“#Qalçîçek#”, “#Tembûrê Kurda#”, “#Meremê Dilê Kurd#”, “#Perweza Weten#” berhemên #Şikoyhe Hesen# in û niha ew hemû bi latînî hatin çapkirin.
Kî dizane, yan jî çend kes dizanin strana “#Zimanê Kurdî#” ku bi dengê Aramê Tîgran bi ser zimanan de belav bûbû gotinên wê aîdê kî ne? Bersiv ew e ku kêm kes dizanin. Strana “Zimanê Kurdî” jî di nav de gelek helbestên Şikoyê Hesen hene. Tam bi temamî çar pirtûkên wî derketibûn. Û niha jî ew pirtûk bûn latînî û ji Weşanxaneya Nûbiharê derketin.
Çar pirtûk. “Qalçîçek”, “Tembûrê Kurda”, “Meremê Dilê Kurd”, “Perweza Weten”. Yekem pirtûka Şikoyê Hesen bi navê “Qalçîçek” di sala 1961’ê de derdikeve. Dûre 1965’an de “Tembûrê Kurda” beşdarî qada wêjeya kurdên Sovyetê dibe. Piştî 6 salan vê carê “Meremê Dilê Kurd” dertê. Şikoyê Hesen nivîsandina xwe didomîne lê sala 1970’yî de dimire. Û ev nivîsên wî, piştî mirina wî bi salek, piştî pirtûka dawî jî bi 6 salan, yanê di sala 1977’an de derketê: “Perweza Weten”. Ev her çar pirtûk niha bi latînîzekirina Omer Faruk Feyat ji Weşanên Nûbiharê derketin. Feyat dibêje ku wî bi tu awayî orjînala helbestan xira nekiriye, bi wan nelîstiye û wiha didomîne, “Peyvên bilêvkirina herêmî hatine nivîsîn qet nehatine xirabkirin. Di çar pirtûkên Şikoyê Hesen de gelek helbest cih digirin. Hinek helbestên wî xweyî nav in, lê hinek helbestên wî jî bê nav bûn. Helbestên bê nav di metna orîjînal de bi şeklê ‘***’ hatibûn binavkirin. Ji bo ku helbest hem zû bê dîtin hem jî bênav nebe, me navekî li helbestên bênav kir. Di helbestê de rêzika ewil çi be, me ew wekî nav hilbijart. Li rexê wê jî îşareta ‘*’danî. Bi vê îşaretê dê bê zanîn ku ev sernav ji hêla me ve hatiye danîn.”
Şikoyê Hesen Kî ye?
Malbata Şikoyê Hesen di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji gundê Şatiroxliya girêdayê Digora Qersê bar dikin û diçin gundê Camûşvana Biҫûk ya li berpala Çiyayê Elegezê ku niha di nav sînorê Ermenistanê de ye. Şikoyê Hesen roja 5’ê pûşpera 1925’an li vî gundî tê dinê. Hê pênc salî tunebû bû bavê wî dimire û zarokatiya wî gelek zehmet derbas dibe. Di sala 1948’an piştî temamkirina dibistanê ji bo zanîngehê diçe Yêrîvanê û di Zanîngeha Ermenistanê ya Dewletê de Beşa Zimannasiyê, Fakûltêta Rojhilatzaniyê de dest bi xwendinê dike. Sala 1953’yan de xwendina xwe temam dike. Wî dişînin gundê Baxnarê, nehiya Gagrayê /Abxaziya/ Komara Gurcistanê ku di dibistana wî gundî ya ermeniyan de wek”i dersdarê ziman û edebiyeta ermenî bixebite. Heta sala 1959’an li wir dixebite. Lê xwestin û meremên wî berdewamkirina xwendinê, kurdzanî, edebiyet û zimanzaniya kurdî bûn. Dema sala 1959’an karên kurdewerî li Ermenistanê geş dibin, vedigere Yêrîvanê û di Radyoya Yêrîwanê de, di para axaftinên bi zimanê kurdî de wekî werger û xebatkarê edebiyetê kar dibe.
Piştî du salan diçe Lênîngiradê ku li cem rojhilatzanên eyan li ser têza xwe ya doktoriyê bixebite. Ji ber rewşa nexweş xwendina doktorayê nîvco dihêle û vedigere Yêrîvanê. Li vir di sektora kurdzaniyê ya Akademiya Ermenistanê ya Zanyariya Pera Rojhilatzaniyê de dixebite lê nikare pirsgrêkên mala xwe yên aborî ҫareser bike. Rewşa wî ya xirab, dûre mirina kurê wî yê biçûk di qezayê de dibe sedem ku ew biryarek bide û bar dike bajarê Tilbîsê. Destengî, nexweşî bandoreke neyînî lê dike. Û di 48 saliya xwe, roja 22’yê rêbendana 1976’an de dawî li jiyana xwe tîne
Pirtûkên wî:
- Qalçîçek, 1961
- Tembûrê Kurda, 1965
- Meremê Dilê Kurd, 1971
- Perweza Weten, 1977
[1]