$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Egîd Çiyager
Nav û paşnav: Huseyîn Zeytûn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Ozgul - Behçet
Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Egîd li navçeya welatparêz a Amedê Erxenî di malbateke welatparêz û koçer de ji dayik bû. Paşê malbata wî li gundekî girêdayî Bismilê bi cih dibe û li wir mezin dibe. Hevrêyê me Egîd ku di kesayeta xwe de hemû taybetmendiyên xwezayî yên koçeriyê hildabû û bi vê yekê re kariye xwe ji qirêjiya pergala serdest biparêze. Ji ber ku malbat û xizmên wî di gelek qadên têkoşîna azadiyê ya gelê me de cih girtine û dixebitin, ev tişt bû derfeta ku ew hêj baştir têkoşîna me yê azadiyê nas bike. Her wiha ji ber ku di salên xwe yên lîseyê de li navenda Amedê jiyaye, ji serdema yekemîn a ciwantiya xwe ve dest bi naskirina têkoşîna me ya azadiyê kiriye. Bi taybetî jî berxwedana destanî ya gerîla ya li dijî dagirkeriyê bandor li wî kir û fikirî ku divê xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê û tevlî gerîla bibe. Hevrêyê me Egîd ê ku dema li Amedê dixwend derfeta dîtina rastiya dijmin ji nêz ve bi dest xist, gihişt encama ku ev dijminê faşîst tenê bi têkoşînê dikare were têkbirin. Li ser vî esasî tevlî xebatên ciwanan bû. Hevrê Egîd ku di xebatên ciwanan de xwedî pratîkeke serkeftî ye, di wê baweriyê de bû ku ji bo gelê me bigihêje azadiyê divê têkoşîneke hîn bi bandor û radîkal were meşandin. Li ser vê esasê di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Egîd ê ji Amedê tevlî gerîla bû, piştre derbasî herêma Zapê bû û li vir perwerdeya Şervanên Nû dît. Di pêvajoya perwerdeyê de di bin bandora xwezaya Kurdistanê û têkiliyên hevrêtiya PKK’ê de ma. Bi taybetî vekirîbûn û rastbûna hevrêyên me bi hev re bandoreke kûr li hevrê Egîd kir. Hevrêyê me Egîd ê ku bi perwerdeya partiyê ku dîtî nakokiyên xwe ji holê rakir, bû xwedî tevlîbûneke bêsînor. Ji ber kesayetiya xwe ya durist û dilsoziya bi xeta Rêbertî û şehîdan re, ji roja destpêkê ya jiyana xwe ya gerîlatiyê ve tevlî xebatên girîng bûye ku bawerî, hesasiyet, disiplîna cewherî dixwaze. Hevrêyê me Egîd ê ku heta sala 2019’an di xebatên xwe de gelekî serkeftî bû, piştî ku di sala 2019’an de dijmin êrîşî herêma Heftanînê kir, ji bo hêrsa xwe ya li hember dijmin veguherîne çalakiyê, derbasî herêma Heftanînê bû. Li vir bi cesaret û bi îradeyek mezin li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Egîd ku ti carî xwe paş ve nade, dizanibû ku ancax bi vî rengî dikare şehîdan û têkoşîna Rêbertiya me biparêze. Hevrêyê me Egîd ê di şer de bi giranî birîndar bû, piştî pêvajoya dermankirinê ya demdirêj, têkoşîna xwe berdewam kir. Hêrsa wî ya li hemberî dijmin her roj zêdetir bûye û ji bo vê bûye bingehê têkoşîneke bi bandor. Ji bo xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de kûr bike û bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya şer bibe, di akademiyên leşkerî de tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me Egîd ku bi perwerdehiyên dîtî bûye gerîlayekî jêhatî, xwe di warê îdeolojîyê de jî kûr kiriye û bûye milîtanek bihêztir.
Li gel ku xwesteka wî ya şer a li dijî dijmin mezin bû jî, hevrêyê me Egîd ku bi hişmendiya xwe ya rêxistinî ya bilind li gorî hewcehiyên rêxistiniyê tevgeriyaye, ji 2020'an ve heta kêliya ku gihaştiye şehadetê di nav xebatên girîng û krîtîk de cihê xwe girtiye.
Hevrêyê me Egîd ku di asta berpirsyariyê de xebatên xwe dimeşîne, bi pratîka xwe ya serkeftî bûye milîtanekî mînak. Her çendî pir dixwest li gel hevrêyên xwe yên di tunelên şer de li ber xwe didin be jî, ji ber xweseriya xebata xwe nikarîbû vê daxwaza xwe bi cih bîne, lê her dem hevrêyên hîs kiriye. Hevrêyê me Egîd ku di êrîşên dijmin ên meha Tîrmehê de gihişt şehadetê, wê her tim bi şehadeta xwe hem jî bi jiyana xwe ya têkoşînê pêşengiyê ji me re bike.[1]