הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,055
תמונות 106,711
ספרים 19,304
קבצים הקשורים 97,325
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Nivîsandina tinazî
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nivîsandina tinazî

Nivîsandina tinazî
Qado Şêrîn
“Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike”
“Jin ji mêrê xwe dipirse, berî tu min bizewicînî, te çima ji min re negot ku tu hejarî, tiştekî te tune û bê pere yî? Mêr jêre got, ez westiyam hingî min ji te re digot: tiştekî min ji te pêve li dunyayê tune. Tu dikeniya, û wek dînan kêfa te dihat”.
Şêweyê nivîsandina tinazî, belkû rexne bi şêweyeyê tinaziyê, gelekî kevn e, ji serdema Romaniyan ve ye. Ji Horas (65 – 8 BZ) yê helbestvan û rexnegir. Wî hovîtiya merov û xwezaya merov ya giştî rexne dikir, û Cofînalîs destpê kiriye, her wiha Sokrates rêbazek taybet bi rexneya tinazî afirandibû, ji bo merovekî bi nezaniya wî agahdar bike û wî bihetikîne, xwe dikir ku tiştekî nizane. Wate, tinaziyê bi merovan re destpê kiriye, wek pêkenok, stran û qerf û qeşmeriyan, lê yê me, mebesta me ji vê nivîsê nivîsandina tinazî ye.
Nivîsandina tinazî dikare gotar be, çîrok, roman û helbest be. Naverok jî dikare cuda be, ango dikare siyasî, civakî, aborî û çandî be. Ast û hebûna tinaziyê bi rewşa çandî û rewşenbîrî ya giştî li civak û niştimanan ve girêdayî ye, ji ber wê miletan şêweyê tinazî li dijî deshilatan bi kar anîn e, dema çeka wan tune bû, ji xwe çanda tinazî di dema deshilatên diktator de kêm dibe, belkû tune dibe, wek ku li Rûsiya qewimî. Piştî şoreşa Lenîn di 1917an de li Rûsiya bi deh salan, û ta ku Perestroyka hat, wêjeya tinazî hema hema nema bû, bi taybet li serdema Stalîn qedexe bû. Ji ber ku nivîskarê tinaziyê, bi mêranî her tişt digot û bi zelalî dinivîsand, ta bi serokê rêjîman û deshilatê rût û tazî dikir, rewş û atmosfera jiyan û civakê dikir mîna pêkenokê û êdî her kes pê dikeniya.
Cidîbûn taybetmendiya herî berbiçav a tinaziyê ye, ji ber bi hişmendiya merov û hişmendiya giştî ve tê girêdan. Miletê ne têdgihiştî be asta pêkenokê li ba blind nabe, çimkî pêkenok ya ku gelek caran te dikenîne, û hin aran jî te bi xemgînî dikenîne, yekser li hiş dide. Nivîskar divê cedî û komedî û rastgo be, lê derbirîna wî ji bûyeran re tinazî be. Divê nivîskarê tinaziyê bi xwe re rastgo be, berî bi civakê re rastgo be, taku nameya wî bighêje, nimûne, nivîskarên deshilat û diktatoran nikarin bibin nivîskarên tinaziyê. Ji ber nikarin li ser êş û azarên xelkê binivîsin û veguhêzin ken, her wiha nikarin bêzariyê wergerînin û ji bo afirandinê veguhêzin, çimkî wêje yan jî nivîsandina tinaziyê tê wateya serhildanê li dijî realîteya paşketî, ango çeka merov e li dijî zulm û zordariyê, helbet ne xeber û sixêf e jî.
Tinazî merov dikenîne, lê li pişt perdeya tinaziyê çemên rondikan diherikin, derûniya merov baş dike, mîna pêkenokê ye, merov aciz û xemgîn be jî, ileh merov bibeşişe. Naverok û derbirîna nivîskar mîna daxwiyaniyeke nehênî ye di navbera xwendevan û nivîskar de, ji ber tê gotin ku wêjeya tinazî, belkû tinazî bi giştî hunera şano ye, rû bi rûyê xelkê re. Û ne her nivîskarê merov bikenîne, naxwe bû nivîskarekî serkeftî yê tinaziyê, name û rêbaz û rastgoyî û cediya nivîskar şert û mercên sereke ne.
Nivîsandina tinazî yan jî wêjeya tinazî şêweyê nivîsandinê yê herî zor e, ji ber bi hewceyî rastdariyeke bê sînor e, bi hewceyî rasteqîne, xweber û newestandinê ye. Nivîskar berî her tiştî dibe rexnevan, ji ber ku gelekî hesan e tu bihêlî xelk bigrîn, lê kêm in ew yên dikarin xelkê bikenînin, ji ber wê du rê li pêşya nivîskarê tinaziyê hene, yan wê xelkê bikenîne û yan jî wê xelk pê bikenin, di encamê de wê wî bixînin û tune bikin.
Nivîskarê tinaziyê misoger dibe rexnevan, lê ne şerte her rexnevan nivîskarê tinaziyê be. Afirandin e nivîskar rexnevan û tinazî be, û merovê rexneyê binivîse, divê azad û serbest be, qet nabe rexne di bin şert û mercan de bê nivîsandin, ji ber her tiştê wî eşkere ye, alavên wî eşkere ne, mijar û babetên wî eşkere ne, li dawî bêtir tê xwendin.
Şensê nivîskarên tinaziyê wek şêwekarê karîkator bêtir heye, ji ber bêtir tê xwendin û şopandin. Afirandina wî taybet e, nêzîkî dilê xelkê ye, êdî li gel afirandinê, tiştê li jiyanê fêr bûye wek alav û şert û merc bi kar tîne, û ji ber wê bi ser dikeve.
Xwendevanên nivîsandina tinaziyê bi hesanî dikarin wê û şêweyên din yên nivîsandinê ji hevûdu cuda bikin. Berhevdana mezinkirinê bikar tînin daku tiştan zêde bikin. Vegotina dijberî wateyê bi kar tînin û mebsta wan berovajî ye, wek ku bêjin, wek nimûne ji merovekî re çikûz re dibêjin tu gelekî merdî yahooo. Xwe wek nezan diyar dikin ji bo yê li beramberî xwe nezan derxînin. Pesindayîna vala ji bo gazinkirin û pîskirina merovekî. Di mijarên cedî de, xwe di pişt berovajiya wê de vedişêrin. Piçûkkirin û hinekpêkirina tiştan. Tinaziya tûj bi şêweyekî giran û mezin.
Nivîskarê tinaziyê mijarên bijartî yên ji bo wî balkêş in, pê mijûl e, wî hêrs dikin, û ji xelkê re balkêş û naskirî û lazim in, dibijêre. Êdî ji bo berhema wî baş û ast blind û bi bandor be, divê mijarê dewlemend bike, têr bike, zanyariyan baş li ser kom bike.
Ziman alava sereke ya tinaziyê ye, bê ziman wêje nayê nivîsandin, êdî divê zimanê nivîskar hesan û rasterast be, têra derbirîna şêweyê tinaziyê bike. Zarav û devokên navçeyî û zimanê petî dikarin bi hevûdu re alîkariya nivîskar bikin, daku rûyê jiyanê yê rasteqîne yan jî kirêt bê mekyaj derbibire. Encam û bûyeran gelekî mezin bike, li asta ku neyê bawerkirin, û şîretên li cihê pêkenînê bike, daku rewşê û şaşî û kêmaniyan tazî bike, ji bo xelk ji xem û derdan bikenin, bi rewşê bikenin, wek tu wêneyê merovekî bi cil û bergên kurdî û girafêtê pesin û mezin bikî. Grîng e ku nivîskar agahdar be û nebe qeşmer û xelk pê nekenin, divê gotin û hevokên xwe bi zanebûn hilbijêre. Ji ber ku nivîsandina tinaziyê şêwe ye, ji bo gihaştina ramanên baş hatiye afirandin, daku xelk bipejirînin û bibe guftûgo, di dûv re bibe mijarek balkêş ji bo dilê xelkê kêfxweş bike, û carinan dê mîna rexneya baş xelkê bêzar û birîn bike. Li dawî û di encamê de ji bo civakê tê nivîsandin, ango çeka civakê ye li dijî şaşî û çewtiyan. Hemû ji bo kirêtiyê bihetikîne, neku pesnê xweşikbûnê bide, wek nimûne, rexnekirina deshilatan, neku pesnê diktator û deshilatan bê dan, ango şêweyekî berxwedanê ye.
Wêjeya tinaziyê şikenandin û ji nûve avakirine, bi xweşbûna êşê tê nivîsandin, ji gel û bi dengê gel tê nivîsandin.
Belkû em ji xemgînî carinan dikenin, û çi gava êş giha asta blind, û em pê keniyan, dêmek tinaziyê nameya xwe ya pîroz gihand serî.
Civata ji tinaziyê bêpar e, paşverû ye, û çanda ji wêjeya tinaziyê bêpar be, pêş nakeve.
Hollenda, 11/12/2020
(li kovara PEYV, hejmar 83 belav bûye. Duhok, Kurdistan)
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 612
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://www.qadoserin.com/- 18-12-2022
פריטים המקושרים: 5
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 11-12-2020 (4 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 18-12-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 19-12-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 18-12-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 612
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.1104 KB 18-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,055
תמונות 106,711
ספרים 19,304
קבצים הקשורים 97,325
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.641 2!