הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,095
תמונות 106,601
ספרים 19,279
קבצים הקשורים 97,185
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
DENGBÊJI DÎROKA ME YA ZÎNDIYE
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DENGBÊJI DÎROKA ME YA ZÎNDIYE

DENGBÊJI DÎROKA ME YA ZÎNDIYE
#Jina Kurd#, bi dengbêjiya xwe ve hafizeya civakbûna Kurd e!
#Çand#, #huner# û #muzîka Kurd#, çavkaniya xwe, ji ber ku civaka xwezayî digire bi koke, zindiye, pir dewlemend û cîherenge. Bi pêşketina civakbûnê ve çand û huner jî destpê dike. Em vê baş dizanin ku, mirov bi hêst û kîryarên xwe ve ango maddî û manevî bi dûalîbûna xwe ve mirove. Civakbûn jî li ser vê heqîqatê sazbûye. Civak û xweza, dû têgeh û hebûnên ku di cevher de heman wateyê di nava xwe de hildigirin. Di xwezayê de çawa ku ax(xak) rola dayikê dileyîze, di nava civakê de jî, jin rola dayikê dilêyîze. Bi vî avahî di navbera civak û xwezayê de tekîliyeke ku jê re sîmbiyotîk têgotin, her tim hev tîmar dike û pêştêxe heye. Lê em dikarin vê rastiyê jî bibînin; xweza ango xak, ji bo mirovan jî rola dayikê dileyîze. Ji ber vê yekê jî jin û ax ango welat hema hema em dikarin bibêjin di her gelî de, lê hîn zêdetir jî di gelê Kurd de, tê wateya rûmeta xwebûnê. Ji xwe rûmet jî ji bo mirovêkê sedema hebûnê ye. Di dîroka mirovahiyê de, heta di roja meya îro de gelek şer ango berxwedan. Ji bo parastina xaka xwe pêşketine. Weke ku sedema tekoşîna meya îro jî eve, di dîroka kurdan de sedemên hemû pevçunan jî heman e. Çawa ku her zindî li ser xaka xwe şîn dibin û dijîn, mirov jî li ser xaka xwe hebûna xwe diparêzin. Ji ber vê heqîqatê jî, dema ku em civaka xwe ya Kurd lêkolîn dikin, dibînin ku, gelê Kurd di destpêkirina cîhbûn û civakbûna mirovahiyê de xwedî roleke pir mezine. Weke ku hevoka di destpêkê de jî me da diyarkirin, civaka Kurd ji ber vê kokbûna xwe, ruxmê dagirkeriya pergala desthilatdar ya zilam jî, heyanî roja me îro li ser xaka xwe di nava xwezayê de û bi çanda xwe ya resen ve jiyan kiriye, xwe parastiye. Di dîroka Kurdan de, ev rastî her çiqasî bi nivîskî nebe jî, lê bi çanda gotînî wek dengbejî û destanî heyanî roja meya îro hatiye. Hafizeya civaka Kurd bi vî awayî em dikarin bibêjin ku bi çanda dengbejî ve hatiye hunandin.
Ev jî hîn zêdetir xwe dispêre cevherê jina Kurd. Ji ber ku jina Kurd yan jî em dikarin bibêjin mirovên Kurd tûcarî xweza li gora xwe ayar nekirine, her tim xwe li gora xwezayê ayar kirine. Di navbera gelê Kurd û xwezayê de bi vî rengî hevsengiyek di asta optimal de heye. Jinên Kurd her tim bi xwezayê re, tekîldarin. Zindîbûn û cîhêrengiya xwezayê, her tim ji bona jina Kurd bûye mamosteyeke herî mezin. Tiştên ku ji dayika xwe ya xwezayî fêr dibe, li gora wê civaka xwe û zarokên xwe jî êdî ew fêr dike. Yanî ev jî weke jin dayikê, dibe mamosteyê civak û zarokên xwe. Hîn jî dema ku her yek ji me, gûndên xwe, pîrika xwe û dayika xwe bifikire, vê girêdanê pir eşkere û balkeş bibîne. Tenê bi cil û bergên bi reng û reng û herîkbariya wê ya jiyanê, ji axê berhem girtin û mijûlbûna wê jî em mezebikin vê rastiyê bibînin. Jina Kurd her tim bi rîtma xwezayê ve tevgeriya ye. Li gora vê, di jiyana xwe de jî her tim xwedî rîtmeke bûye. Di her karên xwe yên rojane de, dibera lorandiye, wek xezaleke dibera xwe hejandiye, heqîqatên ku ji xwezayê girtiyê, di xwezaya xwe de sitirandiyê, bi ked û hezkirineke, berpirsiyartiyeke mezin ve hunandiye. Jin bi her aliyê jiyanê re xerîkbare. Ji ber vê jî tûcarî, li hemberê jiyanê xemsar nîne. Hêstên xwe, êş û azarên xwe, kêf û şahiyên xwe jî, tûcarî vêneşartiye. Ji bona vê em dibêjin jinên Kurd, wek hafızaya civakbûna Kurd, roleke mezin wek dîroknas û dîrokzanî girtine li ser mîlên xwe. Vê xerîkbariya xwe jî her tim lorandinên xwe ve bi lêv kiriye. Jinê her karê xwe, her dîtin û çavderiyên xwe bi hestên xwe ve stirandiye. Tekîldariya jinê bi muzikê re jî, ji roja ku tê dinê destpê dike. Ji jinekê din lorînan dibihîse û ew bi xwe dibe lorînên jiyanê. Ji xwe mirov dema ku pêyva ‘stran’ lêkolîn dike, şîroveyeke wuha derdikeve pêş; ji sitirandina hêstan bi pratîkê re xweşik kirina jiyanê pênase dike. Bi vî awayî jî em dikarin bibêjin, di nava dîsîplînên hunerê de yek jî mûzîk, heta destpêka civaka xwezayî diçe û çavkaniya xwe ji vê taybetmendiya jinê digire. Stranên ku afirandiye, çavkaniyên wê bi xwe, jiyana wê bi xwe ye. Lê mixabin, her ku pergala desthilatdar ya zilam pêşdikeve, berhemên jinê jî ji hêla stranbêj û dengbêjên mêr ve hatiye gotin. Di roja me da gelek stranên dengbêjî yên ku çavkaniya xwe jinê digire, ji aliye jinê ve hatiye berhevkirin û gotin, lê îro bi devê mêrên dengbêj ve têgotin. Mînaka herî balkeş yek jî, dengbêjiya ‘delal ay delal’ ya ku Adûlê, li ser Derwêşê Evdê lorandî ye. Hêstên jineke, mêrêk, çiqasî ji kurahiya dil ve dikare bixwîne? Her stranêk dengbêjî, xwedî çîrokeke pir kûr e. Piraniyên xwe jî, her trajedî û êşan tîne ziman. Lê hemû mijarên civakîne. Ji bo wê, me dengbêjî weke hafızaya civakbûna Kurd da destnîşandan. Lê di nava wan dengbêjiyan de pir kêm, stranên dengbêjiyê bi kefxweşiyê tîne ziman jî hene. Lê emê niha, yek ji strana dengbêjî ya ku herî zede me bihîstiye, çîroka wê, bi we re parvebikin. Strana Cembelî gotinên wê û çîroka wê wuha ye;
Cembelî
De lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî
Le Faris Begê diçû alikî Derwêş Begê,
Derwêş Begê dibû pê Faris Begê digo
Derwêş Begê dile min dibe sed carî dile min dibe
Ez ê bidim te sed deve, cat pez e,
sed kibêlê sere tevlê sed miyê dotinê sed ê firotinê
Her car lawê te bizewicîmin ji êlê tu yê bidî min
Binevşa Narînê stêrka berbaga sibê
Rewşa xezala rewşa berîvana min tene
ax lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî lorî
Le Derwêş Begê diçûalîkê Eynê radibû pê
Derwêş Begê digo lê lê Eynê dile min dibe sed carî dile min dibe
Hatiye mala me mêvanek ji mêvanê ebrê ne mevanê xêrê
Mêvanê şere dibe tê sed deve cot pezê
sed kilelê sere tevlê sed mihê dotinê des ê firotinê
Her çar lawê te bizewicînim ji Êlê tu yê bidî min
Binevşa Narînê stêrka berbanga sibê
Rewşa xazala rewşa berivana min tene
ax lorî lor;î lorî lorî lorî Cembeliyê min
Le Eynê diçû alîki Binevşê radibû pê dikete
peşnê min anî başbazirganî
Salê digo lê lê daye ez kanî me
kaniya Diyarbekirê çil û çar kanî derbûne li dorê
Ez biçûk im hîna natime zewacê nastînim zêdehî
Cembelî lawê Hekarya li dunê
Bila sere sibê hetanê êvarê cotê tajiya berde
bere zeyê cotê kewa berde
Ji qefesê li ser sing û bere min
rebena Xwedê bike seyd û nêçîrê
Ax lorî lorî lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî lorî
Gotin û Muzîk : Gelerî
ÇÎROK:
Mîrê herêma Wêranşahrê Derwêş Beg, dil beradide dotmama xwe Binefş Xanimê. Derweş diçe ji apê xwe Faris Begê keça wî dixwaze. Lê ev yêk bêdilê Faris Beg. Binefşê û her heft kurê vî ye. Ji ber wê jî keça xwe nade wî û ji ber zilma vî ji wir koç dikin, berê xwe didin warê Hekariyan. Dewrêş Beg siwarên xwe dişîne ser serê wan û bi rê de her heft kurê Faris Beg dikuje. Li hela din mîrê Hekaryan Cembelî daxwaza xwe ya zewacê aşkera dike. Jina wî Zelal Xanim li ser vê dîn û har dibe. Dixwaze xwe bikuje lê xizmetkar nahêlin. Rojek ji rojan Cembelî dîsa derketiye seferê. Li her kaniyekê ew û Binefş hevdu dibînin. Agirê evînê bi dilê her duyan jî dikeve. Her du evîndar li ser ku dengen ji derdorê tên ji hev vediqetin. Di wê navberê de Binefş destmala ku deste wê de ye dide Cembelî û Cembelî jî darê ku destê wî de ye dide wê. Ev her du tişt heta mirinê bi wan re dimînin. Cembeliyê ku Binefşê ne nas dike û ne jî dizane keça kê ye gazî cîgine xwe Omo dike. Ji serî heta dawiyê ji wî re dibêje. Li ser vê yeke Omo bi riyan dikeve. Omo bi mehan li Binefşê vedigere qesrê. Cembelî bi giregirên Qesrê re diçin ji Faris Begê keça wî dixwazin. Piştî xwestinê Faris Beg xencerekê diyarî Cembelî dike. Cembelî vedigere qesrê û dest bi amedekariya dawetê dikin. Derwêş Beg dibihîze ku apê wî keça xwe daye Cembelî. Ev jî zilamên xwe li hev dicivîne û dajo ser Faris Beg. Apê xwe dikuje û Binefşê direvîne. Haya Cembelî ji bayê felekê tûne ye. Ew di kêf û dawetê de ne. Di demekê de Omo dikeve hundir. Ji wî re bûyerên ku qewimîne dibêje. Cembelî şaş û mat dimîne. Cembelî mîrîtiya xwe dexe destê Omo û bi pê evîna xwe dikeve. Di navberê de meh û sal derbas dibin. Cembelî di riyan de perîşan dibe. Xwe bi halekî zorê digihîne Wêranşarê. Li wesra Derwêş Beg dibe şivanê Binefşê. Yek caran li bilûra xwe dixe. Rojek dîsa ku wiha li bilûrê dixe, di xew de diçe. Binefş tê wî ji xew radike. Gava ku Cembelî, Binefşê li hemberî xwe dibine, dixwaze wê himbêz bike. Binefş, wî nasnake. Xencera ku li pişta Cembelî ye dikişine û li ser dilê wî dixe. Paşê li xencera bixwîn dinêre, nas dike ku ew xencer, xencera bavê wê Faris Beg e ku diyarî Cembelî kirîbû. Piştî ku Cembelî dimire ew jî xwe bi wê xencerê dikuje.
Belê bi vî awayî çîrok dawî dibe. Li ser evîn û bêbextiya Cembelî û Binefşê de ew êş û trajediya ku hatiye jîn, bi devê jinên dengbêjan de destpêkê hatiye gotin û pişt re jî ji aliyê mêrên dengbêj ve heya roja me hatiye gotin. Me pir ew dengbêjiya guhdarkiriye. Lê, çîrok û wateya wê me nedizanîbû. Pêwîst dike emê çîrokên stranên xwe yên din jî her tim bizanibin. Ji ber ku, dengbêjtî, dîroka me ya zindî ya ku rabûrdûya me, ji me didin nasîn e.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,505
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
פריטים המקושרים: 28
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 29-08-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: אמנותי
ספר: מוסיקה
ספר: תרבות
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( سارا ک ) על 17-09-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس حسۆ ) ב- 17-09-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئاراس حسۆ ) על: 17-09-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,505
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.1165 KB 17-09-2022 سارا کس.ک.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,095
תמונות 106,601
ספרים 19,279
קבצים הקשורים 97,185
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.516 2!