Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binçavkirina hevrêyên xwe yên li #Bakurê Kurdistanê# û Tirkiyê ji aliyê #desthilata Tirk# ve şermezar kir û destnîşan kir ku rejîma Tirk bi van kiryaran dixwaze rastiyê veşêre. Rojnamevnan got, bi hezaran pênûs dê heqîqetê eşkere bikin.
Rejîma Tirk li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê operasyona qirkirina siyasî didomîne. Roja 25ʹê Cotmehê rejîma Tirk 11 rojnamevan bin çav kirin. Beriya wê jî di 8ʹê Hezîrana borî de 20 rojnemvan bin çav kirin.
Li gorî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, di aliyê binpêkirina azadiya ragihandinê ya sala 2022’an, ji 180 dewletan, dewleta Tirk di rêza Tirk 149ʹan de ye. Her wiha rêxistinê bi rapora xwe ya ku di 3’ê Gulana borî de weşandî got ku destpotî û zextên giran ên Erdogan ên li dijî dengê muxalefetê zêde bûne. Rêxistinê îşaret bi vê yekê kir ku rejîma Erdogan hemû rêbazan bi kar tîne da ku dengê rexengiran bigire û got, êrişên li ser ragihandinê di çarçoveyê hewldanên wî yên ku çavan li ser siyasetên xwe bigire de, tê kirin.
Girêdayî mijarê, nûçegihana Aryan Tv Evîn Îbrahîm bal kişand ser girîngiya ragihandinê û rola wê di eşkerekirina sûcên pergalên zordest de kir û got: “Tenê wêneyek ji bo eşkerekirina sûcên pergalên zordest bes e, ev jî li Îranê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêbû ku hevrêyên me yên nûçegihan sûcên dewleta Tirk a dagirker nexasim piştî zêdebûna êrişên wê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Ji ber wê jî desthilatiya Tirk hewl dide wan bêdeng bike da ku rastiyê veşêre.”
Evîn Îbrahîm diyar kir ku dîroka rejîma Tirk bi binpêkirina azadiya ragihandinê dagirtî ye û wiha domand: Dewleta Tirk ragihandinê wekî xetereyekê li ser siyasetên xwe yên qirêj dibîne, ji ber vê yekê rojnamevanan digire, qetil dike û îşkence li wan dike. Girtina rojnamevanên jin di çarçoveya siyasetên wê yên domdar ên li dijî mafên jinan de tê kirin.”
Evîn Îbrahîm destnîşan kir ku ew wekî rojnamvanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ji bo doza azadiya jinan dixebitin û bi pênûsên xwe dê dengê wan bigihînin tevahiya cîhanê û sûcên dewleta Tirk teşhîr bikin.
Evîn Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de, bang li rêxistinan mafên mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan rawestînin.
Her wiha, nûçegihanê Ronahî TV ê li Qamişlo Elî Xidêr jî nerazîbûn nîşan binçavkirina rojnamevanan da û bang li rêxistinên têkildar kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û di demeke nêzîk de rojnamevanan serbest bikin.
Elî Xidêr destnîşan kir ku bêdengkirina rojnamevanan bi ser neket û got: “Eger dewleta Tirk a dagirker pênûseke azad bigire, li hember wê dê bi hezaran pênûs hebin ku rastiyê û sûcên rejîma Tirk a faşîst teşhîr bikin.ʹʹ[1]