Îktıdarê OHAL îlan kir. Der barê wê de Tifaqa Ked û Azadiyê diyar kir ku îktîdar li şûna destwerdan û alîkariyan organîze bike, hewl dide xwe biparêze û wiha got: “Ya ku divê bihata kirin ne ragihandina OHAL’ê ye, seferberiya civakî ye.”
Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 3 mehan li #Mereş#, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, #Amed#, Kîlîs, Osmaniye, Edene û Hatayê Rewşa Awarte (OHAL) hatiye îlankirin. Tifaqa Ked û Demokrasiyê der barê erdhej û OHAL’ê de daxuyaniyeke nivîskî da.
$AKP’ê tek çare mirin nîşan da$
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi ser erdhejê re 55 saet derbas bûn lê hêjta jî bi hezaran kes di bin xirabeyan de ne û ev tişt hatin parvekirin: “Mexdûrên erdhejê yên karîn xwe xilas bikin jî di nava mercên giran de tî û birçî ne. Îktîdara AKP-MHP’ê ev 3 roj in gel terkî mirinê kiriye. Îktîdara AKP-MHP’ê di nava 24 saetan de gavek jî neavêt bajarên erdhej lê çêbûne. Li şûna mudaxele û alîkariyan organîze bikin, bi ragihandina OHAL’ê re hewl dide ne gel lê xwe biparêze. Gelên Tirkiyeyê baş dizanin ku ev îktîdar ji bo karesatên bi vî rengî dibêje; ‘lutfa xwedê’ û hewl dide bo xwe bike firsend. Îktîdara AKP-MHP’ê bi OHAL’ê re dixwaze van bajaran bigire, torên piştevaniyê qut bike, ketina rojnamegeran a li van herêman qedexe bike da ku agahiyên rast neyên parvekirin, alîgirên xwe yên sûcdar veşêre û îktîdara xwe biparêze. Ya ku divê bê kirin ne OHAL lê seferberî ye.
$Em ê mil bidin hev$
Em ê zextên bi OHAL’ê re derdikevin holê nas nekin. Banga me ji bo dewletê ew e ku hemû derfetên xwe pêşkeş bike û ji bo parastina civak û jiyanê seferber bibe. Divê çavkaniyên gel ne ji bo bekaya îktîdarê lê ji bo gel bên bikaranîn. Hemû astengkirinên îktîdarê, pêkanîna sûcê giran e. Em ê piştevaniya heyî mezintir bikin, jiyanê biparêzin û li qadan li cem gelê xwe bin. Em ê vê hilweşînê bi hev re rakin.”[1]