הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,897
תמונות 106,293
ספרים 19,330
קבצים הקשורים 97,312
Video 1,399
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Du Stran û Varyantek
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Du Stran û Varyantek

Du Stran û Varyantek
Du Stran û Varyantek.
#Veysel Vesek#
Strana “Heyla Bêzo” li herêma Botanê gelekî berbelav e û ji qewlê hostayê nemir Cegerxwîn ve strana “Berdîlanê” ango ya dawetê ye. Ev strana ku min zarokatiya xwe de ji ber kiribû, berî salekî min carekî din li gundê Bafê ev stran, wekî vîdeo Bafê qeyd kir. Berî wê jî min gotinên wê nivîsî bûn. Varyanta “Heyla Bêzo” ya min qeyd kirî, min li ser kanala xwe ya youtubê jî par ve kir. Gotinên wê wiha ne:
$Heyla Bêzo$ (1)
Heyla bêzo heyla bêzo
Heyla bêzo l’te bêzarê
Bêzo sêv a sêv a sêv a
Tolê sêv a l’gulya darê
Mi Bêzo dît l’kan’ya şiriko
Mi Dêlê dit l’kanîya şiriko
Dastak cêr a yek şerbik a
Dastak cêr a yek şerbik a
Te xira kir mala kurika
Te xira kir mala kurika
Bêzo dît l’kan’ya kawkaba
Dêlê dît l’kan’ya kawkaba
Dastak cêr a yek lewlab a
Dastak cêr a yek lewlab a
Te xira kir mala azaba
Te xira kir mala azaba
Heyla bêzo heyla bêzo
Heyla bêzo l’te bêzarê
Bêzo dît kanya kawkaba
Tolê dît kanya kawkaba
J’pelê gûzê j’pelê gûzê
Kirasê meymo j’pelê gûzê
Min kirîbû min kirîbû
Min kirîbû par payîzê
Heyla Bêzo heyla bêzo
Heyla Bêzo l’te bêzarê
J’pelê darê j’pelê darê
Kirasê Meymo j’pelê darê
Min kirîbû min kirîbû
Min kirîbû par biharê
J’pelê ketê j’pelê ketê
Kirasê Meymo j’pelê ketê
Min kirîya j’binxetê
Kirasê meymo j’pelê kete
Vêca hostayê nemir Cegerxwîn, di berhema xwe ya bi navê “Folklora Kurdî” de, ev stran wekî du stran nivîsî ye û şirove kiriye. Di dawiya pêşgotina Cegerxwîn de tarîx wekî sala 1965 hatiye nivîsîn, yanî cara ewil ev berhem salan 27/11/1965’an de hatiye nivîsandin. Pirtûk di sala 1988’an de ji Weşanên Roja Nû derketiye. Seydayê nemir, ev stran di beşa “Helbeste û Berdîlan” de wekî du stranên cuda nivîsiye. Cegerxwîn ev her du stranên “Berdîlan” kengî û ji kê qeyd kiriye nenivîsiye. Di rûpelê 48’an de strana “Ji Pelê Darê”, di rûpelê 93’yan da, strana “Heyla Bêzê” nivîsîye. Hostayê helbest û gotinê, her du stran jî wekî stranê govendê-dawetê, dîlanê ango “Berdîlan “ binavkirine. Strana “Ji Pelê Darê” Wiha ye:
$Ji Pelê Darê$ (2)
Ji pelê darê, lê ji pelê darê
Kirasê Meymo, ji pelê darê
Min dirûtî lê par biharê
Kirasê Meymo, lê ji pelê darê
Sed pîroz bî lê bejna yarê
Kirasê Meymo, lê ji pelê darê.
Ji pelê gwîzê, lê ji pelê gwîzê
Kirasê Meymo, lê ji pelê gwîzê
Min dirûtî lê par payîzê
Kirasê Meymo, lê ji pelê gwîzê
Sed pîroz bî li bejan qîzê
Kirasê Meymo, lê ji pelê gwîzê
Ji pelê ketê, lê ji pelê ketê
Kirasê Meymo lê ji pelê ketê
Min dirûtî, lê ji bo dawetê
Kirasê Meymo, lê ji pelê ketê
Sed pîroz bî, lê li bejna te tê
Kirasê Meymo, lê ji pelê ketê
Ji pelê bîyê, lê ji pelê bîyê
Kirasê Meymo, ji pelê bîyê
Min dirûtî, lê bi derzîyê
Lê kirasê Meymo, lê ji pelê bîyê
Sed pîrozbî, lê li te zerîyê
Lê Kirasê Meymo, lê ji pelê bîyê
Strana duyemîn “Heyla Bêzê” di rûpela 93an da hatîye bicî kirin û li gorî strana ewil gelekî kurte. Stran wiha ye.
$Heyla Bêzê$ (3)
Heyla bêzê, li te bêzarê!
Çelemçîtî da ber şarê
Sêva sorê, li gulîya darê
Lawno! Lêxin bînin xwarê!
Bêzê kevoka beleke
Firek da xwe çû feleke
Yarê bêzê sed û yeke
Bêzê kevoka sipî ye
Firek da xwe çû banî ye
Yarên bêzê sed û sî ye.
Cegerxwînê nemir her du stran jî şirove kirine û mijar û gotin ji hev veçirandine. Şiroveyên Cegerxwîn gelekî levhatîne û zanîna wî ya li ser folklora kurdan dide xuya kirin. Lê di vê nivîsarê de em dixwazin bersiva vê pirse bibînin (dibe ku em nebînin jî). Gelo ev du stran ewil yek stran in û piştre ji hev veqatiyane; an du stran in û piştî sala 1965’an yanî piştî berhevkirina Cegerxwîn, di nava gel de hatine pêve kirin?
Strana Me di sala 2022’yan de li gundê Bafê ji Hemedê Osmên qeydkirî wekî xuya dike, ji her du stranên Cegerxwîn nivîsî wekî du beşa di nav xwe de dihewîne. Mirov dibe qey her du stran (Ji Pelê darê û Bêzê) di wext re bûne yek stran û varyanteke nû çêkirine. Cegerwîn her du stran berî sala 1965’an berhevkirine. Her çiqas çavkanî û herêm nenivîsandibê jî, ji gotinan herêm wekî Botan xuya dike. Strana me qeydkirî jî herêma Botanê ye. Dibe ku Cegerxwîn bixwe ev stran bihîstibe û not kiribe. Û xuya dike strana me di sala 2022’yan li gundê Bafê wekî vîdeo qeydkirî ji her du stranên Cegerxwîn qeydkirî çêbûye û di nava zemên de wekî varyanteke nû derketiye holê. Helbet di navbera stranên Cegerxwîn qeydkirî de û ya di 2022’yan hatî qeydkirin hinek cudahî û eynîbûn jî hene. Navê strana “Heyla Bêzê” ya Cegerwîn nivîsî bi wextê re bûye “Heyla Bêzo”. Dibe ku devoka Botanê jî hatibe guhartin. Lê wekî Cigerxwîn jî nivîsî ye, “Bêzê” Bêzo, navê keçekê ye û yarê wê avêtiye ser evîna xwe. Di varyanta pêvebûyî ya di sala 2022’yan de hatiye qeyd kirin de gelek guhartin hene. Gotinên strana 2022’yan de hatiye qeydkirin û ya berî sala 1965'an de ji aliyê Cegerwîn ve hatiye qeydkirin du rêzik eynî hene: “Heyla Bêzê li te Bêzarê,” “Lawno! Lêxin bînin xwarê…./ Her wiha di varyanta Cegerxwîn de Bêzê wekî keçeke tolaz hatiye teswîr kirin û stranbêj gotiye “Yarên bêzê sed û yeke../ yarên Bêzê sed û sî ye. ..” Lê di strana “Heyla Bêzo” ya me di sala 2022’yan de qeydkirî de, Bêzo ne keçeke tolaz e; Bêzo tenê bi sipehîtiya xwe mala ezaba xira dike.
Di varyanta me di sala 2022’yan de qeydkirî, Heyla Bêzo çar kita ne û bi tevahî ji 22 rêz in. Strana “Ji Pêla Darê” ku behsa Kirasê Meymo dike jî 12 rêz in, yanî bi temamî 34 rêz in. Di strana 2022’yan de hatiye berhev kirin û ya di pirtûka Cegerxwîn de, gelek rêz eynî ne. Mînak:
Ji pelê darê, lê ji pelê darê
Kirasê Meymo, ji pelê darê
Min dirûtî lê par biharê
Kirasê Meymo, lê ji pelê darê
Sed pîroz bî lê bejna yarê
Kirasê Meymo, lê ji pelê darê.
Di vê kitayê de tenê “Min dirûtî” ji qeyda 2022’yan cuda ye û bûye “min kirîbû.. Dîsa strana seydayê Cigerxwîn nivîsî ya 2022’yan berferehtir û bi temamî 24 rêz in û 4 kita ye.
Hem strana Cegerxwîn de hem jî ya me 2022’yan qeydkirî de stran li ser keça bi navê “Meymo” ji aliyê hezkiriyê ve hatiye gotin. Wekî ku, Cegerxwîn jî nivîsî ye derdê stranbêj kirasê Meymo ye. Lê di strana Cegerxwîn nivîsî de stranbêj terzî ye û kirasê Meymo didirû, di qeyda 2022’yan de stranbêj kirasê Meymo ji hinekan dikirê.
Strana me di sala 2022’yan bi navê “Heyla Bêzo” qeydkirî de rîtm û awaz ya govendeke giran e. Rîtma stranê nayê guhartin. Seydayê Cigerxwîn jî di pirtûka xwe de; ji bo strana “Heyla Bêzê”; Ev helbeste, ( wî weke helbeste binavkirirîye) di ber paleyê ra tê gotin û giran tê gotin. Herwekû govendê jî li ber digerînin û dîlaneke giran li ber dikin.” Nivîsî ye.
Wekî encam ez dikarim vê bêjim; her du stranên ku Cegerxîn wekî “ Ji Pelê Darê” û “Heyla Bêzê” nivîsî destepêke de stranên cuda ne. Her çiqas rîtma stranan yek jî be, ji ber ku navê du keçên bi navê Meymo û Bêzê-Bêzo cuda hene; du stran hatine pêvekirin. Helbet di nava folklora kurdan gelek caran, stranbêj an jî çîrokbêj, dikarin gelek çîrok û stranan bi pêve bikin û bikin yek stran an jî çîrok. Li gorî qenaeta min jî, piştî seydayê Cegerxwîn ev du stran berhevkirin, li Botanê her du stran bûne yek û varyanteke nû çêkirine. Ev varyanta nû jî wekî “Heyla Bêzo” ji me re maye.
Çavkanî;
1- Folklora Kurdî, Cigerxwîn, Weşanên Roja Nû. 1988
2- Kanala Folklora Kurdan https://youtu.be/ezef11DGC_U
Nîşe: Stranên Ji Pirtûka “Folklora Kurdî” çawa hatibin nivîsîn me wisa nivîsî. [1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 374
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ 16-08-2023
פריטים המקושרים: 3
ביוגרפיה
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 26-07-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: אמנותי
ספר: תרבות
ספר: ספרותי
ערים: Mardin
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 98%
98%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 16-08-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 16-08-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 16-08-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 374
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,897
תמונות 106,293
ספרים 19,330
קבצים הקשורים 97,312
Video 1,399
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.641 2!