$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dilgeş Davûş
Nav paşnav: Cahît Zîrek
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Sitî-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dilgeş li gundê Davûş ê navenda Colemêrgê ji dayik bû. Malbata wî ku ji eşîra Jîrkî ye, hevrêyê me Dilgeş jî bi çand û civakîbûna Kurd mezin bû. Hevrêyê me Dilgeş karakterê serhildêr ê mirovên cografya lê mezin bû di kesayetiya xwe de bi cih kir. Hem zilma dijmin, hem jî têkoşîna bi lehengî ya Apoyiyan a li Zagrosan ji nêz ve nas kir. Li gundê ku lê dima hinekan ji ber zexta dijmin cerdevanî qebûl kiribin jî ti carî xizmet ji dijminê qirker û mêtinger re nekirin. Hevrêyê me Cahît li hemberî vê siyaseta dijmin a li ser gelê me tê ferzkirin, bû xwedî hêrs û nerazîbûneke mezin. Li dibistanên dewleta Tirk ji neçarî xwendibe jî piştî demekê dest jê berda û ruhê xwe yê azad li nava sîstema dewleta Tirk parast. Weke ciwanekî Kurd zanîbû ku divê di doza azadiyê ya gel de berpirsyariyên xwe bi cih bîne û bibe beşek ji têkoşînê. Li ser vê bingehê demekê karên milîstiyê kir. Ji bo hevrêyên xwe yên Apoyî yên li çiyê têdikoşin hewl da ya ji dest tê bike û di navbera gelê Kurd û fedaiyên wê de bibe pirek.
Hevrêyê me Dilgêş ku bi naskirina têkoşîna Apoyî re mejiyê wî ronî bû, hestên di dilê wî de mezin bûn, karê ku ji bo doza azadiyê ya gelê xwe dikir têrker nedît û xwest ku asta xwe ya têkoşînê û tevlîbûnê mezintir bike. Li ser vê bingehê di pêvajoya 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê de sala 2014'an vê carê ji bo bibe gerîla xwe gihand çiyayên azad ên Kurdistanê û qebûl nekir ku careke din vegere. Hevrêyê me Dilgêş li herêma Zapê tevlî perwerdeya şervanên nû bû, bi kesayetiya xwe ya çiyayî zû hînî jiyana gerîla bû. Kesayetiya xwe ya çiyayî, esîl û wêrek bi pîvanên milîtaniya Apoyî xurtir û hîn bi rêxistin kir. Li ser vê bingehê gihîşt asteke girîng a pêşketinê. Sê salan bênavber li Zapê kar kir. Bi jêhatîbûn, karkerî û kedkariya xwe, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, bi rengekî çalak tevlî karên li jiyanê bû. Bi vî rengî ji bo her hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê.
Hevrêyê me Dilgêş ji bo tecrûbeya li herêma Zapê wergirtiye derbasî Bakurê Kurdistanê bike, ji bo bi gaveke din nêzî dijmin bibe û derbên hîn girantir lê bixe, amadekarî kir ku derbasî herêma Cîlo bibe. Di bihara 2017'an de li bendê ma ku şert û mercên demsalê ji bo derbasbûnê guncav bibe. Lê belê di Nîsana 2017'an de di êrîşên dijmin de şehîd bû. Şehadeta zû û bêdem a hevrêyê me Dilgêş li nava hevrêyên wî bû sedema hêrs û hesta tolhildanê. Ji ber ku ew zarokê serhildêr ê çiyayên Zagrosê bû û milîtanekî bi hêvî yê tevgera Apoyî bû.[1]