Navê pirtûkê: DI ÇEND PEXŞANÊN KURMANCÎ DE EVÎNÊN EFSANEVÎ
Navê nivîskar: #EDIP POLAT#
Cihê çapkirina pirtûkê: Mardîn
Navê çapxaneyê: Zanîngeha Mardîn Artukluyê
Sala çapê: 2015
Ceribandin ne tê de, hemî cureyên pexşanên kurdî, ji gelek aliyan ve nêzîkî hev in. Di wêjeya gel de, nexasim di mijara Evînên Efsanevî de cudahiyên cureyên wêjeyê pir nêzîkî hev dibin û carna jî ev cudahî ji holê radibin. Min ji her efsaneyekî sê-çar waryant an form girte dest û ew dan ber hev. Heke naverok, karakter, herikîna vegotinê, honandina bûyeran weke hev be, berhem kurt be jî
taybetiyên wê bişibin waryantekî, me ew weke “form” bi nav kir. Kurtahiya Efsaneyan min li gor waryanta herî dirêj û herî naskirî nivîsiye. Karakterên efsaneyê çi yên sereke bin, çi jî yên stero bin, min hemiyan lêkoland. Têkiliyên wan yên hestiyarî, xismî, olî, hevaltî û hwd. hêjayî lêkolînê bûn, lê li gor waryantan ev karakter û têkiliyên wan dihatin guhertin, min ev xal bi xal girte dest. Heke ev nehatana zelalkirin, waryant dê nehatana famkirin. Hejmara waryant û formên hin efsaneyan gelek bûn, me nikarîbû kurtehiya hemiyan bigirtaya nava vê xebatê, ew dikaribû bibûna mijara teza doktorayê, lê min waryant û formên sereke û di nav gel de bi cih bûne bêtir girte dest. Hin ji van waryant an forman bi tirkî bûn, lê ji ber ku ew efsaneyên kurdan bûn, giyanên wan bi kurdî û bûyer li axa Kurdan derbas dibû, min ew jî girtin nava vê lêkolînê (mînak Mem û Zîna M. Said Ramazan el-Bûtî û Dewrêş ile Adûle ya Bawer Ferat). Efsane di kîjan demê de pêk hatine û li kuderê hatine jîyîn bo herkesî girîng e, bi qasî ku hatibûn zanîn min ew nivisand. Pêwîstî bi nirxandina encama hemî efsaneyan hebû, min pêwistî bi şirovekirina wan dît. Van mijarên sereke ku di hemî efsaneyan de nayên guhertin, weke şêweya hevbeş a lêkolînê derket holê. Min cih neda kilam, helbest, destan an hwd. şêweyên menzûm ên van efsaneyan. Ji ber ku mijar bi pexşanan hatibû sînorkirin. Lê di nava metnan de min cih da çend ristên derbareyê van efsaneyan de. [1]