Sê meh berê 7 heb komeleyên heremî dest didin hev û li hemberî rewşa heyî ya komeleyan dibêjin komeletî tenê ji şîn û sersaxiyan pêk nayê. Ev bajarê xwediyê kesayetên wekî #Ehmedê Xanî#, #Evdalê Zeynikê#, Şakiro û Mele Mehmûdê Beyazidî divê bi layiqê şana were nasandin. Da ku dost jî binasin dijmîn jî. De kerem kin em werin ser meseleya beşdarbûna fûarê çend gotinên di derbarê federasyonê de
Nêzî mehekî berê hevalekî min ji min re telefon kir, got em wekî Federasyona Çandê A Agiriyên Li Egeyê li Fûara Pirtûkan ya Îzmîrê standê vedikin û em ê nivîskarên ji Agiriyê vexwînin. Em dixwazin tu jî werî û em sozekî ji te bigirim. Piştî ev gotinên wî min bi dilekî sar got, “Erê temam ez jï têm.” Sedema dilsariya min zanîn û azîneyî me yên di derheqê komeleyên heremî de bû. Çimkî piraniya wan komeleyan ji der û dora bazirganiyê pêk tê. Di nava xwe de kesekî hal û wextê wî xweştir an çar merivên wî zêde hebin dikin başqan. Xilas bû çû. Xebatên wan ên sereke jï çûyîna şînan, beşdariya kokteylên vekirina kargehan…
Çend rojan bi şûn de ji bo kîtekîtên bernameyê hîn bibim bi rêya telefonê li serokê federasyonê geriyam. Me li ser bernameyê çend deqeyan xeber da. Tiştê bala min kişand axaftina serokê federasyonê nedişibiya ya wan başqanên din. Meriv dizanibû hubr li bin zimanê wî ketiye.
Ser axaftina me ya telefonê re bi qasî hefteyekî borî bû, li Kemeralti bernameyeke me ya helbestan hebû. Min û serokê federasyonê û cîgirê wî me li wir nasiya xwe da hev. A rastî, rasthatina me ya wir nişkeqavî bû, yanî tesadufî. Me li wir dît ku serokê federasyonê û cîgirê wî ne wekî wan başqanên din in. Bi zanebûna xwe, bi henek û germiya xwe ew dilsariya di dilê min de rakirin û min got meriv bi van camêran re dikare here her derê…
Wekî hûn dizanin fûar di navbera 28'ê cotmehê/kewçêrê û 6'ê sermawezê de bû. 30'ê Cotmehê roja yekşemê dora bernameya îmzeyê ya min bû. Piştî me li ser standa bi #pirtûkên kurdî#, tirkî û îngilizî xemilandî cihê xwe girt, me firq kir ku ev organizasyon bi çi dilgermiyê hatiye çêkirin. Ne fermî lê bi sekneke cidî, henek pir bûn lê edeb di asta kor de bû. Her kesî karek dikir lê kesî karek nedida pêşiya kesekî. Eger yekî karek ji yekî rica bikira jî bê kêmanî ew kar dihate cih. Gotina dibêjin em malbatek in di vir de tam bûbû û rih û can girtibû.
Gelek tiştên balkêş rû dan lê ya herî balkêş û xwedîqîmet rengê standê yê kurdî bû. Çimkî cara ewil bû komeleyeke heremî ya kurdan beşdarî fûara pirtûkan dibû. Û ser de jî bi pirtûkên kurdî jî. Jixwe sê dezgehên kurdî hebûn. Yek ji wan jî standa federasyonan bû. Hezkirina serokê federasyonê ya ji edebiyatê taybetî ya ji helbestê û xurtbûna têkiliyên rêveberên federasyonê yên civakî rê li pêşiya mirovan vekir ku berê xwe bidin standa federasyonê. Tevê van mêvanan gelek kesên naskirî yên ji derûdora edebiyat û siyasetê jî hebûn. Li gel nivîskarên kurd gelek nivîskarên tirk yên wekî Tugrul Keskîn û siyasetmedar û aktîvîstên wekî Ertugrul Burka jî serdana standê kirin. Her wiha niviskarên kurd yên ne ji Agiriyê; Şeyhmûs Dîken, Receb Dildar û gelekên din jî stand bê silav nehîştin.
Ew germahiya ser standê û rengê wê yê kurdewar ji kurdên hatibûne fûarê bû deriyê kurdî yên sêyemîn. Li gel Weşanên Nûbiharê û Pirtûkakurdî standa Federasyona Çandê ya Agiriyên Li Egeyê bûbû navnîşaneke kurdî. Gelek kurdên ji bajarên cur bi cur jî hatin standê û bi rêveberan de têkildar bûn. Mînak; keçeke ji Midyada Mêrdînê wexta ber standa me re derbas bû, sekinî û got, “Cihê lê kurdî hebe divê meriv jê derbas nebe.” Hat, pirtûkên kurdî kirîn û bi me re sohbet kir. Dîsa gelek ciwanên Agiriyê li van deran zanîngehan dixwînin an jî li vir hatine dinê, bu awayekî xwedîderketinê nêzî standê dibûn. Û ji bilî van tiştan gelek tiştên din jî qewimîn. Yên xweş. Em ê bi wextê re wana jî binivîsin…[1]
**