Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û Kobanê bi vêxistina mûman şehîd Bêrîtan bi bîr anîn.
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê îro li qada El Sae ya li navenda bajêr, mûm vêxistin û şehîd #Gulnaz Karataş# (Bêrîtan) bi bîr anîn û daxuyanî da.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic Şêrîn Ehmed daxuyanî xwend û bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê, tevahî şehîdên azadiyê di şexsa şehîd Bêrîtan de bi bîr anîn.
Şêrîn Ehmed diyar kir ku şehîd Bêrîtan tev li fikrê rêber Abdullah Ocalan bû, ji ber ku wê rastiya modernîteya kapîtalîst eşkere kir ku hewl dide veşêre.
Şêrîn Ehmed wiha domand: Şehîd Bêrîtan qebûl nekir ku xwe teslîm xayin û dijmanan bike û heta guleya dawîn şer kir. Her wiha piştî çeka wê xelas bû û ji bo ku nekeve destê dijmin, xwe ji serê çiya avêt.
Di dawiya daxuyaniyê de Şêrîn Ehmed soz şopandina rêya şehîd Bêrîtan hera rizgarkirina hemû jinan û belavkirina fikr û felsefeya rêber Ocalna da.
Paşê sînefizyonek li ser berxwedana şehîd Bêrîtan hat pêşandan.
Li Kobanê jî li ser gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Dîcle de, mûm hatin vêxistin û şehîd Bêrîtan hat bibîranîn.[1]
ANHA
כורדיפדיה היא המקור הרב-לשוני הגדול ביותר למידע כורדי! כורדיפדיה תיעדה אותו למטרות ארכיון.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל

כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 3,500
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!