Di 1961’an de, li Amedê ji dayîk bû. Xwendina xwe ya seretayî, navînî û zanko li Amedê kuta kir. Demeke kurt li Batmanê mamostetî kir. Ber-pirsiyariya kovara Dengê kir. Ji ber nivîseke xwe nêzîkî 2 salan di girtîgehên Amed û Bismilê de ma. Paşê li Amedê rojnameya Azadî bi rê ve bir, herî dawî jî gerînendeyê giştî yê rojnameyên Ronahî û Hêvîyê bû. Di dema rojnamevaniya xwe de, ji ber axaftin û nivîsên wî gelek doz lê vebûn. Ji ber vê yekê derkete derveyî welêt, ji 1993’an heta 1995’an li Kurdistana Ba-şûr ma. Di 1995’an de, vegeriya û li Stenbolê bi cî û war bû. Di sala 2000’an de, dîsa dest bi mamostetiyê kir. Fehim Işık, di sêrî de Jînenîgariya Cegerxwîn, edîtoriya bi dehan pirtûkên bi Kurdî û Tirkî kiriye. Du pirtûkên wî yên wergerê jî hene. (Şairê Efsaneyî yê Kurdan: Evdalê Zeynikê, Ahmet Aras, ji Kurdî bo Tirkî. Mem û Zîn & Arîn, Cuma Boynukara, ji Tirkî bo Kurdî.) Gelek bendên Işık di rojname û kovarên bi Kurdî û Tirkî de, di malperên înter-netê de hatine weşandin.[1]