הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,996
תמונות 106,683
ספרים 19,298
קבצים הקשורים 97,307
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Çima cîhan li dijî çekên qedexekirî bêdeng e
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çima cîhan li dijî çekên qedexekirî bêdeng e

Çima cîhan li dijî çekên qedexekirî bêdeng e
=KTML_Bold=Çima cîhan li dijî çekên qedexekirî bêdeng e=KTML_End=
=KTML_Underline=Siyamed Sîpan=KTML_End=
Di vê nivîsê dixwazim hewl bidim pirsa bê “çima hemû cîhan li dijî bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta tirk ve bêdeng e” bibersivînim. Bingeha pevçûn û şeran çi be jî di cîhanê de heta roja îro prensîbên şer henin ku hemû alî bi fermî yan nefermî pejirandine. Em dikarin wekî du parçe lê binerin; prensîbên kevn û prensîbên nû.
Dema em li prensîbên kevn dinerin, dibînin ku hemû koka xwe digihînin pirtûkên olî. Weke mînak pirtûka “Deuteronimium (bi yewnanî tê wateya zagona duyemîn)” bandor li parçeyekî mezin ê Tewratê û Încîlê jî dike. Di vir de tê nivîsandin ku divê leşker çawa şer bike, çi bike ji malên talankirî û çawa parve bike, çawa zarok û jinên dijminan bike kole. Her wiha gelek tiştan qedexe jî dike. Weke birîna darên fêkî û xerakirina cîhên zanistî û olî.
Dema em berê xwe didin sedsalên nû em dibînin ku du konvensiyon hene ku bandora xwe li ser dîroka cîhanê kirine. Yek li bajarê Den Haagê yê Holandayê bi navê “Konvensiyona Haag” ê ku di sala 1907‘an de hatiye mohrkirin û ya din jî bi navê “Konvensiyona Cenevre (Genfer Convention)” ku di sala 1864’an de bingeha xwe datîne.
Konvensiyona Haagê armanca wê ew bû ku li dîjî desthilatdariya rûsan di nava cîhanê de êdî şer wek enstrûmanekê rake û di şûna wê de zagonên hiqûqê derxîne holê. Di encama vê hewldanê de Dadgeha Navdewletî (Dadigeha Cîhanê) ku wek “Inernational Court of Justice” jî tê naskirin derket holê. Ev dadgeh niha li bajarê Den Haagê yê Holandayê ye.
Konvensiyona Cenevreyê piştî sala 1864‘an tê avakirin û sal bi sal xalên nû lê tên zedekirin, niha li nava cîhanê bi awayekî giştî weke “Destûra Bingehîn a Cîhanê” tê nasîn. Ev her wiha zagonên navdewletî yên herî mezin û girîng in jî. Sedema wê jî ew e ku di encama vê konvensiyonê de Neteweyên Yekbûyî (NY) tê avakirin û bi NY‘yê re jî “zagonên cîhanê” bi navê “Çarta Neteweyên Yekbûyî (Charter of the UN)” ji aliyên endamên NY’yê ve tê mohrkirin. Hejmara van endaman niha 197 dewletên cîhanê ne.
Ji ber girîngiya Konvensiyona Cenevreyê ez dixwazim bi giranî behsa naveroka wê bikim. Konvensiyona Cenevre hewl dide şert û mercên şer ên mirovî deklere bike. Ev konvensiyon ji 4 peyman û 3 protokolan pêk tê. Ka em binerin bê naveroka van çi ye:
– Konvensiyona Cenevreyê ya yekemîn ji bo başkirina rewşa kesên birîndar û nexweş hatiye deklerekirin û ji aliyên endamên NY’yê ve hatiye mohrkirin. Di vir de tê diyarkirin ku kesên nexweş û birîndar di şeran de taybet in û dibe werin parastin û neyên kuştin.
– Konvensiyona duyemîn bi nexweş û birîndaran re her wiha kesên ku keştiyên wan bin av bûne jî lê zêde dike.
– Konvensiyona sêyemîn jî li ser girtiyên şer hatiye mohrkirin. Di vir de tê deklerekirin ku girtiyên şer gerek neyên kuştin û şert û mercên mirovî j bo wan bên xuyakirin.
– Konvensiyona çaremîn jî derheqê kesên sivîl de ye. Bi gotinek din, dibêje parastina sivîlan di herem û qadên şer de erkeke mirovî û cîhanî ye.
– Protokola yekemîn jî ji bo parastina mexdûrên şerên navneteweyî derketiye holê û hewl dide mafên mexdûrên şeran biparêze.
– Protokola duyemîn jî ji bo parastina mexdûrên şerên heremî/dewletî hatiye danîn.
– Protokola sêyemîn jî ji bo parastina amblem û alên taybet e. Weke mînak heyva sor an jî xaça sor e.
Bi kurtasî mirov dikare bibêje ev hemû xal hatine qedexekirin; şîdeta li ser jiyan û mirov, bi taybet kuştina bi her awayî, îşkencekirin, îzolekirin û tecrîdkirin. Her wiha kuştina girtiyan, binpêkirina rûmeta mirovan, kuştin an jî hewldanên xirab li dijî birîndar û nexweşan.
Peymaneke din a cûda ya NY’yê ku gelek girîng e “Konvensiyona Bikaranîna Çekan” e. Li gorî vê konvensiyonê ku hemû endamên NY’yê mohr kirine (Dewleta tirk jî di nav de) ev xal hatine qedexekirin (bi taybet bi armanca ji bo parastina sivîlan):
– Kemînên cam ku bi rontgenan nayên dîtin
– Hemû rengên kemîn û xefikên bombeyî
– Çekên agirîn ku xeteriyek ji bo mirovên sivîl çêdikin
– Çekên lazer ku dikarin mirovan kor bikin
– Bombeyên xar (mîsket)
Her wiha saziyek din a neteweyên yekbûyî jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ye. Ev sazî peywira wê ya bingehîn qedexekirina çekên kîmyewî ye. Ev peyman ji aliyê hemû cîhanê (ji bilî 2-3 dewletan) ve hatiye mohrkirin û pejirandin. Ev hemû çekên qedexe; çekên kîmyewî, çekên nukleerî û çekên taktîk-nukleerî in. Gazên kimyewî; napalm, herbizide, nessel-nettle, gazên fosfor in. Çekên nukleerî jî bombeyên atomî, bombeyên nukleer û bombeyên taktîk-nukleerî ine.
Weke mînak yek ji bombeyên taktîk-nukleerî jî teqemeniya zexm (basinç) e. Ev teqemenî weke radyasyon dikare tenê li malekê bixe, li xaniyekî bixe, li heremekê bixe. Bandora wê sed qat ji TNT‘ê mezintir e. Hem bi zexmê dikare mirovan bikuje hem jî dikare jehrî bike.
Çima min ev hemû mînak û prensîbên şer jimartin, ez ê niha bibersivînim. Dewleta tirk prensîbên şer ên kevn û nû tev bin pê dike. Dewleta tirk birîndarên şer îşkence dike û gelek gerîlayên girtî wisa kuştiye. Her wiha li gorî prensîbên şer ên kevn û olî, divê zarok û jin bi zanebûn nebin armancên teqemenî û çekan, lê dewleta tirk vêya dike. Bi dehan zarok û jinên kurd bi vî awayî hatine kuştin. Li gorî prensîb û zagonên kevn ên şer, divê tu kes xwezayê, daran, cîhên olî, zanistî û çandî talan neke. Lê dewleta tirk van hemûyan li ser axa Kurdistanê dike. Xwezaya Kurdistanê weke rêbazeke şer xera dike, bi hinceta bendav û rêyan daristanên Kurdistanê dibire, cîhên çandî û dîrokî bi zanebûn xera dike.
Dev ji zagon û prensîbên şer yên nû berdin weke ku em dibînin hemû prensîb û zagonên şer ê kevn jî bin pê dikin. Lê ev kevneperestî digihîje dapîr/bapîrên wan moxolan. Sedema hovîtiya moxolan ne tenê talankirina cih û waran bû her wiha jin, zarok, dar û daristan, xweza hwd. talan dikirin. Wek mînak moxolan qîr ber didan ser hespan û bera nav dijminên xwe didan. Yanî ajal/sewal wek çekên şer bi kar dianîn. Herî dawî beriya çend hefteyan me di nûçeyek de dît ku dewleta tirk jî bombeyan bi kuçikan ve girê dide û dişîne ser gerîlayan.
Em werin ser xal, prensîb û zagonên şer ên nû. Dewleta tirk van jî hemûyan bin pê dike. Girtiyan dikuje, birîndaran dikuje, sivîlan bi zanebûn armanc digire û dikuje, jinan dikuje, zarokan dikuje û ev ne bes e, li ber çavên hemû cîhanê çekên qedexekirî bi kar tîne. Li dijî kurdan çekên kîmyewî, gazên qedexe, bombeyên nukleerî û her wiha taktîk-nukleerî bi kar tîne. Ev çekên qedexe ne tenê li dijî gerîlayan û li çiyan bi kar tîne, her wiha li Nisêbîn û Rojava jî bi kar aniye. Gazên fosfor ku hemû cîhan weke çekên herî xerab û dij-mirovî bi lêv dike, dîsa dewleta tirk li dijî kurdan bi kar tîne.
Em vegerin ser mijara bê çima cîhan li dijî bikaranîna çekên qedexekirî ya li ser gerîlayên kurd bêdeng e. Bersivê vê pirsê mirov dikare hinek berfireh bide. Ji aliyekî ve dewleta tirk bi erêkirina Amerîka û Ewropayê li kurdan dide. Ji aliyê din ve jî ev hemû çekên qedexe seranser ji aliyê NATO digire. Ango envantera NATO’yê niha li dijî kurdan bi kar tîne.
Ji ber van sedeman hemû cîhan bêdeng e. Hemû cîhan serwextê vê rewşê ye û bi zanebûn bêdeng e. Tenê di çapemeniya Ewropayê de hinek bahsa vê mijarê hat kirin. Lê mixabin nerazîbûn û deng ewqas hindik bû ku hê jî tiştek berçav neqewimiye.
Wisa texmîn dikim ku dewleta tirk wext ji NATO’yê xwestiye. Dixwaze cara dawî dîsa bi hemû hêza xwe û hemû hêza NATO‘yê êrîşî kurdan bike. Wisa tund êrîş dike ku windakirina hemû statuyên xwe yên navneteweyî daye ber çav. Ji ber ku dizanin dema li dijî gerîlayan ne serkeftî bin wê hilbijartinan û desthilata xwe jî winda bikin. Dawiya wan an wê sirgun an jî girtîgeh be. Dizanin ku ew ê nema bikaribin rê li ber dabeşkirina Tirkiyeyê bigirin. Rast e, dema li dijî kurdan ne serkeftî bin ew ê dabeşkirina Tirkiyeyê jî dest pê bike.
Ji bo wê jî ne şaş e ku mirov bibêje ev şer şerê man û nemanê ye. Ya kurd ew ê winda bikin û têk biçin an jî wê dewleta tirk têk biçe û dabeş bibe.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 404
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 23-06-2023
פריטים המקושרים: 2
ביוגרפיה
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 11-11-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מחוכם
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 94%
94%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 23-06-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 27-06-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 27-06-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 404
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,996
תמונות 106,683
ספרים 19,298
קבצים הקשורים 97,307
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.828 2!