הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,026
תמונות 106,460
ספרים 19,312
קבצים הקשורים 97,293
Video 1,395
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Siya Zerdeşt ya li ser Îsa û Mihemed
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siya Zerdeşt ya li ser Îsa û Mihemed

Siya Zerdeşt ya li ser Îsa û Mihemed
#Fêrgîn Melîk Aykoç#
Bila kes ji neştera serhişkiya dîrokê dilê xwe negire, biyanî bi şûrê tirsê, bi betonkirinan hewl bidin rastiyên dirokê veşêrin, ezmanê Rojhilata Navîn bi qetrana neftê jî tarî bikin, dîrok wan guhdarî nake, rojeke ji
rojan ew hêza rastiyê, wê şûrê dişkênê, ewrên reşqetranî bela dike, betonê diterikîne û wek kulîlkeke nû vedide. Belê, her dem rastî wisa bi rik e.
Dîmenê Roja Pîroz di Ola Zerdeştiyê de
Em dizanin gelek mîtolojiyên li ser xaka Kurdistanê reng vedane tevahiya çandên wê erdzemînê daye ber xwe. Pişt re her kesî hewl daye ku bi dek û dolaban, bi rûpoşkirin û xapandinan mitolojiyên Kurdistanê ji xwe re têkin mal. Lê her diyarde û mîtolojî hin reng, yan jî kodên civaka ku ew diyarde afirandiye di xwe de werdigire, kengê jî hebe, ew reng wek tîrêjê rojê dibiriqe û xwediyê xwe destnîşan dike. Em di ronahiya van şiroveyên kurt de werin mijara xwe.
Li ser dema jiyana Zerdeştê Roştî hin gengeşî hebin jî li gor daneyên cidî ew di sedsala 7. berê Mîladê de jiyaye. Li gor daneyan li Raga (Rey) di nava êla Magan /Magiyan de ku eşîreke xwenda, bi raz, hunermendên demjiyanê ne û yek ji eşîrên Konfederasyona Med e, hatiye dunê. Her wisa dirokzanên demê malbata serwerên Med jî digîhîne vê eşîra ku li gor demê pir pêşketî û bi razên mîtolojîk dagirtiye.
Mîtolojiya bûyîna Zerdeşt taybet e, li gor wê mîtolojiyê gilokek agir yan jî şewle /roşt ji roja Giyana Pîroz diqete, tê, di malzaroka diya Zerdeşt a hê nezewiciye, destê mêran lê negeryayî de bi cih dibe. Dayîka hê keçeke xama ye, ditirse. Di wê bîstê de Ameşa Spenta (Xizir) di destan de tîrêjê birûskê nêzîkê wê dibe û ji wê re dibêje: “Metirse ti peyamnêrekî ji xasê Ahûra Mazda di malzaroka xwe de dihewînî! Tu dayîka herî pîroz û bi bext î!“ Ev mîtolojî êdî di gelek kovarên cidî û lêkolînerî wek P. M. de jî cih digire. Li gor hin daneyan Zerdeştê Roştî tê kuştin, lê Ameşa Spenta tê bi destê wî digire û herdu bi hev re wenda dibin. Rêzdar Îsayê Meyremê 600-700 sal piştî Zerdeştê roştî tê cihanê. Em dibînin ku hem mitolojiya bûyînê û hem jî dema kirasguhertina Zerdeştê Roştî ji Îsa re jî kirine mal, yan jî ji bo pîroztir nîşandanê ew mînak girtine. Herkes vê qopya ji Îsa re kirine mal wek tenê taybet ji bo Îsa be, dizane û ti car nake ber pirsiyariyan, lê kêm kesên hay ji neştera dîrokê hene, dizanin ku ev mîtolojiya Zerdeştê Roştî ye û hatiye dizîn.
Ew siya Zerdeştê roştî li ser Mihemedê ku 1200 sal dû wî re hatî dunê û dînê îslamê jî heye. Minak: Zerdeşt bi alîkariya Ameşa Spenta derdikeve qatê heftan, li wir bi rêya ferîşte Vonumenah bi Ahûra Mazda re diyalogê datîne. Em di jiyana Mihemed de jî dibînin ku ew jî derketiye Mîhracê, bi rêya Ferişte Cebraîl bi Allah re axivîye, yanê qopya heman çîrokê. Her wisa mijara yek Xwida, bihuşt û dojehê cara yekem bi aliyê Zerdeştê Roştî ve tê venivîsandin û ragihandin. Di dînê Zerdeştî de berê giyana mirov biçe bihuştê, tê ber pira çarenûsê Cinvata Pretûm. Ev bê guhertin derbasê Quranê jî dibe. Dîsa mijara destmêj û pênc dan nimêjê jî di Zerdeştiyê de heye, ew jî bê guhertin derbasê îslamê bûye. Heta hin zanyarên îslamê vê venaşêrin û bi aşîkarî dibêjin. Li aliyê din baş tê zanîn ku Mihemed bi karwanan re geryaye û tîcaret kiriye, di dema Omer ibn Xatab de gelek pirtûkxaneyên Zerdeştî tên talankirin û Qurana yekem piştî Omer di dema Osman de tê civandin û nivîsandin.
Li gel baweriyên olî êdi hemû zanyar bi zelalî radigîhînin ku bê karlêka felsefeya baweriya Zerdeştî felsefeya Grêkan jî nedikanî zêde bi pêş biketa. Ev jî tê zanîn ku Kalikê Herakleitosê ku têgîhîştina diyalektîkê bi pêşxistiye, Herakles dema generalên Medan tên qesra Altemîsa serwerê Lidya Alyattes. II. ku bûka Medan Alyanîsê bibin, ew di wê qesrê de mamostetiya kurê Alyattesê II. dike, Alyattes II diyalogek di navbera wan de datîne. Talesê Mîlatî û Kalikî Herekleitos Herakles bi rêya wan generalan fêrê fîlozofiya Zerdeştî dibin, vê bi kurê xwe û neviyê xwe dide fêrkirin. Neviyê wi jî li ser wê bingehî mijara dîalektîkê derdixe pêş.
Min sî yan jî karlêka baweriya Zerdeştî ya li ser baweriyen Samiyan tenê bi çend mînakan vekir, lê karlêk gelek berfireh e, dema mirov bi kûrahî binirxîne, dibîne ku gelek tişt ji baweriya bav û kalên me girtine, anane û kevneşopiyên xwe yên qirêj û genî lê zêdekirine. Bi şûr û tirsê ew wek yên xwe bi me dane pejirandin. Rastiyeke me kurdan jî heye, em ne bi rastî û zanayên xwe bi yên biyanî bawer dikin. Heta di jiyana rojane de dema kolomnîstek, nivîskarek yan jî ramanwerek Kurd tiştekî derxe rojevê, ne zana, ne çapemeniya Kurd, ne Kurd bi giştî wê ciddî digirin. Lê mehekê dû re nivîskar, kolomnîst, yan jî ramanwerek, Tirk, Ereb, yan jî biyanî heman dîtinê binivîse, her kes dibêje; “Weh!! Çi miroveke zana û baqil yan jî çi dîtin û nirxandineke rast.“ Ji ber ku van baweriyan şûr û tirs jî bikaranîne. Tiştê wan gotine xistina berpirsiyariyê, wek tewana herî kirêt bi wan dane pejirandin, êdî ti kes newêre mijaran têke ber pirsînê. Lê dîsa jî rastî kesî guhdarî nake. Ezberê bi qirêjiyan lewitî parçe dike.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 871
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع http://pydrojava.org/- 23-12-2022
פריטים המקושרים: 23
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 14-08-2019 (5 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 94%
94%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 23-12-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 25-12-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 23-12-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 871
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.1129 KB 23-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,026
תמונות 106,460
ספרים 19,312
קבצים הקשורים 97,293
Video 1,395
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.422 2!