv in jî diya min qet nexwest hînî zimanê wan bibe û hîn nebû jî. Hemû danûstandinên xwe bi kurdî dikir. Ji ber ku şerm dikir bi tirkî biaxive. Vêca dema kesek bi zimanê biyanî diaxiviya diya min digot; hey filankes ’ev çi şildî bildiya te ye’ û bi vî awayî berteka xwe nîşan dida.
Weke encam bêyî ku pêdiviya mirov pê hebe yanî bêyî ku muxetabê mirov zimanaxivê zimanekî biyanî be axaftina bi zimanek biyanî ya du aliyên kurd a pev re şerm e, guneh e û bêrêzî ye li hember hemû cangorî û têkoşêran. Zimanê dayikê nîşaneya şerefê ye ku bi gerdena axivêran ve ye. Kî vê nîşanê ji gerdana xwe derxe bavêje bêşerefî jê re pîroz be. [1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,026
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.kurdiskainstitutet.org/ - 17-08-2023
פריטים המקושרים: 52
הספרייה
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-07-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: לשוני
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 17-08-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 18-08-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 18-08-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,026
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,125
תמונות 106,709
ספרים 19,299
קבצים הקשורים 97,356
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.203 2!