הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,074
תמונות 106,676
ספרים 19,298
קבצים הקשורים 97,292
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
GELO DOZA KURDÎ ÇI YE?
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ

SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ
Werger ji erebî: Kendal Cûdî
Di rastiyê de, diviyabû ku #doza kurdî# bi awayekî zelal ji aliyê her kesî ve bihate naskirin, ji ber ku ev pirsgirêkeke sereke ye ku bi salane li welatê me nehatiye çareserkirin.
Lê mixabin, ez dibînim ku cehwerê pirsgirêke ne zelal e, her wiha gelekan nû doza kurdî bihîst û texmîn dikin ku ev pirsgirêk tune ye.
Bi awayekî kurt ji bo pênasekirinê, pirsgirêkên ku rastî Kurdan hatine ku di salên dawî yên serdema Împratoriya Osmaniyan destpê kir û di salên destpêkê yên komarê de kûrtir bûn û bi dirêjahiya sed salan bi awayekî mezin berfireh bû, navê wê doza kurdî ye. Bi gotineke din, pirsgirêk ne Kurd e, lê belê tiştên ku bi serê Kurdan hatiye û encamê wê ye.
Piştî vê pênaseya kurt, divê careke din ez dûbare bikim ku doza kurdî dozeke gelek aliyên wê hene û gelekî giring e. Zehmet e vegotina dîrokî ya vê pirsgirêkê bi tenê bi gotarekê were kirin, lê belê bi gelek pirtûkan. Ev pirsgirêk aliyên xwe yên civakî, siyasî û aborî hene.
Lewra ne gengaz e ku bi awayekî giştî bersiva pirsa di sernav de di hemû aliyên wê de di vê gotarê de bidin. “Doza kurdî”bi awayekî giştî, pirsgirêkeke tê naskirin. Tevî vê yekê jî, ji ber propogandeya ku AKP`ê dike, gelek kes li Tirkiyeyê rastiyên vê pirsgirêkê nizanin. Her wiha, çîneke giring li Tirkiyeyê heye texmîn dike ku ev pirsgirêk hatiye çareserkirin.
Bi gotineke din, doza kurdî ku berê digotin”tune ye”îro dibêjin”çareser” bûye, di rastiyê de ne agahiya yekê rast e û ne jî ya duyemîn.
Gelo doza kurdî li gel we heye?
Ez ê ji ew kesên ku “doza kurdî”nas nakin û texmîn dikin ku hatiye çareserkirin, hin pirsan pirs bikim.
Daxwazeke min a tenê heye, rica dikim ku destê xwe deyînin ser wijdana xwe û heta ji we tê, bi rastî bersiva pirsan bidin.
Di dawiyê de, em behsa pirsgirêkeke giring li Tirkiyeyê dikin ku bi salan bû sedema zirarê û mirinê. Ji bo fêmkirin û naskirina doza kurdî bi rastî, hemû xeyalên xwe yên berê deyînin aliyekî û em bi hev re dest bi diyalogeke bi dilgerm û biratî bikin. Dibe ku doz ne tenê pirsgirêka Kurdan be, dibe ku “doza kurdî” li gel we jî hebê û ev pirsgirêk bibe pirsgirêka me ya hevbeş.
Ez ji we re behsa agahiyên dîrokî ya kronolojîk nakim, ez ê tenê hewl bidin balê bikişînim ser nimûneyên jiyana rojane.
Pirsa yekê:
I love you
Ich liebe dich
Je vous aime
Ez ji te hez dikim
Hûn texmîn dikin kîjan hevoka li jorê bi zimanê kurdî ye, ku Kurd hejmara wan derdora 50 milyon kes li cîhanê û derdora 20 milyon kes li li Tirkiyeyê û hûn binav dikin”Ji hezarên salan em birayê hev in”bikar tîne.
Gelo we zanibû kîjan hevok kurdî ye? Eger we nas kir, gelo we dikaribû gotinek jê fêm bikira? Eger bersiv na, wê demê”doza kurdî” li gel we heye.
Eger hûn dikarin bi zimanê inglîzî, an jî almanî an jî fransî biaxivin, lê hûn nikarin gotineke ji zimanê 20 milyon hemwelatî fêm bikin ku hûn binav dikin”birayê hev in bi hezarê salan”, lewra ev doza kurdî li gel we heye.
Pirseke din
Birayên me yên xwînê li Bulgaristanê
Birayên me yên xwînê li Azrebîcanê
Birayên me yên xwînê li Qubirsê
Birayên me yên xwînê li Almanyayê
Di nêrîna we de, meqseda ji nêzikbûna xwînê li hevokên li jorê çi ye?
Vê carê, we bersiv zanibû. Belê meqsed Tirk in.
Niha em bi hev re li madeya 66 a destûrê(destûra Tirkiyeyê) binêrin ku dibêje”Her kesê girêdayî dewleta Tirkiyeyê be bi rêya hemwelatîbûnê, ew Tirk e”.
Tevî wê jî, yek ji wan kesên ku navên wan di pirsê de hatiye û te weke “Tirk”bi nav kirin, ne hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne, baş e, çima nexwe dost û biratiya xwînê bi Tirkên hemwelatiyên dewletên din re çê dikin û wan weke Tirkî bi nav dikin. ji ber ku li gorî destûrê Tirkbûyîn hemwelatî ye? gelo şaşiyek heye?
Di rastiyê de, li vir tu şaştî tune ye, ji ber ku Tirkiyeyê ne nasnameya yekane ye, lê belê ew nasnameya etnîkî ye. Nexwe, çima Kurdên li Iraqê ne xizmên me ne, lê belê Tirkên li Bulgaristanê ew xizmên me ne? Ji ber ku Tirkên li Bulgaristanê di eslê xwe de Tirk in, ji ber vê yekê ew wekî xizm têne dîtin.
Ew xizmên bi xwînê ne, lê Kurdên li Sûriyê, Iraq û Îranê û Kurdên li tevahiya cîhanê, gelo çima ew ne xizm in?.
Gelo şaştiyeke mentiqî di vir de jî heye? Careke din, tu şaştiyeke mentiqî tune ye.
Ji ber ku ew ne Tirk in. Li vir, şaştiya di mentiqê madeya 66 a destûrê de derdikeve. Em bêjin ku Kurdek li Sûriyê dijî û li komara Tirkiyeyê bû hemwelatiyek. Li gorî qanûnê, yekser dibe Tirk. Di rastiyê de, gelo ev kes Tirk e?.
Têgihîştina Tirkî ne têgihîştineke ku Kurdan di nav xwe de dihewîne. Her wiha, kesên ku bi awayekî teorî parastina Tirkiyeyê wekî nasname yekker dikin, dizanin ku Tirkî di piratîkê de ew nasnameya etnîkî ye, nasnameya neteweyeke cûda ye. Ev sedema sereke ku Tirkên dervayî Tirkiyeyê wekî xizmên xwe bibînin, ev yek jî rast e.
Bo nimûne, eger têgihîştina”hemwelatîbûna Tirk” ji bo pênasekirina civakên bi zimanên cûda û nasnameyên etnîkî yên cûda wekî têgihîştineke li ser nasnameyê, were gotin, dibe ku ev nêrîn bibe cihê nîqaşê.
Bihêlin ku vê yekê bi mînakekê şirove bikim. Xwarina ku têde becanên sor, becan, îsot û goşt hebê, ne gengaz e wekî xwarina “becanên sor” were binavkirin. Tu hêmanek di xwarinê de tevî ku rêjeya xwe zêde be, nikare xwarin li ser navê wê hêmanê were binavkirin. Çênabe ku navê xwarina ku ez behsê dikim”xwarina becanên sor”an jî”xwarina becanan”an jî”xwarina îsotan”be, dibe ku navê wê bibe”mitebeq”. Bi gotineke din, ne bi navê yek ji hêmanên xwarinê, lê belê bi navekî giştî.
Lewra, “tirkbûn”kurdîbûnê”di nava xwe de nahewîne. Tirk neteweyeke kevne û dîroka wê digihêje bi hezaran salan heta deştên Asya Navîn.
Kurd ne Tirk in û ne gengaz e ku bibin Tirk. Binavkirina Kurdekî wekî Tirkekî an jî hewldana tirkirina Kurdekî, wê demê ev dibe doza kurdî. Ji ber ku Kurd neteweyeke kevnar e û dîroka wê vedigere bi hezaran salan li Mezopotamiyayê, erdîngariya Kurdistanê ya îro.
Her wiha zimanê Kurdan, ji cureyên zimanê cûda ye. Zimanê kurdî ji koma zimanên Hind-Ewropî ye, lê zimanê tirkî ji koma zimanên ûral-altayî. Ev yek bi serê xwe, xaleke pir giring e.
Dema hûn dibêjin”zimanê kurdî tune ye, em Tirk in û tirkî zimanê dayîkê ji bo hemûyan e”wê demê belê, doza kurdî li ba we heye.
Ka em bi rêya mînakeke din dilgermiyeke din çêbikin
Em bêjin ku tu li naverasta”Sakarya”an jî”Yozgat” an jî li yek gundên girêdayî wê, dijî. Keça te biçûk”Eyşe”bû dema xwe ya dibistanê û te li dibistana seretayî tomar kir. Roja yekê ya demsala xwendinê, te bi destê wê girt û dema diçûn dibistanê, te di rê de keça xwe hişyar kir û got”Binêre keça min, bi zimanê tirkî li dibistanê neaxive, nebêje em Tirk in, te fêm kir?”..
Eyşe bi xwe bi tirs e, ji ber ku ji bilî tirkî tu zimanê din nizane. Mamosteyê wê bi rûyekî ken derbasî fêrgehê dibe, lê dilê Eyşe ji tirsan re direcife û dixwaze bigirî.
Eyşe li fêrgehê, ne Eyşe li mal e û ne Eyşe li kolanê ye. Eyşe li dor xwe dinêre, hema bêje hemû kesên di fêrgehê de, wekî wê ditirsin. Ji ber ku mamoste bi kurdî diaxive û û hevokan dibêje, ku zarok tenê çend gotinan jê fêm dikin; mamoste dibêje”Belê zarokên xweşik, ji îro û pê ve qedexe ye ku hûn zimanê tirkî biaxivin. Em li vir hemû Kurd in û zimanê me kurdî ye”.
Eger tu dayîk an jî bav bî, dê hestên te li beramberî bûyereke bi vî rengî çawa be? Dê hestên te çi bin eger tu li şûna Eyşe ba? Eger tu bêjî tiştekî normal e, li min bibore ez ê bêjim ku doza kurdî li ba te heye.
Tu texmîn dikî tiştê ku min gotî mînakeke pir kevn e? Na, bihêle ez ji te re bêjim tu nizanî.
Li Tirkiyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî tune ye
Kesê ku dibêje li Tirkiyeyê perwerde bi zimanê kurdî heye, ew şaş e. Tenê di hefteyê de, du saet wane bijarte yên zimanê kurdî hene û hema her tiştî dikin da ku ev wane neyên hilbijartin.
Li randevûyên hefteya borî binêrin, du saet wane ji bo mamosteyên bi zaravayê kurmancî û satek jî ji bo zaravayê zazakî, hate ragihandin.
Her wiha, gelo wê hestên dayîk û bavê Eyşe çi bin dema ku keça wan tenê di hefteyê de, du saetan zimanê tirkî yê hilbijartî bibe? Di heman demê de, gelo eger hejmareke têrker a mamosteyên Tirk neyên erkdarkirin û ew nikaribin beşdarî van herdu dersên di hefteyê de bibin, tevî ku wan zimanê tirkî hilbijartî ye?
Gelo hûn aciz û hêrs nabin? Di heman demê de, gelo hûnê çi fikirin dema ku ev tişt hemû li welatê Eyşe çêbibe?Heman tişt li serê Kurdan li welatê wan pêk tê.
Zarokên Kurdan derdora sedsalan e, nikarin perwerdeyê bi zimanê dayîka xwe bibin. Bi milyonan zarokên Kurdan zimanê tirkî di dibistanan de nas dikin ku bi salan dewam dike heta ku jê fêm bikin, di bin navê perwerdeya bi zimanê ku di fêmkirinê de, zehmetî dibînin.
Zarokên Kurdan neçar dikin ku heman ezmûnên ku ji zarokên Tirkan re yên ku perwerdeyê bi zimanê dayîka xwe dibin, çêdikin. Bi dehan salan, herî kêm li 20 wîlayetan rêjeya serkeftinê di ezmûnanan de, li bajarên Kurdan her dem ên herî kêm bûn. Gelo hûn texmîn dikin ev tesadûf e?. Li min bibor in, eger hûn bi nav dikin tesadûf.
Bê gûman, divê her kes zimanê tirkî fêr bibe, ku zimanê fermî li dibistanê ye. Zimanê tirkî zimanê me yê hevbeş e. Ew yek ji nirxên me yên hevbeş in ku me dikin yek. Bû nimûne, divê em zimanê inglizî fêr bibin ku bûye zimanê cîhanê.
Tevî vê yekê jî, divê her zarokek bikaribe zimanê dayîka xwe fêr bibe û bikaribe hîn waneyan bi zimanê xwe bibe. Ev yek li gelek welatên pêşketî pêk tê û derfetên welatê me di hemû aliyan de, ji bo pêkanîna vê yekê, guncav in. Tevî vê yekê jî, li gorî madeya 82 a destûra me, ji bilî tirkî wekî zimanê dayîkê li Tirkiyeyê, tu ziman tune ye, her wiha tevî ku hebê jî ne gengaz e bibe zimanê perwerdeyê.
Em bi hev re çavekî li dema borî ya nêz bidin
Bû nimûne, gelo hûn dizanin ku perwerdeya bi zimanê kurdî, li dibistanên olî li Kurdistanê bi sedan salan û di nav de jî salên destpêkê yên komarê, dihat dayîn? Eger hûn texmîn bikin ev dibistan tenê ji bo perwerdeya olî bû, hûn şaş in. Li wan dibistanan, zanist, matematîk, zanistên civakî û stêrnasî bi zimanê kurdî, dihat dayîn.
Gelo hûn dizanin zimanê kurdî piştî sala 1925`an hate qedexekirin û kesên ku bi kurdî li kolanan biaxive, ji ber her gotinekê cezayê pereyan li ser dihate ferizkirin?
Hûn dizanin ku ji ber qedexeya bi axaftina bi zimanê kurdî li parlamentoyê, hîn hevokên ku bi zimanê kurdî dihat bikaranîn, bi nîşana X di qeydan de dihat tomarkirin?
Biborin, ev yek hate guhartin. Niha, (hevokên kurdî) bi navê”zimanê nayê fêmkirin”an jî bi “zimanê nayê naskirin”tê binavkirin?
Êdî zimanê bi milyonan kesan li vî welatî di parlamentoyê de ku wekî cihê behsakirina pirsgirêkan li vî welatî ye, bûye zimanê nayê naskirin. Tiştekî bi sosret e.
Lê ji aliyekî din ve jî, hikûmet bi domdarî bi “zimanê nayê naskirin”her tim ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Pankêrtên hilbijartinê bi zimanê kurdî lidar dixin û bi domdarî li ser kenala TRT ku bi zimanê kurdî weşanê dike, propogandeyê dikin. Çima? Ji ber ku dizanin bi milyonan kes li vî welatî hene û bi zimanê kurdî diaxivin û bi zimanê kurdî difikirin û xewnên xwe bi zimanê kurdî dibînin û bi zimanê kurdî, dijîn.
Dem deman, stranên kurdî dibêjin, lê gotinên wan stranan diguhirin.
Berdêla vê yekê pir giran bû, gihîşt astekê ku em êdî nikarin wendahiyên kesan û xisarên madî yên ji ber nebûna demokratîk çêbûne, hesab bikin. Niha dema ku em dema berê binêrin, divê her kes ji xwe pirs bike, gelo hewcedarî bi vê êşê hebû? Gengaz bû ku Tirkiyeya ku her kes dikare têde bi azad bijî, were avakirin. Gelo, ma welatê me wê ne aşitiyane, dewlemendî, hêz û bedewiya bû, eger ku me yekitiya xwe ya niştimanî bi hemwelatîbûnê wekhev li şûna tirkî, misoger bikira? Niha, wê heman şaştî di sedsala duyemîn a komarê de dewam bike, an em ê rêya xwe bi misogerkirina yekitiya Tirkiyeyê li ser esasê hemwelatîbûn û wekheviya biratî, berdewam bikin? Eger hûn bêjin “Na û bêjin em hemû tirk in, tevî ku koka me ya etnîkî cûda ye”wê demê, doza kurdî li gel we heye.
Pirseke din
Hûn beşdarî çalakiya li Istenbolê bûn. Kesên ku ji tevahiya welat û cîhanê hatine dîtin û hûn bi wan re axivin. Di axaftinan de, bal li ser kesên ku ji kîjan herêmê hatine, hate kişand.
Ez ji Kafkasyayê hatim
Ez ji Trakyayê hatim
Ez ji Kapadokyayê hatim
Ez ji Kurdistanê hatim
Hûn ji kîjan hevoka li jorê lerizîn?
Dema we hevoka ku gotina Kurdistan têde bû xwend, hûn hêrs bûn? Nexwe, li min bibor in pirsgirêkeke kurdî li ba we heye.
Hîn nimûne ji rastiya Kurdistanê
Destpêkê, em bêjin ku Kurdistan di dîrokê de navê herêmeke cografîk e. Ev cografî, di hûndirê sînorê Îran, Iraq, Sûriyê û Tirkiyeyê ya îro de ye. li Îranê wîlayeteke fermî bi navê Kurdistan heye û li Iraqê jî herêmek federal bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Heta piştî avakirina Komara Tirkiyeyê bi du salan, herêma rojhilat û başûrê rojhilatê welêt binavê Kurdistanê dihat binavkirin.
Wekî mînak, gel tu dizanî dema ku Qeleb Arslan sala 1071 hate Melazkurd, destek ji rêveberiyên Kurdistanê bê dudulî xwest û dema ku navê Kurdistan bihîst, nelerizî?.
Gelo tu dizanî, Selcuqî û Osmanî dewletek bi navê Kurdistan ava kirin û rêveberên wê Kurd bûn?
Gelo tu dizanî di sala 1846`an de, di serdema Sultan Ebdmecîd de, nîşaneya Kurdistan ji bo kesên ku beşdarî têkbirina serhildana lêderê Kurdan Bedirxan Bayî ku li navend Cizîrê bûne, hate dayîn? .
Li wêneyê vê medalyeyê binêrin
Gelo hûn dizanin, ku Mustefa Kemal Atatruk dema ku çû Samson di sala 1919`an de, yekemîn tiştê kirî, nameyek ji parêzgerên Kurdistanê re rêkir û ji wan desteka ji bo şerê serxwebûnê xwest, bê ku dema navê”Kurd”û “Kurdistan” nivîsand, bilerize?
Gelo hûn dizanin, parlamenterên Kurd yên meclisa destpêkê ku Atatruk birêve dibir, wekî parlamenterên Kurdistanê dihatin tomarkirin?
Lewra, dema ku em dibêjin Kurdistan, em behsa parçekirina Tirkiyeyê û avakirina dewleteke cûdaker nakin? Em cografî bi awayekî rast diyar dikin dema ku em navê wê yê dîrokî dibêjin. Sedema qedexekirina gotina”kurdî”û”Kurdistan”piştî sala 1925`an, tevlêkirin û asîmlekirina hemû welatiyan di nava nasnameya tirkî de ye. Baş e, eger hûn bêjin ev ne tiştekî xerab e, mixabin pirsgirêka kurdî li ba we heye.
Mînakeke din, cihê Diyarbekirê di lîsteya pêşketinê de ye
Eger kurdî wisa ye, nexwe rewşa bajarên kurdî çawa ye?
Li gorî hejmara fermî ya ku di sala 1927`an de hatiye weşand, bajarê Diyarbekirê, ji aliyê pêşketina civakî û aborî, di rêza 5`an de bû piştî Istenbol, Izmîr, Enqere û Borsayê. Lê dema hûn biryarê bidin ku hemû veberhênan li aliyê rojava bin, bajarên Kurdan sal bi sal hejar dibû.
Heta gihîşt astekê ku di salên 80`î de, Diyarbekir gihîşt asta herî jêrê. Li gorî daneyên desteya planê ya dewletê ku di sala 2017`an de hatiye weşandin, Diyarbekir di rêza 68`an de ye.
Gotina”Kurd dikarin li her derê bibin erkdar”
Kurd ji nasnameya xwe mehrûm in, ji ber axaftina bi zimanê kurdî û fikirandina bi zimanê kurdî û dîtina xewnan bi zimanê kurdî û jiyankirina bi zimanê kurdî, ango wekî kurdekî, nikaribûn bigihêjin cihên çalak di dewletê de.
Yên ku dibin karmendên payebilind di dewletê de, ew in yên ku erê dikin bibin”tirk in ku bi eslê xwe Kurd in”û “hevpeymana tirkî”erê dikin(Ez behs pirtûka Parîş Onlo ya bi heman sernavê dikim).
Wekî nimûne, gelo tu dizanî Şerefdîn Alcî ku bû wezîrê karê giştî di sala 1978`an de, ceza lê hate birîn, ji ber ku got”Ez Kurd im”? Eger we got ev biryar rast e, ev tê wateya ku doza kurdî li ba we heye.
Kurt kurmancî, tevî ku Kurd ji zêdetirî bi hezaran salan bi hev re wekî bira bi Tirkan re dijiyan, lê mixabin ev qanûna biratî ji ber şaştiyên mezin ku di 150 salên borî de çêbûn, şikest.
Di encamê de, gelek tevlîhevî û alozî derketin. Her wiha, mixabin gelek xwîn hate rijandin. Di heman demê de, têkiliyên dîrokî yên Tirk û Kurdan, ji binî ve hate guhartin û xwîn hate rijandin. Hemû hêzên emperalîzim ev nakokî û alozî ji bo zêdekirina pirsgirêkên me, bikar anîn û xwîn zêde rijandin. Niha û em derbasî sedsala duyemîn a komarê dibin, dem hatiye ku biratî û yekitî bi rêya diyaloga şaristanî û çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingehê destûrî di bin sîwana parlamentoyê de, were xurtkirin.
Ji ber rê dayîna ku birayek bi awayekî ne adil bi birayê din re bide û bistîne, li dijî qanûna biratî ye. Ev jî sedema sereke ya ku doza kurdî ne tenê pirsgirêka kurdî ye, lê belê pirsgirêkeke hevbeş e. Erka me ye ku em bi yek bin da ku vê pirsgirêkê çareser bikin.
Divê em doza kurdî bi awayekî aşitiyane, bê çek, bê tundî, bê alozî û şer, bi rûniştandin û nîqaşê, bi têgihîştinê, şirove û lihevkirinê, çareser bikin. Piştî van hemû tiştan, ne em bûn sedema ku ev xelk derkevin serê çiyê, lê ji ber kiryar û çewisandinê, ew derketin serê çiyê. Niha em dibêjin, ji kuştin û mirinê rawestin, em wan ji çiya bi rêya diyalogê daxin. Em wekî kesên ku”destekê didin terorê”hatin binavkirin, ji ber ku em vê dibêjin, gelo hûn dizanin? Bawer im hûn dizanin.
Em heman rêbazên ku hikûmet dixwaze ji bo çareserkirina doza kurdî, pêşniyaz nakin. Wekî HDP`ê, pêşniyazeke me ya çareseriyê dûrî çek, tundî û şer heye. Beriya çend mehên mayî yên sedsala duyemîn a komarê, em dixwazin rêgezên nûjen ên cîhanî di welatê xwe de pêk bînin. Em zihniyeta ku dibêje”Axaftin bi zimanekî din ji bilî tirkî ne gegaz e”qebûl nakin.
Em ji zimanê tirkî jî hez dikin, lê em qet dev ji zimanê xwe yê dayîkê bernadin. Em qîmetê didin hemû zimanan.
Di heman demê de, dewletên ku rastî heman pirsgirêkan hatin li cîhanê, ev pirsgirêk çareser kirin û niha di aramiyê de ye. Mînak, gengaz e ku Tirkên li Bulgaristanê wekî Tirk bijîn û Baskên li Ispaniya wekî Bask bijîn û dunya xerab nabe.
Bi gotineke din, îdîaya ku”herêm paşde ketiye ji ber terorê”îdîayeke derew e. Mînak, Diyarbekir sal bi sal paşde ket, heta destpêka salên 80`î gihîşte asta herî jêrê, tevî ku şer û alozî di dawiya salên 80`î de, mezin bû.
Em kurt bikin
Gelo hûn dizanin pirsa kurdî çi ye?
Em ê şiroveyê berdewam bikin, bê westandin an jî aciz bibin. Ji kerema we, hûn jî hewl bidin ku fêm bikin, ji ber ku pirsa kurdî, di rastiyê de ew pirsgirêka we ye.
Bû nimûne, bi dilgermî nêz bibin û piştre bi rêya naskirina rastiyên dîrokî, berdewam bikin. Niha jî hin gotinên kurdî fêr bibin. Dibe ku hevoka yekemîn hûn fêr bibin ev be: Ez jî ji te hez dikim.
Selahedîn Demîrtaş: Hevserokê berê yê HDP`ê ku zêdetirî 6 salan e hatiye girtin[1]
Çavkanî: Malpera Bianet
#SELAHEDÎN DEMÎRTAŞ#
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,741
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://nlka.net/- 19-12-2022
פריטים המקושרים: 38
ביוגרפיה
הספרייה
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 19-12-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 19-12-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 20-12-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 20-12-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,741
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,074
תמונות 106,676
ספרים 19,298
קבצים הקשורים 97,292
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.266 2!