הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,861
תמונות 106,274
ספרים 19,333
קבצים הקשורים 97,317
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Meryem Xan di navbera berê û niha de
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Meryem Xan

Meryem Xan
=KTML_Bold=Meryem Xan di navbera berê û niha de=KTML_End=
Luqman GULDIVÊ

Vê pêlê li qeydiyên kevin ên Meyrem Xanê guhdarî dikim. Di çarçoveya projeyekê de transkripsiyona (ji hev derxistina deng û nivîsîna wî li ser kaxezê) wan hatiye kirin. Ez jî lê dinihêrim û pêdihisim, dewamîbûna ziman çiqasî muhîm e. Gava li deverekê qut bû, li cihekî derz ket wê dewamîbûnê, êdî em ji hev fêm nakin. Êdî ew ziman û ev ziman ne yên hev in. Di cih de wisa li cihê xwe nebêjin ev çi heleman in. Min niyet e, heta ji min tê xwe jî û yên bixwînin jî serwext bikim.
Min got xwe jî serwext bikim, ji ber ku tişta pêşî bi min re peyda bû hîsek bû. Zarokên karê transkrîpsiyonê kirine, kurmanciyê bi kar tînin, ev diyar e. Bi kurmancî dizanin, heta xweş jî dizanin, lê mesele tiştekî din e êdî. Yan jî ji ber ku piştî hisa bi min re peyda bû, ez li ser mijarê fikirîm û pê daketim, ez wisa dihizirim.
Naxwe mesele çi ye, çi îhtîmal hene? Min mesele bir û anî û ya bi min ne dûrî aqilan e jî ez dikarim ha halo behsa wê bikim. Ev zarokên (Ji ber ku ji min ciwantir in, dibêjin, naxwe tu niyeteke min a xirab nîn e) hanê, hem bi kurmancî dizanin û hem jî pê dinivîsin, yanî xwendeyê kurmanciyê ne. Îro gava rojnameyeke, kovareke bixwînin, gava li bernameyeke radyoyê bihisînin, li filmekî, li şanoyeke bi kurmancî temaşe bikin, bi rehetî jê fêm dikin. Lê gava li stranên kevin guhdarî bikin, yan jî li qeydiyên çîrokên kevin, gelek tiştan ji hev dernaxin. Ev gelek tişt jî ji bo naveroka mijara pê daketine, ya rastî heyatî ne.
Mesele ne ew e ku gotinek, peyvek şaş bê fêmkirin û hêdî hêdî biguhere. Ev pêvajoyeke xwezayî ye. Lê gava em behsa projeyeke transkrîpsiyonê dikin, em behsa destwerdaneke ji derve dikin. Ev destwerdan dikare ilmî be, yan jî tenê bi armanca parastinê be jî. Yanî ew pêvajoya guherînê êdî ne li gorî adetê diqewime.
Vêca gava min behsa adetê kir, ez meseleyê dewam bikim bi adetê. Di nod salan de guherîna zimên jî ji adetê ye, tiştekî xwezayî ye. Lê ev bi tesîrlihevkirinên pirralî, bi demê re û helbet bi hemdê xwe diqewime.
Gava bi hemdê xwe diqewime, mirov li dengekî berî 90 salan bihisîne jî ji hev derdixe, ji ber ku li paşxana wî zimanê guherî hîna deng û sewtên ya guherî dengvedidin. Rojane neyên bikaranîn jî peyv, biwêj û awayên sazkirina hevokan ên berê di bîra niha de ne. Hingê kesên nihayê, wekî berê nepeyivin jî, ew berê hîna parçeyek ji wan û bîra wan e.
Lê çi hatiye serê kurdên Bakur û pê re jî serê van ciwanên transkrîpsiyon kirine? Ez li ser vê jî hizirîm. Ew girêdana di navbera berê û niha de yan bi temamî hatiye birîn, yan jî gelekî hatiye qutkirin. Siyaseta asîmîlasyonê ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve heye. Yanî mesele tenê siyaseta asîmîlasyonê bûya, diviyabû em ji bo tevahiya nifşên îro sax bibêjin, pira di navbera niha û berêya wan de qut bûye. Lê em behsa wan nifşan dikin ên ku zarokatiya wan teqabilî piştî nîvê salên nodî dike. Yanî destwerdana ji derve diyar e hingê yan karakterê xwe guherî yan jî encamên wê ji ber tiştinan guherîn.
Hingê ya li Bakurê welêt qewimî li aliyekî şikestineke hişk a awayê civaka heyî bû. Şewitandina gundan, valakirin, koçberkirina bi darê zorê, ji ber siyaset û şertên mêtingeriyê reva ji ber aboriya xirab û wekî din, hemû ketin ser hev. Kuliyatên metnên devkî, awayên peyivînê (speech arts), mekan û derfetên ragihandina civakî û her tişta eleqedarî wan an ji binî ve guherîn an qismî tune bûn. Vê qutbûna hişk xwe di dewamîna guherîna zimên de jî daye der û çawa min bi vê nimûneyê hîs jî kir, tesîreke gelekî mezin kiriye.
Lê ev proje û projeyên wekî vê jî dikarin ji vê anomaliyê, ji vê qutbûnê encamên wê re bibin derman. Ji ber wê karekî pîroz e û ji ber ku sê caran tê kontrolkirin jî, dibe ku berê û niha bigihîne hev yan jî tayê di navbera wan de ziravbûyî, stûrtir bike.
Yenî Ozgur Polîtîka[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 466
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/- 20-07-2023
פריטים המקושרים: 6
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 07-06-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מוסיקה
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 20-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 21-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 466
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,861
תמונות 106,274
ספרים 19,333
קבצים הקשורים 97,317
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.312 2!