הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,514
תמונות 104,725
ספרים 19,274
קבצים הקשורים 97,564
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
JI XINJIANGÊ TA KURDISTANÊ… PÊŞGOTINEK DI BAZIRGANÎ Û RONESANSA NETEWEYAN DE
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

JI XINJIANGÊ TA KURDISTANÊ

JI XINJIANGÊ TA KURDISTANÊ
JI XINJIANGÊ TA KURDISTANÊ… PÊŞGOTINEK DI BAZIRGANÎ Û RONESANSA NETEWEYAN DE
HISÊN CIMO
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#

Serokê Benderên Dubî yên Cîhanî Sultan Bin Silîm di hevpeyvîneke li gel ajansa Bloomberg de ku di Cotmeha borî de hatiye weşandin, bi reşbînî behsa karîna bazirganiya cîhanî ku di demeke kurt de vegere ser xwe, li pêşberî rêzearîşeyên veguhastinê di navbera rojhilatê Asyayê û herêmên din ên cîhanê de kir. Silîm bi taybet bal kişand ser projeya “El-Hîzam û Rê” ya Çînê. Cehwerê projeya Çînê li ser esasê herikandina kel û pelan ber bi du aliyan ve ye. Tişta niha dibe jî ku derengmayîna radestkirinê ji ber girtinên li dû hev ku ji ber pandemiya Koronayê derketiye. Di hin rewşan de jî gihîşt asta sê salên pêş. Bi gotineke din, hin bar wê negihêjin cihê xwe heta ku sê sal derbas nebin. Li benderan keştî dagirtî ne, şîrketên veguhastina kel û pelan pereyan qezenc dikin û xwediyên kargehan jî êşê dikişînin. Wekî encam, Bin Silîm ku wekî kesayet di bazirganiya cîhanî de xwedî giraniyek e, bi guman e ku Çîn bikare bi vê hişmendiya xwe projeyê dewam bike. Her wiha Bin Silîm pêşniyaz kir ku Çîn projeya “El-Hîzam û Rê”, ji nû ve lê vegerê.
Di heman rojê de, têkildarî babetê serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser Twitterê gelek tweet nivîsandin. Her wiha Wezîrê Bazirganî û Pêşesaziyê yê Hindistanê jî di heman çarçoveyê de nivîsand. Her duyan got Hindistan cihê herî guncav ê ji nû ve destpêkirin û rêvebirina mezinbûna cîhanê ye. Modi ji her demê zêdetir, xweşbîniya xwe ya domandina projeya xwe ya mezin “Avakirina Hindistana Nû” ber bi pêş ve anî ziman. Ev yek jî di şaxê Hindistanê ya di pêşengeha “Expo 2020 Dubai” de ku dê heta dawiya Adara 2022`yan dewam bike, derket holê.
Her wiha di kovara “Foreign Affairs” ya Amerîkayê de, Hal Brands û Michael Beckley di Cotmeha borî de li ser “Bidawîbûna bilindbûna Çînê” nivîsand. Her du nivîskaran di analîzên xwe de xwe spart faktorên aborî, civak û siyasî. Balkêş e ku beriya Koronayê, di çapemenî û navendên nêrîndayînê ya Amerîkayê de, axaftinên pêbawer yên têkildarî têkçûna Çînê tune bûn.
Xweşbîniya Hindistanê, metirsiyên Çînê û pêşbîniya Amerîkayê girêdayî rêvebirina cîhanê û diyarkirina rêya sereke ya bazirganiya navdewletî ye. Dibe ku xelkê gundê Kappar ê li Belûcistanê ya Pakistanê bi vê kêşeya bazirganî ya li cîhanê, an jî wê ber bi ku ve biçe, nizanin. Lê wê ev gund bi tişta ku dê di navbera hêzên mezin ên cîhanê de rû bidin, yekser bandor bibe. Gelo wê ev gund bimîne hinardekarê karkeran bo derve? An berovajî wê bibe herêmeke ku her kes berê xwe bide wî gundî ku dikeve nêzî bajar û bendera Gwadar da ku li derfeta karkirinê bigerin?
Dîrok, di aliyê bajarvanî-şaristanî de dubarekirina bêdawî ya vê senaryoyê ye. Çînê di dawiya desthilata malbata Han di sedsala duyemîn beriya zayînê de dikeve nava aloziyekê, Îran feqîr û hejar dibe. Di sedsala heftan a zayînê de “Îran Şehir” bi êrişên Ereban-îslamî têk diçe, bajarê Istexir (Persepolîs) yê geş û gundên wê tune dibin. Di sala 17`an a zayînê de, rewş êdî li Çînê û Asaya navîn aram bû û bajarekî bi navê “Bazîd” li Kurdistanê geş bû. Mêrên qebîleya Celalî dahatûyeke madî ya zêde di navbera Urmiye û Erzirom bi rêya parastina karwanên bazirganî an jî bi rêya wêrankirinê bi dest xistin.
Bajarên ku ne li ser rêyên bazirganî bûn, heta destpêka sedsala 20`an, bajarên xerabûyî û bajarokên biçûk yên wêrankirî bûn. Wekî rojhilatê Firatê, Idlib, bakur û rojhilatê Sûriyê û piraniya bajarên Iraqê.
Jeopolîtîka
Di çend salên derbasbûyî de, “Rêya herîr ya nû”yek ji têgehên herî zêde ku di jiyana rojane ya Rojhilata Navîn de di nava ferd, kom, sivîl, siyasetmedar, dewlet û partiyan de dihate bikaranîn. Her kes bi hêvî ye ku bibe beşek heyînekê ku dişibe “Diyariyeke buhştî”ku ev çend sedsal in winda bûye û di serdema dewletên neteweyî yên îzolasyon de hatibû jibîrkirin, wan dewletên ku nexşeyeke nû ya çavkaniyên sermayê nîgarkirin, betrol jî bê hempa bû jêdera yekemîn.
Heta sê sal berê jî, hewldanên tevlêbûna nav dîtina Çînê”El-Hîzam û Rê”(Gotina dîtin ji projeyê rastir e) mijareke ne eşkere bû. Hemû dewletên herêmê jî hewldan ku amadekariyên xwe yên zû ya nûkirina” Kapîtalizma emeperal” ya ku di aliyê rêyên bazirganî û komkirina sermayê li dijî kapîtalzima neteweyî biser ketiye, veşartin. Pêvajoya xebitandina bêdeng a dewletên herêma Rojhilata Navîn a tevlêbûna nava vê guhartina cîhanî ya çaverêkirî zêde dirêj nekir. Bi awayekî lezgîn projeyên neteweyî yên herêmî hatin pêşberî hev û bender û bajar ketin nava pêşbirkê. Di encamê de, aloziyên siyasî û ewlekarî derketin û aloziyên ku dibe pêk werin, li benda dora xwe ne.
Dibe ku di çend salên pêş de, derkeve holê hêviyên ne li gorî rewşa heyî li ser “şoreşa bazirganî” ya ku Çîn pêşengtiya wê dike, hatibe girêdan. Lê guhartina jeopolotîkî ya cîhanî dihêle ku her kes li Rojhilata Navîn berê xwe bide jinûve bicihkirinê, ne tenê li ser asta dewletan, lê belê li ser asta şoreşên çekdar jî. Doza serî hildana li Belûcistana Pakistanê piştî bi dehan salan ku tevgereke jibîrkiribû, bi vê guhartina jeopolotîka jî girêdayî ye, her wiha wekî wê jî Ûygûrên li Xinjiang a li rojavayê Çînê. Ji nişkivê ew herdu doz bûne dozên sereke yên mafan li cîhanê.
Eger ku Ûygûr ne herêma yekemîn a girêdana rêyên bazirganî ya ku Çîn wê xêz dike, bê gûman mijara mafan li Ûygûr nedibû dozên sereke yên cîhanê. Li naverasta Asya jî Tevgera Talîban bi amadekarî û rêkûpêk bi awayekî eşkere ji aliyê navdewletî ve, rêveberiya Efganistanê kir. Di dilê Rojhilata Navîn de jî, şerên kevn ên mezin jî bi awayekî ku berê çênebûye, didome. Wekî operasyona dewleta Tirk li dijî PKK`ê li çiyan û berfirekirina operasyonên xwe yên hewayî li dijî herêma Şengalê ku beşek ji plana wê ya vekirina deriyekî din ê sînorî di kûrahiya Iraqê de dûrî sînorê Tirkiyê(Wêneyê di manşêtê de cihê deriyê ku tê payîn were vekirin diyar dibe). Ev tiştekî ku di dîrokê de û di asta navdewletî de nebûye, di bin çavê hikumeta Iraqê ya lawaz û hikumeta Herêma Kurdistanê ya bêcan û hin hêzên navdewlet yên mezin ênvê destdirêjiya Tirkiyê wekî mijareke giring nabînin de tê kirin. Eger Tirkiyê di vekirina vî derî de biser ket, bê guman wê dawiya bazirganiya ji bo Herêma Kurdistana Iraqê pêk were.
Wekî Şengalê, Tirkiyê hin herêmên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca mêtingeriyê, dagir kir. Ji wan qutkirina rêya navdewletî (M4) ku beşek jê di bin serweriya dagirkeriya Tirkiyê de ye. Wekî encam, nêrîna Enqereyê ji rêya bazirganiya navdewletî; ew e ku ne tenê bibe beşek jê, ji ber ji xwe beşek jê ye ji ber cihê cografî yê wî welatî, lê belê xwesteka wê ew e ku Kurd nebin an jî nekevin nav vê projeyê, bi wateyeke fîzîkî. Ji ber ku Tirkiyê xeyal dike ku rêyên bazirganî wekî beşekî ji rêyên navdewletî ya ku di nav parzemînan de derbas dibe ava bike, çi di navbera Îran û Tirkiyê de bi rêya toreyên rêyên trênê yan jî di navbera Iraq û Tirkiyê de. Nimûneya şerê Tirkiyê ku gelek armancên xwe hene, nimûneyên şerên veşartî yên ku îro li Rojhilata Navîn bi awayekî yekser têne kirin, wekî şerê li Sûriyê û Lîbya. An jî bi awayekî ne yekser wekî wêrankirina bendera Beyrûtê û destpêkirina wêrankirina benderên peravên Şamê û bendera Fao a Iraqê.
Dûrî “El-Hîzam û Rê”, em ê bi awayekî kurt di nava dîrokê de bigerin û hin bûyerên diyarker di aliyê bazirganî û çavkaniyên dewlemendiyê de şirove bikin. Ev yek jî tê wateya ku wê faktorên misyonerê olî û şerê mezhebî ku wekî xalên sereke yên şirovekirina tevgera dîrokê bûn, werin paşguhkirin. Gelo ev yek gengaz e? Gelo wêneyê geşbûna bazirganî di serdemên berê de, wekî gulin ku xelk li Rojhilata Navîn texmîn dike?
Ev pirsan û nimûneyan, dihêlin ku bi awayekî yekser em berferehî behsa bazirganî û rola wê ya di ronesansa avahîsaza mirovan de û guhartinên sereke yên di pêvajoyên dîrokê de, li Kurdistan, Îran û tevahiya Rojhilata Navîn bi bandora faktorên bazirganiya navdewletî pêk hatine, bikin. Ev yek jî wê bi rêya sê xelekên di bin sernavên sereke “Bazirganî û ronesansa neteweyan” werin weşandin.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,037
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/- 14-04-2023
פריטים המקושרים: 8
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-01-2022 (2 שנה)
Original Language: ערבית
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: תרגום
ספר: מחוכם
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-04-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 21-04-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,037
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,514
תמונות 104,725
ספרים 19,274
קבצים הקשורים 97,564
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
Folders
ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - Kurdistan ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר הספרייה - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.656 2!