=KTML_Bold=Kurtejiyana rojnemegerê kurd Seyîdxan Mustefa Beko=KTML_End=
Seyîdxan Mustefa Beko di dîroka 05-01-2001'ê de li gundê Qilheydê ya ser bi bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di destpêka jiyana xwe de xwendina bi zimanê erebî li gundê bi navê Nûrelî dest pê kir, ji ber ku kurd bû nekarî xwendina bi erebî bi xweşikahî bixwanda. Di destpêkê de xeyala wî ew bû ku bibe rojnemevan û pêşkêşvanê bernameya televizyonan, her demê li pêşiya hevalên xwe, xwe perwerde dikir ku çawa nûçe û gotaran pêşkêş dike.
Ji ber aloziya sûriyayê hemû dibistan hatin girtin û wî nekarî heta demek dirêj xwendina xwe berdewam bikirara, ji ber wan sedemên şer û koçberiyê ew li şûna xwe ma. piştî rizgarkirina bajarê kobanî ji çeteyên Daişê xwendina xwe vêca bi zimanê kurdî li gundê Girik berdewam kir.
Piştî ku xwendina navîn û amadehî bi dawî kir derbasî zanîngehê bû û beşê Biyolojî xwend, lê paşê dev ji wî beşî berda çiku jê hez nedikir û girêdaneke xwe ya pir bi pîşeya rojnemegeriyê re hebû. Di peyre radyoya dengê Kobanî FM de di warê peyamneriyê de xebitî, destpêkê gelek astengî ddikşandin, lê piştî demek kurt karibû van astengiyan derbas bike. Wextên zêxe xebat dikir daku bikaribe gelek tiştên ku jê derbasbûyî vegerîne.
Di heman demê de wî jê rêveberiya ragihandinê xwest ku di dewreyeke rojnemegeriyê de da tomar bike da ku bikaribe xwe bêhtir pêş bixîne, û gelek tişt ji wê dewreyê fêr bû û karibû bernameyekê li ser folklor û çanda kurd ya bi navê ''Gundê Me'' pêşkêş bike. Di peyre bi zimanê kurdî bernameya ''Rojbaş'' pêşkêş dikir. Piştî demeke dirêj ji xebatên ragihandinê tevlî nava erka xweparastinê bû.
Wî baş dizanî ku rojnemegerî pîşeyeke mirovî ye bi awayekî berfireh dikeve ber xizmeta gel û kolanê.
Çavkanî: Kurdîpêdiya Amadekirin û werger: Aras Hiso[1]