הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,320
תמונות 105,199
ספרים 19,474
קבצים הקשורים 97,358
Video 1,394
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Vejîna çapemeniya kurdî û astengiyên li pêşiya wê
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Vejîna çapemeniya kurdî û astengiyên li pêşiya wê

Vejîna çapemeniya kurdî û astengiyên li pêşiya wê
=KTML_Bold=Vejîna çapemeniya kurdî û astengiyên li pêşiya wê=KTML_End=

Di salvegera destpêkirina çapemeniya kurdî de, çapemeniya kurdî ji sedsala 19`an heta roja îro di nava hewldanên pêşxistinê de ye. Lê bê guman çapemeniya Kurdan ku welatê wan di bin dagirkeriyê de ye, pêşketina wê ne ew qas hêsan e û rastî pirsgirêkên navxweyî û yên derve tê.
Di şerê hegemonyayê ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku îro navenda wê Rojhilata Navîn e û dilê vî şer jî axa Mezopotamyayê (Kurdistan) e, ragihandin amûreke sereke ya vî şerî ye.
Di vî şerê heyî de, hêzên ku Kurdistan dagir kiriye, nexasim dewleta Tirk û Îran, li hemberî Kurdan şerekî taybet bi rêya ragihandinê dimeşînin, anku şerekî qirkirina çandî û guhartina nasnameya Kurd. Bi sedan kanalên televîzyonê, ajans, radyo, rojname û herî dawî jî torên civakî wekî Facebok, Twitterê ji bo ku Kurdan dûrî rastiya wan bixin, bi şev û roj weşanê dikin.
Bi rêya van amûran dixwazin zîhniyetekê ava bikin ku Kurd bê nasname ne, tenê wekî kêmneteweyekê ku ne dîrok û ne jî çanda xwe ya bi hezaran salan heye û ew koçber in. Helbet bi pêşketina teknolojî û înternetê re, dijminên Kurdan nikarin rasterast êrişî Kurdan bikin, ji lew re ragihandin xistin amûreke sereke yê vî şerê xwe yê qirêjî.
Di heman demê de, di şerê dîzaynkirina herêmê de Kurd jî bi têkoşîna xwe li dijî hêzên tarî û parastina mafên Kurdan bi sîstemeke demokratîk, hewl didin cihê xwe tê de bigirin. Li hemberî vê yekê jî, dijminên Kurdan bi rêya ragihandinê û şerê taybet naxwazin dengê Kurdan û têkoşîna wan a li dijî terorê û sîstema wan a demokratîk bigihêje cîhanê. Her tim dixwazin agahiyan li ser Kurdan veşêrin û naxwazin cîhan Kurdan nas bike.
Lê bi rasthatina 22`yê Nîsanê, dem hatiye ku divê çapemeniya Kurd li hemberî amûra sereke ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn anku ragihandinê ji xwe bipirse ka heta kijan astê dikarin li hemberî vê amûrê tê bikoşin û hemû planên hêzên dagirker û mêtinger têk bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 22`yê Nîsana 1898`an de li paytexta Misirê Qahîreyê rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve hat derxistin. Êdî 22'yê Nîsana 1898'an bû tovê destpêkê yê çapemeniya kurdî û di sala 1973’yan de li Başûrê Kurdistanê wek ‘Roja Rojnamevaniya kurdî’ hat îlankirin. Ji wê rojê heta niha çapemeniya Kurd vê rojê pîroz dike.
GIRÎNGIYA RAGIHANDINÊ JI BO KURDAN
Di serdema 21’an de, ragihandin ji bo tevahiya gelan û nexasim ji bo Kurdan ku heta niha nebûne xwedî hêz di cîhanê de, çapemenî wekî dibistan û akademiyekê ye ku bi rêya wê li cîhanê bibin xwedî statu. Di roja me ya îro de, çapemenî bûye parçeyekî jiyana me û bi taybet jî ji bo Kurdan.
Tevî ku Kurd beriya gelek neteweyên Rojhilata Navîn gavên despêkê yên ragihandinê avêtin jî, lê nekarîn bibin bersiv ji hemû êrişên li dijî Kurdan re. Sedema vê yekê jî parçebûna hêzên siyasî yên kurdî ye, anku nebûna yekitiyeke nîştimanî ya Ii ser asta her çar parçeyên Kurdistanê ye. Bi gotineke din, çapemeniya kurdî ku xwe ji nava pencên hêzên dagirker heta astekê xelas kir jî, lê bû esîrê bernameyên partiyên siyasî yên kurdî.
=KTML_Bold='ŞÊWEYÊ DAN Û STANDINA HÊZÊN SIYASÎ BI RAGIHANDINÊ RE BANDORA XWE ÇÊDIKE'=KTML_End=
Berpirsê Navenda kurdî ya Lêkolînê û xebatkarê berê yê kanalên Med TV, Roj TV û Ronahî TV Newaf Xelîl, têkildarî bandora parçebûna hêzên siyasî yên kurdî li ser çapemeniya kurdî got: Em behsa welatekî ku bûye çar parçe, dikin û miletekî ku li çar welatan di bin darê zorê de dijî. Lewra jî tiştekî pir xwezayî ye ku parçebûnê bandor li çapemeniyê kiriye. Bi nêrîna min, bandoreke neyînî û pozîtîf heye. Şêweyê dan û standina her hêzeke siyasî bi ragihandinê re ew bandora xwe dike. Mînak Med TV tevî ku nêzî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, lê bandoreke erênî li hemû Kurdistanê kir. Cara yekemîn, bi rêya Med TV devok û zaravayên din ên kurdî guhdar kirin.
Newaf Xelîl da zanîn ku dema ew behsa çapemeniya kurdî dikin, divê neyê jibîrkirin ku di rewşa şoreşê de ne û xebat û têkoşîna azadiyê û çespandina mafên xwe yên bingehîn dikin.
Bi weşana destpêkê ya rojnameya Serxwebûnê di sala 1982`yan de, êdî ragihandina azad û alternatîf li her çar parçeyên Kurdistanê derket holê. Destpêkê li Ewropa û Bakurê Kurdistanê û bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re li Rojava û Başûr ragihandina azad derket ser dika şoreşê.
Her çend ragihandina alternatîf ji bo çapemeniya kurdî gavên dîrokî û bi nirx avêtin jî, lê ji ber parçebûna Kurdan û dagirkirina Kurdistanê û zextên li ser çapemeniya azad û şehîdxistina rojnamevanên Kurd taybet li Bakurê Kurdistanê, li cîhanê dengvedaneke zêdetir çênekir.
Newaf Xelîl, têkildarî pirsa gelo ragihandina azad bûye ragihandina neteweyî, ev nirxand kir: Ragihandin dezgehekî cûda ye. Ez dikarim bibêjim Med TV heta van kêliyan, di xîtaba neteweyî de, di nêzîkirina Kurdan de, di aliyê ziman, netewe de û ji hemû aliyan de, Med TV û Roj TV roleke wan a mezin hebû. Lê mixabin, piştî ku kanalên kurdî yên ku partiyên siyasî rasterast li pişt wê bûn hatin vekirin, êdî her dezgeh û televîzyon bi aliyê fikirê siyasî ve çû.
Her wiha partî û berjewendiyên partiyên kurdî, nehîşt ku çapemeniyeke neteweyî ya kurdî ku deng û rengê Kurdan bigihîne tevahiya cîhanê, derkeve holê. Nebûna saziyeke yekitiya çapemeniya kurdî ya li ser esasê her çar parçeyên Kurdistanê û serbixwe ye, wekî ku çawa li gel Ereban Yekitiya Giştî ya Rojnamevanên Ereb heye.
=KTML_Bold='DIVÊ ÇAPEMENIYA KURDÎ XWEDÎ YEK STRATEJÎ BE'=KTML_End=
Têkildarî karê hevbeş ê dezgehên çapemeniya kurdî, Xelîl got: “A pêwîst divê çapemeniya kurdî giraniya xwe bide tiştên hevbeş ên neteweya Kurd. Lê tiştê ku niha diyar dibe li şûna ku nêzîkbûn di nav hev de çêbe, dûrbûn çêdibe, bi taybet di vê mijarê de bikaranîna tevna civakî ku civaka Rojava zêde bi kar tîne. Divê radyo, ajans, televîzyon û tevna civakî yek stratejî hebe, stratejiya miletekî ku di bin dagirkeriyê û gefê de ye, miletekî ku têkoşînê dike ji bo azad bibe. Divê ev mijarên pêş û sereke bin.
Ji aliyekî din ve, toreyên civakî yên ku di van salên dawî de wekî amûreke ragihandinê yê girîng bi pêş ket, ragihandina kurdî jî di vê xalê de lawaz ma. Anku nikaribû bibe bersiv ji vê guhartinê re. Her çiqas televîzyon, ajans û rojnameyên çapkirî û elektronîk bandora xwe winda nekiribin jî, lê di halê hazir de civak bi awayekî zêde ji toreyên civakî wekî Facebook û Twitterê bandora xwe digire.
Dijminên Kurdan ji bo civaka Kurdan bixin bin bandora xwe û nehêlin ku Kurd bi xwe û bi hêzên xwe bawer bin, şerekî taybet bi rêya medyaya civakî didin meşandin. Her wiha hin caran jî dijminên Kurdan û nexasim dewleta Tirk zext li şîrketa Googleyê dike da ku malperên Kurdan ên bibandor bigire. Di vê çarçoveyê de, li gorî lêpirsîneke ku rojnameya Independent Arabia weşandiye, di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê ya sala 2018`an a li dijî Efrînê de, Facebokê bi daxwaza dewleta Tirk hesabê fermî yê YPG`ê yê li ser Facebookê asteng kir.
Têkildarî bikaranîna medyaya civakî ji aliyê çapemeniya kurdî ve, edîtorê tojnameya PolîtîkAzad Luqman Guldivê wiha dibêje: Bi derengî jî be bikaranîna meydana medyaya civakî ji bo çapemeniya kurdî jî zorê ji meydanên din distîne. Kaxez her ku diçe kêm dibe. Beramberî wê televîzyon û heta radeyekê radyo ji ber sedemên cihê hîna xwedî cihekî taybet in, nexasim ji ber ku hem dîmen û hem deng di ser medyaya civakî re jî bi hêsanî dikarin bên parvekirin û belavkirin.
=KTML_Bold='ÇAPEMENIYA KURDÎ JI BO MEDYAYA CIVAKÎ PERWERDE NAKE'=KTML_End=
Luqman Guldivê bi domdarî got: Nifşê nû di nava çapemeniya kurdî de jî her ku diçe bêhtir van meydanên ragihandinê bi kar bîne jî, halê hazir wek kanalên televîzyon û radyoyê, wek rojname û kovarên me, sazîbûneke me ya ji bo perwerdekirina ji bo vê meydanê nîn e. Yanî çapemeniya kurdî ji bo ekranê, ji bo studyoya radyoyê û ji bo derxistina rojname û kovaran perwerde dike, lê ji bo medyaya civakî perwerde nake. Ev li aliyekî, kêmasiyeke çapemeniya kurdî ya din jî ew e ku ji bo saziyên xwe yên ragihandinê medyaya civakî tenê wek meydaneke xuyakirinê bi kar tîne, ji ber vê jî wê wek meydaneke belavbûnê nabîne. Gava rewş ev e jî tîmên pispor ên ku ji bo bikaranîna vê meydanê dikarin bi dewrekê rabin, nayên xebitandin.
Guldivê da zanîn ku divê di vê meydanê anku medyaya civakî de du beş bêne xurtkirin û wiha domand: A yekê, xurtkirina dîjîtalkirina saziyên çapemeniyê yên ji rê û resmê û xuyayîtirkirina wan a li ser medyaya civakî ye. A din; pisporbûn û bi karîgerî bikaranîna platformên medyaya civakî ye. Ji bo her duyan jî çerxên perwerdekirinê dê esasî û heyatî bin.
=KTML_Bold='BIKARANÎNA MEDYAYA CIVAKÎ, HALÊ HAZIR KARÊ ROJNAMEVANAN Ê ŞEXSÎ YE'=KTML_End=
Guldivê der barê pirsa hemleyên reşkirinê yên li dijî Kurdan de nexasim di aliyê toreyên civakî de û çawaniya têkoşîna li hemberî wan, ev yek got: “Çapemeniya kurdî divê li hemberî reşkirinê beriya her tiştî erka xwe ya sereke pêk bîne: ragihandina heqîqetê. Ragihandina heqîqetê, ne tenê ragihandina rastiya meseleyekê ye, ew di heman demê de ragihandina wan bûyer, qewimîn, analîz, fikr, sêwirandinên ji nava civakê ye ku di çapemeniyên desthilatdar de xuya nakin. Divê dewra sereke ya ragihandina heqîqetê helbet li nava civaka me bi xwe be. Bikaranîna medyaya civakî, halê hazir karê rojnamevanan ê şexsî ye. Kêm saziyên çapemeniyê van platforman bi awayekî profesyonel bi kar tînin. Bikaranîna profesyonel a van platforman û ji bo misogerkirina vê jî lidarxistina dewreyên perwerdeyê bi ya min bivênevê ye.
Li Bakurê Kurdistanê beriya parçeyên din ên Kurdistanê xebata çapemeniya kurdî bi pêş ket. Gelek dezgehên çapemeniyê yên bi zimanê kurdî û zimanên din hatin vekirin. Bê guman ragihandina azad û alternatîf li Bakurê Kurdistanê rastî hemû êrişan hat û gelek rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê di oxira heqîqetê de şehîd bûn.
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Abdurrahman Gok ku bi salan e li Bakur û parçeyên din ên Kurdistanê karê çapemeniyê kiriye, rewşa çapemeniyê ya li Bakurê Kurdistanê di vê demê de wiha dinirxîne: “Roja ku li Bakurê Kurdistanê rojnamegeriya Kurd dest bi kar kiriye zext û zorî çawa be îro jî heman e. Roja ku çapemeniya Kurd li Bakur dest bi têkoşîna xwe kir, biryardarî û li hemberî zext û zoriyê serînetewandin çawa be, îro jî heman e. Yanî ne zilma dewlet û desthilatdariyê kêm bû, ne jî berxwedêrî û têkoşeriya ragihandina Kurd. Li hemberî vê yekê ragihandina Kurd tor û çepera xwe hêj berfirehtir kir û rûyê qirêjî yê desthilatdariyê hêj bi tesîrtir teşhîr kir û dike. Niha bi dehan hevalên me yên rojnameger di girtîgehên Tirkiyê de dîlgirtî ne. Bi sedan ji ber tehdît û gefan neçar man koçber bibin derveyî sînor, ez jî di nav de bi sedan rojnameger bi cezayên giran têne darizandin. Lê bê feyde ye. Li gel desthilatdarî niha bi sedan rojname, televîzyon, malper, bi artêşa xwe ya trolên li ser medyaya civakî, nikare rastiya ku ragihandina Kurd eşkera dike, veşêre. Ev yek nîşaneya ku rastî bi saya berxwedêrên ragihandina Kurd di tarîtiyê de namîne.
=KTML_Bold='ÇAPEMENIYA TIRK NIHA LI HOLÊ TUNE YE'=KTML_End=
Gok bi domdarî got: Ez ne bawer im rol û mîsyoneke çapemeniya Kurd ku bibe alternatîfa çapemeniya Tirk hebe. Lewre çapemeniya Tirk niha li holê tune ye. Çapemenî tune ye. Saziyên ku bi nasnameyên çapemeniyê hatine kamûflekirin, ji bilî berdevkiya saziyên hikumetê tu tiştî nakin. Peywireke wan heye ku civakê di xew re bibin. Lê civak hişyar e û hemû tiştî dibîne. Ji ber televîzyon û ragihandina nivîskî bi gelemperî di bin kontrola hikumetê de ye, civak 24 saetan marûzî deng û rengên propagandayên qirêjî tê hiştin; lê dîsa jî bi ser nakevin.
Gok li ser astengiyên niha li dijî çapemeniya Kurd li Bakur û Tirkiyê jî ev agahî dan: “Endamên çapemeniya Kurd ên li Bakur tim û tim di bin gefên darazê de ne. Ji ber saziyên ragihandinê yên Kurd meseleyên li xweşiya desthilatê naçin, radigihînin, tim tên tehdîtkirin û girtin. Bê navber malperên înternetê bi biryarên dadgehan têne astengkirin. Biryarên ew qas bêperwa ne ku hincetê jî ranagihînin êdî. Nûçegihanên çapemeniya Kurd di her daxuyaniyê de ji hêla polîsan ve têne astengkirin. Astengî encax bi demokratîkbûyinê re dikarin ji holê rabin. Ev yek jî bi têkoşînê dibe. Têkoşîneke hevpar hem siyasî hem civakî dikare vê desthilatê têk bibe da ku rê li ber demokratîkbûyînê vebe.
=KTML_Bold='LI BAŞÛR ÇAPEMENÎ NEBÛYE MALÊ CIVAKÊ, ÇAPEMENÎ YA DESTHILATDARAN E'=KTML_End=
Edîtora ajansa Rojnewsê Şîna Fayiq rewşa çapemeniya li Başûrê Kurdistanê wiha dinirxîne: Ragihandin nebûye malê civakê, lê bûye çeka destê partî, bazirgan û şexsan ku şerê neyarên xwe pê dikin. Piştî Raperînê li Başûr medyaya hizbî hebû û piraniya wê jî di destê PDK û YNK'ê de bû. Piştî sala 2000'î û derketina rojnameya Hawlatî û çend rojnameyên din, qonaxa medyaya pispor dest pê kir û êdî ragihandinek hebû ku civak pê xwe dibîne, muxalif bû, li gorî hizban tev nedigeriya, rexneyên cidî dikirin. Lê belê vê yekê demeke kurt ajot, ew dezgeh yan ji ber ku çavkaniyên xwe yên aborî tune bûn, hatin girtin an jî bûne malên partiyan an jî kesên endamên partiyan.
Şîna Fayiq li Başûr ev qonaxa ku niha medya tê de ye, wekî qonaxa kaosê bi nav kir û wiha domand: “Ji ber ku bêserûberiyek heye, her berpirsek an jî kesekî gelek malper û dezgehên xwe hene, navên giran lê kirine, lê di rastiya xwe de ji bilî çeka li dijî neyarên xwe û cihê çêrkirina hev, tiştekî din nîn e.
Şîna Fayiq destnîşan kir ku piraniya medyayê di bin kontrola desthilatê de ye, yên li derveyî vê yekê jî her tim çavê desthilatê li ser e û gelek caran bi destgîrkirn, îşkence, zext û girtinê û hwd re rû bi rû dimînin û wiha berdewam kir: Li Başûr hemû saziyên fermî ji bo berjewendiyên desthilatê kar dikin, saziyek tune ye ku lê mafên rojnamevanan bên mîsogerkirin û desthilat çi cezayê bixwaze li rojnamevan ferz dike. Divê li hemberî vê yekê hevgirtin hebe û heke hevgirtin û piştgirî çêbe, dikare pêşî li vê bêdadiyê were girtin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî bi çirûka Şoreşa 19`ê Tîrmehê, êdî çapemeniya kurdî bi awayekî azad kar kir. Têkildarî asta çapemeniyê niha li Rojava, astengî û gelo çapemeniya kurdî dikaribû rastiya şoreşê bigihîne cîhanê, nivîskar û yek ji edîtorên zimanê erebî yê ANHA`yê Kemal Necim, nirxandin kir.
Kemal Necim di destpêka nirxandina xwe de got: “Piştî şoreşê êdî çapemenî bi awayekî azad dixebite. Ji ber ku beriya şoreşê, li Rojavayê Kurdistanê şopên çapemeniyê peyda dibûn, lê ji ber sedemên siyasî û rewşa bindestiyê, ew qad nebûbû warekî şênber û profesyonel.
=KTML_Bold=NECIM: LI ROJAVA ÇAPEMENÎ HEWL DIDE BIBE SAZIYEKE XWEDÎ NASNAME=KTML_End=
Necim diyar kir ku wek hemû qadên din ên jiyana gelê Rojava, qada çapemeniyê jî bi şoreşê re êdî hewl dide bibe saziyeke xwedî nasname û bipergal û got: Dema ku em dibêjin ka çapemenî di kîjan astê de ye, wek em bêjin ka şoreş di kîjan astê de ye.
Necim anî ziman ku Li Rojavayê Kurdistanê, ew behsa pêvajoyeke xwebirêvebirênê dikin, di vê pêvajoyê de, di qada civakî, aborî, perwerde û hîndekarî, tenduristî, ewlehî û hwd. de têkoşîna sazîbûn û birêxistinbûnê dewam dike û wiha domand: Di vê têkoşînê de pir astengî rû didin, pirsgirêk çêdibin, kêm û kurtasî derdikevin, lê têkoşîn dewam dike. Di qada çapemeniyê de jî wiha ye. Sektora çapemeniyê piştî 9 salên şoreşê bûye sazî, bûye pergal, rêya xwe dîtiye û roj bi roj hewl dide ku bibe xwedî nasnameya serbixwe û xweser.
'=KTML_Bold=DI HÊLA DANASÎNA PROJEYA HERÊMÊ DE ÇAPEMENIYÊ CÎHAN BAŞ AGAHDAR NEKIRIYE'=KTML_End=
Kemal Necim wiha dewam kir: Ji bilî ku dengê şoreşê bigihîne cîhanê, gelek berpirsyarî û erkên din ên çapemeniya Rojava hene. Tê zanîn ku gelê Kurd li Rojava xwediyê projeyeke siyasî û civakî ye. Lewma çapemeniyê di hundir de hewl da ku bibe dengê gelê Kurd û gelên din ên herêmê. Di vê derbarê de bi navê civakê atmosfereke jiyana hevbeş a nîjad û netewe û çandên cihê reng da avakirinê, ta radeyekê pirsên girîng ên civakê anîne rojevê û gotûbêj kirin. Her wiha di hêla agahdarkirinê û nûçedayînê de jî hewl da ku dengê civaka vê herêmê bilind bike.
Lê bê guman di mijara gihandina dengê şoreşê ji bo raya giştî ya cîhanê de, çapemenî xwedî roleke girîng bû. Di vê mijarê de, ragihandina kurdî li Rojava bi zimanên sereke yên cîhanê qels û lawaz e. Dibe ku di hêla nagihandina nûçeyan û geşedanên rojane de, karîbû hin gavan biavêje, lê di hêla danasîna projeya vê herêmê ya siyasî û civakî de nikariye cîhanê baş agahdar bike.
'DIVÊ ZANÎNGEH Û AKADEMIYÊN RAGIHANDINÊ BÊNE AVAKIRIN'
Kemal Necim têkildarî astengiyên li pêşiya çapemeniyê li Rojava, ev xal bi bîr xistin: “Berî her tiştî pêwîst e ku ev sektor bibe sazî û bi rêxistin bibe. Eger gotina 'Çapemenî hêza çaremîn e' rast be, wê çaxê pêwîst e bibe hêza çaremîn anku bibe pergaleke xweser û serbixwe.
Ji bilî wê jî pêwîstiya vê pergala çapemeniyê bi xebatkarên hosta û profesyonel heye, ji bo pêkanîna vê jî pêwîstî bi pergaleke perwerde û hîndekariyê heye, anku pêwîst e zanîngeh û akademiyên ragihandinê bêne avakirin û bihêzkirin.
Rojnamevan û çalakvana ji Rojhilatê Kurdistanê Ferzane Celalî jî li ser medyaya kurdî ya li Rohjilat wiha axivî: “Ya ku Rojhilatê Kurdistanê ji parçeyên din ên Kurdistanê cuda dike, marjînalbûna partî û tevgerên Kurd e. Nebûna partiyên fermî û saziyên sivîl jî bûye sedem ku hikumeta Îranê li herêmên Kurdan bibe xwedî hêz.”
Ferzane Celalî wiha lê zêde kir: “Li Rojhilat hikumet zordestiya xwe bi aşkerayî li ser rojnamevan û çalakvanên Kurd nîşan dide. Di van salên dawiyê de, em bûn şahidên gelek destgîrkirin û girtinên berfireh ên rojnamevan û çalakvanan li Rojhilatê Kurdistanê ku ev yek jî bi xwe re cezayên giran ên li dijî wan tîne.”[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 938
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
פריטים המקושרים: 9
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-04-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-05-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 15-05-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 14-05-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 938
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,320
תמונות 105,199
ספרים 19,474
קבצים הקשורים 97,358
Video 1,394
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
Folders
מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - מחוכם מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - Publication Type - Born-digital מאמרים - ניב - עברית מאמרים - פרובנס - ישראל ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי ביוגרפיה - - ישראל ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.672 2!