ِ$Agahiyên Şehîd:$
Nasnav: Şervan Egîd
Nav paşnav: Înan Kizilyol
Cihê jidayikbûnê: #Bêdlîs#
Dayik-Bav: Sûzan-Ebûbekir
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Xelkê me yê li herêma Xerzanê ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya #Kurdistan#ê de xwedî cihekî girîng e, li gel polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên dijmin her tim çanda xwe ya berxwedanê parast û li dijî dijmin têkoşiya. Tevî ku dijmin hewl da li vê qadê xeta xiyanet û nokeriyê ava bike jî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi piştgiriya xelkê welatparêz ê li vê herêmê di têkoşînê de israr kir û li ber xwe da. Hevrêyê me Şervan jî li Norşînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, mezin bû. Ji zarokatiyê ve navê Rêber Apo û PKK'ê bihîst û bi vî rengî mezin bû, her tim dixwest bibe gerîla. Sala 2015'an ji bo bersivê bide êrîşên qirkirin û tunekirinê yên dewleta Tirk ên il ser gelê me û tevgera me, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Şervan hem ji bo armanca xwe pêk bîne, hem jî ji bo gel û welatê xwe azad bike sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Şervan bi bandora jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê di demeke kurt de hînî çiyê bû. Ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, wezîfeyên demê fêhm kir û bi berpirsyariyeke mezin nêzîk bû. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya welatê me bênavber têkoşiya. Hevrêyê me Şervan timî xwe perwerde kir, ji bo pêşveçûna hevrêyên xwe her tiştên hîn dibû parve dikir û ev yek di pratîkê de nîşan dida. Hevrêyê me Şervan ku li nava refên me dîroka #gelê kurd# yê qedîm hîn bû, bi saya vê yekê xwe nas kir û îfade kir. Hevrêyê me Şervan li Zagrosan dest bi gerîlatiyê kir, bi pratîka xwe bala hevrêyên xwe kişand û bû mînak. Bi kesayaetiya xwe ya kedkar û li pêşketinê vekirî, namzetê fermandarekî mezin bû. Di şert û mercên giran de ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Ev hevrêyê me wê di têkoşîna me de timî bê bîranîn û ji bo têkoşîneke hîn xurtir ji bo me bibe hincet.[1]