הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,159
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,557
Video 1,317
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
LI NAVENDA JINAN
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

FATMA SAVCI

FATMA SAVCI
Di 23 meha Cotmeha sala 2012an de çûbûm serdana #Rojavayê #Kurd#istanê#. Demeke kin li wir mam û min xwestibû ku çavdêrîyên xwe binivsînim, min rojnivîsk nivîsî. Ez li ser navê “Navenda Pedagojîya Kurdî” a ku mamosteyên Kurd ên li #Swêdê# ava kiribû çûbûm da ku rewşa wir hinekî bizanim û ew kampanyayeke alîkarîya materyal û pirtûkên Kurdî ji bo zarokan bidin destpêkirin. Pirtûk bi navê “ Ber bi Binxetê ve – Rojnivîska Rojava” bi sê bergên cuda li Bakur çap bû. Ev beşek ji rojnivîskê ye. Min navê kesan bi zanebûn nenivîsîye.
* * *
30ê Cotmehê, Sêşem,
Dema ku erebe tê ber derîyê avahîya “Navenda Jinan” radiweste, jineke ciwan, porxelek, gewr û devliken me bi germî pêşewazî dike û keremî hundir dike.
Em derbasî hêwana ku bi paldankên kesk raxistî ye dibin û rûdinin. Keçika gewr qehweya tehl ji me re tîne. Li hundir, jinek zirav û dirêj, bi kirasekî xemrîyê zelal û bi morîkan ve xemilandî lê, serî bi desmaleke gulgulî neqişandî, rûniştiye. Madê wê kirî û mirûzê wê tirş e. Piştî qehweyê keçika gewr dibêje: “Divê ez niha herim, şixuline min hene, ez ê hel bikim û bêm.” Ez û jina xembar bêdeng rûdinin. Dawî ji min re dibêje: “Ku tu westîyayî
bî, dixwazî xwe li ser textê odeya din dirêj bike!”
Ez sipasîya wê dikim û dibêjim ku ne westîyayî me. Bi vê hêncetê rê dibînim ku pê re biaxivim. Dibêjim:
– Xêr e, wek ku tu nexweş î yan?
– Na Wele, elhemdile, ez baş im, lê ez û mêrê xwe li hev ketin. Loma ji îro sibê de hatime Mala Jinan. Mêrê min bera min da ji mal.
Dixwazim ku hinekî dilê wê xweş bikim, dibêjim:
– Van rojan her kes hinekî aciz e, bîna xwe fireh bike, ew ê poşman bibe ku te xemgîn kiriye. Bi dilekî kul û ji xwe êmin dibêje:
– Na wele xwa min, telaqên min avêtin. Li cem zaroyên min û ne carek û ne du caran, sê caran got: ‘Tu ji min berdayî, tu ji min berdayî, tu ji min berdayî’ û ez niha jê berdayî me.
Dibêjimê: “Ne ku ji bîntengî be xem nake, fitû tê de heye, tu bi vê nayê berdan.”
– Na xwa min, li gor Misilmantîyê ku ev gotin hat gotin, xelas, jin hat berdan. Divê mêrik car din mehra min bibire heya ku ez dîsa jina wî werim hesêbê.
– Ma çima ewqas aciz bû mêrê te, çi bû ku ev gotin got?
– Keçê xwa min, ez û wî em her du di nava Meclisa Gel de ne. Duh konferanseke me hebû, gelek jin û mêr tev lê bûbûn. Em li ser mesele û muşkilên bajêr axivîn. Îcar min jî destê xwe rakir û rabûm di civînê de axivîm. Min got: Ya xwişk û birayan, divê em mazotê gelekî nedin ciwanên ser motoran ji boyî ku di vê betlaneyê de neyên neajon û li van kolanan nekin tiretir, mirov ji dengên wan dibizdehê. Welahî wê pê li zaroyên me bikin û wan bi erdê ve bieçiqînin.
– Ê ev ne tiştekî xirab e!” Dibêjimê.
– De ka raweste, îcar ez ê bidomînim meseleya xwe. Min got: Ya xwişk û birayan, min bihîstiye ku wê rojê asayiş çûye maleke ku eroînê difroşin, lê jinên malê ew bernedana hundir. Ji ber çi, ji ber ku hemî mêr in û yek jin bi wan polîsan re tuneye. Bila jin jî êdî di nava hêzên asayişê de cî bigirin. Min got, bila carê hevalên jin jî di van xebatan de cî bigirin, ma çi di vê de heye tu Xwedê kî?”
– Na wele tiştekî xirab tê de nîne.
-Ê, de her îca ji mêrê min ê serhişk re bêj. Dibêje min: Mêrekî li rex min gotiye, tu Xwedêkî ev jina kê ye wiha diaxive û dema wî mêrî wilo gotiye, min xwestiye erd biqelişe û ez bikevime tê de. Û hezar galegalên din ji min re dibêje. Kuroo, ma ne em her du xebatkar in ne ji xwe ve, em mecbûr in biaxivin di civînan de, ne xwe kî yê biaxivê û mûşkilên me bîne ziman? Li mal têra min xeber kirin min û rabû ku derkeve. Ji pêya ye, çakêtê wî bi pişta dêrî ve daleqandî ye û ji min re dibêje: Were çakêtê min bide min. De îcar ji xwe re lê binêr keçê. Min jî hema got, de wa ye tu li ber çakêtê xwe yî, ji xwer rahêjê û li xwek, ma wê dinya xira bibe? Dibêje min, tu dikarî di civînan de biaxivî lê nikarî çakêtê min bînî û li min bikî, tu xira bûyî. Îcar xira bûme, ev ji rêya bavê min kêm bû. Jina xeyidî germ bûye li axaftinê, lê komek jinên ku didin devê derî axaftina wê dibirin. Neh dehek in, hemî tên wê bi germî hemêz dikin û li dora wê kom dibin. Wek mêşên hingiv dikin vîzevîz li dora wê, her yek tiştekî dibêje. Jineke gir û qelew tê xwe lê dipêçe û bi ken dibêje:
– Keçê ez ê agir bera Amudê bidim lawo, îcar tiştê wî bêhişî kirî min nû bihîst, ma rast e tu kirî der? Jinik wek zarokeke birîndar ku rastî dîya xwe hatibe û wilo dilzîz bûbe diaxive:
– Erê lawo ma îşê heneka ye ev wey? Yek ji wan dibêje: Ma hûn li wî ger’yan? Jina gewr ku îro dora wê ye li ber komeleya jinan, dibêje: Erê, wê were, got ez ê werim. Piştî qasekê mêrekî kinik û reşik dide devê derî. Madê wî tirş û mirûzê wî kiriye, wek ku ji dinya û alemê tevî xeyidî be, bê dilê xwe silav dike û diçe ser paldankekê ji wan rudine.
Ez derdikevim derve ku ew rehet ji hev re biaxivin. Bexçeyên jinan ku wan bi kulîlkên lavlavk, beybûn û kaktûsê xemilandibû, pir xweşik bû. Ji ber ku nû av dabûn, bîna axê û kulîlkan bi hev re dihat. Cudahîya mala jinan heye Wele, her der paqij, şûştî wek zêr bû. Sebira mirov li hewşê û hemî odeyan, bi bexçeyê wan ê xweşik dihat.
DÊYA ŞÎRÎN
* * *
31ê Cotmehê, Çarşem
Sibehê bi dengê Feyrûz şiyar dibim. Xuya ye ku mala ez lê, fêr bûye bi dengê bilind ê muzîkê hişyar bibin. Di nava vê xirecirê de, di nava vê tirs û nedîyarîyê de, şiyarbûna bi dengê Feyrûz lûksek e. Kêfxwaş dibim.
Berêvarî, dîsa jin li mala mazûvanê min kom dibin û civatê digrin. Kebanîya malê ingişkan li enîşka jinikeke qelew û ya li derdora çil salî dide û dibêje: “De ka wê meselê ji mêvana me re bibêje tu bi xatirê Xwedê kî.”
Jinik xwe dibe û tîne û dibêje:
– De ka ma ez ê çi bêjim, ne min sed carî ji we re gotiye xwakê.
– De xem nake, vê carê jî bêj ma wê dinya xira bibe ya extî?
Kebanîya me dibîne ku wa ye jinik hinekî nerm bû, berê xwe dide min û dibêje:
– Baş guhdarî bike ha, tam çîrokeke li gorî te ye, ev dotmama min e. Jinik her du destên xwe li hev siwar dike û datîne ser navika xwe, pişta xwe ji ber balîf radike rast dike û dest pê dike:
– Keçê rojekê asayişa me hat li derîyê me da. Bi wan re jî jinek wilo perîşan, di nav cilên gemarî de, bi pêlaveke qetîyayî heye. Min di dilê xwe de got: “Ya rebî ev kî ye vêca?” Jinika polîs got:
– Welehî ev xanim girtîya me ye. Hîna me heya niha jin nekirine zindanan û cîyekî me jî tuneye. Em zanin odek we heye hema bila çend rojan li wir be heya em werin. Carê odeya wê kilît bikin heya em werin pê ve. Min jî got:
– Wele keçko dilê min çênake ez jinikê bikim hundir û derî li ser kilît bikim. Hema wê berdin û bila here. Jinika polîs kenîya û got:
– Ne me du caran berda, cara sêyan dizîyeke mezintir kir. Xelkê ji ber daye qaqa reş xwehê, Wele em jî mecbûr mane, hingî milet ji me qeherî ku me berda. Ka bila çend rojekê bimîne li cem te, belkî hinekî ji xwe re bifikire û aqil bigire.
Jinika polîs kenîya û got:
– Erê, derî kilît neke balo, lê hay jê hebe bila nereve, wê milet serhildanekê li hemberî me bike ha. Jinika gewr, danî cem min û çûn.
– Êêê?
– Êêê û min jinika gewr bir kir serşokê ya extî. Min laşê wê bi lufikê rîs, sabûna kizwanan û ava germ qenc û xweş şûşt. Min cilk li wê kirin gilok û avêtin nav gilêşê. Destek cil û bergên nû lê kirin, çarikeke ipî da serê wê. Min kir wek gilokekê. Îcar ji ber eynê nedihat, digot min:
-Ya extî Wele te ez guhertime. (Jin di vê navberê de bi dengekî bilind dikenin) Jinên cîranan jî bihîst ku jinek wilo belengaz li cem min e. Wan jî min dî hatin her yekê tiştek jê re anîye, yekê kiras, yekê sol, yekê çarik û gore. Kîsek tişt jê re kom bû. Ez rabûm çûm sûkê, min fêkî û sebze jê re kirîn, min got, gune ye bila şîveke xweş bixwe. Min ferûckek jê re gurand û danî ser êgir. Min her du rojên pêşî wilo guh dayê da ku bi ser xwe ve were hinekî. Pir kêfa wê dihat, dilê wê xweş bû. Lê roja sisêyan min mekerûn çêkir, heya êvarî xeyidî. Min got:
– Çima dîya min, ma tiştek ne bi dilê te heye? Hêdî wek zarokekê di ber xwe de got:
– Mekerûna te nexweş e. Jin li vir kenê xwe nagirin pirqênî bi wan dikeve.
– Welhasil, em ji xwe re diaxivîn jî ya extî. Bi wê Qur’anê gunehê min pir pê hat. Rojekê bang li min kir:
– Ya dîya gulê? Min got:
– Çi ye ya dîya Şîrîn? Got:
– Welahîlezîm, heger jîyaneke min wek a te hebaya, min dizî nedikir ya extî. Heger ku maleke min a wilo xweş, xiradên min, mêrekî min ê ku wek ê te dixebite hebaya min dizî nedikir.
– Wexta ku min ev gotin jê bihîstin, kezeba min êşîya ha. Ez jî fikirîm, min got:
– Ya extî wele tu rast dibêjî. Jinik berê xwe dide jinên dora xwe û dibêje:
– Xwedê ji we razî be ma ne rast e? Niha çima diz dizîyê dikin? Jinek ji wan re dibêje: “Erê em zanin ku gelek caran ji mecbûrî ye, lê carinan elimandin e jî ya extî de ka tu dewam bike.”
-Paşî çi bû? Jinik dibeşişe û dibêje:
– Sibehekê rabû û hat cem min got:
– Ya dîya Gulê!
– Kerem bike dîya Şîrînê.
– Ez qurban ka telefonê bide wan hevalên polîs.
– Çima ya extî, ez ê bêjim çi?
– Bêje herin cilên dîya şîrîn bînin ji mala wê, êdî ew ê li vir bimîne.
Jinik li vir hew rê didin jinikê ku çîrokê bidomîne, hingî dikenin.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,043
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://rojava.net/
פריטים המקושרים: 8
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 15-08-2021 (3 שנה)
Publication Type: No specified T4 1434
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חקירה
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 28-09-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس حسۆ ) ב- 28-09-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על: 28-09-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,043
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.145 KB 28-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,159
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,557
Video 1,317
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.641 2!