Husniya Osman jineka temen 50 saliye û ji gundê Me’şuqa ser bi bajarê Qamişloye li Rojavayê Kurdistan û dibêje: Xewna zaroktiya min ewe bûye ku li warê folklor û kelepûrê da bixwîne, lê belê rewş rê nedayê û xwendingehê bi cîh hiştiye. Ew ji bo pêkanîna xewna xwe, niha beşeke mala xwe kiriye muzexaneya folklora Kurdî.
Husniya balê dikşîne li ser wê yekê ku ji bilî wê yekê nekariye bixwîne, lê belê her berdewam hewldaye ji bo bi cîh kirina xewna xwe. Li sala 2006 ve sedan perçe şûnewar û kelupelên folklorî komkiriye ku beşekin ji dîroka kevnar ya Rojavayê Kurdistanê.
Kevintirîn perçeyê şûnewarî ya li nav muzexaneya mala Husniya de mertalek ku bi gotina wê, temena wê mertalê 500 sale. Di dema serdankirina çend welateke Ewrupa, Husniya sosret maye ku çawa wan welatan karîne folklor û kelepûrên xwe biparêzin. Ew dibêje: “Ji bo wê yekê min biryar da heman tiştê bikim û nehêlim kelepûra neteweya min bê ji bîr kirin”.[1]