הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,075
תמונות 104,936
ספרים 19,364
קבצים הקשורים 97,695
Video 1,402
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Cengîz Kina - Dilgeş Dilovan
קבוצה: חללי | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cengîz Kina

Cengîz Kina
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Cengîz Kina
Nasnav: Dilgeş Dilovan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asli-Fehîm
Dem û cihê şehadetê: 26-04-2019 / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dilgeş li Geverê ku bi welatparêzî û serhildana xwe bûye sembol, ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz bi hay ji nasnameya xwe ya civakî û çanda Kurdistanê ya qedîm mezin bû. Hevrêyê me Dilgeş nasnameya xwe ya civakî zû nas kir, weke ciwanekî Kurd ê cewherî mezin bû. Heta zanîngehê xwend û beşa karsaziyê qezenç kir. Di dema zanîngehê de kete nava lêgerîna fikrî, bi hestên xwe yên welatparêziyê tevgera Apoyî di asta îdeolojîk de xwend û lêkolîn kir. Hevrêyê me Dilgeş ku gelekî kete bi bandora îdeolojî û felsefeya Apoyî, biryar da bibe milîtan û şoreşgerekî Apoyî. Li ser vê bingehê destpêkê tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû û piştre jî beşdarî nava karên xweparastinê bû. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk tevlîbûneke xurt kir, lewma jî zû bala dijmin kişand û gelek caran hate destgîrkirin. Şopandin û zextên dijmin gelek jî be hevrêyê me Dilgeş bi jêhatîbûna xwe her tim dijmin têk bir û karên xwe yên şoreşê dewam kir.
Di sala 2012'an de ku yek ji serdemên girîng ên Şerê Gel ê Şoreşgerî bû tevlî nava refên gerîla bû û têkoşîna xwe li çiyê dewam kir. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû, pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê hîn bû û beşdarî nava jiyana partiyê bû. Hevrêyê me Dilgeş ku xwedî danhevî, hişmendiya şoreşgerî û daxwazeke xurt a tevlîbûnê bû, gelekî zû bi pêş ket. Dema ku çeteyên bermahiyên El Qaîdeyê êrîşeke giran bir ser gelê me yê mezlûm ê li Rojavayê Kurdistanê, di sala 2013'an de ku li Serêkaniyê berxwedaneke destanî hate kirin, li dijî çeteyan tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me Dilgeş ku şoreşgerekî sekin pê nediket, kete nava pêvajoyeke xurt a berxwedanê, bi alîkariya gelê me yê li Rojava beziya, di têkbirina êrîşên qirkirinê de bi rola xwe rabû. Di têkoşîna dijî çeteyan de sê caran birîndar bû, lê belê her carê birîna xwe zû pêça û ji nû ve tevlî eniya şer bû.
Ti carî qîma xwe bi tevlîbûna heyî û serketinên biçûk neanî, li ser xeta Apoyî her tim berê xwe da serketinên mezin û li gel serketinên xwe yên leşekrî her wiha giranî da ser qada îdeolojîk û hewl da xwe bi pêş ve bibe. Ji bo asta tevlîbûna xwe bilind bike û hîn bêhtir tevkariyê li têkoşîna me bike, beşdarî nava karên leşkerî yên hesas bû. Ji bo li ser xeta fedaîtiyê bibe xwedî meşekê, gelekî hewl da. Di vî karî de ku pêwîstî bi danheviyeke xurt a îdeolojîk, rêxistinî, hêza teorî, afirînerî, veşartîbûna kûr û biryardariyeke mezin hebû, bi sekn, tevlîbûn û pratîka xwe xwe ispat kir. Li her cihî kar bi serketî bi cih anî û bala hevrêyên xwe kişand, bû xwedî meşeke serketî. Bi tevlîbûn û sekna xwe baweriyeke mezin da hevrêyên xwe, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Di sala 2017'an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Dilgeş bi salan dixwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, bi kêfxweşiya ku gihîşt armanca xwe, derbasî Botanê bû. Hevrêyê me Dilgeş herêma Botanê zû nas kir, zû hînî gerîlatiya Bakur bû û bi qasî gerîlayekî bi tecrûbe yê Botanê çalak bû. Hevrêyê me Dilgeş bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecanî, kete nava lêgerîna pêngavan. Karên girîng kir û di asteke bilind de kêrhatî bû. Li ser bingeha pêwîstiyên têkoşîna me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir tevlî kar bû. Hevrêyê me Dilgeş li her qada ku lê ma bi berpirsyarî û pêşengiyê rabû, ji fermandariya tîm heta bi fermandariya herêmê wezîfe kir. Herî dawî di kar de di asta herî bilind de wezîfedar bû. Hevrêyê me Dilgeş ku timî hewl dida li ser xeta Apoyî serketî be, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi kenê xwe yê ji dil, bi dilê xwe yê hestewar, bi hişmendiya xwe ya rewşenbîrî û tecrûbeya xwe, hevrêyên xwe li dora xwe civand. Hevrêyê me Dilgeş ku bawerî, kelecan û tevlîbûn li nava hevrêyên xwe belav kir, bi wesîle ku gelek ciwan tevlî nava refên partiyê bibin.
Hevrêyê me Dilgeş li Metînayê dema li ser karê xwe bû, di 26'ê Nîsana 2019'an de di êrîşa dijmin de tevî komek ji hevrêyên xwe şehîd bû. Hevrêyê me Dilgeş bi şoreşgeriya xwe ya bêrawestan, bi tevlîbûna xwe ya bilind ku timî serketin diafirand, bi sekna xwe ya milîtaniya fedaî ya li ser xeta Apoyî ji me hevrêyan û ciwanên Kurdistanê re wê bibe mînak.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 264
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 08-05-2023
פריטים המקושרים: 2
חללי
תאריכים ואירועים
קבוצה: חללי
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: דרום כורדיסטן
No specified T3 82: Cullemêrg
No specified T3 85: צפון כורדיסטן
אומה: כורדי
אנשים מקלידים: צבאי
מין: גבר
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 08-05-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 09-05-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 09-05-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 264
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,075
תמונות 104,936
ספרים 19,364
קבצים הקשורים 97,695
Video 1,402
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Folders
ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי הספרייה - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - Kurdistan ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר הספרייה - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור הספרייה - ספר - ההיסטוריה מאמרים - ספר - נשים

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.25 2!