$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Êrîş Adar
Nav û paşnav: Şervan Yaşar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Gulî - Omer
Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Êrîş li Geverê di malbateke bi nirx û welatparêz de ku gelek berdêl di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dane de, ji dayik bûye. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, ji biçûkatiya xwe ve, ji gerîla û Partiya me hez dikir. Bi taybet şehadeta xwişka wî ya mezin hevrê Adar di salên 90’î de, bandorek mezin li hevrêyê me Êrîş kir. Bi çîrokên berxwedana destanî ya hevrêyên me yên şehîd, bi taybetî hevrê Adar li dijî dewleta Tirk a mêtinger mezin bû û xeyala wê roja tevlîbûna gerîla dikir. Dema di sala 2006’an de xwişkeke din a mezin tevlî nava refên gerîla bû, daxwaza hevrêyê me Êrîş ya tevlîbûna gerîla hîn zêdetir bû. Lê belê, ji ber ku ew pir ciwan bû, nekarî beşdar bibe. Hevrêyê me Êrîş ku bi xwedîderketina li cewhera xwe ya welatparêzî û kesayetiya ku bi çanda kûr a gelê me re şênber bû, dema hat ciwantiya xwe hemû polîtîkayên şerê taybet ên dijmin pûç kir, bi xwedîderketina li xeyala xwe ya zarokatiyê re ala têkoşînê ya Şehîd Adar dewr girt.
Hevrê Êrîş ku di sala 2013’yan de ji Şemzînanê tevlî nava refên gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe li Xakûrkê dît. Hevrêyê me Erîş ku ji ber herêma lê dijiya hînî jiyana çiyê bû, di demeke kurt de bi perwerdeyên wergirtî re adapteyî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Erîş ku ji bo xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de perwerde bike û bike nûnerê milîtan ê xeta şehîdan her tim ji bo xwe gihandina vê armancê hewl da. Bi hişmendiya ku jiyana PKK’ê nirxek girîng e ku di encama keda bêhempa ya bi hezaran hevrêyên me yên şehîd de hatiye afirandin, beşdarî jiyanê bûye û her tim bi giraniya wê hîs kiriye. Hevrê Êrîş ku di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de gelekî ji dil e, ji bo fedekariya li hemberî hevrêyên xwe, xwe paş ve nexistiye. Ji ber vê yekê hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrê Êrîş ku ji sala 2013'an dema tevlî nava refên gerîla bû û heta sala 2019'an li Xakûrkê gerîlatiyê kir, di gelek qadan de peywir girtiye. Li dijî êrîşên dijmin ên ji sala 2015’an vir ve li herêma Xakûrkê hatiye kirin, bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin bersiv daye. Bi tevlêbûna xwe ya leheng û fedaî ya çalakiyên ku lidarxist ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve weke mînak hate girtin. Dîsa di dema êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li dijî herêma Xakûrkê de di nava berxwedanê de bû û di vê pêvajoyê de jî bi beşdarbûna çalakiyên li dijî dijmin hewl da peywira xwe ya pêşeng bi cih bîne. Piştî 2019’an, ew beşdarî xebatên ku pêdiviya bilind hewce dike, bûye. Hevrê Êrîş ku bi tevlîbûn û helwesta xwe ya di vê pêvajoyê de bawerî da hevrêyên xwe, piştre ji bo xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de pêş bixîne û erkên xwe yên dewreyê bi serkeftî bi cih bîne, tevlî xebatên perwerdeyê yên di nava akademiyê de bû. Hevrê Êrîş ku tevlîbûna xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de ji nû ve nirxand, kêmasiyên xwe bi alîkariya hevrêyên xwe çareser kir û ji bo bibe milîtanekî pêşeng ku bikaribe bersivê bide pêvajoyê kedeke mezin da. Bi taybetî xwest paradîgmaya Rêbertî ku taybetmendiya herî bingehîn a gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e kûr bike û vê yekê veguherîne taybetmendiyek kesayetiyê. Di vê çarçoveyê de lêhurbûnek bi nirx bi dest xist. Di serdema nû de jî di şêwaz û taktîkên gerîlatiyê de xwe pêş xistiye. Ji bo derbên giran li dijmin bixe ketiye nava lêhurbûnên kûr, ji bo pratîkkirina van lêhurbûnan kedek mezin daye.
Hevrê Êrîş ku piştî perwerdehiya xwe bi serketî qedand, bi coş û kelecanek mezin berê xwe da qada pratîkê, tevlî xebatên ku pê baweriyeke mezin hewce dike. Di van xebatan de xwest ku bibe bersivek ji pêvajoya dîrokî ya ku em tê de derbas bûne. Bêyî ku ferq û cudahiyê bixe nava xebatan, li ser tevlîbûna rast lê hûr bû. Mîrateya berxwedanê ya hevrêyê me Êrîş ê ku di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, wê her tim pêşengiya me hevrêyan bike.[1]