הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,968
תמונות 106,406
ספרים 19,323
קבצים הקשורים 97,287
Video 1,397
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
NAMEYA FREDERIKE GEERDINK A JI BO KOMKUJIYA ROBOSKÎ
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KOMKUJIYA ROBOSKÎ

KOMKUJIYA ROBOSKÎ
#Frederike Geerdink#
Werger ji erebî: #Kendal Cûdî#
Roja 28`ê Kanûna 2011`an, rojnamevana hollandî Frederica Gerdinck li Stenbolê bû, dema ku artêşa Tirk li hemer karwanekî Kurdan a bazirganiya kel û pelan di navbera sînorê Iraq û Tirkiyê de dikir, komkujî pêk anî. Li gorî şahidên lêpirsînê, desthilatdariya Tirkiyê haya xwe ji vê bazirganiyê hebû. Ji bo hikumeta Tirkiyê a girîng ew bû ku li Bakurê Kurdistanê, xelk tenê bi jiyana xwe ya rojane mijûl bibe û nebin beşek ji tevgereke siyasî yan jî çekdarî. Lê desthilata Tirkiyê ji bo sedemeke nediyar, komeke bazirganên li ser sînor li gundê Roboskî yê Şirnexê bi awayekî hovane bombebaran bike. Tê gotin ku balafirên Amerîkayê yên bêmirov wêneyê karwanê bazirganan daye desthilata Tirkiyê. Di encamê de, ew karwan ku hejmara wan 34 kes bûn, hatin kuştin ku piraniya wan gundiyên hejar bûn û ji wan jî 19 kes temenê wan kêmî 18 saliyê bû.
Piştî ku çend roj di ser komkujiyê re derbas bûn, Frederica biryar da bûyera ku dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê wekî bûyereke biguman di navbera komeke serhildêran de, pêşkêş kirine, lêkolîn bike. Piştî zelalbûna detayan, idîa kir ku di navbera komek qaçaxçiyan û serhildêran de şaşî çêbûye. Di encamê de, Frederica pirtûkek bi navê “Zarok mirin” derxist ku tê de behsa dîroka doza Kurdan li Tirkiyê kir ku ji pirsa ji komkujiya Robosî dest bi kir û bi wê dawî kir: “Gelo ji ber ew Kurd bûn, hatin kuştin?” Vê pirsê piştre hişt ku lêpirsîneke ku salekê di nava şervanên PKK`ê de li çiyan man, çêke. Sala 2018`an jî pirtûka wê “This Fire Never Dies” çapa hollandî derket û destpêka sala 2021`an jî çapa bi zimanê ingilîzî derket.
Komkujiya Roboskiyê di rêwîtiya rojnamevana hollandî de, bû noqteyeke veguhertinê. Guh neda raporan. Bi xwe herêma Roboskî nas kir û li nava malên li wî bajarokê biçûk ku di nava xemgîniyê de mabû, geriya. Yek ji qurbaniyên wê komkujiyê Osman Kaplan bû. Frederica malbata Kaplan ji nêz ve nas kir û bi wan re û malbatên din ên qurbaniyan re gelek dem derbas kir. Mehmûd zarokê biçûk ê Osman Kaplan bû û wê demê temenê xwe 5 salî bû. Dema Frederica Mehmûd dît, li pêşiya mala xwe digeriya û nizanibû ka çi li derdora wî diqewime.
Di salvegera 10`emîn a komkujiyê de, Frederica bi rêya Navenda Kurdî ya Lêkolînan, nameyek ji Mehmûd Kaplan re bi rê kir. Nameya ku hatiye rêkirin, bi zimanê îngilizî ye û dê ev name li tirkî û erebî were wergerandin.
Nameya bi zimanê kurdî wiha ye:
“Gava ku min cara yekemîn te nas kir, tu 5 salî bûyî. Wê demê te temenê xwe şaş got, an jî te bi rastî nizanibû. Te îdia dikir ku tu salî ye, lê her du xwişkên te yên mezin Sînem û Îsra piştrast bûn ku temenê te 5 salî ye û bi fêlbaziya te dikeniyan. Tê bîra min ku tu bi hevalekî xwe re bûyî, navê wî nayê bîra min, wekî te pir tevger dikir. Tu hildikişî ser deriyê odeya rûniştinê ya şîn a şikestî. Dema ku diya te tu dişand ku li derve bilîzî, te bi lez û bez baz dida û bi çiqilê darê ku li ber deriyê malê bû, digirt û dest bi hejandinê dikir. Wê demê min gazî te kir ‘Abjê’ ku bi zimanê hollandî tê wateya ‘meymûnê biçûk’, te ji min re got baş bi lêv bike ‘Abjê’, tê bîra te?
Wê demê te nizanîbû ku 3 meh berê di 28’ê Kanûnê 2011’an de çi qewimiye, di jiyana te û malbata te de rojeke reş e. Wê rojê bavê te xatir ji jiyanê xwest, ew û 33 bazirganên din ên sînor dema dixwestin careke din derbasî Tirkiyê bibin, di encama bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da. Kî dikare ji te re şîrove bike ka çi qewimî?
Tiştê ku tê bîra min, diya te Pakîze ji min re got wan ev karesat ji zarokan re venegot. Divê hûn çîrokê bişopînin û rastiya wê bizanin û bi şopandina nûçeyên çapemeniyê jî bizanibin ku li gund çi qewimî. Piştî derbasbûna çend salan di ser trajediyê re êdî te fêm dikir ka çi qewimî. Xwişka te Hulya ku di wê demê de cara yekemîn min serdana malbata te kir û temenê xwe 7 sal bû, tişta ku çêbûye bi rêya çîrokekê ku beriya niha min bi du an sê salan xwendiye, vegot. Piştî derbasbûna çend salan di ser trajediye re, xwişka te got ez dizanim ku çi bi serê bavê wê û hevalên wî de hatiye. Her wiha pirs kir ka wê çawa detayên zêdetir zanibe ku hikumet heta niha vê mijarê girîngiyê nadê. Niha temenê wê 17 salî ye. Gelo niha ew dizane ku hikumetê haya xwe ji bûyerê hebû û kuştinên bi komî bi mebest dihatin kirin û hikumet jî guh nadê?
Mehmûdê delal, tevî ku temenê te biçûk bû, te li ser çiqilên daran dilîst, dema ku te yan jî kesekî din wekî din wekî dayik an jî dapîra te wêneyekî mezin ê bavê te Osmana Kaplan di boneyan de radikir, kêliyên bêdengiyê serwer bûn. Li hemberî vê dîmena xemgîn, bedena te dicirife, çavên te jî çîrokeke xemginî ya kûr vedibêje, her wiha rûyê te jî zer dibû û di qirika te de jî gotin asê man û ji ber xemgîniyê te serê xwe tewand. Dema ku ez wê dîmena biêş tînim bîra xwe, dilê min dişewite.
Ji Îlona 2015`an, min zêde peywendî bi malbata te çênekir. Gelo tê bîra te beriya çend salan em bi rêya telefonê axivîn? Te ji min pirs kir ku ez ê kengî vegerim careke din? Eger biryar bi destê min bûya, ez ê yekser vegeriyama, lê hikumet destûr nade ku ez vegerim. Gelo tu dizanî ku min plan dikir piştî ez ji aliyê polîsên Tirkiyê li Geverê werim berdan ez ê roja din serdana Roboskiyê bikim? Wê demê cejna Qurbanê nêz bû. Piştî 2 salan Erdogan ‘Pêvajoya Aştiyê’ bi dawî kir, şer careke din vegeriya. Min hêvî dikir ku betlaneya xwe bi malbata te û gundiyên din re derbas bikim. Min pirs dikir; gelo piştî Pêvajoya Aştiyê bi dawî bû, dê çi bi ser Roboskiyê de were û wê bandora xwe li ser jiyana rojane çi be, her wiha dê metirsiya xwe li ser malbatên ku banga pêkanîna edaletê li Roboskiyê dikin, dê çi be?
Ji Kanûna 2011`an, ji wê noqteyê tevgera qaçaxiyê li ser sînor hate rawestandin. Gelo tu yê rêya bavê xwe bişopinî tevî ku tu dizanî çi bi serê wî de hatiye? Temenê te niha 15 salî ye û helbet tu yê bi xwe biryarê bidî ku tu yê rêya bavê xwe û 19 ciwanên ku bûn qurbaniyên komkujiyê, bişopinî yan na. Min bihîst ku gelek mêr careke din tevî nava cerdevanan bûne, da ku debara xwe ya jiyanê bikin, tevî ku ew ji rejîmê nefret dikin. Gelo biryara te ya mezin tev li wan jî bûye? Ez nikarim xeyal bikim ku temenê wî niha bi rastî 22 salî ye.
Çand sal berê li ser înternetê di gotarekê de, min xwend ku tu yek ji wan zarokan bû ku gelek pirs li ser bavê xwe dikir. Diya te ji rojnamevan re gotibû ku tu di nav 5 zarokên wê de yê herî xemgîn bû û tu her roj serdana gora bavê xwe dikî û her tim dipirsî ka çima hatiye kuştin. Dema ku ez cara yekemîn hatim gund 5 roj piştî komkujiyê û 3 meh beriya ku ez te û malbata te nas bikim, min ji malbatên qurbaniyan heman tişt pirsî: “Çima ew bûyer qewimî?” Ma tu dizanî wan çi bersiv da min?” Gotin “Ji ber ku em Kurd in.”
Wek rojnamevanekê min nekarî vê bersivê ji bîr bikim. Min sedemên hiştin ku ew vê bersivê bidin, lêkolîn kir da ku bikarim ji xwendevanên xwe re vebêjim. Piştî hemû lêkolînên min û hevdîtinên ku min kirine û xwendina çavkaniyên dîrokî û serdanên min ên ji gund re, ez tê gihaştim heman encamê ku bavê te Osman Kaplan û 33 kesên din ji ber ku Kurd bûn, hatin kuştin. Divê tu bizanî ku tu hîn di nîvê rêwitiya xwe de yî ku li Tirkiyê kurdbûn tê çi wateyê. Tiştên ku divê tu fêm bikî ji bo te zehmet in. Tu ne bi tenê yî Mehmûd, malbata te, gundê te, gelê te, hemû tevger li kêleka te ye.”
Ji xwe bîr neke.. Ez jî… Her tim dê li kêleka te bim. Heta ku ez sax bim, ez “Roboskî” ji bîr nakim.
Haj xwe hebe, hêviya hevdîtinê heta careke din.[1]
Utrecht, 23 Kanûna 2021
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,291
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 22-12-2022
פריטים המקושרים: 18
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-07-2022 (2 שנה)
Original Language: ערבית
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ערים: Şirnax
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 22-12-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 25-12-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 22-12-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,291
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,968
תמונות 106,406
ספרים 19,323
קבצים הקשורים 97,287
Video 1,397
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.25 2!