Tradîsyon û Duajoyên Evdalê Zeynikê
sedat ulugana
Edebiyata Kurdîya Gelêrî: Dîrok, Teorî, Rêbaz, Lîteratur, Berawirdî l. (edîtor: Ramazan Pertev), Avesta, İstanbul,2015, r.161-187
Dengbêjê kurd Evdalê Zeynikê di navbera salên 1800î û 1913yan de jiyaye . Di dema xwe de dengbêjê kurdan ê herî navdar bûye . Erdni gariya Evdal , derdora Elejgir , Qereyazî , Panos û Milazgir e . Lê ji ber ku dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûye , li hin deverên wek Erzirom , Diyarbekir , Xozan û Entabê jî geriyaye . Tê zanîn ku mijarên kilamên Evdal bi piranî li ser serpêhatiyên wî ne . Di dema xwe de tu dengbê jekî nikaribiye pê re bikeve pêşbaziya stranbêjiyê . Nav û dengê wî li hemû deverên Kurdistanê belav bûye . Wisan e ku niha jî di nav kurdan de wekî Homerosê Kurdan tê zanîn . Stranên Evdal , li ser gelek dengbêjan bandor kiriye û gelek dengbêjên kurd bi awayê wî strîne . Bi vî awayî tradîsyonek çê bûye . Kilamên wî bi taybetî ji aliyê dengbêjên Serhedê ve îro jî tên gotin . Duajoyên vê tradîsyonê yên herî bihêz Dengbêj Reso û Şakiro ne . Di vê xebatê de stranên Evdal ên ji aliyê Reso û Şakiro ve hatine gotin , bûne mijara vekolînê .
Edebiyata kurdî ya devkî ji edebiyata kurdî ya nivîskî zêdetir be lav bûye . Sedema vê yekê jî , an gorî hin lêkolîneran ; mehrûmbû na ji zanîsta modern û jiyana wan a koçberî ye.¹ Yên ku edebiyata kurdî ya devkî pêş xistine û parastine jî dengbêj bixwe ne . Ji bilî vê mîsyoneke wan a din jî heye ku wan edebiyata kurdî ya devkî heya roja îro anîne . Pêşiya her tiştî di nava edebiyata kurdî de mînakên folklorik pir zêde ne.² Girîngiya folklorê rasterast bi dengbêjiyê ve heye ku heya niha dengbêjên kurdan , mînakên folklorê gihandi ne dema me . Dengbêjiya kurdî xwedî dîrokeke kevn e . Di serdema mîrektiyên kurdan de tê zanîn ku cihê dengbêjan di nav cîvakê de pir girîng bû . Mirov dikare bibêje ku her mîr xwediyê dengbêjekî bi nav û deng bû . Wek her deverên Kurdistanê ji Serhedê jî dengbêjên binavûdeng derketine . Tê zanîn ku ji van dengbêjan ê herî xurt û binavûdeng Evdalê Zeynikê ye . Wek Yaşar Kemal , Ehmed Aras , Mehmed Uzun gelek lêkolînerên ku behsa Evdal kirine ew wek Homerosê kurdan bi nav kirine . Dema ku em dengbêjiyê ji aliyê tradîsyonê binirxînin gelo hostayê Evdalê Zeynikê kî bû ? Ji bêjeya hostetiyê qesda me , bandorkirin ” û “ terz e . Her dengbêjek li ber destê dengbêjekî hoste rabûye . Lê ev hostetî ne wek mamostetiyê ye . Hewce ye ku ew dengbêjê hoste , ji Evdal xurtir bûbûya . Dema mirov ku vê xalê difikire , mirov îcar dikare bibêje ku dawiya vê xalê nîne . Piştî Evdalê Zeynikê , Gulêya Fileh , Ferzê û Reso derdikevin pêşiya me.. [1]