הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,092
תמונות 106,718
ספרים 19,304
קבצים הקשורים 97,343
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
EMÎN NAROZÎ
קבוצה: ביוגרפיה | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Emîn Narozî

Emîn Narozî
Emîn Narozî di sala 1951ê de li gundekî Batmanê bi navê Gundikê Qêre hatiye dinê û destpêka xwendina xwe ya medresê li gundê xwe û yên herêmên #Batman# , #Sêrt# , #Mêrdîn# û Diyarbekirê xwendiye. Ew li van medreseyên cihê gerîyaye heya ku xwendina zimanê Erebî qedandiye û pê re jî hinek ji kitêbên bi zimanê Kurdî bi tîpên Erebî xwendiye.
(Ji xwe tê zanîn ku hinek kitêbên pêşî yên ser rêzimana Erebî bi Kurdî hene ku mirov pêşî wan dixwîne û digel wan jî çend kitêbên ser adabên jiyanê û edebîyat û hunera Kurdî jî hene ku ew jî di nav demên cuda yên xwendinê de li gor pîvanên zanîna xwendekarî bi Kurdî têne xwendin. Nimûne: Mewlûda Batî, Nûbihara Ehmedê Xanî, Nehc ul-Enama Mele Xelîlê Sêrtî, Tesrîfa Kurmancî, Zirûf û Terkîba Helqetînî)
Çawa ku pê re jî di nav demê de wî mektebên Tirkî jî heya lîseyê distans xwendiye û qedandiye. Pişt re bi demeke kurt, çûye leşkeriya Tirkan û ew jî di sala 1973yan de qedandiye. Dû re li bajarê xwe yê Batmanê jiyana xwe domandiye û beşdarî karûbarê ticarî û zîraî yê malbatê bûye. Di wê navê de beşdarî nav tevgera siyasî ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê bûye ku hê di dema feqîtiyê de pêwendiyên wî pê re çêbûbûn û ew nas kiribû.
Emîn Narozî, piştî cunta 12 îlonê ji ber sedemên siyasî demekê bi qasî pênc salan xwe li Stenbolê veşartiye, lê di salê 1985an de hatiye girtin, 5-6 mehan di hepsê de maye. Lê dû re gava ji hepsê derketiye, koçî Ewrûpayê kiriye ku piştî demekê di hezîrana sala 1986an de xwe gihandiye bakurê Evrûpa û li herêma Skandînaviya li Dewleta Swêdê li bajarê Stockholmê bûye penahber.
Li wê derê piştî xwendin û fêrbûna zimanê Swêdî û hinek jî Îngilîzî ku herdu jî ji bo xwendina zanîngehê li Swêdê pêwîst bûn, li Universîteya Stockholmê Beşa Zimanê Erebî xwendiye. Piştre jî li Swêdê hem kar kiriye, hem jî ji kovar û rojnameyên Kurdî re nivîsîye û demekê jî di redeksiyona Rojnameya Armancê ya ku li Stockholmê derdiçû de xebitîye.
Kitêb û Nivîsar
Emîn Narozî digel transkrîbeya hinek klasîkan, ji berhemên geştîvan û dîroknasên Îslamê yên Erebî bi gelemperî û bi taybetî jî beşên li ser Kurdan û ser Siltan Selahedîn û Eyûbiyan wergerandiye zimanê Kurdî (Kurmancî). Heya niha Dîwana Melayê Cizîrî û Dîwana Rûhî, bi beşdarî, Terkîb û Zirûfa Helqetînî/Herqetînî û beşeke Hawarê transkrîbe kiriye.
Çawa ku kitêba Corcî Zeydan ya bi navê Selahedînê Eyûbî, beşek ji Wefeyat el-E´yana Îbn Xelikan ya Ser jiyana Siltan Selahedîn, lêkolîna Vladimir Mînorski ya bi navê The Studies in Caucasian History ku li ser Pêşdîroka Siltan Selahedîn û Tarîxa Dewleta Şedadiyan e û beşek jê jî ji Cami´ ed-Diwela Minecimbaşî ya ser tarîxa Şedadîyan e, wergerandiye zimanê Kurdî û evên dawî di nav Weşanên Avesta de derçûne.
Herweha Gerdenîya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî ya Mele Ehmedê Zivingîyê Miftîyê Qamişlî jî ji Erebî wergerandîye Kurmancî ku ew jî ji hêla Avestayê ve gelekî bi rêkûpêk hatîye weşandin.
Herwiha destxeta Tarîxa Dewleta Kurdan ya Mihemed ibn Îbrahîm ibn Mihemed ibn Ebd ul-´Ezîzê Ensarîyê Xezrecî ku li ser Împeratorîya Eyûbîyan e, wergerandîye Kurdî (Kurmancî) û di nav weşanên Azad de derçûye. Ji bilî wergerana hinek cihên ser Kurdan ji el-Kamila fî t-Tarîxa Ibn Esîr, ji Tarîx ul-Milûka Teberî û ji Tecarib ul-Umema Miskeweyhî ku ew wergerandiye Kurdî (Kurmancî), di nav Weşanên Avesta de hatiye weşandin.
Digel wergerana kitêbeke Mistefa Cewad li ser Kurdên Cawanî/Gavanî, yên Şadincanî û pêwendiyên wan bi mezyediyên Hillî re ku li Avestayê li ber çapê ye û wergerana Tarîxa Meyafarqînê ya Ibn Ezreq Fariqî ku ew jî li Weşanxaneya Nûbharê li ber çapê ye.
Tevlî beşdariya komkirina Ferhenga (Varyantan) ya Kurdî (Kurmancî) bo rastnivîsînê ku ji hêla komek nivîskar ve hatiye amadekirin û di nav Weşanên Rûpelê de derçûye.
Naveroka hinek ji wan bi kurtî
Digel ceribandina hinek kurtenivîsên neweşandî li welat, destpêka nivîsîna wî ya bi dest û pê tîpguhertina/transkrîbekirina Dîwana Melayê Cizîrî bû ku li Stockholmê di nav Weşanên Roja Nû de di sala 1987an de hat weşandin. Dû re Dîwana Rûhî ya Şêx Abdurrehmanê Axtepî di nav Weşanên Jîna Nû de di sala 1988an de dîsa li Stockholmê derket. Ev herdu jî jixwe çawa tê zanîn honrawe ne ku agahên balkêş, li ser tesewif, felsefe, civak, dîn û ol û yên din didin.
Herweha Rewdine'îma Rûhîyê Axtepî û Dîwana Kerbelayî jî Emîn Narozî û Zeynelabîdîn Kaya/Zinar mîna van herduyên li jor gotî pêk ve transkrîbe kiribû, lê di van herduyên paşî de kêmaniyek çêbûye û dema di Weşanxaneya Pencînarê de derketiye tenê ser navê Zenelabidîn Zinar derketiye. Heçî Rewdet un-Ne´îma Şêx Abdurrehmanê Axtepî ye ew li ser şeva Mi´rcê ya Pêxember Mihemed (e. s.) e ku tê de mîna Xanî qala sedemê nivîsîna wê bi Kurdî jî dike digel hinek şîret û nesîhetên tê de. Lê Dîwana Kerbelayî jî jixwe çawa ji navê wê tê zanîn şi´r e ku ew jî agahên dînî, olî, civakî û yên din dide me.
Nivîsarên Emîn Narozî di kovarên Wan, Bîrnebûn û Pelînê de hatine weşandin, heman demê di rojnameya Armancê de ku ew nêzîkî 4-5 salan di redaksyona wê de xebitiye. Ew li ser danasînên berheman û agahên cihê li ser klasîkên Kurdî û berhemên cuda ne.
Di Kovara Nûdemê de, di Kovarên Wan û Çirayê yên Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê de kurtewerger û nivîsarên wî derketine. (Wergerên hinek cihên kitêbên cografya û tarîxê yên Erebî ku qala Kurdan dikirin, digel wergerên şiroveya hinek qesîdeyên Melayê Cizîrî ji Şerha Dîwana Melayê Cizîrî ya Mele Ehmedê Zivingî.)
Hinek nivîsarên bi têpên Erebî di Hawarê de dema ku ji hêla Weşanên Nûdemê ve ji nû ve hat çapkirin transkribekarî kiriye.(Ew nivîsar li ser babetên cihê yên destpêka weşana Hawarê bûn ku bi herfên Erebî hatibûn nivîsîn.)
Ji bilî çend nivîsarên hûr û gir di hinek kovar û malperên înternetê de, bêhtirîn li ser Selaheddînê Eyyûbî, apê wî Esededdîn Şêrkoh û bavê wî Necmeddîn Eyûb û li ser Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û Dewleta Merwaniyan û yên din nivîsê wî derketine.
Piyeseke Celadet Bedirxan ji Hawarê transkribe kiriye û Avesta bi navê Hevind weke kitêbeke piçûk derxistîye(Ew li ser tevger û Serîhildana Agirî ye.).
Transkrîbekirin û şirove: Zirûf û Terkîba Mele Elîyê Helqetînî/Herqetînî ku li ser rêzimana Erebî ye, lê bi zimanê Kurdî û di nav Weşanên Sara de di sala 1998an de derçûye. Ew bi Kurdî hinek qayîdeyên rêzimana Erebî û hokerên Erebî dide nasîn.
Transkrîbe: Dîwana Melayê Cizîrî ji nû ve bi rêkûpêktir û berfirehtir hatêye amadekirin û di nav weşanên Avesta de hatîye weşandin. Tê de hem 5-6 çapên Dîwanê hatine rûbarkirin û vegotinên zimanên din di dawiya wê de hatine ferhengkirin.
Werger: Kitêba Corcî Zeydan ya bi navê Selahedînê Eyyûbî ku di nav weşanên Nûdemê de di sala 2003yan de derçûye. Romaneke tarîxî ye li ser dema wezîrtiya Selahedînê Eyûbî li Misrê û dek û dolabên li dijî wî.
Werger: Ibn Xellikan, Wefeyat el-E´yan, beşa Jiyana Siltan Selahedînê Eyyûbî, beşa bavê wî Necmedîn Eyyûb û beşa apê wî Esededîn Şêrkoh
Werger: W. Mînorsky, Studies in Caucasian History:Lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê. Beşa ser Dîroka Şedadîyan ku ji Cami ´ud-Duwela Muneccimbaşî hatîye girtin û ji hêla Minorsky ve bo İngilîzî jî hatîye wergerandin û bi Erebîya wê ve hatiye weşandin.
Digel beşa Dîroka Şedadîyan ya ku Minorsky bi xwe lê kolaye û bi İngilîzî amade kirîye. Weke kitêbekê hatîye wergerandin û di nav Weşanên Avesta de hatîye weşandin.
Beşa Pêşdîroka Selaheddîn ku dîsa lêkolîneke Minorsky ye di heman kitêbê de li ser pêşîyên Selaheddînê Eyyûbî ku ew jî di nav Weşanên Avesta de hatîye weşandin. Ev kitêb hem li ser Eyûbiyan û pêşiyên wan agahiyan dide û hem jî li ser Dewleta Şedadî ya Kurd li Divîn, Genc û Aniyê bi berfirehî radiweste.
Werger: Mele Ehmedê Zivingî, Gerdenîya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, ji Erebî hatîye wergerandin û digel Dîwanê ku bi herfên Erebî û yên Latînî tev hatîye nivîsîn weke 3 bergan û çapeke taybetî jî pê re di nav Weşanên Avesta de di 2013an de hatiye weşandin. Çawa tê zanîn ew Dîwana Melayê Cizîrî bi berfirehî rave/şerh dike ku di vî warî de yekemîn kitêb e û heya niha yekemîn çavkanî ye li ser Dîwana Cizîrî.
Werger: wergerana Tarîxa Dewleta Kurdan ya Mihemed ibn Ibrahîmê Xezrecî ku li ser 84 salên Dewleta Eyûbiyan e, ji hêla Weşanên Azad ve hatiye weşandin. Ev li ser Imperatoriya Eyûbiyan e ku ji dema desthilata Selahîdîn dest pê dike û heya dawiya wê ya li Misrê tê ku gelek agahî jî li ser Necmedînê bavê Selahedîn û apê wî Şêrkoh jî dide û şerê dijî xaçparêzan jî bi berfirehî dide.
Werger: Wergerana hemî beşên ser Kurdan û dever û herêmên wan yên el-Kamil fî t-Tarîx a Ibn Esîr bo Kurdî (Kurmancî) ku di nav Weşanên Avesta de derçûye. Ew behsa gelek desthilatdarî, serîhildan û xirecirên Kurdan û şerên wan dike ku hê ji dema Ibrahîm Pêxember û Dewleta Partî û Sasaniyan dest pê dike û heya dema Eyûbiyan pê ve tê. Ew di demên cihê û rewşên cuda de carna bi kurtî û carna jî bi firehî weke hemî agahên din gelek agahî jî li ser Kurdan dide.
Werger: Di gel wergerana hemî beşên ser Kurdan û cihên pêwendîdarên bi wan ve yên Tarîx ul-Milûka Teberî ku di nav Weşanên Avesta de derçûye. Ew jî ji dema Ibrahîm Pêxember (e. s.), ji dema Dewletên Partî û Sasanî û bûyerên wan yên di dema Îslamê de gelek agahiyên ser Kurdan yên berê û dema xwe dide.
Werger: Hemî cihên ser Kurdan û yên dever û derûdorên wan yên Tecarib ul-Umema Miskeweyhi ku herdu jî di nav Weşanên Avesta de derçûye. Ew jî ji dema Ibrahîm Pêxember (e. s.), ji dema Dewletên Partî û Sasanî û bûyerên wan yên di dema Îslamê de gelek agahiyên ser Kurdan yên berê û dema xwe û bi taybetî jî li ser wan û Biweyhiyan û dema Badê Dostikî jî dide.
Werger: Tevlî wergerana kitêbeke Mistefa Cewad li ser Kurdên Cawanî/Gavanî, yên Şadincanî û pêwendiyên wan bi mezyediyên Hillî re ku li Avestayê li ber çapê ye. Ev jî kitêbeke kurt e li ser Eşîra Cawanên/Gavanên Kurd ku ji wan sehabeyekî bi navê Cabanê Kurd hebûye û xirecirên wan û Enezî û Şadincaniyên Kurd digel pêwendiyên wan bi Xelîfe û Selçûqiyan re dide.
Werger: Wergerana Tarîxa Meyafarqînê ya Ibn Ezreq Fariqî ku ew jî li Weşanxaneya Nûbiharê li ber çapê ye. Ev jî li ser hinek ji tarîxa Islamê û hinek malbatên desthilatdar digel Dewleta Dostikî/Merwanî ya Kurd û ya Urtiqî/Artuqî ye, agahên berfireh dide.
Werger: Sûret ul-Erda Ibn Hewqel ku cihên behsa Kurdan û herêmên ku Kurd di dema Ibn Hewqelê Nisêbînî de lê cihwar bûne, wergerandiye, di nav Weşanên Avesta derketiye.
Werger: Kurd Di Kitêbên Çar Cografînasan De ku deverên ser Kurdan yên di kitêbên Ibn Xurdadbih, Ibn Feqih, Mesûdî û Istexrî de wergerandine. Ji Weşanên Avesta.
Amadekarî: Beşdarê komkirina Ferhenga (Varyantan) ya Kurdî (Kurmancî) bo rastnivîsînê ku ji hêla komek nivîskar ve hatiye amadekirin û di nav Weşanên Rûpelê de derçûye. Ev jî li ser variyantên gotinên Kurdî(Kurmancî) li herêmên cuda û hilbijartina yekê ji wan ji bo rastnivîsînê ye.
Wergerên ber çapê:
1. Mistefa Cewad, Cawanî eşra Kurdan ya jibîrkirî
2. Behaedîn Ibn Şedad, Sûretu Selahedîn/en-Newadir us-Siltaniye we l-Mehasin ul-Yûsufiye
3. Yezîdiler/Êzîdî, ku ji Swêdî hatiye wergerandin
ÇAVKANİ
http://www.narozi.com/narozi/
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=2&ArticleNr=4183[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 424
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ansiklopediyakurdistane.com/ - 24-04-2023
פריטים המקושרים: 2
קבוצה: ביוגרפיה
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Education level: No specified T4 553
No specified T3 20: Yes
No specified T3 82: Batman
No specified T3 85: צפון כורדיסטן
Place of Residence: Diaspora
אומה: כורדי
אנשים מקלידים: קדוש אל אנפאל
אנשים מקלידים: מתרגם
אנשים מקלידים: סופר
מין: גבר
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 24-04-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 24-04-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על: 30-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 424
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.15 KB 24-04-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,092
תמונות 106,718
ספרים 19,304
קבצים הקשורים 97,343
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.781 2!