הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,742
תמונות 106,014
ספרים 19,350
קבצים הקשורים 97,452
Video 1,396
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Erdhej, qedera Kurd û Kurdistanê ye. Lê mirin qeder nîne
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Erdhej, qedera Kurd û Kurdistanê ye. Lê mirin qeder nîne

Erdhej, qedera Kurd û Kurdistanê ye. Lê mirin qeder nîne
Erdhej, qedera Kurd û Kurdistanê ye. Lê mirin qeder nîne
=KTML_Underline=Îbrahîm GUÇLU=KTML_End=
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Di 24 ê Çileyê 2020 an de li Bakurê Kurdistanê Xarpêtê erdhejeke bi dereceya 6,8an çêbû. Vê erdhejê bandora xwe bi taybet li bajarê Meletiyê danî. Lê bendora xwe li hemû bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurtdistanê Hewlêrê danî. Erdhej, li Xarpêtê û beşek jî li Meletiyê bû sedema ziyanê mezin ên jiyanî û malî. Gelek xanî xerabe bûn. Bi taybetî jî li gundan xanîyan zirareke mezin dîtin. Gundek bi tevayî ji holê rabû. Dîroka jiyana wî gundî dawî hat. Li gund 2 mirî çêbûn, gelek heywanên gundiyan telef bûn.
Encamên dawî yên erdhejê hatin diyar kirin. Li gorî encamên hatine diyar kirin: Heta niha 41 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. 45 kes bi saxî ji bin kavilan hatine xelaskirin û bi tevayî bi qasî 2 hezar kes bi awayê sivik birîndar bûne. Lê çend birîndarên xeter jî hene. Di hemandem de hat diyarkirin ku li Xarpêt û Meletiyê 87 avayî rûxîyane û 1287 avayî jî xisar dîtine û 12 avayî jî dê bi bilez bên hilweşandin.
Hîç şik tune ye ku zirare mezin, psîkolojîk e û tirsa ku di laşê însanên me de çêbûye. Ev yeka wek travmayekê dê di însanên me de demeke dirêj bandora xwe çê bike.
Piştî erdhejê ji bona ku bi lez û bi plan midaxale çêbû, zirar kêmtir bû. Diyar e ku di çêbûna avayiyan de jî guhertinên biçûk jî zerara erdhejê kêmtir kir. Ji bona erdhejzadeyan di wextê de alîkarî hat kirin, kon ava bûn; ciyê lê bimînin hatin organîza kirin; dest bi avayîyên konteynera hat kirin. Plana alîkarîya gel hat dîyarkirin.
Dîsa hîç şik tune ye ku neteweya me kurd û Kurdistan careke din ket bin êşa erdhejê. Ez ji bona malbatên şehîdên me yên erdhejê sersaxî û sebir; ji bona birîndarên me şîfa û selametî daxwaz dikim. Hêvîdar im ku bandora erdhêjê dirêj nebe.
=KTML_Bold=DIYAR E KU ERDHEJ QEDERA KURD û KURDISTANÊ YE=KTML_End=
Însan welatê xwe hilnabejirîne. Însan di welatekî de tê dinyayê. Kurdistan jî welatê me ye. Welatê me pîroz e û şêrîn e. Welatê me ji bona ku hatîye dagîrkirin û kolonîkirin, 200 sal e ku neteweya me şerê rizgarîxwazîyê û serxwebûnê didomîne. Ew jî diîyar dike ku welat qedera kurdistanîyan û neteweya kurd e. Her bûyera li Kurdistanê bê qewimandin tu car nabe sedem ku neteweya kurd û kurdistanî dev û dest ji Kurdistanê berdin.
Her welatek jî xwediyê erdnîgariyeke taybet e. Li her welatekî rengekî dewlemendiyê û taybetiyên din yên her welatekî hene. Dema ku em li dîroka neteweya kurd û Kurdistanê ji çav derbas dikin, em gelek eşkere dibînin ku welatê me welatê erdhejê ye.
Dema ku erdhêjên li Kurdistanê di van sedsalên 20 emîn û 21 emîn a dawî de rûdane binêrin, gelek eşkere derdikeve holê ku erdhej qedera me ye. Em nikarin xwe ji vê rastiyê û taybetîyê rizgar bikin.
Ji bona ku qederbûna erdhejê li Kurdistanê diyar bikin, divê em erdhêjên li Kurdistanê hatine holê diyar bikin.
Di dema Împeratoriya Osmanî de çend erdhej li Kurdistanê çêbûne, ne diyar in. Lê di ev sedsalên dawî de erdhejên li Kurdistanê hatine holê, bi awayekî diyar in.
Em wan ji çav derbas bikin:
Gorî tespîtan di destpêkê de di 28-04-1903 an de li bajeroka Melezgîrta Mûşê erdhej qewimiye. Di vê erdhejê de 600 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di 13-09-1924 an de li Erzorimê Pasînlere erdhej çêbûye 60 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li Qersê di 22-10-1926 an de erdhej çêbûye, 360 kes mirî ye.
Li Çolemerîgê (Heqariyê) di sala 07-05-1930 yî erdhej çêbûye, 2514 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Qersê li bajeroka Dîgorê di 01-05-1935 an de erdhej çêbûye, 200 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li Erzîncanê 3 caran erdhej çêbûye. Cara yekem: Di 26/27-12-1939 an erdhej çêbûye. 32.962 kesan jiyana xwe ji dest daye. Cara duyemîn, di sala 1982 an de çêbûye, 653 kesan jiyana xwe ji dest daye. Cara seyemîn: Di 13 Adara 1992 de erdhej çêbûye, 653 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Erzorimê jî 3 caran erdhej çê dibe. Cara yekem: 07-03-1966 an de erdhej çê dibe. 14 kes jiyana xwe ji dest didin. Cara duyemîn: Di sala 19-08-1966an de erdhej çê dibe.2394 kes jiyana xwe ji dest dide. Cara seyemîn: di 30-10-1983 an de erdhej dibe. 155 kes jiyana xwe ji dest didin.
Li Wan Ercîşê di sala 10-09-1941an de erdhej dibe. 194 kes jiyana xwe ji dest didin.
Li Mûşê bajeroka Wartoyê du caran erdhej pêk tê. Cara yekem: Di sala 10-09-1941an de çêdibe. 194 kes jiyana xwe ji dest didin. Cara duyemîn: Di sala 19-08-1966 an de erdhej çê bû. 2394 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Dersîmê bajeroka Pulumurê di sala 26-05-1967an de erdhej çê bû. 97 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Çewlikê (Bîngolê) du caran erdhej çêbû. Cara yekem: Di 22-05-1971an de erdhej çêbû. 878 kesan jiyana xwe ji dest da. Cara duyemîn: di sala 01-05-2005an de pêk hat. 178 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajeroka Diyarbekîrê Liceyê di sala 06-09-1975 an de erdhej pêk hat, 2385 kesan jiyana ji dest da.
Li Wanê du caran erdhêj pêk hat. Cara pêşî li Çaldiran û Mûradiyeyê erdhej di sala 24-11-1976 an de pêk hat, 3840 kesan jiyana xwe ji dest da. Cara duyemîn: Li navenda Wanê di sala 23-10-2017an de erdhej pêk hat. Di erdhejê de 601 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Bazîdê, di sala 02-07-2004 an de erdhej pêk hat. 17 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Xarpetê jî du caran erdhej pêk hat. Cara yekemîn: Di sala 08-03-2010 an de bû. 41 kesan jiyana xwe ji dest da. Cara duyemîn: îsal, di van rojên dawî de di 24-01-2020 an de pêk hat. 41 kesî jiyana xwe ji dest da.
(Serkanî: Vikipedi)
Ev tebloya diyar dike ku erdhej qedere kurd û Kurdistanê ye. Em kurd û Kurdistan nikarin xwe ji vê rastiyê bidin aliyekî. Loma jî divê ji bona ku pêşiya mirina însanên me bê girtin, xebat bê kirin û tedbîr bê girtin.
=KTML_Bold=LI KURDİSTANÊ DIYAR E KU ERDHEJÊ JÎ QETLÎAMEK PÊK ANIYE…=KTML_End=
Dema ku mirov erdhejên li Kurdistanê pêkhatine ji çav derbas bike û şirove bike; eşkere derdikeve holê ku erdhej bûye sedema qetlîamekê.
Dema mirov qetlîamên ji aliyê dewletên kolonyalîst ve hatine plan kirin û hatine li darxistin, ev qetlîama erdhejê bide ser hevûdu dibîne ku em kurd û kurdistyanî çiqas tune bûne.
Bi kurtî welatê me ji hemû aliyan de di bin xeteriya tunebûnê de ye.
=KTML_Bold=EREDHEJ NAKÛJE LÊ XANÎ DIKÛJIN Û SIYASETA DEWLETA KOLONYALÎST…=KTML_End=
Alim dibêjin ku “erdhej nakûje, lê xanî dikûjin.” Dema ku li ceribandin û jiyana Japonyayê bê mêze kirin, ev rastiye gelek eşkere derdikeve holê. Lewra Japonya welatekî erdhejê ye. Di demên bihûrî de wan jî di erdhejan de gelek kesên xwe û bı hezaran kesên xwe gor kirine. Lê piştî ku statuya xaniyên xwe guhertin, ev mirinan kêm bûn û heta tune bû.
Rastî demeke erdhejên nûha li Dewleta Tirk jî, ji çav derbas bibin, ferq gelek eşkere xuya dike. Di rewşa xaniyan de û di midaxeleyan de guhertinên biçûk pêşiya mirina însanan digire.
Loma di erdhejê de tunebûn û mirina gelek însanên me de ji aliyekî de dewlet, ji aliyê din de jî em hemwelatiyên Kurdistanê berpirsiyar in.
Dewlet eşkere ye ku berpirsiyariya bi giştî hem li aliyê Kurdistanê û him jî li aliyê metropolên Tirkan pêk nîne. Lê dewlet, li Kurdistanê ji bona ku xwediyê zihniyeta kolonyalîst e, zêdetir berpirsiyariya xwe cîbicî nake.
Lê ji aliyê din de jî ew kesên bazirgan in ku li Kurdistanê xaniyan çê dikin, berpirsiyariya xwe pêk neanîn. Ji bona zêde pere qezenç bikin, di xaniyên çêdikin de malzemeyên nebaş bi kar tînin. Ev jî di erdhejê de dibe sedem ku gelek însanên me jiyana xwe ji dest bidin.
Divê ev herdu teref jî berpirsiyariya xwe pêk bînin.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,034
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 15-06-2023
פריטים המקושרים: 22
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 30-01-2020 (4 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חברתי
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 15-06-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 16-06-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 16-06-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,034
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,742
תמונות 106,014
ספרים 19,350
קבצים הקשורים 97,452
Video 1,396
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.25 2!