הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,837
תמונות 106,262
ספרים 19,333
קבצים הקשורים 97,315
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Navê ‘Akinci’ û ‘Kizilelma’ çi peyamê didin
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şoreş Reşî

Şoreş Reşî
=KTML_Bold=Navê ‘Akinci’ û ‘Kizilelma’ çi peyamê didin=KTML_End=
=KTML_Underline=Şoreş Reşî=KTML_End=

Medya tirk, di salên dawî de pir pesnê çekên mirovkuj dide û her roj dinivisîn ku bi dehan dewlet ketinê dorê ku wan bikirin. Derdê min ne başi, xerabî yan firotina wan e, berî hertiştî navên wan sîlehan bala min kişand. Helbet dema dewletek an şîrketek fabrîkayekê çêdike yan amûrekî derdixê, rêvebirên wê berê li ser navê wî/wê dûr û direj niqaşan dikin û di dawiyê de navê layiqî dewlet û şîrketa xwe hildibijerin. Di navlêkirina van balafiran de, dibê ku dewletê bi şîrketa derdixe ve biryar bi hev re girtibin û ew îhtîmal zêde ye. Lê ku û çawa biryar girtibe bila bigire, bala me navên hatine hilbijartin kişandin û ew peyamên balkeş didin.
Cureya duyêmîn a van firokan navê wê `Akinci`, ya sêyemîn jî `Kizilelma` ye û her du jî balafirên şer ê bêmirov in ku kurd ji nêz ve wan nas dikin. Gelo ew nav têne çi watê û bi ve yê dixwazin çi peyaman bidin? Wekî bê texmînkirin ji navên tiştekî re jî mirov dikare peyam, armanc, mentalîte û xeyala dewlet, şîrket û mirovan bixwîne. Di serî de gereg bê gotin ku her du nav jî bi dîroka osmaniyan re girêdayî ne. Navê akinci mirov dikarê weke tîmên pêşengê şer an eskerên nenîzamî yên ku diçin ser dijminan, kizilelma jî ji alî Ziya Gokalp ve wek ruh, xeyal, armanca pîroz a `li welatê mezin` digerî yan wê dixe bindestên (tirkan) xwe tê şîrovêkirin. Helbet kesên ku dîroka tirk û osmaniyan xwendine dizanin ku çawa qala akinciyên xwe dikin, pesnê wan didin ku Anatoliya çawa dagir kirine û dijmin tarûmar kirine. Yên biryara vî navî dane dixwazin bibêjin ku ev sîlahan jî akinciyê ve serdemê ne û em ê bi van êrîşî ser dijminan bikin. Di vir de peyama girîng a bê xwendin ew e ku hîna jî mentalîteya osmanî ya ye êrîşkar, dagirker, fetîhcî bi awayekî modern berdewam dike.
Navê modela firoka seyêmîn jî wek me gotî Kizilelma ye. Çima ne navekî modern lê Kizilelma? Kizilelma di kurdî tê wateya sêva sor. Navêkî wiha bê wateya xxya bike jî rabirdûyeke wê ya dîrokî heye. Yek jî dema navê sêvê derbas dibê, çekên kîmyewî yên Sedam tên bîra mirovan! Dema Helebce bombêbaran kir, bîna sêvan bi ser çiya û baniyan ketibû û penc hezar kurd bi vê bînê şehîd xistibûn. Ji ber wê ez ji peyvên bi sêvan re eleqeder nefret dikim! Lê bikim jî nekim jî biryara navan min nedayê û aşkere ye ku kesên nav danînr je pir hez kirine. Her çiqas yekser ne wek a Sedam bê jî, di encama bikaranîna van firokan de armanceka nêzikî vê di bingeha vî navî de heye.
Çi ye ew?
Di destpêka komara Tirkiyê de, îdeologên tirkan yên dîrokî, siyasî, civakî, çandî û hinekên bi eslê xwe kurd ê wekî Ziya Gokalp, dîtin ku fikrên `osmanîtî´û `îslamî` şêniyên li Anatoliyê êdî nikarin li cem hev bigrin.
Xeteriyên li peş tirkên li Anatoliyê zêde bûn. Dibû ku şerê navxweyî derkeve û dewlet bela bibe, piştî wê dewletên dînî û netewî yên biçûk derkevin holê. Ya jî dikaribû di seri de kurd, sûryan, çerkez, laz, ereb û miletên dinê li vê axê dijîn, her yekî dewletê xwe dameziranda. Di encameke wiha de neteweyeke bi navê `tirk` jî nedima ya jî beşeke pir lawaz wê bima. Ji bo ku pêşiyê li ve yekê bigrin û netewên li Anatoliyê di nav beroşa `çandî, rûhî û armancên xeyalî` de bikin yek û jê miletekî derbixin fikrên `tûranî`avêtin holê. Bingeha vê fikrê jî ji dîrokzanên Ewropî yê ku dîroka osmaniyan biçûk dixistin dihat. Bi taybet jî Vamberyê macar bavê vê fikrê bû û xwe wek nûnerê tûranî yê li Macaristan didît. Aqilmendên tirk û yên devşîrme bi çar lepan li wê xwedî derketin; komelê vekirin, rojnemê û kovar derxistin û şaîran helbestên `Tûran`, nivîskaran romanên `Arteşa Zêr` û Omer Seyfettîn jî çîrokek bi navê `Kizilelma` nivîsî û di wir de fikr û xeyalên tûraniyan yekitiya tirkên li cîhanê yê nijatperest nivisîn.
Li vir dixwazim kevanekê vekim, wekî heta roja îro hatî îdîa kirin û zanîn Tûr-Tûranî yan Tûranistan eleqeya xwe bi tirkan re nîn e û ew beşeke kurdan e! Ew babeta pirtûkan e lê ez ê di rojên peş de hewil bidim di nivîsekê de ve yekê binim ziman.
Rexmî kurdbûna tûr û tûraniyan jî, tirkên nijatperest xwedî lê derdikevin û dikin `ûlkû` an welatê mezin ê di xeyal û dahatûya wan de. Bi vî awayî piştî salên 1910an rewşenbîrên tirk û yên devşîrmê li dora hizra tûran kom bûn û xeyala Seyfettîn ji xwe re kirin armanca sereke.
Li gorî Seyfettîn û îdeologên din ê tirkan ê di bin bandora Ewropiyan de man, welat ne têne Turkiyê ne jî Turkistan bû, herêmeka hîn mezintir bû. Heta Seyfettîn, di çîroka xwe de welat; ”cîhê ku heta hespê padîşah çûyî” tarîf dike. Piştî vê serdêmê jî, hinekan carinan sinûorên aqil derbas dikirin, digotin ku `tirkek li ku be sînorên dewleta me heta wir diçe`. Bi kurtî, navê Kizilelma di bingeha xwe ji de dîtina nijatperest, êrîşkar, dagirker û qirkar digire.
Kesên wekî Z. Gokalp jî ew fikir li destpêkê wek tehlûkeyeka mezin dîtin û bingeha `tirkuticiyê` avêtin. Li gorî wan pêwîst bû di se merhalan de ew armanc pêk bihata. Yek, li ser erdzemîna li Anatoliyê yekîtiyek pêk bihata. Ji bo wê jî gereg kurd û miletên din li ser ve axê dijîn li destpêkê di alî çandî û rihî de nêzikî tirkan bihatana kirin an bihatana helandin. Merhala sêyêmîn jî `welatê mezin` bû. Ji bo van armancan pêwîst bû di serî de kurd, miletên din li Anatoliyê bihatana helandin. Dibe ku armanceke wî ya bi kuştin û tunekirina neteweyên din tune bû lê rêvebirên ew fikir girtine, her rê û rebaz ji xwe re heq dîtin. Ji bo wê, ji komkûjiyên li destpêka komarê bigire heta roja îro xeta kurd kuştin û tunekirine berdewam e.
Şîrket an dewleta ku îro ew nava li firoka mirovan dikuje kiriye, dixwaze bêjin ku di cihê hespê sultan de, firokên me şer ên bêmirov bi heman navî, bi heman hişmendî, armanc û xeyalê dikarin êrîşî ser derdoran bikin. Ew derdor dikarê Kerkûk, Misûl, Heleb, Selanîk an cihekî din be lê armanc û xeyal ew e! Ew hişmendiya ku osmaniyan ji bo xwe îdeal didîtin, mixabin îro jî hema hema bi heman awayî berdewam e û bê guman ew jî zirarê dide hemî gelan û tirkan jî.
Bi hêviya rojên firokên şer çênebin û cîhan bibe bihuşta gel û baweriyên cuda.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 324
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 23-06-2023
פריטים המקושרים: 2
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 21-01-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מחוכם
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 23-06-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 27-06-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 23-06-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 324
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,837
תמונות 106,262
ספרים 19,333
קבצים הקשורים 97,315
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.438 2!