הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,115
תמונות 106,571
ספרים 19,301
קבצים הקשורים 97,360
Video 1,394
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Jİ BO JÎYANEKE NÛ GAVEK GİRÎNG
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
=KTML_Bold=Jİ BO JÎYANEKE NÛ GAVEK GİRÎNG=KTML_End=
Cano AMEDÎ
21-10-1996

Ji mêj de mijara yekîtîyê di nav gelê Kurd û di nav hêzên ramyarî de tê lec kirin. Gava ku devê kê vedibe an dipeyive, qala hewcedarîya yekîtîyê dikin. Vê dîtina xwe jî ewha tînin zimên: “Kurd ji xwe ra xayin in, ne wilo bûna wê di nav wan de aqûbet û aşîtî hebûya, wê xwedîyê yekîtîyeke bingehîn bûna” dibêjin! Pirsa rastî, ev dîtina han mirov pê pirr acis dibe. Lê, di bin vê dêtina çewt di hinek rastî veşartî ne. Dibe em van rastîyan bibîn in û derxin holê.
Di demekî nêzîk de, ku du sal zêdetir e, li welatê me 5 hêzên me yên ramyarî di bin navê PYSK ‘ê de qewetên xwe gihijandin hev û partîyeke nû damizrandin. Ev penç hêzên ku ji xwe re digotin sosyalîst niha di bin ala PYSK’ê de biryara têkoşîna netewî û çînî stendine. Em bawerin ku ev biryara ku bingehîna xwe jî hêvî û evîna welat digire wê di demek nêzîk de xwe di nav livbazîyên pratîk de nîflan bide. Ev biryar hêvîyeke nûhe. Ji bo hêvî û daxwazin me bi ser kevin divê di nav gotin û çalakîyên me da, di nav teorî û pratîka me da tu nakoyên asê tune bin! Lewra, em hemû dizanin ku rastîya bîrûbawerîyê (teorî) di nav germîya nerît de (pratîk) xuya dibe. Gava ku em nikaribin zimanê nerît sazbikin, tê wê vatê ku bîrûbawerîya em diparêzin pûçe. Digel ku, daxwaza me karekî nû, hêvîyekî nû û damezrandina jîyanekî nû be, divê em bi dil û can bîrûbawerîyên xwe di jîyana nerît de, bi çalakîyên germî nîşan bidin. Gava gotin û dîtinên me jî çalakîyên germî cûda be, karê em dikin tu vata vî namîne! Kesên ku di nav jîyana şoreşgerî de cîh girtine, hemû dizanin ku bîrûbawerî û nerît wekî goşt û hestî bi hev re girêdaye! Gava yek rabe, wan ji hev veqetîne wê êşîyekî mezin bide jîyadin! Di warê ramyarî de, bi piranî êş û nexweşîyên mezin di bin sîya wê dîtinê de geş dibe.
Yekîtî hewcedarî ye an na? Ger bersîva me hewcedarî be, divê em zanin bin pêvîstîya vê hewcedarîyê ji ku tê? Divê ev hewcedarî, ne hewcedarîya kor û topalan be! Divê em hemû zaninbin ku yekîtîya sosyalîstan berîya her tiştî ji hewcedarîyan civakî û ji valaya rêxistinî tê. Ev yekîtîya han jî pirr girînge. Lê girîn gîya mezin ew e ku partî di pratîkê de bi serkeve. Yanî polîtîkayên xwe bicîh bîne. Em hemû dizanin ku di bicîhanîna polîtîkayên xwe de berpirsîyarên mezin dikeve ser milê kadroyên PYSK’ê . Ji bo hêvî û daxwazên gelemperî bi ser kevin divê PYSK bi gavên girîng û mezin armancên xwe di warê teorî û pratîkê de bicîh bîne. Ji bo vê jî, kadro, sempatîzan, alîkar û dostên partîyê divê xwedîyê hêvîyên mezin û daxwazger bin.
Yekîtîya Sosyalîstên Kurdîstan gava ku li ser axa welat be giringê. Tevgera ku li ser koka xwe nebe û berpirsîyara germî ne bihîze wê zû pûç bibe û dawî de hilmeşe. Ji bo ku em rê nedin tiştekî ewha diwê ev tevger li ser axa welat û li ser koka xwe bêafirandin û geşbibe… Gava ku di nav germîya têkoşîna îroyîn de em pêwîstîyên xwe bicîh bînin, wê tevgera me di demek nêzîk de bedela xebata xwe bistîne. Ji bo vî jî, divê herkes jîyana xwe wek jîyaneke rêxistînî ji nûh ve sazbike û xwe ji kêmasî û çewtîyên doyin paqij bike. Çaxa em pêwîstî û berpirsîyarên xwe bi cîh bînin ewê xebat û pewêndîyên me yên ramyarî pêşkevin û bi serfirazî bên xemilandin, bên pîroz kirin. Lê wexta xebatên partîyê di warê candî û bi dîplomasî bê girêdan ez bawerim ku axa ku îro dibin lingê me daye ev jî wê bişemit e.
Ji bo em di hoyên îroyin de paşve nemîn in, divê em pêwîstîyên pêvarojê baş “analîz” bikin û li gor wan analîzan kar bikin. Ev biryara ku penc rêxistinên me dane ne tenê ji bo duwaroja PYSK’ê ji bo gelê Kurd, ji bo yekîtîyeke bingehîn jî pirr girîng e. Ji ber van sedeman û ji bo kadroyên ku xwedî asoyeke dewlemend bin divê polîtîkayên me pirr zelal û li gor hayên welatê me be! Ev jî ancax bi amade kirina kadroyên zanavan ve mumkun e. Divê ev kadro bi her awayî û de hemû mijaran de di hemû hoyên dijwartir de, bê tirs li armanc û têkoşîna xwe derkevên.
Em dibêjin ku hêzên sosyalîst alternatîfekî nû ye. Rast e, ev alternatîfa nû divê di hemû warên ramyarî de çê bibe. Lewra, alternatîfa me ne “raqîptîya” hêzêkî dinê yê; an jî cîhê hinekan bigirin! Çimkî em dixwazin ri rengên din de rengê xwe nîşan bidin û cîhê xwe tije bikin. Ji bo vî jî, divê dest ji proxram û rêzname (pêyrew) pê bike heta bigê fêrkirina kadroyan û damizrandina rêxistinên saxê partîyê… Ji bo vana jî, divê em pergelên nû peyder bikin. Ancax em dikarin ewha bibin alternatîfekî nû û xurt. Eger em kêmasîyên xwe û kêmasîyên pêvaroja îroyin baş bibînin û bînin ziman, ez bawerim ku emê di demek nêzîk de fêkîyê vê xebatê bigrin. Ji bi vî jî, divê di hemû gadên ramyarî de em çalakîyên xwe yên rexistinî bidomînin û pêwistîyên xwe yê nêzîk û yên dûr ji hev vegetîn in. Gava ku em xebat û têkoşîna xwe bi warê çandî û “legal” ve girêbidin rewşa me wê ji ya doyin baştir nebe. Em heû dizanin ku di jîyana rêxistinî de pêşketina hêzekî ramyarî ancax bi çalakîyên vî tê pîvandin. Yanî bi gotineke din neynika gotin û dîtinan (an jî teorî) pratîk e.
Berîya nivîsa xwe biqedînim ez dixwazim çend gotinên kurt bibêjim. Rast e, ev gotinên han ji alîyê pirr kesî ve hatîye zimên. Lê gava ducar bibe jî tu zirar çê nabe! Divê bêrîya her tiştî di warê têkoşînê de em xwe tu carî ne xapînin. Gava ku em rewşa xwe, qeweta xwe û hoyên ku welat têda ye em baş analîz bikin, jê tecruban derxen vê gavê emê pirsgirekên xwe bixin rîya çareserîyê. Tiştekî din jî ev e divê wek her deman, îro jî digel rexneyên dostane, we yên ku bi tiştêkî qayil nabin jî hebin. Lê ji bo partîya nû pîvan divê ne gotin be, kar be, encama kar be; emsal divê ne rêxistinên din bin, pêwîstîyên pêwajoyê û kapasîte û xebata heyî bin… Berîya her tiştî jî divê em her dem karibin xwe rexne bikin û jî wan rexnan hinek encaman derxîn…
Ez bi hêvîya tî û bircîbûna yekîtîyê di têkoşîna germî de serfirazîyên bê sînor dixwazim. Axa welat, pratîka germ û dijwartir li benda me ye. [1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 298
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-07-2023
פריטים המקושרים: 4
מאמרים
מילים וביטויים
1. gavek
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 21-10-1996 (28 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חברתי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 19-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 20-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 20-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 298
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,115
תמונות 106,571
ספרים 19,301
קבצים הקשורים 97,360
Video 1,394
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 3.844 2!