$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rizgar Serhat
Nav paşnav: Bedirxan Pala
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Beyaz-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2020 / Botan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rizgar li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û lê mezin bû. Di salên 1990'î de polîtîkayên zext, asîmîlasyon û koçberkirinê yên dewleta Tirk ku li ser gelê Kurd dimeşan, ji nêz ve dît û heman polîtîka li dijî malbata wî jî hate kirin. Malbata hevrêyê me Rizgar destpêkê koçî Colemêrgê dike, piştre jî derbasî Wanê dibe. Ji ber welatparêziya malbata wî di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas dike, hîn di vî temenî de ji têkoşîna azadiyê û gerîla hez dike. Hevrêyê me Rizgar her ku mezin dibe hişmendiya xwe ya welatparêziyê xurt dike û dikeve nava lêgerîna têkoşînê. Di vê demê de li nava karên ciwanan bi roleke girîng radibe û li aliyê din jî xwendina xwe dewam dike. Di salên ku diçû Zanîngehê de kar dike, lê belê digihêje wê baweriyê ku karê dike bersivê nade demê. Bi vî rengî biryarê dide ku tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Rizgar diyar dikir ku polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger faşîst ên li dijî gelê Kurd ku ji hiqûqa dijminatiyê jî wêdetir e, divê neyên qebûlkirin û rêbazên têkoşînê li gorî vê yekê bêne diyarkirin. Tevlîbûna li nava refên gerîla jî weke bersiva herî mezind ît û sala 2013'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Rizgar ji roja ku tevlî bû û pê ve bi sekna xwe ya fedakar, têgihiştî û wêrek bala hevrêyên xwe kişand û piştre jî ev sekna xwe bi îstiqrar dewam kir. Hevrêyê me Rizgar zû bi girîngiya bûyîna gerîlayekî profesyonel hesiya û xwe ji bo perwerdeyên leşkerî pêşniyar kir û ev pêşniyar hate qebûlkirin. Li qada perwerdeyê hewl da bi rengekî serketî bixe meriyetê û ev yek jî di asteke mezin de bi ser xist. Hevrêyê me Rizgar gelekî hewl da ku felsefeya Apoyî fêhm bike, bi cih bîne û her tim digot, 'Em neçar in ku jiyana hevrêyên me yên şehîd ji me re hiştine, dewam bikin'. Ji bo kûrbûna xwe bixe pratîkê xwe ji bo Botanê pêşniyar kir. Hevrêyê me Rizgar bi pratîk û wêrekiya xwe ya li Botanê zû hînî derdor û hevrêyên xwe bû û di demeke kurt de bû hevrêyek ku li nava hevrêyên xwe cihê wî diyar e. Hevrêyê me Rizgar pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Ji bo hevrêyan hemûyan bû mînakekî baş. Sala 2016'an bi rengekî çalak cihê xwe di nava Berxwedana Xwerêveberiyê de girt û ji bo vê rola xwe bi ser bixîne, hewl da. Ji sala 2015'an dema derbasbûna qada Botanê û heta sala 2020'î li Botanê karê pratîkî kir, pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Bi kesayetî û sekna xwe ya li nava jiyanê, tiştên hîn bûne hînî hevrêyên xwe kir û gelek hevrêyên xwe bi vî rengî perwerde kir.[1]